Mijarên li Îmraliyê axivîn ji MA’yê re vegot: Divê DEM Partî potansiyela xwe derxe holê

  • rojane
  • 12:09 17 Hezîran 2025
  • |
img

RIHA -Wekîlê DEM Partiyê Omer Ocalan diyar kir ku di hevdîtina dawî de Abdullah Ocalan xwestiye hevdîtinên di navbera Kurdan û hikûmeta Şamê de bên lezkirin û ji bo DEM Partiyê jî gotiye: “Ji bo siyaseteke berfireh bidomîne gelek firsend jê re çêbûn. Divê potansiyela xwe derxîne holê.” 

 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş, Zekî Bayhan, Mahmût Yamalak û Ergîn Atabey di 7’ê Hezîranê de bi boneya Cejna Qurbanê bi malbatên xwe re hevdîtin kirin. Abdullah Ocalan, 26 salan piştre cara ewil bi zarokan re hevdîtin kir. Kurê Fatma Ocalanê û xwarziyê Abdullah Ocalan, Alî Ocalan û biraziyê wî Wekîlê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan di hevdîtinê de cih girtin. Her wiha du zarokên Alî Ocalan jî di serdanê de cih girtin.  
 
Omer Ocalan, têkildarî tiştên di hevdîtinê de axivîn, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
DI HEVDÎTINÊ DE QALA KÊ HATE KIRIN?
 
Ocalan, da zanîn ku wan hevdîtineke dirêj kirine û li ser gelek rojevan axivîne. Ocalan, got: “Di 15-20 deqeyên ewil de Rêbertiyê behsa gund û malbatê kir. Pirsa hin kesên ji malbatê kir û silav ji wan re şand. Piştre jî li ser hinek mijaran agahî da. Me, çavdêriyên xwe yên bajarên em çûbûne serdanê parve kir. Me behsa bîranînên ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hatine lidarxistin kir. Me silavên malbatên her du hevalan jê re got. Rêber Ocalan rewşa malbatên wan pirsî û jê re silav şand. Me jê re got ku em çûne serdana malbata Mazlum Dogan û silavên malbatê me jê re got. Rêber Ocalan jî ji bo malbata Dogan silav şand. Behsa Mazlum û Delîl Dogan kir. Pirsa gora wan kir ka li ku ne. Me jê re got ku gora her du birayan jî li cem hev in. Got; ‘Em ê mîrate û têkoşîna wan ji me re hiştiye bidin jiyîn. Em bi hemû şehîdan re dilsoz in.’ Piştre jî silavên xwe ji bo malbata Ferhat Kurtay şand. Rêber Ocalan, behsa 4 hevalên xwe yên li Zindana Amedê li dijî zilmê xwe şewitandibûn (Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Necmî Oner) kir. Pirsa gora Ferhat Kurtay kir ka li ku ye û ji malbata wî re silav şand. Ji bo malbata Alî Çîçek silav şand. Cihê gora Alî Çîçek pirsî. Kesên li zindana Amedê şehîd bûbûn pirsî. Behsa gundê Xursê yê navçeya Qoser a Mêrdînê kir. Hinek bûyerên li wê derê hatine jiyîn ji me re vegot.” 
 
JI BO GIRTIYÊN 30 SALAN: PÊŞENGTIYA GELAN BIKIN 
 
Bi domdarî Omer Ocalan da zanîn ku wî silavên kesên piştî 30 salan hatin berdan ji Abdullah Ocalan re gotiye û wiha pê de çû: “Rêber Ocalan, got; ‘Divê kesên 30 salan di girtîgehê de man, pêşengtiya vî gelî bikin. Li ku dibin bila bibin, divê kesên di zindanan de mane pêşengtiyê ji civakê re bikin. Hewceye rol û mîsyona xwe pir xurt bilîzin.’ Silavên xwe ji hemû kesên 30 salan di girtîgehê de man û piştre hatine berdan re şand. Silav ji malbatên şehîdan re şand.” 
 
'DIVÊ PERWERDEYEKE LI GORÎ MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK BE’ 
 
Di berdewamê de Ocalan anî ziman ku wan di hevdîtinê de li ser geşedanên li herêmê û cîhanê nîqaş kirine. Ocalan, got ku Abdullah Ocalan têkildarî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin kiriye û wiha axivî: “Me behsa Zanîngeha Kobanê kir. Beriya hevdîtinê, li zanîngehê panelek hebû û ez jî bi awayekî online beşdar bûm. Silavên akademîsyen û xwendekaran ji bo Rêber Ocalan hebûn. Me silavên wan jê re got. Rêber Ocalan, got; ‘Li Kobanê zanîngeh heye? Çend xwendekarên wê hene?’ Min jî jê re got ku zanîngeheke bibandor e û zêdetirî hezar û 500 xwendekarên wê hene. Têkildarî zanîngehê hinek nirxandin kir. Got; ‘Kesên perwerdeyê didin divê perwerdeyê li gorî modernîteya demokratîk bidin. Divê bandora perwerdeya modernîteya kapîtalîst tune be. Divê kesên perwerdeyê didin li ser fikra me bin, divê jê bandor bibin. Divê paradîgmaya me bi xwendekaran re parve bikin. Heke wiha bibe dê bibandor bibe. Ez, girîngiyeke mezin didim perwerdeyê. Ez li vir her tim dixwînim û nîqaşan dikin.’” 
 
BAL KIŞAND SER ‘SÛRIYEYA DEMOKRATÎK’
 
Ocalan, diyar kir ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de bal kişandiye ser hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta demkî ya Şamê û wiha got: “Di navbera HSD û HTŞ’ê de peymaneke ji 8 xalan hate îmzekirin. Got ku divê ev hevdîtin bên lezkirin. Got; ‘Bi qasî ez dibînim û dişopînim, hevdîtinên di navbera Kurdan û hikûmeta Şamê de pir giran dimeşin. Divê lez bidin van hevdîtinan. Dibe ku di demên pêş de li Sûriyeyê du hikûmet derkevin holê. Jii hêla me ve ya girîng ew e ku Sûriyeyeke bihêz a li ser bingeha mafên demokratîk e. Hewceye hewldanên dîplomatîk ên bi Sûriyeyeke demokratîk re bên lezkirin. Şam, li aliyekî nûnertiya olperestiyê dike. Navenda demokratîkbûnê jî Reqa ye. Hewceye di bin sîwana demokrasiyê de yekitî derkeve pêş. Divê lez bidin xebatên li Rojava. Tu feydeya dîplomasiyeke giran dimeşe ji bo kesekî nîne.’ Têkildarî gefên ser Kurdan hate axaftin. Rêber Ocalan, rewşa Kurdên li Rojava nirxand. Got; ‘Heke gefek hebe, divê li dijî vê hişyar bin.’” 
 
'DIVÊ DEM PARTÎ POTANSIYELA XWE DERXÎNE HOLÊ’ 
 
Ocalan, got ku di hevdîtinê de rewşa DEM Partiyê jî hatiye nirxandin. Ocalan, anî ziman ku Abdullah Ocalan der heqê DEM Partiyê wiha got: “Ji bo siyaseta demokratîk pêşiya DEM Partiyê vedibe. Hewceye DEM Partî li her derê konferans û civînan li dar bixe. Kesên di civîn û konferansan de diaxivin divê ew kes bin ên baş paradîgmaya dizanin û şîrove dikin. Divê bi gel re danûstandina fikrî bikin. Hewceye êdî li Behra Reş dengê DEM Partiyê zêde bibe. Ji bo ku DEM Partî siyaseteke berfirehtir bimeşîne, gelek firsend derketin holê. Hewceye potansiyela xwe ya li Behra Reş, Behra Spî û Anatoliyaya Navîn derxîne holê. Li tevahiya Tirkiyeyê krîzeke aborî heye, xizanî heye. Li gelek bajaran dostên me yên karker hene. Divê DEM Partî ji bo vê bixebite. Krîzek heye, aborî nebaş e, xizaniyeke mezin heye û karker nikarin debara xwe bikin. Divê DEM Partî li ser van mijaran bisekine û li her derê hêza xwe mezin bike.” 
 
Ocalan, ev tişt anî ziman: “Got ku divê di her tiştekî de nûbûnek çêbibe. Di hevdîtinê de li aliyekî pêvajoya 52 salan nirxand li hêla din jî li ser siyaset û modeleke jiyanê yê nû hate axaftin. Rêber Ocalan fikrên xwe yên di vê mijarê de vegot. Got; ‘Dostên me hene. Di nava DEM Partiyê hevalên ji Behra Reş jî hene. Divê ev kes li Behra Reş xebatekê bidin destpêkirin. Divê li her metropolên Tirkiyeyê bixebitin. Weke DEM Partiyê heke we xwe gihand rêjeya ji sedî 20’ê, wê demê hûn ê bikarin li vî welatî bibin îktîdar. Hûn bikarin gelek tiştan biguherînin. Dê bibin şirîkên îktîdarê. Ji bo vê jî divê hûn potansiyela xwe veguherînin dengan. Bi siyaseteke demokratîk re dengên DEM Partiyê dikarin ji sedî 20’ê derbas bikin. Wê demê dikare li Rojhilata Navîn siyaseteke bibandortir were kirin.’ Rêber Ocalan, li ser DEM Partiyê nirxandink ir. Dibêje ku hewceye hewldanên dîplomatîk ên encamek jê nayê girtin bên guherandin. Dibêje ku di siyasetê de dubare nabe. Di siyasetê de guherîn û veguherîn heye. Divê ev guherîn û veguherîn hem di hemû partiyan de hebe hem jî di siyasetmedaran de.” 
 
DI ROJEVÊ DE ELEWÎ Û ÊZIDÎ JÎ HEBÛN
 
Bi domdarî Ocalan destnîşan kir ku di tevahiya hevdîtinê de moralê Abdullah Ocalan baş bû û li ser gelek mijaran axiviye. Ocalan, wiha got: “Min, têkildarî rapora ji 12’emîn Kongreya PKK’ê re şandibû pirsek jê kir. Got ku hinek hesasiyetên Elewiyan û rexneyên wan hene. Ji bo wan got; ‘Li vir em ji bo Elewîtiyê jî dixebitin. Em Elewîtiyeke raset dişopînin. Li vir hevalên me yên Elewî hene. Hamîlî Yildirim ji Dêrsimê ye û Elewîtiyê baş dizane. Em ji her alî ve dişopînin. Min qîmet da sekn û têkoşîna Seyîd Riza. Di dîrokê de gelek serhildanên Kurdan çêbûn; ez qîmetê didim têkoşîn û keda wan. Li aliyekî em mecbûr in tiştên hatine jiyîn û encamên wan bi awayekî dilwêrek şîrove bikin. Ev yek ji bo Şêx Seîd jî derbasdar e. Em ji rexneyên çêker amade re vekirî ne.’ Got ku ew qîmetê dide wan rexneyan û got ku divê tiştên hatine jiyîn baş bên dahûrandin. Diyar kir ku heke wiha were kirin dê wê demê fêm bikin ka çima encamek nehatiye bidestxistin. Der heqê Êzidiyan de axivî. Silavên xwe ji Êzidiyan re şand. Nifûsa Êzidiyan pirsî. Rêber Ocalan, silavên xwe ji civaka Êzidî re şand. Got ku divê Şengaleke azad be. Got ku divê Şengal ne girêdayî hikûmeta navendî ne jî girêdayî partiyeke herêmî be. Got ku divê statûyeke Şengalê hebe, Êzidî xwe birêxistin bikin û ew bi xwe derheqê xwe de biryarê bidin.” 
 
'GEŞEDANÊN DERVE JI NÊZ VE DIŞOPÎNIN’ 
 
Omer Ocalan, anî ziman ku Abdullah Ocalan piştî 26 salan bi zarokan re hevdîtin kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Neviyên xaltiya min bi me re hatin. Rêber Ocalan ji zarokan re got; ‘Li ser pêya bin û xwedî îrade bin.’ Dema zarok bi me re hatin hinek westiya bûn. Dema em gihiştin cem Rêber Ocalan, li wir hinek razan. Rêber Ocalan demdirêj li zarokan nihêrt, perwerdeya wan pirsî. Zarok divê çawa bên mezinkirin, pêşketina wan û hwd. vegot. Ji bo zarokan çendek analîz kir. Got; ‘Divê her kes xwedî disiplîn be, divê her kes li tenduristiya xwe hişyar be. Divê kîloyê negirin.’ Rêber Ocalan li dijî kesên qelew û cigareyê dikişînin bibertek bû. Ew hişyar kir. Ji me jî pirsî. Got; ‘Divê her kes mîna leşkerekî di nava artêşê de tevbigere. Rastiya di jiyanê de ev e. Divê her kes di nava jiyanê de xwedî disiplîn be.’ Di vê hevdîtinê de cara ewil me Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim dîtin. Me hev hembêz kir û wan jî rewşa derve pirsîn. Me jê re got ku çavê yên derve li wan e. Wan jî got; ‘Çavê me jî li derve ye.’ Gotin; ‘Divê mirov kedê bide û bixebite.’ Ew jî mîna Rêber Ocalan bimoral bûn. Tiştên li derve diqewimin pir ji nêz ve dişopandin.” 
 
'DIVÊ DEWLET ROLA XWE BILÎZE’
 
Ocalan, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku divê dewlet li gorî bendewariyên gel gavan biavêje û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê lez bidin hinek tiştan. Ev yek hem ji bo Sûriyeyê hem jî ji bo Rojava û Tirkiyeyê derbasdar e. Divê dewlet rola xwe bilîze. Hinek bendewarî û pêdiviyên civakê hene. Divê dewlet li gorî van hesasiyetan tevbigere. Pêdiviya me bi aştî û demokrasiyê heye. Ev 41 sal in şer heye û gihişt vê astê. Divê di her qadê de guherîn û veguherîn çêbibe. Rêber Ocalan balê dikişîne ser veguherîn û nûbûnê. Moralê me jî baş e. Bi vê wesîleyê ez silavên Rêber Ocalan ji hemû malbatên şehîdan û gel re dişînim.” 
 
NIRXANDINÊN OCALAN ÊN TÊKILDARÎ ÎSRAÎL-ÎRANÊ 
 
Ocalan, bal kişand ser şerê Îsraîl-Îranê û got ku Abdullah Ocalan di vê mijarê de çendek hişyarî kiriye. Ocalan, wiha domand: “Dema me hevdîtin dikir, şerê Îsraîl û Îranê ewqas mezin nebûbû. Lê di hevdîtina ewil de Rêber Ocalan behsa Sûriye, Iraq û Îranê kiribû. Bi ser hevdîtinê re 6 meh derbas bûn. Wê demê gotibû ku mudaxilekirina Îranê dê dirêj neajo. Got; ‘Li Rojhilata Navîn niha Xezeyek heye lê heke pêşiya şer neyê girtin, heke demokrasiyeke xurt çênebe, dê 50 Xeze çêbibin.’ Dema mirov li van gotinên Rêber Ocalan ên 6 meh berê dinihêre, tiştên niha em baştir fêm dikin. Heke li Rojhilata Navîn jiyaneke azad an jî pergaleke demokratîk çênebe, dê kaos û şer çêbibe. Xetere li ser tevahiya mirovahiyê ye. Divê pirsgirêkên heyî bi rêya diyalogê bên çareserkirin. Pergala li Îranê li dijî civakê ye. Divê ev rastî were dîtin. Heke civakeke pirsgirêkên xwe çareser neke, zemîna mudaxileya derve çêdike. Tevahiya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn dikare li ser zemîneke demokratîk bi rêya diyalogê were çareserkirin. Li dewletên li Rojhilata Navîn înkar, pişaftin, komkujî, jenosîd, tunehesibandin, olperestî û qebûlnekirina hevdu heye. Ji bo pirsgirêkên heyî ji holê rabin, divê demokrasî, wekhevî, azadî û hevqebûlkirin hebe. Heke ev bibe, wê demê sedemên şer jî ji holê radibin. Rejîma Îranê tu qada jiyanê ji gel re nehiştiye. Zilmê li jinan, Kurdan û gelên din dike. Ev yek jî kaosa li Rojhilata Navîn kûrtir dike. Dê bandora şerê Îran-Îsraîlê li ser Kurdistanê hebe. Partiya me daxuyanî da û bal kişand ser diyalogê. Diyalog, demokrasî ye. Mafê jiyanê yê hemû gelên Rojhilata Navîn heye. Gelê Kurd jiyaneke nû dixwaze. Divê hemû dewlet xwe li gorî sedsala 21’emîn veguherînin. Di şer de civak tê tepisandin û qetilkirin. Her kes bedela wê dide. Em Kurd divê li dijî tiştên diqewimin yekitiya xwe ava bikin. Divê Kurd bibin yek û parastina xwe xurt bikin.” 
 
MA / Emrullah Acar
 
 
 

Sernavên din

16:02 Denîz Poyraz li gelek bajaran hate bibîranîn
15:44 Danişîna doza rojnameger Hatîce Şahînê hate taloqkirin
15:36 Doza Mehmet Sîncar careke din ji ber mutalaayê hate taloqkirin
15:11 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersozê dest pê kirin
14:18 Polîsê ku zarok bi qûndaxê ve birîndar kiribû ji kar hate avêtin
13:50 Denîz Poyraz li ser gora xwe hate bibîranîn
13:43 PJAK: Em ê gelê xwe bêparastin nehêlin, em birêxistinkirî ne
13:27 ATK’ê ji bo girtiyê nexweş Çam rapora ‘rewşa wî ji bo girtîgehê guncav e’ da
13:14 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê di 19’ê Hezîranê de biçin Sîlîvriyê
13:07 Sema Yuce li ser gora xwe hate bibîranîn
12:46 Bakirhan: Tirkiye bi çareseriyeke demokratîk dikare xwe ji vê bahozê xelas bike
12:15 Antropolog Padel: Ji bo şaristaniyeke nû modela Ocalan a Konfederalîzma Demokratîk şert e
12:09 Mijarên li Îmraliyê axivîn ji MA’yê re vegot: Divê DEM Partî potansiyela xwe derxe holê
10:58 Dîroka Mihrîcana Xweza û Çandê ya Depê diyar bû
10:48 Faîlê ji ber tacîzkirina zaroka xwe tê darizandin tevî rapora pisporan jî hat berdan
10:30 Tehliyeya Delal Tekdemîr hate taloqkirin
09:59 Îsraîl: Serfermandarê Artêşa Îranê yê nû hate kuştin
09:55 Trump: Tehranê vala bikin
09:51 Li Şirnexê 6 herêm hatin qedexekirin
09:43 4 rojnameger hatin girtin
09:36 Meclisa Ekokolojiyê ya Amedê dê têkoşînê geş bike
09:28 Çîroka girtiyeke nexweş ê li girtîgehê
09:18 Rêyên Zozanên Feraşînê bêrîvan bêzar kir
09:07 Wêneyê êrişa li dijî bîra Kurdan: Goristana Xerzanê
09:05 Mîrateyeke din a çandî ya bêxwedî: Dêra Kepenekê weke axur tê bikaranîn
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2025'AN
16/06/2025
16:30 'Tu hêz nikare kedkarên rêxistinkirî têk bibe'
16:22 Rêxistinên ciwanan têkoşîna sosyalîst nîqaş kirin
16:00 Hevberdevka HDK’ê serdana xebatkarên KRT TV’ê kir
15:59 DBP: Ji bo çareserî û aştiyê pêdivî bi têkoşîneke bibiryar heye
15:29 Erdogan li Pezeşkiyan geriya: Vegerin ser maseya muzakereyê
13:31 Temellî: Divê peywira me ya esasî avakirina komîsyonê be
13:31 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
13:26 Civaknasê Îranî ku banga ‘şer bi dawî bikin’ kir hate girtin
12:12 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê biçin serdana Îmamoglû û Kaya
12:00 Tehliyeya Yilmaz ê 32 sal in girtî ye cara 8’an hate taloqkirin
11:54 Trump: Dema lihevkirinê hat
11:21 Girtiyê nexweş Guler tevî biryara dozger jî sewqî ATK’ê nayê kirin
11:07 Tehliyeya Canan ê ‘poşmantî’ red kir ji bo 6 mehan hate taloqkirin
11:01 Serokê Federasyona Komeleyên Suryan: Em piştgiriyê didin pêvajoyê
09:32 Xwebûn bi manşeta ‘Bingeha kolektîfbûnê’ derket
09:12 Kêla gora Turan hate texrîbkirin: Heke biratiyê bixwazin divê pêşiya van êrişan bigirin
09:07 Xizmên girtiyên nexweş: Divê astengiyên li pêşiya berdana wan bên rakirin
09:04 27 salên beriya Sema Yuceyê: Îrade tiştekî cuda ye
09:02 Denîz Poyraz 4 sal berê hat qetilkirin: Em ê ji bîr nekin
09:01 Şerê Îsraîl-Îranê di roja 4’an de ye: Tesîsên enerjiyê di hedefê de ne
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2025'AN
15/06/2025
16:53 HDK’ê kesên di Komkujiya Seyfoyê de jiyana xwe ji dest dan bîr anî
16:48 Li Êlihê şaneşîn kete xwarê: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:45 ‘Mafê hêviyê dê ji bo dewletê bibe gavekî girîng’
16:16 Hefteya Koçberiyê: Em malên xwe yên hatine şewitandin, mafên xwe yên hatine xespkirin dixwazin
15:49 Fransa, Ingilistan û Almanyayê teklîfa muzakereyan li Îranê kir
14:39 Partiya Çep a Kesk civîna xwe ya PM’ê li dar xist
13:23 Meclisa Ekolojiyê ya Amedê hate avakirin
13:10 Keskîn Bayindir: Felsefeya Ocalan pêkvejiyanê pêşkeşî me dike
12:55 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo zarokan şahî li dar xist
11:15 Şerê Îsraîl-Îranê di roja 3’yan de didome
10:55 Pisporê Rojhilata Navîn Ozkan: Şer ne çareserî ye, çareserî pergala demokratîk e
10:47 Malbatên PKK’iyên ji hêla PDK’ê ve hatine girtin: Em dixwazin agahî ji zarokên xwe bigirin
10:24 Welîd Çolî: Şerê Îsraîl-Îranê şerê serdestiyê ye
10:23 Trump gef xwar: Heke Îran êriş bike em ê tevahiya hêza xwe ya leşkerî bi kar bînin
10:00 Partiyên siyasî yên Kurd dixwazin bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin
09:45 Hejmara 120’an a kovara Jinê derket
09:42 Ji bo girtî Erbaga banga hestiyariyê
09:39 Dîmenên nû yên texrîbata ekolojîk a li Gabarê
09:36 Mîrateya Qral Sakon: Gundê Sakê
09:24 Serokê Baroya Wanê: Divê retorîka ‘Tirkiyeya bêteror’ bê terikandin
09:23 Ji bo koçeran rêya bi kort, ji bo baregeha leşkerî rêya betonê
09:05 Li Edeneyê posterê Abdullah Ocalan hate hilayistin
09:03 ‘Divê dewlet bi lezgînî gav bavêje’
09:02 Di dema agirbestê de birayê wî jiyana xwe ji dest da: Êrîş baweriyê kêm dike
09:01 ROJEVA 15’Ê HEZÎRANA 2025’AN
14/06/2025
16:53 Êrişên Îsraîlê berdewam in: 3 zanyar hatin kuştin
16:35 PJAK’ê der barê Îranê de daxuyanî da: Azadî di têkoşîna demokratîk a gel de ye
16:01 Li Pirsûsê ji bo Altûn û Kaytan merasîma bibîranînê li dar ket
15:32 Bayindir: Bila dewlet dev ji helwestên êrişkar berde
14:46 Li Îzmîrê agir bi daristanê ket
14:27 Dayikên Şemiyê aqûbeta Nûrettîn Çûr pirsîn
14:21 Girtiyê ku tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin tehliye bû
14:17 Ji bo jinên girtî kartên piştgiriyê
14:06 Çalakiya KHK: Divê li welat aştî pêk were
13:54 Ji xizmên windayan banga ‘rûbirûbûnê’
13:09 Îran: Beşdariya me ya guftûgoyan ne diyar e
13:01 Şenyaşar hatin bibîranîn: Divê ji bo aştiyê gav bên avêtin
12:51 Di êrîşa li dijî Tebrîzê de 2 fermandarên Îranê hatin kuştin
12:42 Bakirhan: Hevdîtina Ocalan a bi lîderên Kurd re dê pêvajoyê xurt bike
11:56 Serokê komeleyê di êrişa bi çek de jiyana xwe ji dest da
11:44 Li Îranê Serfermandarê Giştî yê Artêşê hate tayînkirin
11:38 Li Şirnexê li hemberî îstîsmara zayendî bertekên hevpar: Bila kiryar bên cezakirin
11:20 Îranê Tengava Hurmuzê girt
11:18 Serokên Baroyên 15 bajaran ji bo rojevê dê biçin Enqereyê
10:59 Gerry Adams piştgirî da Ocalan: Azadiya wî mijareke jiyanî ye
10:41 Dê Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz bê lidarxistin
10:32 Welatiyên Tirkmen pêvajo nirxandin: Em bi Abdullah Ocalan bawer in
10:30 Dr. Yildiz Onen: Divê mafên penaberan bên qebûlkirin
09:41 Wesayîta karkeran qeza kir: 20 karker birîndar bûn
09:34 Welatiyên Mexmûrê piştgirî dan banga Ocalan: Divê firsend ji dest neçe
09:34 Îranê bi fuzeyan êrîşî Îsraîlê kir
09:02 Welatiyên Dêrsimê: Bila êrîş rawestin, meclîs komîsyonê ava bike
09:01 Di vê pêvajoyê de azmûna desthilatdariyê: Rêveberiyên herêmî