WAN - Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê di qanûnan de sererastkirin bên kirin û got: “Hewcehî bi destûreke bingehîn a 86 milyon welatiyan hembêz dike û derfeta hemwelatiya wekhev dafirîne heye. Ev, ferz e.”
Nîqaşên ser çareseriyê yên piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê didomin. Di vê çarçoveyê de serokên 16 baroyên bakurê Kurdistanê çûn Enqereyê û çendek hevdîtin kirin. Serokên baroyan bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş û partiyên siyasî re hevdîtin kirin.
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç têkildarî hevdîtinên li Enqereyê û qonaxa pêvajo gihiştiye ji ajansa me re axivî.
Guleç, di mijara pêvajoyê de reşbîn nîne û bi hêvî ye. Guleç, got: “Piştî hevdîtinên li Enqereyê gihiştim vê qenaetê; wekî birêz Ocalan jî gotibû; ‘Dewletê pêşniyareke wiha kir û min jî nirxand.’ Pêvajoyeke wiha ye. Zêdetirî 50 sal in pevçûnên dijwar hene. Ez ne li bendê me ku ev pêvajoya şer di demekî kin de çareser bibe. Lê mixabin nikarim bibêjim pêvajo di asta tê xwestin de bilez pêş dikeve. Belê, hinek xebat û hevdîtin hene, dibe ku muzakere ji raya giştî re veşarî bên kirin lê çendek rexneyên min bo vê hene. Madem dê civak jî daxilî pêvajoya çareseriyê were kirin, wê demê ji bo civak zirarê nede mehremiyeta wê pêvajoyê hewceye were agahdarkirin. Nexwe dê di serê civakê de pirs hebin.”
Bi domdarî Guleç anî ziman ku bi avakirina komîsyona li Meclisê re pêvajo dê fermî bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi avakirina vê komîsyonê re dê di mijara civakîbûna pêvajoyê jî pêşketin çêbibe. Mixabin heke di qanûna înfazê de gavên şênber bihatina avêtin, heke ji bo girtiyên nexweş di qanûna înfazê de sererastkirin bihatina kirin dê piştgiriya gel a ji bo pêvajoyê xurtir bûya. Hêj hêviya min heye ku di serdema qanûndanînê ya pêş de bi paketên darazê yên nû re refrom bên kirin û sererastkirinên şênber ên ji bendewariyên gel re dibin bersiv bên kirin. Her çend niha geşedanên şênber nebin jî, heke pêvajo heta roja me bêyî qeza û bela gihiştibe vê astê, ev yek hêviyên me mezin dike. Hêvîdarim ev pêvajo bi reformên darazî û hiqûqî bigihije astekê. Hewceye mirov ne li bendê be ku pirsgirêkeke 100 sal in didome di demekî kin de çareser bibe. Lêbelê hem îktîdara siyasî hem jî muxatabên wê dibînin ku pêvajo giran pêş dikeve. Hemû aliyên pêvajoyê divê ji bo lezdana pêvajoyê di nava hewldanan de bin.”
GELO DÊ JI BO ÎMRALIYÊ SERLÊDANÊ BIKIN?
Ji bo pirsa “gelo hûn ê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdanê bikin an na?” jî Guleç wiha got: “Me ji bo hevdîtineke li Îmraliyê tu serlêdan nekirine lê hevalên me yên ku di vê mijarê de nêrînên xwe parve kirin hebûn. Di vê mijarê de ji bo me ya girîng, hewcedarî ye. Bêguman di hemû tecrubeyên cîhanê de baro, rêxistinên mafên mirovan, kesên di qada hiqûq û civaknasiyê de beşdarî pêvajoyê bûne. Hewceye di qonaxên pêş ên pêvajoyê de ev derdor bên daxilkirin. Jixwe em ji bo ji pêvajoyê re sûdewer bin van hevdîtinan dikin. ji vir û şûnde jî heke daxwaz hebin hem baroya Amedê hem jî yên herêmê em amade ne ku di mijara hiqûqî de alîkariya pêwîst bidin.”
‘HÊJ JÎ ZIMANÊ HER KES LI BENDÊ YE NAYÊ BIKARANÎN’
Di berdewamê de Guleç bal kişand ser zimanê îktîdar, muxalefet û medyayê û ev nirxandin kir: “Di pêvajoya çareseriyê ya berê de CHP’ê yekser Meclis weke navnîşan nîşan dabû. MHP’ê pir bi dijwarî li dij derdiket. Lêbelê niha piştî gotina birêz Bahçelî start hate dayin û em dibînin ku beşa gel a berê li dij derdiket niha piştgiriyê dide. Ev, rewşekî erênî ye. Lêbelê zimanekî erênî yê serokê giştî yê partiya muxalefeta sereke jî heye. Li hêla din medyaya nêzî muxalefeta sereke zimanekî pir neyînî bi kar tîne. Dibêjin ku ev pêvajo dê welat dabeş bike û di vê çarçoveyê de weşanê dikin. Di hevdîtinê de me ev rexneyên xwe ji birêz Ozel re parve kir. Ji me re got; ‘Hûn mafdar in lê di mijara çapemeniyê de teserûfeke me nîne.’ Bêguman di nava CHP’ê de kesên ji bo meseleya Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin di nava hewldanan de û çareseriyê pêş dixin hene. Lêbelê heta ev feraset di polîtîkayên giştî yên partiyê de cih negire tu bandoreke xwe ya erênî çênabe. Bêguman li gel çapemeniya muxalîf, divê ya îktîdarê jî zimanekî teşwîqkirinê bi kar bîne. Lê tişta tê xwestin nakin.”
‘DIVÊ ÇARÇOVEYEKE HIQÛQÎ WERE DIYARKIRIN’
Guleç, bi lêv kir ku hewceye tavilê gavên hiqûqî û demokratîk bên avêtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tişta niha hewce dike bi lezgînî were kirin ev e; divê çarçoveyeke hiqûqî were diyarkirin. Ji bo muxatabên vê meseleyê bêhtir çalak bin, divê di qanûnan de guhertin bên kirin û pêdivî bi qanûneke taybet heye. Ji ber ku çarçoveyeke wê ya qanûnî nîne, kesên zêde daxwaza çareseriyê dikin ji ber nebûna qanûna taybet xwe paşve digirin. Ji bo ew kes arasteyî vê pêvajoyê bên kirin û berê enerjiya wan mirov bide vê derê, pêdivî bi qanûneke taybet heye. Gava duyemîn jî ev e; rewşa girtiyên nexweş heye ku bendewariyeke zêde ya gel di vê mijarê de heye. Her wiha kesên ji ber newekheviya di înfazê de li girtîgehan tên ragirtin hene. Her wekî din, kesên ji ber muxalefeta li dijî TMK’ê tên darizandin hene û divê ev xal bên guherandin û pêvajo derbasî qonaxeke erênî bibe. Hewceye xalên têkildarî çalakî, civîn, xwepêşandan, azadiya fikr û xweîfadekirinê û hwd. jî tavilê bên guherandin. Hêj jî gel nikare bi awayekî azad têkildarî pirsgirêkên civakî û meseleya kurd biaxivin.”
‘DESTÛREKE BINGEHÎN A NÛ FERZ E’
Guleç, bot ku hewceye hemû qanûn bi temamî bên guherandin û ev tişt anî ziman: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkên weke pirsgirêka Kurd, meseleya demokrasiyê, ya mafên mirovan, serweriya hiqûqê, serbixwebûna darazê û hwd. hewcehî bi pêvajoyeke demdirêj heye. Bêguman metnên wekî yên destûra bingehîn wisa di demên kin de nayên amadekirin û divê li gorî lihevkirineke civakî bên amadekirin. Ji bo vê jî hewcehî bi mutebeqeteke civakî heye. Çêkirina destûreke bingehîn a nû ya demokratîk, piranîparêz, azadîxwaz ferz e. Destûra bingehîn a heyî ya derbeyê ye. Ji sala 1924’an heta niha bi feraseteke yekperest û bi destûra bingehîn a 1982’yan re derbasî hêmayên hêj bêhtir milîtarîst bû. Li ser etnîka Tirk hatiye avakirin û destûreke pir zêde navendîperest e. Berevajî vê, divê destûreke bingehîn a ku rayeyên cidî dewerî rêveberiyên herêmî dike, hemû nasname û bawerî xwe tê de dibînin hebe. Divê mirov li bendê nebe ku di demekî nêz de pêk were lê di demên pêş de hewcehî pê heye. Destûreke bingehîn a 86 milyon welatiyan hembêz dike û dikarin weke hemwelatiyên wekhev dijîn, ferz e.”
‘EM Ê PIŞTGIRIYÊ BIDIN’
Guleç, got ku zehmetî hene ku tevahiya baroyan bikin parçeyeke pêvajoyê û axaftina xwe wiha qedand: “Bêguman em bi zehmetiyên vê rewşê dizanin ji ber ku her baroyek jî di nava xwe de dînamîkên xwe hene. Lê weke baroyên herêmê em ê di vê pêvajoyê de bi hemû derfetên xwe alîkariyê bidin. Dema piştevaniya civakî zêde bû, di wê baweriyê de me ku dê baroyên din ên li Tirkiyeyê jî piştgiriyê bidin.”
MA / Adnan Bîlen