* Andy Carl ku di hevdîtinên cuda yên aştiyê yên bi armanca çareseriya pirsgirêka Kurd de şêwirmendiyê dike got, "Yek ji şertên pêşvebirina pêvajoyên bi vî rengî, tevlîbûna bi temamî ya lîdertiyên siyasî ye.
* Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger a Yekbûyî Elîf Torûn Oneren li ser nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd got ku wezîfeyeke dîrokî ye ku sosyalîst bi berpirsyariyeke aktîf rabin û di vê pêvajoyê de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê şoreşgeran.
* Rêveberê Navenda Giştî ya OHD'ê parêzer Mehmet Oner diyar kir ku di meha îlonê de 'mafê hêviyê' di Wezîrên Konseya Ewropayê de careke din bê rojevê û dê heta wê demê ji bo Tirkiye têkildarî mafê hêviyê gav biavêje dê xebatên xwe bidomînin.
* Parlamentera DEM Partiyê Halîde Turkoglû bal kişand ser têkoşîna herêmî û cihanê ya li hember desthilata serdest a mêran û wiha got: “Jinên Kurd ronesansa Rojhilata Navîn ava dikin. Bila hemû jin di ronesansa Rojhilata Navîn de cih bigrin.”
* S.B. a ku hevjîna dadgêrê Dadgeha Îdarî ya Herêma Stenbolê M.B. ji aliye dekbazan ve dora 8 mîlyon TL hatibû xapandin, piştî ku dekbaz nehatin dîtin, dozgeriyê biryara tedbîrê da ser 88 mîlyon TL’ê ku S.B. jê krîpto kirîbû.
* Analîstê daneyan James Stevenson, diyar kir ku bi pêşketina teknolojiyê re 'îstîsmara online' a li zarokan qadên nû bi dest xistine û got, "Materyalên îstîsmarê (AI-Gen CSAM) yên zarokan ên bi teknolojiya sûnî hatine çêkirin sedema fikaran e. Divê hemû welat, civak û sazî bikevin nava tevgerê û dê û bav zarokên xwe ji nêz ve bişopînin."
*Hayatî Kurul ê birayê Necatî Kurul ku 10 sal berê li Amedê di êrîşa DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest da got ku, eger tê xwestin pêvajoya aştiyê ya rasteqîn pêk were, divê dewlet ji malbatan lêborînê bixwaze.
*Li gorî daneyên CMK'ê ya Baroya Rihayê di nav 2 salan de di 13 sûcên cuda de 6 hezar û 287 jin û zarok bûne hedef. Li gorî daneyên ŞONÎM'ê, di tevahiya sala 2024'an de 708 jinan li dijî şîdetê serî li navendê dane.
* Girtiyê nexweş Nûrettîn Başaran piştî du raporên ATK'yê ku dibêje 'nikare di girtîgehê de bimîne' serbest hate berdan û got ku encamên ku ji paketa darazê tên hêvîkirin pêk nehat.
* Greva xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê wê di roja xwe ya 7'emîn de bidome. ( 10:00 )
* Li navçeya Tûşba ya Wanê wê "Baxçeyê Bajar a Jinan" bê vekirin. (14:00)