NAVENDA NÜÇEYAN – Li gorî encamên ne fermî, di hilbijartina serokkomariya Polonyayê de namzetê Partiya Hiqûq û Edaletê ya mihefezekar Karol Nawrockî bi ser ket.
Duh di dora duyemîn a serokkomariya Polonyayê de Serokê Şaredariya Varşova Rafal Trzaskowskî û ji Partiya Hiqûq û Edaletê ya mihafezekar û muxalefetê dîroknas Koral Nawroçkî bûne namzet. Rêjeya beşdariyê ji sedî 71.6’ê 29 mîlyon dengdêr deng bikar anî, Nawrockî ji sedî 50.8, Trzaskowskî jî ji sedî 49.1 deng girt. Di nava rojê de tê payin ku encamên hilbijartinê bi fermî bên aşkerakirin.
Di dora yekemîn a hilbijartinê di 18’ê Gulanê de pêk hatibû, ji ber ku tu namzetekî ji sedî 50’î derbasnekiribû, hilbijartin taloqê 1’ê Hezîranê bibû. Di dora yekemîn de Trzaskowskî ji sedî 31; ji sedî 29 jî Nawrockî deng wergirtibû. Dê Nawrockî ji serokkomarê niha Andrzej Dûda ji bo 5 salan peywira rêvebirina welat bistîne.
Piştî dora duyemîn li gorî anketên ji sandoqê Trzaskowskî serketina xwe îlan kir, Nawrockî jî diyar kir ku hilbijartin bi dijwari derbas bûye û wihat got: “Em hêviya xwe winda nekin. Di dawiya şevê de em ê bi serbikevin, ferq kêm e. Ez bawer im sibe em ê bi nûçeya sorokkomariya min ve hişhar bibin.”
Li Polonyayê raya serokkomariyê der barê polîtîkayê derve û berevaniyê sînordar e lê raya ji bo vetokirina zagonên di parlamento de derbasbûyî heye. Serokwezîr hikumeta koalisyon a Donald Tûsk a alîgirê YE’ê ne xwediyê piraniyê ye ku vetoya serokkomar betal bike. Serokwezîr Tûsk, destnîşan kir ku dê di polîtîkayên hukumetê de bi Nawrockî yê alîgirê Trump re dijberê hevûdin bên û ji ber astengiyên Serokkomarê Polonyayê yê niha Dûda, nikarîbûye bandora pergala darazê li ser siyasetê rabike û zagonên der barê kûrtajê nerm bike û sozên xwe yên hilbijartinê bi cih bîne.