NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan, li dijî operasyonên li ser şaredariyên CHP’ê bertek nîşan dan.
Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan, li dijî binçavkirina Şaredarê Semsûrê Abdûrrahman Tûtdera, Şaredarê Bajarê Mezin ê Edeneyê Zeydan Karalar û Şaredarê Bajarê Mezin ê Antalyayê Mûhîttîn Bocek bertek nîşan dan. Hevserokên DEM Partiyê li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal destnîşan kirin ku ev operasyon xespkirina îradeya gel e.
Tûncer Bakirhan ev tişt got: “Operasyonên binçavkirinê ku vê sibê li dijî Şaredarên Edene, Antalya û Semsûrê pêk hatine, midaxlieyek li dijî îradeya gel û siyaseta demokratîk in nayên qebûlkirin. Em van operasyonan şermezar dikin, qebûl nakin. Operasyonên li dijî rêveberiyên herêmî zirarê didin hêviya aştiya civakî.”
Tulay Hatîmogûllarî wiha berteka xwe nîşan da: “Divê dev ji vê eziyeta li dijî kesên hatine hilbijartin û gelên Tirkiyeyê berdin. Em binaçavkirina Şaredarê Semsûrê Abdûrrahman Tûtdera, Şaredarê Bajarê Mezin ê Edeneyê Zeydan Karalar û Şaredarê Bajarê Mezin ê Antalyayê Mûhîttîn Bocek qebûl nakin. Divê li dijî îradeya gel rêz bê girtin. Ev operasyon nabin çareserî, rêya demokrasiya Tirkiyeyê dixetimînin. Em careke din ji bo vekirina rêya siyaseta demokratîk bang dikin.”