* Ji ber xebatên sondayê yên TPAO’yê yên li gundên li quntarê Çiyayê Gabarê, kanî ziwa bûn. Ji bo welatiyên ku ava wan a vexwarinê qirêjî bûye, bi tankeran av tê veguhestin.
* Endama Navenda Giştî ya ÎHD’ê Pinar Zengîn diyar kir ku berdana girtiyên nexweş, azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û xurtkirina rêveberiyên herêmî dê ji bo pêvajoyê sûdewer bin.
* Veysel Ok, ji bo rojnameger Zeynep Durgut a ku nûçeya dosyaya “Çeteyên Fihûşê” çêkiribû û ji aliyê malbata sûcdar ve gêf lê hatibû xwarin, bertek nîşan da û diyar kir ku polîtîkayên bêcezakirinê pêşiya mafyayê vedikin. Tûrgût Dedeoglû, bo rêxistinên çapemeniyê banga piştevaniyê kir.
* Nêviyê Şêx Seîd, Kasim Firat têkildarî pêvajoyê axivî û got: "Em ê piştevaniya aştiyeke adilane bikin. Ji bo aştiyeke mayînde, cenazeyê 47 kesan teslîm bikin. Ger ev gav bê avêtin dê baweriya me xurttir bibe.”
* Parêzer Eren Keskîn ji bo berdana girtiya nexweşa giran a dil Fatma Tokmak serlêdan kir got, "Rewşa wê ji aliyê jiyanê ve gelekî krîtîk e. Nikare bimeşe, nikare razê. Ya rast, em bi fikar in."
* Şahida Komkujiya Madimakê Bîrsen Gunduz ku birayê wê û 2 karkeran û bi giştî 33 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, diyar kir ku ev komkujî bi piştgirî û çavdêriya dewletê hatiye kirin. Nîlgûn Karababa ku xwişka wê jiyana xwe ji dest dabû da zanîn ku komkujî li dijî Elewiyan pêk hat.
* Gundiyên Kêrsê ragihandin ku ji ber barîna baranê ya bi salan mal û baxçeyên wan xisar dîtine û xwestin pirsgirêka wan bê çareserkirin.
* Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê wê konferanseke bi mijara 'Lêgerîna Aştî û Civaka Demokratîk a Astengdaran' li dar bixe. (10.30-17.30)
* Mîhrîcanên li navçeyên Erdîş û Tetwanê yên Wanê wê di roja xwe ya duyemîn de dewam bikin. (11.00-23.00)
* Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û malbatên windayan çalakiya xwe ya heftane li Êlih, Amed û Colemêrg berdewam bikin. (12.00)
* Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk wê li Wanê bê cem hev. (12.00)
* Hevserokê Giştî ya DBP'ê Keskîn Bayindir wê li Colemêrgê beşdarî kongreya DEM Partiyê bibe . (12:00)
* Dayikên Şemiyê wê cara 1057'an li Meydana Galatasarayê li hev bicivin. (12.00)
* Wê li Îzmîr, Enqere û Stenbolê têkildarî girtiyên nexweş daxuyanî bên dayîn. (13:30)
* Însiyatîfa Edaletê ya ji bo Roboskê, wê di 162'emîn meha komkujiyê de li Kolana Sakarya ya Enqereyê daxuyaniyekê bide. (13:45)
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari wê bi kesên ku bi KHK'iyan re li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê bicive. (14:00)