27 salên beriya Sema Yuceyê: Îrade tiştekî cuda ye

  • jin
  • 09:04 16 Hezîran 2025
  • |
AGIRÎ - Zennûre Yuce ku keça wê Sema Yuce li dijî zextên ser gelê Kurd li Girtîgeha Çanakkaleyê xwe şewitandibû, diyar kir ku keça wê baş dibû lê li nexweşxaneyê hatiye qetilkirin. 
 
Sema Yuce, di 21’ê Adara 1998’an de li Girtîgeha Çanakkaleyê li dijî zextên ser gelê Kurd xwe şewitand. Sema Yuce ku di çalakiyê de bi giranî birîndar bû, di 17’ê Hezîranê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Bi ser mirina Sema Yuceyê re 27 sal derbas bûn. Sema Yuceyê, di nameya li pey xwe hiştî de gotibû “Dixwazim mejiyê xwe, dilê xwe û bedena xwe veguherînim pireke ji agir ku ji 8’ê Adarê xwe digihîne 21’ê Adarê.” Sema Yuce, di berxwedana gelê Kurd û jinan de bû sembolek. 
 
Piştî çalakiya Sema Yuceyê, hunermend Hozan Serhat li ser wê strana “Keça Serhildêr a Araratê (Ararat’ın isyan kızı)” derxist. Sema Yuce, di sala 1971’ê de li gundê Qerxelixa Jorê ya navçeya Dutaxê ya Agiriyê ji dayik bû. Di nava malbateke ku kevneşopiya şêxtiyê tê de serwer mezin bû. Dibistana seretayî li gund, dibistana navîn li Dutaxê û dibistana amadehî jî li Agiriyê temam kir. Sema Yuce ku Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Teknîkê ya Ortadoguyê (ODTU) qezenc kir, di sala 1991’ê de li Mêrdînê tev li refên PKK’ê bû. Di sala 1992’yê de tevî komeke hevalên xwe vegeriya Agiriyê û li ser îxbarekê li navenda bajar hate girtin.  Demeke dirêj di lêpirsînê de ma, piştre li dadgehê parastina siyasî kir û hate girtin. 22 sal cezayê hefsê lê hate birîn. Ji ewil birin Girtîgeha Nevşehîrê û piştre jî sirgunê Girtîgeha Çanakkaleyê hate kirin. Di şeva 21’ê Adara 1998’an de li Girtîgeha Çanakkaleyê xwe şewitand û di 17’ê Hezîranê di roja 88’emîn de li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Cerrahpaşa ya Stenbolê jiyana xwe ji dest da.  
 
Dayika Sema Yuceyê, Zennûre Yuce bi boneya salvegera wefata keça xwe ji ajansa me re axivî. 
 
PÊVAJOYA DIBISTANÊ YA LI ENQEREYÊ 
 
Zennûre Yuce, diyar kir ku keça wê ji bo zanîngehê çûbû Enqereyê û ji sala 3’yemîn ve bi hev re dijiyan. Zennûre Yuce, got: “Keça min roj diçû dibistanê û bi şev tevî hevalên xwe vedigeriya. Diçûn odeyê û digotin ders dixebitin. Navberekê 7 rojan nehate malê. Min jê pirsa ‘tu li ku bûy?’ kir. Got; ‘Ji Trabzonê hinek karker hatibûn. Çalakî dikirin. Ez jî bi wan re bûm.’ Rojên me wiha derbas dibûn. Rojekê hevalek wê di dest de kovarek hate malê. Li ser kovarê wêneyê Bêrîtanê hebû. Hevala wê got; ‘Dayê, heke Sema rojekê van cilan li xwe bike tu dê çi bibêjî?’ Min jî jê re got; ‘Sema li ku ye, ev cil li ku ne?’ Demekî kin piştre, di 7’ê Nîsanê de em bi rojî bûn. Me xwarin danîbû û li benda bang bûn, Sema nehate malê. Çendek roj piştre telefonek hat. Gotin ku tev li PKK’ê bûye. Li ser vê yekê em jî vegeriyan gundê xwe.” 
 
18 ROJAN HATE ÎŞKENCEKIRIN
 
Bi domdarî Zennûre Yuce da zanîn ku keça wê du sal piştre li ser îxbarekê li Agiriyê hatiye binçavkirin û ev tişt anî ziman: “18 rojan di îşkenceyê de ma. Piştî îşkenceyê jî hate girtin û şandin girtîgehê. Dema li girtîgehê ez carekê çûm serdana wê. Wê demê girtîgehan destûra xwarinan didan. Dema ji gund çûm, min jê re xwarin bir. Di tevahiya rojê de bi wê re bûm. Dema min ew dîtî gelek keyfxweş bûbûm.” 
 
‘LI NEXWEŞXANEYÊ QETIL KIRIN’
 
Zennûre Yuce, bal kişand ser çalakî û armanca keça xwe û wiha got: “Di meha Adarê de li vir berf hebû. Li gundê me kesekî wefat kiribû. Her kes çûbû sersaxiyê. Ez û kurê xwe li malê bûn. Di demên şînê de televîzyon nedihatin vekirin. Kurê min got gelek aciz bûye û dê deqeyekê li nûçeyan guhdar bike. Dema kurê min televîzyon vekirî, Girtîgeha Çanakkaleyê dihat nîşandan. Di nûçeyan de digotin ku Semayê çalakî li dar xistiye. Kurê min dest bi girî kir. Min jî xwe ji wî aciz kir û jê re got ‘negirî.’ Ji ber ku roja Sema çûyî me dizanî yan dê mirin çêbibe yan jî dê were girtin. Dema gundiyan bûyer bihîstin, dev ji cihê şînê berdan û hatin mala me. Me jî bi lez û bez xwe amade kir û ketin rê. Heta em çûn, Sema anîbûn Stenbolê. Min Sema li nexweşxaneyê dît. Keça min baş dibû. Ji min cil xwest. Êdî tam xwe komî ser hev dikir. Li ser rûyê wê tu şop tunebûn. Lê piştre girtin emeliyatekê. Min nexwest wê bibin emeliyatê lê dîsa jî emeliyat kirin. Piştî emeliyatê jî rakirin beşa lênihêrîna awarte. Êdî Sema bi mamayê xwedî dikirin. 3 roj piştre jî jiyana xwe ji dest da. Keça min li nexweşxaneyê hate qetilkirin.” 
 
‘ENCAMA ÎRO BERHEMA DAYIKÊN KURD E’ 
 
Zennûre Yuceyê, daxuyand ku têkoşîna gelê Kurd îro bi saya dayikên Kurd gihiştiye vê astê û axaftina xwe wiha qedand: “Ev zarok tevek ên wan in. Divê her kes xwedî li têkoşînê derkeve. Mixabin zanîna ciwanên Kurd ên salên 80’ê û ya ciwanên niha nê mîna hev e. Ciwanên me ketine çirava tiryakê. Zanîngeha herî mezin dayik û bav in. Divê em xwedî li zarokên xwe derkevin. Divê em wan zana û xwedî îrade mezin bikin. Nexwe dê tu xêra wan ji bo têkoşîn û civakê nebe.” 
 
NAMEYA LI PEY XWE HIŞTÎ
 
Sema Yuce beriya çalakiya xwe, nameyek li pey xwe hişt. Sema Yuce, di nameya xwe ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de wiha dibêje: "Ez di sala 1971’ê, li Agiriyê hatim dinyayê. Di nav Tevgerê de min navên rêxistinî yên Leyla û Serhildan bikaranîn. Ez di nav malbatek ku di nav feoldalîteya Kurd de xwedî cih bûye, lê di tevahiya dîroka komara Tirkiyeyê de ne bi rejîmê re bûne yek û ne jî tam karîne nasnameya kurdayetiyê biparêzên, her wiha her ku çûye di nav pergalê de heliyane û bi qasî madî her wiha manewî jî lewaz dibin de mezin bûm. Em şeş xwîşk û bira ne. Malbata min welatparêz e. Di nav malbatê de apê min ê mezin bi navê Leyla Qasim bang li min dikir. Hem ev yek ku ji salên 70’î di hişê min de mabû û hem jî bandora wê ya kûr bû hevdîtina min a bi têkoşîn û girsebûna salên 90’î. Di zaroktiya xwe de, di şexsê malbata xwe de ez bûm şahidê tevahiya şer û nakokiyên rastiya Kurd û min ev yek ji nêz ve dît. Herî dawî jî di saziyên perwerdeyê yên Kemalîzm de ev yek hîn zêdetir bi pêş ket.
 
Çawa ku li ezmên du roj nabin, ji bo jinê jî du çavkaniyên moralê nabin. Ji ber ku min xwe li ser bingeha rast birêxistin nekir, asta têgihîştina Rêbertiyê bi dem û mekan re li hev neanî, min nekarî paşverûtiyên di kesayeta xwe de derbas bikim. Di heman demê de, di nav refên têkoşînê de tevî ku li dijî koletiyê bi hêrs bûm, li dijî xwe ferzkirinên civaka serwer a mêr min nekarî sekneke bihêztir raber bikim. Dema zivirîm û min li pey xwe nihêrtî, min dît ku wek jineke Kurd, her mirovek Kurd ku ber bi rêya birêxistinê ve diçe, her wiha wek her mirovekê ku gelek lewaziyên beşerî ku tûşê dibe, dît ku min jî pirsgirêkên kesayet, kêmaniyên siyasî û rêxistinî jiyan kirin. Lê min tu caran di cihê xwe de nehejmart. Doktirîna azadiyê ku di pêşengtiya Rêber Apo de bi pêş diket, her tim bû hêza ku ez li ser pêyan digirtim. Di vê xalê de ez dibînim ku hemû nakokiyên civaka Kurd û çînên serdest ên Kurd di kesayeta jinê de gihiştine asta xwe ya dawî û ev jî xala derbasbûnê ye. Bêyî mubalexe, di kesayeta xwe de di asta nakokiyê de, nakokiyeke bi hezar salan hîs dikim û têdigihijim. Ev di heman demê de kêliya ku min xwe derbas kiriye, îfade dike.
 
Jinên Kurd gotinên Rêber Apo fêhm kirin, ku di 8’ê Adarê de gotibû ‘divê îdeolojiyek rizgariyê ya navenda xwe jin be, bê afirandin û tiştek bi vî rengî ji pirsgirêkên şer heta aştiyeke mayînde wê ji gelek pirsgirêkan re bibe çareserî’. Jixwe di meşa xwe ya bi 8’ê Adarê destpê kir û bi 21’ê Adarê giha lûtkeyê ev yek îspat kir. Li ser vê bingehê ez dixwazim mêjî, dil û bedena xwe bikim pirek ji agir a di navbera 8’ê Adarê û 21’ê Adarê de. Ji bo ku bibim xwendekarek baş a Kawayê hemdem Mazlûm Dogan û hemû şehîdan, dixwazim wek Zekiye bişewitim, wek Rehşan bibim Newroz. Ez dixwazim bi awayekî bi biryar li ser şopa hevalên din ên bûne Newroz, Bêrîvan, Ronahî, Mîrza Mehmet û Eser bimeşim. Hezkirina min a azadiyê mezin e û ez dixwazim wê bi azwerî û hişmendiya jiyanê re bigihînim hev.”
 

Sernavên din

09:14 'Dewletê bi hevdîtina bi Îmraliyê re muxatabê xwe fermî kir'
09:13 ‘Heya Abdullah Ocalan azad nebe pêşiya aştiyê venabe'
09:11 Ji bo dosyeya Rojîn Kabaîşê raporeke alternatîf û taybet tê amadekirin
09:07 Sînemahez: Bila li Amedê bêtir festîval bên çêkirin
09:03 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2025'AN
12/12/2025
20:02 Di Festîvala Fîlman a Amedê de 18 fîlm hatın nîşandan
19:36 Neslîhan Şedal: Me bi modela hevserokatiyê pêşengiya cîhanê kir
16:57 Çetîn Arkaş: Ji bo aştiyeke mayînde hewcehî bi veguherîna zîhniyetê heye
16:28 Li Amedê biryara ‘Hewcehî bi ÇED'ê nîne' ya ji bo lêgerîna petrolê hat betalkirin
16:03 Cerdevanan li Şirnexê 36 pezkovî qetil kirin
15:51 Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn civîna xwe ya ewil li dar xist
15:35 Rapor: Ji her hezar jinan tenê yek dikare xwe bigihijîne alîkariya edlî
15:14 Rapora girtîgehê: Astengkirina tehliyeyan û sepanên îşkenceyê zêde bûne
15:12 Meşa ‘Budçeya ji bo ked û aştiyê’ ya Çukurovayê: Budçeyê ji bo aştiyê veqetînin
15:00 Pervîn Buldan: Divê zagona aştiyê hebe
Devlet Bahçelî: Ez îmzeya xwe diavêjim bin her gotina Pervîn xanimê
14:28 ‘Ji bo aştiyê divê xweseriya rêveberiyên xwecihî bê parastin’
14:08 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Bahçelî re civiya
13:15 Çar endamên malbata Fîdan ku di qezayê de mirin hatin definkirin
13:07 Budçeya ji bo ked û aştiyê: Em mecbûr in mafê ked û aştiyê bi dest bixin
12:44 Babacan: Kêmasiya herî mezin a di pêvajoyê ew e ku Erdogan raya giştî agahdar nake
Şandeya DEM Partiyê: Verastkirinên zagonî divê ji bo aştiyê sûdewer bin
12:13 Du kesên li Mêrdînê jineke ciwan tecawiz kiribûn hatin girtin
12:05 Gulistan Sonuk: Avakirina civaka demokratîk erka me hemûyan e
12:02 Şandeya Îmraliyê bi Alî Babacan re civiya
12:00 Ji polîsan peyama sîxurkirinê: Yê ku di vê çîrokê de dişewite bila tu nebî
11:46 Tuncer Bakirhan: Em we tevan vedixwînin têkoşînê
11:23 Qala Aliye Tîmurê kirin: Dilsoza dozê bû
11:17 Li Boluyê tehliyeya 13 girtiyan hate astengkirin: Li dijî ruhê pêvajoyê ye
10:58 Tulay Hatîmogûllari: Em ji budçeya şer re bibêjin ‘na’
10:55 Salvegera 10’emîn a qedexeya derve ya Cizîrê: 52 dosya li DMME’yê ne
10:37 ‘Ji bo aştiyeke mayinde pêwîstî bi mafên sereke û azadiyan heye’
10:25 Daniela Patti: Divê em berdana Abdullah Ocalan misoger bikin
10:12 Hilbijêrên Kurd ji ber biryara Îmraliyê ji CHP'ê dûr dikevin
09:45 Girtîgehên li Efrînê û torên sîxurtiyê
09:20 Bi belgefîlma Ra'yê balê dikişîne ser asîmîlasyona li ser Elewîtiyê
09:19 Ji bo bajarên Bakur hişyariya baran û berfê hat kirin
09:08 Derhêner Kilo: Em Efrînê bikin bajarê aştiyê
09:07 Banga ji bo meşa li Licê: Em bersivê bidin polîtîkayên şerê taybet
09:03 Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê: Em dixwazin hevdîtinê bi birêz Ocalan re bikin
09:03 Girtî behsa nameyên tên sansurkirin kir: Tenê rêzika 'hay ji xwe hebe heval' hatibû hiştin
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2025'AN
11/12/2025
17:05 Çetîn Arkaş: Em dikarin di bin sîwana neteweya demokratîk de bi hev re bijîn
16:51 Li Colemêrgê kursiya serbest hat danîn
16:35 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê biçe serdana Bahçelî û Babacan
16:31 Nûnerên komeleyên Romanan rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê ziyaret kirin
15:46 Tedawiya Aykol dê bi antîbiyotîkên nû bidome
15:23 Li Nisêbînê civîna gel: Aştî pêdiviya herî lezgîn e
15:22 Parlak ê DEM Partiyî: Fîdan hewl dide biçekbûna welatan teşwîq bike
14:55 Rapora girtîgehan: Rexmê pêvajoyê jî girtî bi bêhiqûqiyên re rû bir û dimînin
14:13 Çîçek: Banga 27’ê Sibatê, terikandina hînbûnên sedsalî ferz dike
13:43 MHP’ê rapora xwe ya der barê pêvajoyê de pêşkêşî Meclisê kir
13:42 Dozgeriyê li dijî biryara demborînê ya ‘Komkujiya 19’ê Kanûnê’ îtîraz kir
12:28 Danezana ‘Konferansa Navneteweyî’: Ji bo aştiyê azadiya Abdullah Ocalan pêwîst e
11:38 Îtiraza ji bo betalkirina cezayê rojnameger Akyuz hate redkirin
11:00 Biryara qeyûm a têkildarî Newala Qesaba hat rawestandin
10:50 Têkildarî îşkenceya ‘tu dê hêz Tirkan bibînî’ serlêdana sûc hate kirin
09:56 Polîsê li Edliyeya Şirnexê întîhar kiribû mir
09:55 Ji Elewiyên Sûriyeyê banga 'gava lezgîn' kir
09:44 Girtiyê nexweş hefteyekê li nexweşxaneyê destkelemçekirî hate girtin
09:08 Li Pendîkê şewat derket: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
09:06 Parêzer Kaya: Ji bo 'mafê hêviyê' divê tavilê gav bên avêtin
09:04 Bandora sembolîzmê ya li ser wêjeya Kurdî
09:02 Li şûna baxçeyên Ermenan ên dîrokî avahiyên beton tên çêkirin
09:01 Parêzer Ozoral: Divê êdî Ocalan azad be
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2025'AN
10/12/2025
21:14 Li Licê li dijî fuhûşê dê meş bê lidarxistin
20:24 Ji Cenevreyê bang: Divê tavilê Abdullah Ocalan azad bibe
19:13 Cezayê bidarvekirina Werîşe Mûradî hat betalkirin
19:05 Festîvala Fîlman a Amedê bi eleqeyek xurt didome
16:56 Li Tetwanê civîna gel: Cara ewil bû Adullah Ocalan ewqas bi hêvî li pêvajoyê dinihêrt
16:55 Veysî Aktaş: Kî xwe birêxistin bike ew ê bi ser bikeve
16:25 Careke din xwîn dan rojnameger Aykol
15:51 Ji NY’ê re name: Ji bo cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ dewletên endam teşwîq bikin
15:48 DEM Partî, CHP û EMEP’ê raporên xwe yên ‘çareseriyê’ dan Meclisê
15:45 Ji bo PKK’iyan şîn hatin danîn, mewlûd hate dayin
15:35 Astengkirina qursa Kurdî hat şermezarkirin: Zimanê me rûmeta me ye
15:04 Daxuyaniyên rêxistinên maf û hiqûqê yên bi boneya Hefteya Mafên Mirovan: Binpêkirin roj bi roj zêdetir dibin
14:36 Ji Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê daxuyaniya 'mafê hêviyê'
14:35 TJA, DBP û DEM Partiyê têkildarî Hefteya Mafên Mirovan daxuyanî dan
13:14 Dayikên Aştiyê: Em daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin
13:07 Di saleke desthilata HTŞ'ê de jin: Revandin, kuştin, destdirêjî
12:19 Li Amedê meşa mafên mirovan: Divê pirsgirêka Kurd were çareserkirin
12:18 Parêzerê ÇHD'î hat binçavkirin
12:16 Artemêt dibe bajarê azad û ekolojîk ê jinan
12:04 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê şerxwaziya we têk bibin
11:41 Rapora Mijdarê ya MKG'ê: Zextên li ser rojnamevanên jin didome
11:22 Lêkolîn: Ji sedî 97'ê dengdêrên DEM Partiyê dixwazin serdanên Îmraliyê bidomin
10:48 Akademîsyenê misrî: Dixwazim Ocalan di şertên azad de li Rihayê bibînim
10:42 Li Amedê mij bû sedema zehmetiyan
10:39 DEDAŞ ku ceza li 600 malî birî, ceryana ocaxa tenduristiyê jî birî
10:14 Oral ê ku Ayşe Înceyolê revand, heman şevê wî û cendirmeyan peyam ji hev re şandiye
10:13 Dr. Yavîç: Rewşa girtiyên nexweş divê ji bextê ATK'ê re neyê hiştin
10:12 Mînîbusa karkerên çandiniyê qelibî: 18 kes birîndar bûn
09:59 Hevserokê Meclisa Ermenan: Me xwe bi felsefeya heval Apo nas kir
09:18 Derhênera 'Xwêfiroş' banga xwedîderketina li xwezayê kir
09:16 Ji Abdullah Ocalan der barê bûyerên civakî de peyamên girîng
09:15 Girêsor ê Panosê veguheriye girê sergoyê
09:09 Derhênerê fîlma namzetê Oscarê: Em dixwazin Amed bibe Cannes a Kurdistanê
09:08 DEM Partî ji bo 'Nan û Aştiyê' dê ber bi Enqereyê ve bimeşe
09:02 Parêzer Azurtza: Divê bê zanîn ku Ocalan şexsiyetekî diyarker e
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2025'AN