ENQERE - Li gorî daneyên BÎSAM’ê; ji bo malbateke 4 ferdên wê hene pêdivî bi herî kêm 81 hezar û 686 lîreyan heye û lêçûnên pêdiviyên sereke yên şexsekî weke 37 hezar û 912 TL ragihand.
Navenda Lêkolînê ya Sendîkaya Bîrleşîk Metal-Îş’ê (BÎSAM) ku girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger e (DÎSK), encamên Lêkolîna Sînorê Birçîtî û Xizaniyê ya meha Gulanê aşkera kir.
BÎSAM’ê ragihand ku ji bo malbateke 4 ferdên wê hene bikare pêdiviya xwe ya xurekan cîbicî bike, herî kêm hewcehî bi 23 hezar û 615 lîreyan heye. BÎSAM’ê, da zanîn ku dema lêçûnên perwerde, tenduristî, avahî, germbûn, veguhestin û şahiyan jî lê tên zêdekirin, ji bo malbateke 4 ferdên wê hene bikare debara xwe bike, pêdivî bi herî kêm 81 hezar û 686 lîreyan heye.
Di raporê de hate gotin ku ji bo kesekê bi tena serê xwe dijî bikare bi awayekî tendurist bijî û pêdiviyên xwe cîbicî bike, hewcehî herî kêm bi 37 hezar û 912 lîreyan heye.