NAVENDA NÛÇEYAN - Merasîma Koma Aştî û Civaka Demokratîk saet di 11.25’ê de dest pê kir û di 11.45’ê de bi dawî bû. Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat pêşengtiya merasîmê kir.
Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ocalan, Koma Aştî û Civaka Demokratîk li Şikefta Casenê ya li çolterê bajarê Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê merasîma îmhakirina çekan li dar xist. Koma ku ji 15 gerîlayên jin û 15 gerîlayên mêr pêk dihat, bi rêzê hatin qadê.
Merasîm, saet di 11.25’ê de dest pê kir û saet di 11.45’ê de jî bi dawî bû. Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Bêsê Hozat û Nedîm Seven, Têkoşîn Ozan û Tekîn Mûş jî di komê de cih girtin.
Dema kom têketî qadê, şandeyên ji bo temaşekirinê hatibûn rabûn ser pêyan. Li qadê dirûşma “Bijî Serok Apo” olan da.
'EM ŞERVANÊN AZADIYÊ NE’
Besê Hozat di merasîmê de axivî û got: “Ji bo ji banga Rêber Apo re bibin bersiv û helwesta xwe nîşan bidin em hatin vê derê. Ji bo pêşketina vê pêvajoyê, me li dijî înkar û îmhayê çek rakir. Em, şervanên azadiyê ne. Bi banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê re, bi wesîleya biryarên Kongreya 12’an a PKK’ê em vê gavê diavêjin.”
Piştre jî Besê Hozatê Tirkiye metnê xwend. Piştre jî Nedîm Seven Kurdiya metnê xwend.
Bi dawîbûna daxuyaniyê re Besê Hozat Got: “Ji bo ev tevek bidomin û bicih bên, pêdivî bi sererastkirinên qanûnî heye.”
Piştre Besê Hozat û gerîlayan çekên xwe şewitandin. Gerîlayên ku çekên xwe şewitandin, ji qadê derketin.
LÎSTEYA ENVANTERÊ HATE RADESTKIRIN
Lîsteya envanterên çekan di nava zerfekî de radestî şandeya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û TÎHV’ê hate kirin.
Ji Herêma Federe ya Kurdistanê jî gelek kesan merasîm şopandin.
LI BER WÊNEYÊ OCALAN DAXUYANÎ DAN
Li hêla din, wêneyê Abdullah Ocalan danîn ser platforma torenê.