* Dayika Aştiyê Peyrûze Kurt ku du zarokên xwe di şer de winda kiriye, banga rawestandina şer kir û got ku aştiya li Tirkiyeyê dê ji bo aştiya cîhanê bibe mînak û divê her kes erka xwe bi cih bîne.
* Dayikên Roboskiyê diyar kirin ku pêvajoya ku Abdullah Ocalan daye destpêkirin hêvî daye wan û yên di şer de herî zêde xemgîn dibin dayik in û gotin: "Bila dayikên leşkeran bi destên me bigirin. Ger em destên hev bigirin, dê êşa me kêm bibe."
* Şêwirmendê Rojhilata Navîn ê Koma S&D ya Parlamentoya Ewropayê Francesco Cerasani diyar kir ku Abdullah Ocalan li dijî şer û xetereyên li Rojhilata Navînê rêya çareseriya demokratîk nîşan daye û got ku azadiya Abdullah Ocalan hem ji bo Rojhilata Navînê hem jî ji bo Ewropayê pir girîng e.
* Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk diyar kir ku pêvajo bi saya bangên dîrokî yên Abdullah Ocalan gihîştiye asteke girîng û got ku divê meclis rola xwe ya girîng bilîze. Her wiha bang li hemû aliyên peywendîdar kir ku piştgirî bidin pêvajoyê da ku heba nebe.
* Dayikên ku zarokên xwe di şer de winda kirine, diyar kirin ku banga bidîmen ya Abdullah Ocalan moral daye wan û gotin: "Em ji Rêberê xwe bawer dikin, em li pişt banga wî ne. Em amade ne ku çi ji destê me bê em ê bikin."
* Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz diyar kir ku banga dawî ya Abdullah Ocalan, banga 27’ê Sibatê de zelaltir kiriye û got: “Divê zemîna hiqûqî ya paradîgmaya nû ya Abdullah Ocalan were avakirin.”
* Şaredariya Agiriyê, dê navê dengbêj Şakiro li meydaneke bajar bike. Hevşaredar Mehmet Akkuş, got: “Em, meydanekî xwedî gelek armancan ava dikin.”
* Li Şirnex û navçeyên wê ji bo 10 projeyên enerjiyê yên nû pêvajoya ÇED’ê hate destpêkirin.
* Hunermend Pinar Aydinlar ku tev li mihrîcana li Tetwanê bû, got: “Divê aştî û azadî ne tenê meseleya herêmekê be, divê derdê hemû welat be.”
* Dîcle Aksu ku têkildarî Girtîgeha Tokatê rapor amade kir, anî ziman ku ji ber sepana lêgerîna nava dev girtî ev 8 meh in ji mafê xwe yê tenduristiyê bêpar hatine hiştin.
* Welatiyên li dijî talankirina xwezayê ya li Hesendînê çalakiya nobetê dane destpêkirin, diyar kirin ku ew ê destûrê nedin çavkaniya debara 7 gundan were tunekirin.
* Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê dê bi boneya meha 117'emîn a Komkujiya Gar a Enqereyê çalakiya bîranînê li dar bixe. (10.04)
* Siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên ku dixwazin torena PKK ya di çarçoveya banga Abdullah Ocalan de bişopînin, dê li Amedê ber bi Silêmaniyeyê ve bi rê kevin. (11.00) ZINDÎ
* Komeleya Ekolojiyê dê biçe serdana nobeta li Zozana Hesendînê li dijî madenê hatiye destpêkirin. (17.00)