NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê merasîma şewitandina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk ku li ser banga Abdullah Ocalan li dar xist, bi kelecaneke mezin temaşe kirin.
Koma Aştî û Civaka Demokratîk, li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Şikefta Casenê ya çolterê bajarê Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê merasîma şewitandina çekan li dar xist. Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê welatiyan ev kêliyên dîrokî li ser ekranên televîzyonê bi girseyî temaşe kirin.
AMED
Li avahiya Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin (MEBYA-DER) a Amedê, merasîma şewitandina çekan a piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat lidarxistin, hat temaşekirin. Bi dehan kesên li avahiya MEBYA-DER’ê kom bûn, bi saetan li ber ekranên televîzyonê sekinîn û kêliyên hestiyar jiyan. Ji ber ku hejmar zêde bû, ji bo temaşevanan li odeyeke din projektor hate danîn.
Girseya ku li peyama “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” guhdar kir, hêsir barandin, li çepikan xistin û dirûşmên “Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gerîla”, “Şehîd namirin” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” berz kir. Jinên ku hêsir dibarandin, gotin: “Em ji Serokê xwe bawerin, baweriya me bi dewletê nayê. Em ê şehîdên xwe ji bîr nekin.”
Dayikên ku xizmên xwe yên PKK’î winda kirin, wêneyên xizmên xwe nîşanî hev dan. Girseyê, wêneyên beriya dîmenan hatin weşandin bi çepikan û bi coşeke mezin pêşwazî kirin. Girseyê, dirûşma “Rêya şehîd rêya me, PKK partiya me ye" berz kir. Piştre jî dîmen hatin weşandin, girseyê bi baldariyeke mezin lê temaşe kir û kêliyên hestiyar jiyan.
DIRÛŞMA ‘BIJÎ SEROK APO’ OLAN DA
Welatiyên di saetên zû yên serê sibehê de hatin avahiya rêxistina DBP’ê ya bajar jî li ber ekranên televîzyonê ew kêliyên dîrokî temaşe kirin. Dema dîmenên ewil hatin weşandin, dayikan nekarî xwe bigirin û hêsirên çavan barandin.
Girseyê bi yekdengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir û li çepikan xist.
LI SER TELEFONAN TEMAŞE KIRIN
Welatiyên li navçeyên Bismil û Xana Axparê jî li malên xwe, li avahiyên partiyê û li her cihê lêbûn ji bo şahidiya vê kêliya dîrokî bikin, bi saetan sekinînin. Dayika Aştiyê Makbûle Akyuz (65) ku li gundê Xankajêr ê Xana Axparê dijî, ji ber ku ceyranên wan hatibûn qutkirin, merasîma şewitandina çekan li ser telefona xwe temaşe kir.
SÊRT
Girseya ku li Eywana Denîz Poyraz a Rêxistina DEM Partiyê ya Sêrtê kom bû, ev kêliya dîrokî bi çepik û tililiyan û bi dirûşma "Bijî Serok Apo" pêşwazî kir. Dema dîmenên kêliya şewitandina çekan hatin weşandin, dayikên di şer de zarokên xwe winda kirin giriyan û li eywanê dirûşma “Bijî Serok Apo” olan da.
ÊLIH
Welatiyên li avahiya MEBYA-DER’ê ya Êlihê hatin gel hev, bi coşeke mezin ev kêliyên dîrokî pêşwazî kirin. Girseyê, bi dirûşma "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxedana zindanan” ev kêlî pêşwazî kirin. Dema dîmen hatin weşandin jî hêsir barandin. Jineke ciwan a ku xizmê xwe di nava koma çek dişewitandin de dîtî, ser hişê xwe çû.
ŞIRNEX
Gelê navenda Şirnexê û navçeyê wê Cizîr, Hezex û Silopiyayê î bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê li rêxistinên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan hate gel hev. Dayikên Aştiyê, siyasetmedarên DEM Partî û DBP’î û welatiyên bi saetan beriya weşandina dîmenan li avahiyan kom bûn, bi eleqe û mereqeke mezin dîmenên merasîmê temaşe kirin.
Dayika Aştiyê Makbûle Demîr a 62 salî li Cizîrê dîmen temaşe kir û got: “Dayika Aştiyê Makbûle Demîr (62) ku li Cizîrê bi kelecaneke mezin li ber ekrana televîzyonê disekine, got: “Îro, rojeke dîrokî ye. Em gelek bi kelecan û keyfxweş in. Salên dirêj em li benda vê rojê bûn. Îro ji bo me pîroz e û hêviyên me hene. Em ji xwe û ji Rêbertiya xwe bawerin. Me bi bedelên giran xwe gihand van rojan. Îro ji bo Rojhilata Navîn rojeke bixêr e. Ev roj li her kesî pîroz be. Divê dewlet tavilê gavên şênber biavêje. Rêberê me, girtiyên siyasî berdin. Divê Rêberê me bikare dengê xwe bigihîne gel û divê em bikarin wî bibînin. Gel vê dixwaze. Em daxwaza gavên şênber dikin. Divê sererastkirinên qanûnî tavilê bên kirin.”
STENBOL
Welatiyên li Stenbolê jî ji bo temaşekirina dîmenên merasîmê, li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya bajar hatin gel hev. Welatiyên ku beriya weşandina dîmenan bi hûr û kûr li ekranê dinihêrtin, di dema weşandina dîmenan de kêliyên bi kelecan jiyan.
MÊRDÎN
Di çarçoveya bernameya MEBYA-DER’ê de gelek welatî ji bo temaşekirina dîmenên merasîmê kom bûn. Welatiyên li avahiya MEBYA-DER a Qoserê kom bûn, bi kelecaneke mezin dîmen tameşe kirin.