Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît

  • rojane
  • 09:24 1 Tîrmeh 2025
  • |
img

AMED -  Malbata Rozerîn Çukur a di qedexeya derketina kolanan a li Sûrê de hatibû qetilkirin, bertek nîşanî biryara AYM’ê ya “mafê jiyanê nehatiye binpêkirin” û got: “AYM’ê jî edalet pêk ne anî.” 

Rozerîn Çûkûr a 17 salî di dema qedexeyên li ser navçeya Sûr a Amedê de, di 8’ê Çileya 2016’an de hatibû qetilkirin û piştî 5 mehan cenezeyê wê dabûn malbata wê. Di lêpirsîna der barê mirina wê de ji bo Rozerîn Çûkûrê îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hate kirin û biryara "Hewcehî bi şopandinê nîne" hate dayin. Malbata Rozerîn Çûkûrê, bi rêya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, bi sedema “binpêkirina mafê jiyanê” di 18’ê Mijadara 2020’an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. AYM'ê jî ji bo Rozerîn Çûkûrê îdiaya “Endama rêxistinê” kir û biryara “Mafê jiyanê nehatiye binpêkirin” da. 
 
Dayika Rozerîn Çûkûrê, Fahriye Çûkûr û bavê wê Mûstafa Çûkûr têkildarê biryara AYM'ê axivîn û bertek nîşan dan. 
 
Mûstafa Çûkur, diyar kir ku Rozerîn beriya kuştina xwe bi 2 mehan jî diçû dibistanê, perwerdehî didît û got: “Berê pevçûnê bi 20 rojan me Rozerîn ji dibistanê girt. Lewre hawirdor ne ewle bû. Tu ciheke Amedê ne ewle bû lêbelê Rozerîn diçû dersxaneyê. Ji ber vê yekê biryara AYM'ê siyasî ye. Tespît nekirine ku Rozerîn bi çek bû ye. Dema AYM delîl dixwaze, Wezareta Karên Hundir wek delîl axaftinên bêtêlê û cihgirtina navê wê di belgeyan de nîşan dide. Ji ber vê yekê hûn çawa kesekî dikin endamên çekdar? Me ji bo dozê, dosya bir Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME). Îşala DMME biryareke di cih de bide û bêalî tevbigere." 
 
BALKIŞANDIN SER PÊVAJOYÊ
 
Çûkûr, bal kişand ser polîtîkayên bêcezakirinê û diyar kir ku gelek dosyayên wek Rozerînê hene bi bêcezabûnê ve biencam bûne. Çûkur, “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de bi bîr xist û rave kir ku divê di vê pêvajoyê de polîtîkayên bêcezakirinê bên rojevê û bên nîqaşkirin.
 
‘BI PÊNÛSA XWE VE ÇÛ, CENAZEYÊ WÊ HAT’
 
Dayika wê Fahriye Çûkûrê jî daxuyand ku dema keça wê hatiye kuştin sivîl û xwendekar bû û wiha axivî: “Dema keça min hate qetilkirin biunîforma bû. Bi lênûsk û pênûsa xwe ve kete nava Sûrê. Keça min ji bo ezmûna çû Sûrê. Wê demê taxa me hatibû dorpêçkirin. Keça min 20 rojan nekarîbû biçe dibistanê, ji dibistanê pir hez dikir. Xwendekareke serkeftî bû. Ji bo wê çûbû cem hevalê xwe kaxiza xwe ya ezmûn bigire. 5 saet dem dabûn wan û keça min di wir de asê me û nekaribû derkeve. Piştre agahiya mirina wê hat. Li gorî agahiyên ku bi me ra hatine parvekirin, keça min dema di kuçeyê de dibeze ji jor de ji aliyê sekvan ve bi guleyekî ve te qetilkirin.”
 
‘DEMA HATE QETILKIRIN SIVÎL BÛ’
 
Fahriye Çûkûrê, bertek nîşanê îdiaya AYM'ê da ku dibêje di destê wê de çek hebû û di pevçûnan de hatiye qetilkirin da û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ger delîl hebûnadê nîşan bidana lê delîl tune ne. Bi guleyekî ve hate qetilkirin. Dema hatî qetilkirin unîformaya dibistanê li ser bû û ev wêne bi salan e li cem min veşartî ye. Keça min ne şervan bû û di destê wê de çek nebû. Dewlet ji bo xwe mafdar derxe tiştekî dibêje. Ez dixwazim tavilê doza keça min li DMME’yê bi encam bibe. Ez dixwazim kujerên keça min derbikevin. Em 10 sal in li edaletê digerin û edaletê dixwazin. Edalet nîne û me nedît. Me edalet li AYM'ê nedît. Înşela li DMME’yê bibînin. Ger edalet hebûya ev 10 sal in dê doza me nehata redkirin û şûn de venegeriya.”
 
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel

Sernavên din

16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:29 Ji ber ‘pîrozkirina Newrozê’ ceza dan girtiyên jin
13:55 Kerîm Boran ji girtîgehê derket
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
11:50 Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in
11:05 Xêro Abbas: Divê hunermend piştgiriyê bidin pêvajoyê
10:15 Kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
09:52 Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
09:51 De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye
09:59 Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
09:51 Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
09:50 'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
09:24 Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin
09:14 Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin
09:02 'Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e'
09:01 Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve
09:00 Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin
09:00 ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:59 Li Erdîşê coşa ‘Şahiya Biharê’