RIHA - Bi hinceta daxuyaniya têkildarî rojnamegerên hatibûn qetilkirin, der heqê nûçegihana me Ceylan Şahînlî de lêpirsîn hate destpêkirin.
Der heqê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ceylan Şahînlî de lêpirsîn hate destpêkirin. Ceylan Şahînlî di 23’yê Kanûna 2024’an di daxuyaniya têkildarî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê ya li ser sînorê Pirsûs-Kobanê de axivî bû û ev axaftin weke hinceta lêpirsînê hate nîşandan.
Rojnameger Ceylan Şahînlî dê bi hinceta “muxalefeta li dijî qanûna xwepêşandan, meş û civînan” li Midûriyeta Şaxa Ewlehiyê ya Rihayê îfadeyê bide.
Ji ber heman daxuyaniyê der heqê Hevserokê DBP’a Amedê yê wê demê Mehmet Şîrîn Gurbuz û rêveberê DEM Partiyê yê Rihayê Bekir Benek de jî lêpirsîn hate destpêkirin.