STENBOL - Rojnameger Amed Dîcle bal kişand ser şerê Îran-Îsraîlê û got: “Jehrkuja netewe dewleta li Rojhilata Navîn, neteweya demokratîk e. Heke Kurd, Azerî, Faris, Belyuc, Şîe û Ereb bixwazin li Rojhilata Navîn perspektîfa neteweya demokratîk cîbicî bikin, zemîna vê Îran e.”
Rojnameger Amed Dîcle têkildarî geşedanên li Rojhilata Navîn û şerê Îsraîl-Îranê ji ajansa me re axivî. Dîcle, diyar kir ku DYA û Îsraîl demekî dirêj e amadekariya êrişeke li dijî Îranê dikirin û got: “Ev pêvajo bi kuştina Qasim Silêmanî dest pê kir. Kuştina Silêmanî, êrişeke li dijî polîtîkayên Îranê yên li Rojhilata Navîn. Piştî êrişa 7’ê Cotmehê, mimkin nebû Îsraîl û DYA ji vê polîtîkayê vegerin. Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netenyahu, piştî êrişa 7’ê Cotmehê li Lijneya Giştî ya NY’ê daxuyaniyeke dîrokî kir û îşaret bi planên li dijî Îranê û Rojhilata Navîn kir. Piştî Trump hatî hilbijartin, got ‘Ez ê aştiyê bînim Rojhilata Navîn’ lewma mudaxileya li dijî Îranê dereng ma. Dema ev mudaxile dereng ketî jî ji ewil mudaxileyî Lubnan, Xeze Filistîn û Sûriyeyê kirin. Piştre jî dora Îranê hat. Anku Îran bû fînala vê planê.”
'PÊVAJOYEKE NÛ YA DÎZAYNKIRINÊ TÊ JIYÎN’
Dîcle, got ku mudaxileya li dijî Îranê ne tenê ji bo tesîsên nukleerê ye û girêdayî cihê stratejîk ê Îranê ye. Dîcle, got: “Heke Rojhilata Navîn were dîzaynkirin, ev yek bêyî mudaxilekirina Îranê nabe. Ji ber ku xwedî cihekî jeostratejîk e. Ji Xorasanê, ji sînorê rojhilatê Asyayê heta Zagrosan, ji Gola Hazarê heta Tengava Hurmuzê sînorên wê hene. Bi vê yekê re mirov dikare bibêje Îran dilê Rojhilata Navîn e. Niha li Rojhilata Navîn pêvajoyeke dîzaynkirinê heye û pêşengên vê dîzaynê jî DYA, Îsraîl û welatên kendavê ne.”
'TEKANE ARMANCA ÎSRAÎLÊ PARASTINA HEBÛNA XWE YE’
Bi domdarî Dîcle destnîşan kir ku heke hevdîtinên nukleerê yên DYA-Îranê erênî derbas bûbûna jî dê mudaxileya li dijî Îranê bihata kirin û ev tişt anî ziman: “Beriya niha 5 caran ev hevdîtin hatin kirin. Ya 6'emîn jî dê di 16’ê Hezîranê de bihata kirin. Li gorî min hedîtin nedihat wateya lihevkirinekê. Tişta di hevdîtina nukleerê de dihat xwestin û tişta îro bi fuzeyan tê xwestin heman tişt e. Ji ber ku Trump, 2 meh berê dem dabû Îranê û ev dem di şeva 13’ê Hezîranê de bi dawî bû. Jixwe 2 saet piştre jî Îsraîlê êriş kir. Armanca sereke ya Îsraîlê ew e ku hebûna xwe ya li Rojhilata Navîn biparêze. Aqilê dewletê yê Îsraîlê sedsala pêş difikire. Motîvasyona sereke ya Îsraîlê ev e; Cihûyan piştî 2 hezar salan li vê xakê statû bi dest xistin û bûn xwedî dewlet. Lewma jî tu fikr, hêz û hêmayeke xetereyê li ser wê çêdike li Rojhilata Navîn naxwazin. Armanca esasî ya Îsraîlê ev e.”
Dîcle, daxuyand ku ji hêla konvansiyonel ve şerê sêyemîn ê cîhanê tê jiyîn û wiha pê de çû: “Heke rejîma Îranê hilweşe, ev yek dê di demên pêş de bibe sedema şerê Çîn û DYA’yê. Ev şer, ji şerê germ zêdetir dê bibe şerê aboriyê. Îran, dema kete bin kontrola DYA û Îsraîlê, heke DYA heta sînorê rojava biçe dê pêşiya Çînê were girtin û ev yek dê ji bo Çînê bibe derbekî giran. Ev hemleya li dijî Çînê her wiha dê bandorê li Rûsyayê bike. Dê welatên Kendavê gelek rehet bibin ji ber ku ji sedî 30’ê bazirganiya petrolê ya cîhanê li ser Tengava Hurmuzê tê kirin û ev dê ji kontrola Îranê were derxistin. Lewma jî dema çavkaniyên dewlemend ên Îranê û yên welatên kendavê gihiştin hev, dê ji bo Îsraîl, DYA û welatên kendavê bibe potansiyeleke pir mezin.”
BANDORA ŞER A LI SER TIRKIYEYÊ
Dîcle, da zanîn ku mîna hemû welatan dê Tirkiye jî ji vî şerî bibandor bibe û wiha pê de çû: “Piştî mudaxilekirina Iraq û Sûriyeyê, mudaxileya li dijî Îranê teqez bû. Ji ber ku du stûnên statukoya sedsalî ya Rojhilata Navîn mane ku ew jî Îran û Tirkiye ne. Dema niha yek ji wan stûnan hilweşiya, wê demê barê stûna din girantir dibe û mimkin nîne li ber xwe bide. Wateya wê ya di siyasetê de ev e, dema Îran guherî dê piraniya statukoya Rojhilata Navîn jî hilweşe. Lewma domandina vê statukoyê dê nepêkan be. Ev êdî girêdayî hewldanên Tirkiyeyê ye.”
'PÊKANE KU REJÎMA ÎRANÊ BIGUHERE’
Rojnameger Dîcle, da zanîn ku li Îranê kevneşopiyeke xurt ê serhildanan heye û ev nirxandinkir: “Bi serhildana Jin, Jiyan, Azadî re ev tecrûbe xurtir bû. Li Îranê ne tenê Kurd, gelên din jî birêxistinkirî û berxwedêr in. Bi dehan milet, bawerî û mezheb hene. Her wiha tevgerên jinan hene. Lê van koman karîn bên cem hev. Di demeke zextekî wiha giran li Îranê tê kirin de polîtîkayên xwe yên milîtarîst ên li Kurdistanê jî zêdetir kir. Îran, xwedî kevneşopiyekê dewletê ya pir kevn e lê pirsgirêka wê ew e ku xwe venaguherîne. Ji sedî 15-20’ê nifûsa Îranê Kurd in û gelê herî rêxistinkirî ye. Nifûsa Azeriyan jî ji sedî 30 zêdetir e û meylên cuda hene. Beluc hene, li ser sînorê Pakistanê avadaniyeke wan a rêxistinkirî heye. Di rewşeke wiha de hewcehî bi xwebirêxistinkirin û rêveberiyên xweser heye.”
'ÇARESERÎ XWERÊVEBIRINA GELAN E’
Dîcle, got ku Kurd ji dîrokê ve her tim li Îranê li cihekî navendî bûn û ev tişt anî ziman: “Rojhilatê Kurdistanê dabeşî 3 eyaletan kirine. Kurd, civaka herî amade ye. Di nava civakê de û ji hêla xweparastinê ve jî li qadê hêza herî xurt PJAK e. PJAK’ê bi daxuyaniyekê got ‘Ne mudaxileya derve ne jî rejîma heyî’ û xwerêvebirina gel xwest. Divê Kurd di vê pêvajoyê de bi hişyarî tevbigerin. Ji ber ku Îran naşibe Iraq, Sûriye an jî Tirkiyeyê. Bi taybet jî aqilekî dewletê ku Azeriyan li dijî Kurdan sor bike heye. Hem Îran hem jî Tirkiye dikare vê bike. Li dijî vê jî divê Kurd, li rojavayê Îranê bi Azeriyan re modeleke jiyana hevpar pêş bixin. Êdî mayina rejîmê nediyar e û divê Kurd pir hişyar tevbigerin.”
'POTANSIYELA PARÇEBÛNÊ HEYE’
Dîcle, got ku jehrkuja feraseta netewe dewletên yekperest ên Rojhilata Navîn, neteweya demokratîk e û axaftina xwe wiha qedand: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pirtûka xwe de dibêje ‘Îran xwedî potansiyeleke wisa ye ku dibe di her kêliyê de parçe bibe. Ji bo welatekî wiha, pergala netewe dewletê ji bo welatekî wiha mîna bombeya atomê ye. Neteweperestiya Şîa jî tevî hemû canbazên modernîteyê jî dê nekare pêşî li ber parçebûna Îranê bigire, dê lez bidin vê parçebûnê.’ Dema em li tiştên îro diqewimi dinêrin, tişta tê jiyîn tam jî ev e. Heke Kurd, Azerî, Pers, Beluc, Şîe, Ereb bikarin li Rojhilata Navîn perspektîfa neteweya demokratîk cîbicî bikin, zemîna vê Îran e. Ji ber ku li Rojhilata Navîn welatê ku ewqas gel û baweriyan di nav xwe de dihewîne, Îran e. Modela pergala neteweya demokratîk çareseriya Îranê ye.”
MA / Esra Solîn Dal