NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeyeke siyasî û leşkerî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re bicive.
Şandeyeke siyasî û leşkerî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê di çarçoveya hevdîtin û pêvajoya diyalogê ya heyî bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re bicive. Şande gihişt Şamê.
Li gorî nûçeya ANHA’yê; şandeya ji nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê dê di nava rojê de bi rayedarên hikûmeta demkî re bicive.
Li hêla din, Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê DYA’yê Thomas Barrack û nûnerên hikûmeta Fransayê jî dê tev li civînê bibin.
Şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya cîbicîkirina gavên peymana di 10’ê Adarê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û rêveberiya Şamê de hatibû mohrkirin, di 1’ê Hezîranê de li Şamê bi şandeya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re hevdîtin kiribû.