STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku her kes dê ji aştiyê qezenc bike û tundî dê kêm bibe û got: “Hewceye destûreke bingehîn a ku hemû nasnameyên vê xakê xwe tê de pênase dikin bê çêkirin.”
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn têkildarî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryarên kongreya PKK’ê axivî. Eren Keskîn, got ku heke pêvajo bi ser keve dê her kes qezenc bike û divê hemû derdor xwedî lê derkevin. Keskîn, da zanîn ku ji roja Abdullah Ocalan bi komploya navneteweyî anîn Tirkiyeyê heta niha di gotinên wî de guhertin nînin û banga çareseriya aştiyane dike. Keskîn, got ku ew jî her tim aştiyê diparêzin.
XURTKIRINA SIYASETA SIVÎL
Keskîn, diyar kir ku biryara xwefesixkirinê ya PKK’ê jî girîng e û wiha pê de çû: “Dinya diguhere û êdî şer bi tifingan nayê kirin. Di şerê Îsraîl-Îranê de jî xuya biû ku çek gelek guherîne. Telefonek jî dikare mirovan bikuje. Lewma dema şerê çekdarî qediya. Heke em qala komareke demokratîk bikin, divê siyaseta sivîl were xurtkirin. Lewma em biryara PKKê bi rasteqîn dibînin û divê her kes piştgiriyê bide.”
‘DIVÊ HERÎ ZÊDE ÇÎNA KARKER A TIRKIYEYÊ PIŞTGIRIYÊ BIDE’
Eren Keskîn, got ku ji bo civakîkirina aştiyê divê muxalefet piştgiriyê bide û ev tişt anî ziman: “Xebatên DEM Partiyê girîng in. Divê çîna karker a Tirkiyeyê piştgiriyê bide. Ji ber ku ev şer nanê çîna karker didize. Li vê xakê heta niha tu carn ji bo aştiyê greveke giştî nehate kirin. Xuyaye ku di daxwaza aştiyê de kêmasiyek heye. Divê derdorên demokrat, sosyalîst û lîberal piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Bi taybet jî partiyên siyasî yên li Meclisê.”
BANGA HEVRÛBÛNÊ
Eren Keskîn, got ku ji bo aştiyek birûmet hevrûbûn şert e û wiha domand: “Gelê Kurd êşên mezin jiya. Êşên her du aliyan wekhev nînin. Ji hêla parvekirina mafê vegotina vê êşê jî ev Kurd û Tirk wekhev nînin. Beşeke mezin a vî welatî êşên Kurdan nizane û an jî naxwaze bizane. Me gelek sûcên şer û binpêkirinên mafan kirin belge. Li pêş çavên me mirov kuştin, gund şewitandin, mirov winda kirin, cînayetên kontrgerîla hatin kirin. Bi hezaran kesên bêgor hene. Kurdistan, erdnîgariya miriyên bêgor e. Divê ev êş bên axaftin. Divê êşên Dayikên Şêmiyê, Dayikên Aştiyê, êşên malbatên zarokên xwe di êrişên PKK’ê de jiyana xwe ji dest dane jî bibin parçeyeke vê pêvajoyê.”
‘MAFÊ HÊVIYÊ PEYWIRA TIRKIYEYÊ YE’
Eren Keskîn, diyar kir ku îdeolojiya dewletê ya fermî “yekperestî” ye û banga Abdullah Ocalan a ji bo “destûra bingehîn a demokatîk” girîng e. Eren Keskîn, wiha got: “Divê destûreke bingehîna demokratîk ku hemû nasnameyên vî welatî bikarin xwe tê de pênase bikin were avakirin. Mafê hêviyê jî lûtfek nîne. DMME, cîbicînekirina mafê hêviyê weke îşkence dibîne û ji Tirkiyeyê dixwaze ku di vê mijarê de sererastkirinan bike. Ev ne tenê mafê Ocalan, mafê her kesekî 25 salan di girtîgehê de maye ye.”
BANGA AVAKIRINA KOMÎSYONÊ
Eren Keskîn, destnîşan kir ku divê li Meclisê tavilê komîsyoneke aştiyê were avakirin û got: “Komîsyoneke li Meclisê tê avakirin, dê ji bo civakîkirina aştiyê girîng be. Di vê mijarê de berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê partiyên siyasî.”
‘AŞTÎ DÊ BI HER KESÎ BIDE QEZENCKIRIN’
Eren Keskîn, bal kişand ser girîngiya banga Abdullah Ocalan û biryara çekberdanê ya PKK’ê û axaftina xwe wiha qedand: “Heta niha gavên erênî tenê Kurdan avêtiye. Divê hemû girtiyên nexweş û girtiyên siyasî bên berdan. Divê Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê bê rakirin û di înfazê de wekhevî hebe. Li gorî min weke gava ewil divê girtiyên siyasî û nexweş bên berdan. Aştî dê bi her kesî bide qezenckirin. Herî zêde jî bi çîna karker, bi jinan, LGBTÎ+’yan. Dê her kes xwedî nasnameyek be. Divê her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê.”
MA / Omer Îbrahîmoglû