ÎZMÎR - Di vê pêvajoya ku aştî û çareserî tê axaftin de yek ji mijarên herî zêde der dikeve pêş, perwerdehiya bi zimanê dayikê ye. Li Tirkiyeyê ev maf wek “xetereya hebûnê" tê dîtin, lêbelê mînakên li cîhanê nîşan didin ku ev tirs vala ye.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” û PKK’ê bi biryara “xwefesixkirinê” ve ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna welat deriyê serdemeke nû vekir. Mercên ku tê de çareserî û aştî tê axaftin, yek ji daxwazên herî mezi perwedehiya bi zimanê dayikê ye.
Komel û rêxistinên ku ji bo xurtkirin û hebûna Kurdî dixebitin ji bo daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê li qadan heman daxwazên xwe dubare dikin. Di çalakî û xebatan de daxwaza fermiyeta Kurdî û perwerdehiya bi Kurdî tê xwestin. Komeleyên ziman, hişyar dikin ku ger tevdîrên zagonî neyê girtin dê hinek zarava piştî wextekî bên jibîrkirin.
ZIMANÊN DI BIN XETEREYÊ DE
Lêkolînên ku bûne jî hişyariya komeleyan piştrast dikin. Li gorî Rêxistina Çand Zanistî û Perwerdehiyê (UNESCO) ya Miletên Yekbûyî (BM), li seranserê cîhanê bi 7 hezar zimanan tê axaftin. Hebûna 2 hezar û 500 ji wan hebûna wan di bin xetereyê de ye. Li gorî Li gorî Atlasa UNESCO ya Zimanên Şênber ên dibin Xetereyê de li Tirkiyeyê 18 ziman di bin xetereyê de ne. Zaravayê Kirmanckî yê Kurdî di nava lîsteyê de ye. Her wiha zimanên Gagavûzî, Ladîno, Suryanî, Abaza, Hemşînce û Lazî di nava van zimanan de ne.
HELWESTA PARTIYÊN SIYASÎ ÇI YE?
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li her derê pêwîstiya zagonî ji bo Kurdî û zimanên dîtir ên li Tirkiyeyê tîne ziman. Guhertinek ji bo vê daxwazê di CHPê de jî tê dîtin, ku heta niha ti gav neavêtiye û di tevahiya dîroka Komarê de ev daxwaz paşguh kiriye.
Hevserokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel di rojên bihûrî de wiha got: “Ez tu car ne li dijî axaftina li ser perwerdehiya bi zimanê dayikê bûm. Helwesta rast ew e ku meriv kesî înkar û biçûk nebîne. Girîng e ku çand, huner û zanist bi wî zimanî ve bê kirin. Ji boz zimanê Erebî jî heman pirsgirêk heye. Li Tirkiyeyê 6 mîlyon welatiyên me yên Ereb dijîn. Cihê kêfî de li ser pirsgirêka penaberan hewlên krîmînalîzekira Erebî tê kirin.”
Rayadarên AKP’ê ya ku ji sala 2002 vir ve desthilat e û tenê ji bo “dersen hilbijarî” gav avêtine, vê daxwazê paştguh dikin. Helwesta dawî ya MHP’ê, ku li dijî perwerdehiya bi zimanên derveyî Tirkî ye cihê meraqê ye. Rayedarên MHP’ê hîn di derbarê vê mijarê de tu daxuyanî nedane.
Pêkhateyên DEM Partiyê û partiyên sosyalîst, li her qadê daxwaza xwe bi dengen bilind diparêzin.
POÎTÎKAYA NEGUHÊRBAR: BIŞAFTIN
Daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê, ku ji aliyê beşek mezin a civakê ve tê parastin û mafekî bingehîn ê mirovan e, ji damezrandina komarê vir ve nehatiye bicihanîn. Li Tirikiye ya ku bi modela netew dewletê ve tê rêvebirin, bêyî Tirkî hemû zimanên din wek “xetere” dibîne. Nexasim Kurdî “sedema parçebûnê” an “xeteraya hebûnê” dibîne. Ji ber vê, di dîroka komarê de li dijî Kurdî polîtîkayên bişaftinê pêk hat. Zagona Tevhîd-i Tedrîsat div ê mijarê de xwedî roleke girîng e. Bi vê zagonê ve hemû saziyên perwerdehî bi zimanên dîtir didan hatin girtin. Li Kurdistanê navên bajaran, navçeyan, tax û gundan bûn Tirkî. Di dema deshilata AKP’ê de ev polîtîka neguherî. Gelek saziyên ku bi Kurdî weşan dikirin, komele, saziyên civakî û ajans hatin girtin.
TEMÎNATA BI DESTÛRA ZAGONA BINGEHÎN PARÇE NAKE!
Perwerdehiya bi zimanê dayikê, ku desthilatên li Tirkiyeyê wekî "pirsgirêka hebûnê" dibînin, li gelek welatan wek modelek tê birêvebirin. Her çendî pirzimanî ji hêla qanûnî ve bi teminat be jî, bandora vê rewşê li ser zarokan jî erênî ye. Li Swîsreyê, Almanî, Fransî, Îtalî û Romanşî wekî zimanên fermî têne naskirin. Xala 70’mîn a Destûra Bingehîn a Swîsreyê, di sernava zimanan de "Federasyon, piştgiriyê dide tedbîrên ku ji aliyê kantonên Grison û Ticino ve ji bo parastin û pêşxistina zimanê Romanşî û Îtalî werin girtin" vedihewîne.
Li Kanada ya ku bi modela federali ve tê rêvebirin, di destûra bîngehîn a sala 1982’yan de zimanê Îngîlîzî û Fransî weke fermî qebûl dike. Li 9 eyaletên wê Îngîlîzî zimeneke fermî ye û li eyaleta Quebecê ji Fransî fermî ye.
Li Efrîqa ya Başûr, gelek ziman di destûra bingehîn de fermî ye. Li Efrîqaya Başûr di destûra bingehîn de ji dêleva têgeha “fermiyeta du zimanî”, “fermiyeta pirzimaniya” bikartîne û Sepede, Sessotho, Setswana, siSwati, Thisvenda, Xitsonga, Afrikaans, Îngîlîzî, isiNdebele, isisXhosa û isiZulu wek zimanên fermî tên qebûlkirin.
Di sala 1984’an de Çînê "Qanûna Xweseriya Herêmî ya Kêmneteweyên Neteweyî" derxist. Bi vê qanûnê ve, xweseriya herêmî, wekî pêwîstiya parastin û pêşxistina zimanê li herêmê hate destnîşankirin û herêmên xweser li wê herêmê mafê wergirtina biryardana li ser zimanê perwerdehiyê wergirtin.
WELATÊN KU PERWERDEHIYA ZIMANÊ DAYIKÊ DIDIN
Li seranserê cihanê gelek welat perwerdehiya bi zimanê dayikê didin. Li Îspanyayê gelek dibistanên dewletê de zimanê perwerdehiyê Îspanî ye. Lêbelê li herêmên xweser de zimanê dayikê wek “hev-resmî” tê qebûlkirin. Destûra Bingehîn a Îspanyayê dibêje ku "kevneşopiyên zimanî yên cuda li Îspanyayê beşek girîng û dewlemend a mîrata çandî ya welêt in û ji ber vê yekê divê werin parastin û rêz lê were girtin." Li gel temînatên qanûnî, li herêmên wekî Katalonya, Welatê Bask û Galîsyayê, ji bilî Îspanî, perwerdehiya bi zimanên din jî tê dayîn.
Welatên ku perwerdehiya zimanê dayikê lê tê dayîn yek jê Hîndîstan e. Li Hîndîstanê gelek çand û gel lê dijîn û 22 ziman fermî ne. Wekî Îspanyayê li Hîndîstanê jî bi temînatên qanûnî ve li gelek herêmên xweser perwerdehiya bi zimanê dayikê tê dayîn.
Reforma perwerdehiyê ku di sala 1994’an de li Bolîvyayê ket meriyetê, armanc dikir ku pergala perwerdehiyê bi awayekî berfireh veguherîne. Li gorî vê yekê, 30 zimanên herêmî yên Bolîvyayê, ligel Îspanî, hem wek zimanê dersên û hem jî wekî zimanên perwerdeyê li hemû dibistanên welêt hatin bikaranîn. Belçîka, Fransa, Swêd û Îsraîl jî di nav welatên ku mafê perwerdehiyê bi zimanê dayikê didin de ne.
Lêbelê li Tirkiye ya ku mîlyon kes pê Kurdî diaxive, bêyi Tirkî bi zimanên din ve perwerdehî nayê dan. Di bin navê “zimanên zindî” de perwerdehiya bi zimanê Kurdî û zimanên dîtir di heftê de tenê wek dersên hilbijarî 1-2 saetan tê dayîn.
XALÊN METIRSIYA TIRKIYEYÊ
Sedema herî mezin a windabûna zimanan ew e ku ti garantiyeke wan a qanûnî tune ye. Bo vê yekê, Peymana Ewropî ya Zimanên Herêmî an Kêmneteweyan, ku di sala 1992’an de li Strasbourgê hatiye îmzekirin û di sala 1998’an de ketiye meriyetê, bûye yek ji garantiyên girîng ên perwerdehiya bi zimanê dayikê. 24 welatan peyman îmze kirine, ji bo parastin û pêşxistina zimanên dayikê yên civakên ku ji hêla hejmarî ve ji nifûsa giştî piçûktir in ji aliyê qanûnî ve bi teminat e. Lêbelê, niha 11 welat peymanê bicîh tînin. Yek ji armancên girîng ên peymanê qedexekirina cudakariya li dijî zimanên kêmnetewe û herêmî û bikaranîna van zimanan di jiyana civakî û aborî de ye. Tirkiye ne endamê vê peymanê ye.
Tirkiye, Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî îmze kiriye, li ser xalên 17, 29 û 30’mîn, ku perwerdehiya zarokan û mafên çandî yên bi zimanê dayikê saz dike, xalên metirsiyê danîye. Tirkiyeyê di peymanên ku maf û azadiyên bingehîn vedihewînin û li ser xalên ku zimanê dayikê vedihewînin xalên metirsiyê datîna û bi vê yekê ve dibe asteng ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê.