ŞIRNEX - Rexmê nebûna petrole TPAO’yê li herêma Meydan Zengilê ji bo kolandina bîreke nû dest bi xebatê kir.
Şîrikiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO), li Meydan Zengîl a Zozanên Feraşîn a navçeya Elkê ya Şirnexê, ji kolandina bîreke nû ya petrolê dest bi xebatê kir.
Bi sedan malbat, di demsala havînê de ajalên xwe dibin herêma ku dê bîra petrolê lê bê kolandin û debara xwe dikin. Lêbelê ji ber xebatên lêgerîna petrolê û hinceta “ewlehiyê” welatî kêm diçin herêmê. Xebatên kolandinê zirareke mezin dide xwezayê.
HILWEŞANDINA EKOLOJÎK
Makîneyên petrolê ku li dora bîra nû hatiye vekirin, hezaz, guherîna rêça rêyên avê û windabûna nebatan raya giştî dixe fikaran. Xelkê herêmê ji xebatên li Zozanên Feraşînê hatine kirin agahdar nînin, di derbarê wergirtina rapora Nirxandina Bandora Jîngehê (ÇED) de tu agahî bi raya giştî re nayê parvekirin.
Ekolojîst, diyar dikin ku her sondajeke bêpetrol ne tenê ji aliyê aborî ve xisar nade, di heman demê de dibe sedema texrîbatên ekolojîk.
8 MÎLYON LÊÇÛ, JI BER NEBÛNA PETROLÊ HATE GIRTIN
Di demên berê de li Feraşînê bîrek hatibû vedan lêbelê ji ber “nebûna petrolê” hatibû girtin. Bandora wê ya ser jîngehê didome. Hate zanîn ku bîra ku berê hatibû vedan 8 mîlyon lê çû ye û ji bo vedana ya nû jî dê ewqas pere lê biçe.
MA / Zeynep Durgut