* Bavê Bîrindar Gezîcî ku li Agiriyê piştî Îşkenceyê hat girtin Emîn Gezîcî diyar kir ku çavê kurê wî ji sedî 50 nabîne û tedawiya wî hatiye astengkirin.
* Demên borî ji ber bazirganiya li ser sînor yek ji navçeyên herî dewlemend ên Kurdistanê Elbak bû û ji ber qedexe û bêkariyê her sal welatî koç dikin.
* Rexmê nebûna petrole TPAO’yê li herêma Meydan Zengilê ji bo kolandina bîreke nû dest bi xebatê kir.
* Nivîskar Ertugrul Mavîoglû diyar kir ku serlêdanên ji bo Wezareta Dadê yên di çarçoveya kampanyaya “Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” didomin û got: “Mercên azad ên Ocalan ji bo aştiyê mijareke diyarker e.”
* Hat îdiakirin ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê bi kamyonan melzemeyên tibbî hatine dizîn. Hat diyarknirin ku wezaretê mifetîş peywirdar kiriye û rêveberiya nexweşxaneyê jî ev îdiaye bêbersiv hişt.
* Ji malbata Mehmet Yildirim ê li Licê ji hêla leşkeran ve hatibû kuştin, ji bo leşkerê birîndar bûyî 48 hezar û 96 TL tazmînat hate xwestin.
* Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê ji bo di çarçoveya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de rêyên polîtîka û têkoşîna hevpar nîqaş bikin, dê li Navenda Çandê ya Eyup Sûltanê konferansê li dar bixe. (10.00-18.30) ZINDÎ
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê tev li 2’yemîn Kongreya Asayî ya Rêxistina Tekîrdagê bibe. (13.00-17.00) ZINDÎ
* DFG dê 3’yemîn Lijneya Giştî li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê li dar bixe. (15.00)
* Dê encamnameya Konferansa Platforma Jinên Kurd were aşkerakirin. (16.00)