AMED – Jinên beşdarî 1'emîn Konferansa Jinên Kurd a Li Amedê pêk hat bûn diyar kirin ku ew ji bo maf û azadiya xwe li çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe didin û diyar kirin ku ew ê têkoşînê bidomînin.
Tevgera Jinên Azad (TJA), di 28-29’ê Gulanê de li Amedê 1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd lidarxist. Jinên ku ji Bakur, Başûr, Dîaspora, Rojava û ji Rojhilat beşdar bûn, serpêhatiyên xwe raginadin û têkoşîna xwe vegotin. Jinên ji Başûr beşdarê konferansê bûn, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.
Li ser navê Partiya Yekitî parlamentera Iraqê Kurdê Omer, diyar kir ku konferans girîng e û wiha got: “Em der barê têkoşîna ji bo mafê jinê de xwedî agahî ne. Ev yek diyar e ku jinên ji parçeyên dîtir ji bo mafên xwe di nava têkoşîneke mezin de ne û di nava vê têkoşînê de jiyan, aştî û têkoşîna azadiyê vedihewîne.”
‘JINÊN KURD TÊDIKOŞIN’
Kurdê Omer axaftina xwe wiha domand: “Em dizanin ku jinên ji Başûrê Kurdiatanê ji salên 1940-1950’an vir de din ava partiyên siyasî de cih digrin. Di sala 1991’ê de piştî Parlamentoya Kurdistanê hate avakirin, komîsyon û komên jinan avabû. Jin bûn wezîr. Piştî wektekî dirêj jinên ji Bakur, kom avakirin. Jinên ku ez qala wan dikim neditirsiyan. Hawayeke lehengî tevdigeriyan. Ji bo mafênn xwe ked dan û ji bo vê yekê têdikoşiyan. Hem ji bo Kurdbûnê hem jî ji bo têkoşîna jinan berxwe dan. Li jinên Rojavayê Kurdistanê binêrin, ew li hemû cîhanê de bûne sembola têkoşînê. Jinên Rojhilat jî bûne sembol. Jinên li çar parçeyên Kurdistanê di nava berxwedan û têkoşînê da ne.”
Kurdê Omer, diyar kir ku yê herê zede li ruhê aşitiyê derdiket Mam Celal (Celal Talabanî) bû û wiha rave kir: “Mam Celal ji bo pirsgirêkên li Bakur û çareseriya wan pir ked da. Ji bo pêvajoya aşitiyê ya li Bakur em pir bextewar in. Banga rêzdar Ocalan ve avabûna mercên aştiyê, rawestandina şer û çareseriya pirsgirêkan pir girîng e. Em piştevaniya çareseriya bi siyasetê dikin. Em hêvîdar in ku aşitî li Bakur bi ser bikeve.”
‘DI BERXWEDANÊ DE BERDEWAM BIN’
Kurdê Omer, destnîşan kir ku jinên di konferansê de hatine gel hev bi hevre serpêhatî û tecrubeyên xwe parve dikin û wiha rave kir: “Ez bangî jinên çar parçeyên welat dikim, di berxwedanê de berdewam bin. Dev ji hewldanên ji bo berxwedanê bernedin. Zarokên xwe li gorî hişmendiye zayendî perwerde bikin, li ser esasê yekitiya neteweyî perwerde bikin, hêvîdar im ku di dahatûyê de dê civak jî buguhere. Lewre guhertin di malbatê de dest pê dike. Ger ji vir dest pê bike, dê di hemû civakê de belav bibe û civakê jî biguhere.”
‘DIVÊ ZAGON BÊN GUHERTIN’
Ji Partiya Yekitî Parlamentera Kurdistanê Şinyar Enwer, qala giringiya konferansê kir û wiha got: “Ev konferans bû bersiv ji bo lêgerînên aştî û demokrasiyê. Di vê konferansê de, ji çar parçeyên Kurdistanê jin hatine gel hevudin bi hevre ezmûn û serpêhatiyên xwe parve dikin, van jinan her yek ji wan xwedî rol û misyonên girîng in. Jin, li hember pergal, desthilatê têkoşiyaye û berxwe daye. Lig elek welatanên, ezmûnên jinan hene der barê vê babetê de. Nexasim, em bi tercurebeyên cuda ji bo armancekî li dora heman fikre hatine gel hevudin ev pir girîng e.”
Şinyar Enwer diyar kir ku divê jin di her mekanizma û pêşeng bin û axaftina xwe wiha domand: “Zagonên kevneperest û li hember rola jinê divê bene guhertin. Divê zarok di temenê biçûk de bene perwerdekirin, zagon bene guhertin û civak der barê jinê de bê perwerdekirin. Ez bangî jina dikim; netirsin, ranewestin, armancên me pir, rêya me dirêj e. Ger hûn ji xwe bawer bin, hûn ê her tim biserbikevin.”
‘JINÊN KURD PÊŞANGÊN TÊKOŞÎNÊ NE’
Ji Partiya Yekitî Parlamentera Iraqê Sûzan Mansûr, diyar kir jinên Kurd pêşeng û rêvebirên vê pêvajoyê ne û wiha got: “Dirûşmeya ku em her tim weke ‘Jin, jiyan, azadî’ dibêjin îro veguheriye ‘Jin, jiyan, aşti’yê. Jinên Kurd mafên xwe bi têkoşîn û bi berxwedanê ve bidest xist. Mînak, li hember DAÎŞ’ê têkoşiyan û biserketin. Em weke jinên hem li Partlamentoya Iraqê û hem jî li Parlamentoya Kurdistanê li gel xweşkên xwe ne. Em li gel hinda ên bi aştiyê re ne. Em bawer in ku dê guherîn çêbibin û biserbikevin. Em piştevaniya vê rêya serkeftinê dikin. Em her tim yek bûn û em ê her tim yek bin.”
Sûzan Mansûrê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jinên Kurd her tim din ava têkoşînê de bûn. Di pêvajoya aşitiyê de jî dê rola xwe bi cih bînin. Em weke jinên Kurd dozeke me heye. Em weke jinên Kurd xwe yek dibînin.”
MA / Mujdat Can