NAVENDA NÛÇEYAN - 5 şaredarên CHP’î yên di çarçoveya lêpirsna gendeliyê ya li Stenbolê de hatibûn girtin, ji aliyê Wezareta Karên Hundirîn ve ji erka xwe hatin dûrxistin.
Şaredarên ku di çarçoveya lêpirsînan de bi îdiaya "gendelî" ya li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB), Şaredariya Beşîktaşê û Şaredariya Buyukçekmece hatibûn desteserkirin û piştre hatibûn girtin, ji peywirê hatin dûrxistin.
Şaredarên ku ji erka xwe hatine dûrxistin ev in: Şaredara Avcilarê Ûtkû Camer Çaykara, Şaredarê Buyukçekmeceyê Hasan Akgun, Şaredarê Gazîosmanpaşayê Hakan Bahçetepe, Şaredarê Ceyhanê Kadîr Aydar, Şaredara Seyhanê Oya Tekîn. Li gel van 5 şaredaran hejmara şaredarên CHP’yî yên ji erka xwe hatine dûrxistin, gihîşt 11’an.
Beriya wê jî tevî ku Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer û Şaredarê Şîşliyê Resûl Emrah Şahan ên CHP’yî di çarçoveya ‘’Lihevkirina Bajêr’’ de hatibûn hilbijartin jî ji erka xwe hatibûn dûrxistin û li şûna wan qeyûm hatibû tayînkirin.
Şaredarên din ên CHP’yî yên ji erka xwe hatine dûrxistin ev in: Serokê ÎBB’ê Ekrem Îmamoglû, Şaredarê Beşîktaşê Riza Akpolat, Şaredarê Beykozê Alaattîn Koseler û Şaredarê Beylîkduzuyê Mehmet Mûrat Çalik.