Planaya Tirkiyeyê ya ji bo Sûriyeyê: Armanc kontrolkirina Derya Spî ye

  • rojane
  • 10:43 9 Tîrmeh 2025
  • |
img
RIHA – Rojnameger Zeynep Boran têkildarî planên Tirkiyeyê yên piştî HTŞ’ê li Sûriyeyê dixwaze bixe meriyetê û got: “Artêşa Tirk ji bo li bajar û navçeyên qeraxê serwer be dê baregehan ava bike. Dixwaze bi vê planê xeta stratejîk a Behra Spî bixe bin kontrola xwe.”
 
Li Sûriyeyê di 8’ê Kanûna 20024’an de piştî têkçûna rejîma Baasê li welat alozî û qetlîam didomin. Li Şam û bajarên peravên Behra Spî welatiyên Elewî hedef tên girtin û her wiha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî gelên din hedef tên girtin. 
 
Saziyên navneteweyî bi taybetî Yekitiya Ewropa (YE) di raporên xwe de ragihandin ku komkujiyên Elewiyan li herêmên bejahî ji aliyê komên ser bi Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê  ve tên birêvebirin. Di nav YE'yê de Tûgaya Sûltan Suleyman Şah (El Emşat), Daîreya Hamza (El Hamzat) û Tûgaya Sûltan Mûrad a ku OSO'yê pêk tîne û niha jî di nava hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de cih digire, di lîsteya cezayan de ‘ji binpêkirina mafên mirovan û înfazên kêfî berpirsyar in’.
 
Tê zanîn ku ev komên paramîlîter wekî di raporên binpêkirina mafên mirovan de ku piştî dagirkirina Efrînê di sala 2018'an de hatine weşandin, di sala 2019'an de serêkaniyê û Girê Spî hatine weşandin, di gelek sûcên wekî revandin, tecawiz, destdirêjî, bazirganiya kesan, talankirin û şantajê de cih girtine. Tê zanîn ku ev hêz hê jî ji aliyê Tirkiyeyê ve tên destekkirin. Li aliyê din HTŞ'ê jî gelek kesayetên ku di nava van komên paramîlîter de cih digirin û wezîfeyên cuda pêk tînin, kir ku li Sûriyeyê bibe xwedî gotin.
 
LI BAJARÊN KURDAN HATIN BICIHKIRIN
 
Rojnamevan Zeynep Boran ku geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopîne, bûyerên piştî HTŞ'ê û planên Tirkiyê yên li qadê axivî. Zeynep Boran bibîr xist ku komên ser bi SMO piştî hilweşîna rejîmê li herêmên xwe seferber bûne û got, "Van koman di eniyên pêş ên bi pêşengiya HTŞ'ê de roleke aktîf lîstin. Tevî ku ev kom bi awayekî fermî weke 'hêmanên artêşa nû ya Sûriyeyê' tên binavkirin jî, rewşa li ser rûyê erdê gelekî cuda ye. Li navendên fermî yên li navenda Efrînê, navçeyên Cindirêsê û Mabetayê bi cih bûne.”
 
ENKS A DI NAV PLANÊ DE 
 
Zeynep Boran diyar kir ku Tirkiye armanc dike ku di çarçoveya plana nû de hebûna xwe ya li herêmê xurt bike û wiha got: "Li gorî plana ku îstîxbarata HTŞ û MÎT'ê hevpar amade kiriye, biryar hate dayin ku di qonaxa yekemîn de 700 komên çekdar derbasî Girê Spî, 600 jî di bin sîwana Yekîneya Ewlekariyê ya Giştî de biçin Serêkaniyê. Li ser vê bingehê MÎT'ê dest bi pêşxistina perspektîf û planên nû kir da ku vegera koçberên Efrînê veguherîne desthilatdariya xwe û daxwaza Rêveberiya Xweser betal bike. Ji bo ev plan bi temamî bi cih were anîn, hin endamên ENKS'ê û ajanên Parastin hatin aktîfkirin.”
 
‘MÎT’E QETILKIRINA ELEWIYAN PLAN KIR’
 
Zeynep Boran balkişand komkujiyên li nêzî deryayê û wiha axivî: “Li Lazkiye, Tartûs, Hama û Humusê nêzî 50 qetlîam pêk hatin. 12 komên çete ên girêdayî Wezareta Parastina Sûriyeyê ne di qetilkirina Elewiyan de cih girtin. Piraniya van komên demên borî de ji ber pratîkên xwe yên binpêkirina mafên mirovan rastî cezayên navneteweyî hatibûn. Serkêşiya komkujiyê çeteyên girêdayî MÎT’ê pêk anîn. Nemaze jî El Emşat, Sultan Murat û El Hamzat serkêşiya komkujiyan kirin û jixwe van koman li Efrînê jî gelek bûyer pêk anîn.”
 
PLANÊN TIRKIYEYÊ
 
Zeynep Boran planên Tirkiyeyê yên li herêmê bi vî rengî vegot: 'Di dîmenên ku min di wê serdemê de kişand, di serî de El Hamzat, her wiha komên çete yên Sultan Murat û El Emşat zêdeyî 3 hezar teqwiyeyên çeteyan ber bi herêmên bejahî ve kirin. Tirkiye di dema nû de hem bi tevgerên vekirî hem jî veşartî tevlî qada Sûriyeyê bû. Di hefteya dawî ya meha Sibatê de, di navbera rayedarên MÎT'ê û îstîxbarata HTS'ê de ji bo plana êrîşê hevdîtin hatibû kirin. Rola operasyonê ya yekser a MÎT'ê bêhtir bi dizî hat meşandin. Komkujiyên ku li bajarên bejahî yên Sûriyeyê li dijî nifûsa Elewiyan hatin kirin, ji aliyê kesekî bi navê General Aslan ê bi eslê xwe ji Rihayê ku yek ji berpirsyarên qadê yên MÎT'ê ye û Berdevkê Wezareta Parastinê ya HTS'ê Hasan Abdûlganî ve hatin kirin. Komên çete yên di bin perspektîfên MÎT'ê de tevdigerin komkujiya Elewiyan bi awayekî sîstematîk pêk anîn.”
 
ERAZÎ ERZAN HATIN FIROTIN
 
MÎT'ê, bazirganên Sûriyeyî yên bi xwe û rejîma HTŞ'ê ve girêdayî wezîfedar kir ku erdên şewitî yên Elewî û Xiristiyanan bi buhayekî kêm bikirin. Ev bazirgan xwediyê paytextên mezin in û li Deraa, Sermeda, Cerabûlûs û Ezazê buroyên wan ên pevguhertinê hene, her wiha li bajarên Reyhanli, Antakya, Bursa û Îzmîrê yên Tirkiyeyê buro û şîrketên wan hene.
 
ARMANC KONTROLKIRINA BEHRA SPÎ YE
 
Li gorî plana MÎT'ê, wê li erdên kirîn xalên ewlekariyê yên hevpar ên Tirkiye-Şamê bên avakirin û ji bo artêşa Tirk li bajar û bajarokên bejahî serdest be, baregehên Tirk bên avakirin. Ev yek di daxuyaniya serokê MÎT'ê de ya 'Divê li peravê zêdetir baregehên Tirk werin avakirin' nîşan dide. Tirkiye bi vê planê armanc dike ku sînorên xwe yên Deryaya Spî ku xeteke stratejîk e bi dest xwe ve bîne.”
 
PLANA EFRÎNÊ
 
Zeynep boran anî ziman ku plana ku li Efrînê xistibûn meriyete vê carê jî heman planê li deverên Elewî dijîn xistine meriyete. Zeynep Boran da zanîn ku komkujiya li hemberî Kurdan pêk hatibû, vê carê jî li hemberî civaka Elewî pêk hat û wiha got: “Li ber çavê hemû cîhanê komkujiyên ku li hemberî Kurdan pêk hatibûn vê carê bi destê çeteyên girêdayî Tirkiyeyê li hemberî Elewiyan pêk hat. Çeteyên ku komkujî pêkanîn hewce nedîtin ku xwe veşêrin û aşkera komkujî pêk anîn.”
 
Boran diyar kir ku qetilkirina Elewiyan tenê mijara binpêkirina mafên mirovan nîn e, her wiha raste rast encamên polîtîkayên Tirkiyeyê ne û wiha got: “Îro li hemberî civaka navneteweyî pirseke aşkera heye; Li Sûriyeyê desthilatên nû gelo dê sûcên berê hatine kirin binixûmînin an bi rastî jî dê pêşî li edaletê vekin?”
 
MA / Ceylan Şahînlî
 

Sernavên din

14:41 Guleç: Daxuyaniya Ocalan rast û di cih de ye
Canpolat: Banga dîrokî ya Ocalan resmê sedsalê ye
14:05 Ayşegul Dogan: Di 11’ê Tîrmehê de em ê li Silêmaniyeyê bin
14:00 Ji bo Midurê Karên Nivîsan ê Lemanê biryara binçavkirinê hat dayin
13:59 Piştî 26 salan dengê Ocalan bihîstin: Divê bi lezgînî gav bên avêtin
13:27 Hevseroka ESP’ê Hatîce Denîz Aktaş nehate berdan
13:26 Erdogan: Em ê agahiyên erênî bigirin
13:14 Siyasetmedar û rewşenbîr dê ji bo torena li Silêmaniyeyê bi rê kevin
12:10 Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan di çapemeniya cîhanê de deng veda
11:53 Çapemeniya Tirkiyeyê banga bidîmen çawa dît?
11:34 Banga Abdullah Ocalan di medyaya dijîtal de bû TT
11:23 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 10 kesê din jî hatin binçavkirin
11:16 Civîna şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi hikûmeta demkî re dest pê kir
11:05 Li Îzmîrê di mehekê de 26 hezar hektar erd şewitî
11:02 Li Egeyê şewatên daristanan
10:44 Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bi hikûmeta demkî re bicive
10:43 Planaya Tirkiyeyê ya ji bo Sûriyeyê: Armanc kontrolkirina Derya Spî ye
10:42 Hejmara kesên li Texasê di lehiyê de mirîn derket 111’an
10:42 Tirkiyeyê jîriya çekirî asteng kir
10:39 Halîde Turkoglû: Jin di têkoşîna aştiyê de bûne yek
09:52 ‘Divê rêxistinên tenduristiyê beşdarî pêvajoyê bibin’
09:22 Hafîze Îpek: Divê ji bo yekitiyê bi berpirsiyarî tevbigerin
09:21 Koichi: Ocalan, Mandela û Che Guevarayê îroyîn e
Bilongo: Meseleya sereke dê piştî çekdanînê çi bibe
09:12 Daxwazên jinan ên ji bo TÎS'ê: Wekhevî
09:11 Li ser daxwaza jinan navê 'Bazara Jinan' lê hat kirin
09:10 Li Amedê 80 civîn: Ji bo pêvajoyê piştgirî jî fikar jî zêde ne!
09:07 'Divê hemû aktor bi feraseteke di ser siyasetê re xwedî li pêvajoyê derkevin'
09:00 Ji Abdullah Ocalan banga bidîmen: Ez ji hêza siyaset û aştiya civakî bawerim
09:00 ROJEVA 9’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:18 Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan dê were weşandin
08/07/2025
20:56 Şaredarê Edeneyê Karalar û yê Manvgatê Nefî hatin girtin
16:57 Ji bo Şaredarê Semsûrê biryara hefsa malê hate dayîn
16:56 Daxwaza tehliyeyê ya girtiyê nexweş ku ji sedî 76 astengdar e hate redkirin
16:35 Rejîma Îranê cezayê îdamê da 5 girtiyan
16:30 Gundî li dijî qanûna madenê meşiyan Meclisê
15:44 Dozgeriyê ji bo Karalar daxwaza girtinê kir
15:42 Ozel: Li dijî hêza sindoqê şer îlan kirin
15:08 DMME’yê ji ber rewşa girtî ya Demîrtaş biryara binpêkirinê da
14:59 Aksû piştî 31 salan hate berdan
14:58 Emniyetê ji bo îfadeyê bangî Serokê CHP’ê yê Stenbolê kir
14:18 Jinan bangî Meclisê kirin: Ji bo zemîna hiqûqî ya aştiyê peywirê li xwe bigirin
13:52 Tirkiyeyê dîsa ‘Mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan qebûl nekir
13:08 Fezlekeya der heqê Ozgur Ozel de pêşkeşî Serokatiya Meclisê hat kirin
13:06 Di lêpirsîna Şaredariya Manavgatê de 7 kes hatin binçavkirin
13:06 Girtiyê ku kelemçe red kir: Ez dixwazim bi awayekî mirovane tedawî bibim
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Bêyî Meclis were girtin divê komîsyon were avakirin
12:42 Montag ê Amerîkî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
12:39 Serokê MÎT’ê bi serokwezîrê Iraqê re civiya
12:38 Ji bo rojnameger Uçar biryara tehliyeyê hat dayin
12:38 Der heqê rojnameger Ceylan Şahînlî de lêpirsîn hate destpêkirin
12:28 Rapora ÎSÎG’ê: Di Hezîranê de 164 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:25 ‘Komîsyona Heqîqetê ya Şer û Zarokan' tê avakirin
11:23 Ji welatiyên piştî giliya Olmez ê AKP’î hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin
11:21 Di Turnuvaya Futbolê ya Vedat Aydin de Rojava Spor bû şampiyon
10:59 Nobeta li Hesendînê li dijî madenê hatiye destpêkirin di tevahiya şevê de domiya
10:29 Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne
10:20 Şaredarên CHP’î sewqî edliyeyê hatin kirin
10:14 Îran: Di êrişan de hezar û 60 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:14 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Dadê re hate taloqkirin
10:01 Li Elkê 3 herêm hatin qedexekirin
09:44 ‘Hevdîtinên Civaka Demokratîk’ didomin
09:33 Hejmara kesên di lehiya Texasê de mirîn derket 104’an
09:28 Ji bo komeke din a cigareyan zem hate kirin
09:21 Mûstafa Karabûdak: Divê herî zêde Elewî xwedî li banga Ocalan derkevin
09:03 Welatiyên Hesendînê li dijî lêgerîna madenê nobed dan destpêkirin
09:02 Parlamanetera Îtalî: Ger em guh bidin Ocalan em ê bigihên çareseriyê
09:02 Hevdîtinên gel: Baweriya bi Ocalan tam e, daxwaz hevwelatîbûna wekhev e
09:01 Ji bo mêşvaniyê ji Antalyayê hatin Gimgimê
09:00 ROJEVA 8’Ê TÎREMEHA 2025’AN
07/07/2025
23:30 Ji KCK'ê daxuyaniyeke nû: Toren dê zindî neyê weşandin
20:15 Şandeya Îmraliyê dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike
20:00 Malbatan li Îmraliyê hevdîtin kirin
16:57 TUHAD-FED’ê li Şirnexê kongreya xwe li dar xist
16:51 Ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî: Îradeya her du aliyan a ji bo domandina pêvajoyê didome
16:24 Li Pêrtagê li dijî kana pomza û xîzî meş hate lidarxistin
16:09 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re bi dawî bû
15:23 Xebatkarên Beltûrê hatin binçavkirin
15:21 Erdogan li Ozel doza tezmînatê vekir
15:04 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan dest pê kir
15:01 OHD: Li Girtîgeha Tokatê nahêlin girtî bên tedawîkirin
14:50 Şandeya Îmraliyê: Em ê li ser hewcehiyên qonaxa nû biaxivin
14:05 Nahêlin rojnamegera girtî sewqî nexweşxaneyê were kirin
13:54 Rapor: Ji sedî 65’ê jinan di malê de hatin qetilkirin
13:24 Di doza Can ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin de dosya dê ji dozger re bê şandin
13:24 Li Îzmîr û Kutahyayê şewat derket
12:48 Olmez ê AKP’î gilî kir leşkeran bi ser gund de girtin: 7 kes hatin binçavkirin
12:23 Li Yewnanistanê bi pileya 4.1’ê erdhej çêbû
12:15 Encamnameya Komxebata Zarokan hat aşkerakirin
12:13 Şandeya Îmraliyê bi hevserokên giştî re civiya
11:51 CHP’ê hemû şaredarên xwe vexwend Enqereyê
11:34 4 leşkerên din jî mirin
11:16 Di serdegirtina malê de polîsan îşkence kir û gefa kuştinê xwarin
10:55 Îsraîlê êrişî Yemenê kir
09:58 Rojnameger Aslan: Ji bo torenê li benda banga Abdullah Ocalan in
09:43 Aktivîstê mafê mirovan ê Hindistanî: Têkoşîna Kurdan îlhamê dide
09:09 Xwebûn bi manşeta ‘Wa Ocalan sey Mandela serbest bo’ derket
09:04 Li Texasê karesata lehiyê: 82 kes mirin, 41 kes winda ne
09:03 Demîr: Ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Ocalan esas e
09:02 Şikefta Birqilên a dîrokî di talûkeyê de ye
09:00 Li quntara Cûdiyê bendav û HES: Jiyan wê di binê avê de bimîne
09:00 ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2025’AN