Ji bo 3 girtiyan doza azadiyê kirin: Nikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin

  • rojane
  • 15:28 12 Tîrmeh 2025
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzvanên mafên mirovan daxwaza azadiya girtiyên nexweş Emîn Gurban, Perîhan Sevda Erkilinç û Mehmet Emîn Vûral kirin ku nikarin bi tena serê xwe pêdiviyên xwe dabîn bikin.
 
Li Stenbol, Enqere û Îzmîrê îşaret bi ser rewşa girtiyên nexweş Emîn Gurban, Perîhan Sevda Erkilinç û Mehmet Emîn Vûral hat kirin û daxwaza berdana wan hat kirin.
 
ÎZMÎR
 
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê di hefteya 356'emîn de ji bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş li ber Eski Sumerbankê ya li Konakê çalakiya xwe ya rûniştinê ya du hefteyan carekê li dar xist. Pankarta bi nivîsa "Girtiyên nexweş dimirin. Bêdeng nemine, nebe şirîkê sûc" hat vekirin. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Vê hefteyê rewşa Emîn Gurban, ku bi nexweşiya giran e û li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Eregli tê girtin, hat destnîşankirin.
 
Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Parêzer Îpek Sariciyê diyar kir ku Gurban 29 sal in girtî ye û got: "Ji ber şert û mercên dirêj ên girtîgehê gelek nexweşî derketine holê. Di sala 2018'an de ji gurçikê emeliyat bû û malbata wî di wextê xwe de nehatiye agahdarkirin. Di Îlona 2022'yan de, piştî muayeneya çavan li Nexweşxaneya Dewletê ya Seka a Îzmîtê, teşxîsa presbiopiyê lê hat danîn. Tansiyona wî ya zede heye û pêdivî bi parêzê heye. Di 6'ê Kanûna 2022'yan de ew dîsa şandin nexweşxaneyê û şeş rojan li wir ma. Di testan de di demarên sereke yên ji stû ber bi mêjî ve diçin de astengî hatiye dîtin û ji sedî 60 zirar daye mejî. Di heman rojê de, beşa norolojiyê ya nexweşxaneyê raporek weşand û tê de Sendroma Felca Serebellar a G46.4 û Nexweşiyên Serebrovaskuler ên G46.8, tevî sendromên din ên demarên mejî, teşhîs lê hat danîn. Di raporê de her wiha hatiye gotin ku nexweş nikare pêdiviyên xwe dabîn bike û ji ber hewcedariya wî bi lênêrîna domdar heye pêdiviya wî bi alîkarekî heye."
 
Îpek Sariciyê diyar kir ku Emîn Gurban ku paşê ji bo Eregliyê hatiye veguhastin, di 5'ê Cotmeha 2023'yan de krîzê li dilê wî xistiye. Di du demaran de astengî hatine dîtin û di yekê de stent hatiye danîn. Di 16'ê Nîsana 2025'yan de, di demarên stuyê yên ku diçin mêjî de astengî hatiye dîtin. Sariciyê got: "Eşkere ye ku Emîn Gurban ji ber nexweşiyên xwe yên giran û xetereyên tenduristiyê yên ku vê nexweşiyê çêdikin, nikare di girtîgehê de bimîne. Em daxwaza berdana wî dikin da ku ew bikaribe di şertên baş de li nêzîkî malbata xwe were dermankirin."
 
STENBOL
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hefteya 694'emîn a çalakiya xwe ya "Rûniştina F" li ber avahıya komeleyê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de li ser rewşa tenduristiyê ya Perîhan Sevda Erkilinçê ya li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, hat sekinandin. Pankartên bi nivîsên "Dermankirin mafek e, nayê astengkirin" û "Bila girtiyên nexweş bên berdan" hatin vekirin û her wiha dirûşmeyên wekî "Bila girtiyên nexweş bên berdan" û "Tecrîd dikuje, hevgirtin jiyan e" hatin berzkirin.
 
Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Mukaddes Şamîloglûyê daxuyanî da û got: "Bi Perîhan Sevda Erkilinçê re bi nexweşiya çolyak, astima kronîk û ekzema berbelav heye. Ji ber şert û mercên xirab ên girtîgehê û nebûna parêzeke taybetî ya bêgluten, muayeneyên birêkûpêk û dermankirina ku pêdivî pê heye, rewşa wê bi lez xirabtir bû û ev yek bû sedema îshala domdar, vereşîn, serêş, kuxik, bêserûberiya tansiyonê, qelsî û westandinê. Erkilinç di sibeha 10'ê Tîrmehê de ji bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bakirkoyê Dr. Sadi Konûk hat veguhastin. Di dema veguhastinê de, li Erkilinçê muayeneya kelemçekirî hat ferzkirin û bêyî ku were muayene kirin, ew şandin girtîgehê." 
 
Di heman demê de, Jin Bi Hev Re Bi Hêz In (KBG) piştî ku li ber avahiya PTT ya li Kadikoyê civîneke çapemeniyê li dar xist, daxwaznameyek pêşkêşî Wezareta Dadê kir û daxwaza dermankirin û xwarina bê gluten a Sevda Erkiliçê kir. 
 
ENQERE
 
Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş hefteya 566'emîn a çalakiya xwe li Kolana Sakaryayê li dar xist.Vê hefteyê rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Mehmet Emîn Vûral ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa Rehabîlîtasyonê ya Metrisê tê girtin, hat destnîşankirin.
 
Endamê ÎHD'ê Tanju Gunduzalp ku daxuyanî da, got: "Mehmet Emîn Vural ku di sala 1986'an de ji dayik bûye, ji sala 2016'an vir ve di girtîgehê de ye. Ji sedî 61'ê wî ji dema ji dayikbûnê seqet e, lingê wî ji cihê xwe derketiye û ji ber vê yekê gelek caran emeliyat bûye. Berî girtina xwe, dema ku li Zanîngeha Çûkûrova ya li Edenyê li benda emeliyatê bû, ew hat girtin û şandin Girtîgeha Kurkçulerê. Dema ku hewl dida li wir derman bibe, ji nişka ve sirgûnî Girtîgeha Hatayê hat kirin. Ji ber ku ew nekarî li Girtîgeha Hatayê derman bibe û ji ber kêmasiya nexweşxaneyê, ew dîsa şandin Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçulerê. Wî xwesteka xwe ya ku derkeve pêşberî desteyê diyar kir û piştî têkoşîneke dirêj, ew du caran derket pêşberî desteyê. Di rapora desteyê ya yekem de hat gotin ku ew dikare 'di girtîgehê de bimîne', lê di rapora duyemîn a desteya bilind de hat gotin ku 'ev celeb emeliyat li girtîgehê ne guncaw e, ji ber vê yekê ew dikare were paşxistin û ew ne hewceyî emeliyata lezgîn e.' Berê, bijîşkên heman nexweşxaneyê gotibûn, 'Bêyî vê emeliyatê, şansê başbûnê sifir e û heke ew bi derengî bê xistin êdî wê protez jî bi kêr neyê. Ji ber ku her roja ku derbas dibe, hêlîna kulîmekê dimehe.' Çendî wiha hatibe gotin jî, biryarên wiha hatin dayîn." 
 
Gunduzalp destnîşan kir ku girtiyê nexweş ji bo domandina jiyana xwe têdikoşe û got: "Ew 10 sal in ji ber êşa xwe her cure dermanên êşbir û rihetkerên masûlkeyan bi kar tîne, lê derman bêbandor in. Ew nikare bimeşe û bisekine. Ew nikare li tu derê rûnê û ji ber ku bi salan e klozet tune ye, her çûna lavaboyê îşkence ye ji bo wî. Ew nikare li tu derê rûnê, ji bilî li ser kursiyekê û heta wê demê jî, ew dikare herî zêde 10 deqeyan li wir rûnê. Ji ber ku ew piraniya roja xwe di nav nivînan de derbas dike, li pişta wî birîn çêbûne û ji ber bêçalakiya wî, ew ji ber bêlêviûtevgeriyê bi zorê nefesê distîne. Rizîna hestiyê ranên wî pêşve çûye û rewşa wî xirabtir bûye. Di destpêka 2025'an de, ew ji bo dermankirinê veguhastine Girtîgeha Tîpa R ya Metrisê."
 
Gunduzalp xwest Vûral tavilê bê berdan.
 

Sernavên din

18/07/2025
16:28 Bernameya Mîhrîcana Mûnzûrê aşkera bû
15:42 Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê: Me piraniya cihên stratejîk kontrol kirin
15:35 Ji malbatan serlêdana ji bo Îmraliyê
15:28 Der heqê Siddik Guler de biryara tehliyeyê hat dayîn
15:10 NY’ê ji bo Siwêdayê banga lêpirsîna lezgîn kir
15:02 Platforma Elewiyan a Edeneyê: Bila ji bo Durzan korîdor bê vekirin
14:45 Li 7 bajaran ji bo jinên Elewî yên hatibûn revandin çalakî
14:32 Îdareya girtîgehê nav û rengê Amedsporê sansur kir
14:23 Di civîna komîsyonê de kîjan biryar hatin girtin?
14:11 Li Girtîgeha Dumluyê kiryarên 1980’an tên kirin
13:41 Dê li Meletiyê navê Sirri Sureyya Onder bidin jiyîn
13:38 Cara duyemîn e tehliyeya girtiyê 30 salan hat taloqkirin
13:24 Civîna komîsyonê ya li meclisê bi dawî bû
12:26 Ji bo 2 rojnamegeran beraet û rojnamegerekî ceza
12:12 Yildiz ê MHP’î parvekirinek bi pirtûka Abdullah Ocalan ve kir
11:47 Kurdên Anatoliya Navîn piştgiriyê didin pêvajoyê
11:46 Qeyûm wesayîta ku hatibû hîbekirin xwest û projeyên şaredariyê betal kir
11:24 Partî ji bo komîsyonê kom bûn
10:57 Li Mêrgomarê xweza tê talankirin
10:48 Li Rihayê ciwan dê di şahiya azadiyê de bên cem hev
10:40 ‘Divê sererastkirinên qanûnî bên çêkirin’
10:26 Di lêpirsîna ÎBB’ê de ji bo 18 kesan biryara binçavkirinê
10:22 Ozlem Bîlgî: Bêdengiya li dijî îstismara zarokan sûc e
10:08 Li Rihayê zêdetirî 200 civîn: Bila devlet gav bavêje
09:47 'Komxebata Dayikan' wê were lidarxistin: Bi baweriya Rêya Heq jin jiyan e
09:39 Li Sûriyeyê bi sedan jin hatin revandin
09:35 Ciwanên sosyalîst şopdarên kesên li Pirsûsê hatin qetilkirin in
09:34 Li taxên Rihayê civînên têkildarî pêvajoyê
09:32 Welatiyên Kopê: Divê dewlet gavên mezin biavêje
09:31 Dayika Aştiyê: Divê bi awayekî ewle rêya vegerê ji bo gerîla bê vekirin
09:27 Welatiyên Sêrtê: Ji bo pêvajo baş bimeşe divê Abdullah Ocalan azad be
09:26 Salih Muslim: Em teslîmbûnê qebûl nakin, divê feraset biguhere
09:23 Hevdîtin bi kesên ku çekên xwe şewitandin re kir: Veger tune ye, têkoşîn neqediyaye
09:07 Di merasîmê de zarokên xwe temaşe kirin: Cîhanê hêza teorîk û pratîk a Ocalan dît
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2025'AN
17/07/2025
23:19 SOHR: Hejmara kesên li Siwêdayê mirine gihîşt 516'an
23:11 'Kujerê Ayşeyê Cemîl Koç e, polîsên hevkar kujer diparêzin'
23:02 Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê dest bi greva birçîbûnê kirin
20:31 Qetilkirina Ayşe Tokyazê hat şermezarkirin
20:21 Li Girtîgeha Kirşehîrê bi 'darbeyê' gef li girtiyan hat xwarin
20:10 Êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
19:03 Fransayê dawî li hebûna xwe ya leşkerî ya li Senegalê anî
18:34 Bi girseyî serdana şîna Akyuzê ku li Tişrînê jiyana xwe ji dest da kirin
17:56 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Ji bo tevkariya li pêvajoyê divê rê li ber hevalên me bê vekirin
17:37 Li Enqereyê hevdîtinên balkêş
17:29 Endamên ESP û SKM'ê hatin berdan
16:13 Mecît Alagoz piştî 32 salan tehliye bû
16:02 ‘Tundiyên fîzîkî û dêrûnî li Pexşan Ezîzî tên kirin’
15:13 Civaka Durzan: Bila korîdorek ji bo Herêma Rêveberiya Xweser bê vekirin
14:34 Li Zaxo li ser bîrên petrolê êrişeke din pêk hat
14:19 Ji Şandeya Îmraliyê û Ozel daxuyanî: Dê temînat pêvajoyê civakî bike
14:16 ÎHD 39 salî ye: Divê peymaneke civakî ya nû bê çêkirin
13:32 Daxwazên jinan ên ji bo TÎS'ê
13:22 Ji ber barana li Pakîstanê 54 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:17 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel û destpê kir
12:13 Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş
12:01 Li Siwêdayê ‘ewlehî’ ji Durzan re hiştin
11:41 Ocalan ji Konferansa Ronakbirî ya Şengalê re peyam şand
11:17 Li Iraqê hejmara kesên di şewatê de mirin derket 61’an
11:15 İlayda Alkaş hat qetilkirin
11:14 Bi paradîgmaya Abdullah Ocalan ve perwerde didin
11:10 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyî diyar bûn
11:00 Piştî bi salan keça xwe dîtin: Em jî civaka demokratîk dixwazin
10:25 Parêzer Kutluay: Divê mafên zarokan neyên jibîrkirin
09:48 Li Girtîgeha Xarpêtê tundî li girtiyekî hate kirin
09:24 Akin Bîrdal: Agirê ku hat pêxistin bila bibe wesîleya aştiyê
09:23 Ahmet Karagoz: Divê hatina gerîlayan bi qanûnê bê misgogerkirin
09:21 Ciwanên Şoreşger ên herêma Derya Reş di rêya Kobanê de şehîd bûn
09:20 Şoreşa Rojavayê 13 salî ye: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
09:18 Hevserokê MED TUHAD-FED'ê: Divê karê ewil ê komîsyonê girtî bin
09:17 Dayikên Aştiyê: Gava yekemîn azadiya Ocalan e
09:16 Cizîrî: Xweza tê talankirin, germahî zêde dibe
09:14 Lobiya Îsraîl û Tirkiye-Şamê: Golanê bide Siwêdayê bigire!
09:05 Li Iraqê şewat: 50 kes mir
09:00 ROJEVA 17'ê TÎRMEHA 2025'AN
16/07/2025
16:57 Li dijî êrîşên li ser ziman bertek: Têkoşîna li hemberî înkarê dê bidome
16:37 Şewata li Îzmîrê hate tefandin
16:28 Ji ber deynê qeyûm şaredarî hate hecizkirin
14:53 Ji bo serbestberdana Ahmet Ozer serî li dadgeriyê dan
14:37 Ji bo Abdullah Akyuz şîn hate danîn
14:12 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bahçelî: Pêdivî bi danûsteninê heye
13:52 Ji bo zentûngehan li pêşiya Meclisê bang kirin: Qanûna dagirkirinê rawestînin
13:43 Îsraîlê ji hewayê ve êrişî Şamê kir
13:29 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê: Divê her kes hewl bide
13:22 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê li Kandirayê ne
12:23 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Davûtoglû re dest pê kir
12:21 Li Şemrexê ‘kargeha zarokan’ hate lidarxistin
12:14 SOHR: Li Siwêdayê 248 kes mirine
12:00 Şandeya Îmraliyê: Rola Wezareta Dadê ji bo pêvajoyê girîng e
11:36 Li Elkê 5 herêm hatin qedexekirin
11:35 DEM Partî: Em êrişa li dijî Durzan şermezar dikin
11:19 Şaredarê Şîleyê ji peywirê hat girtin
11:06 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Dadê re dest pê kir
10:55 Şaredarê Beylîkduzuyê sewqî ATK'ê hat kirin
10:55 Egîtîm Sen: Ji bo perwedehiya bi zimanê dayikê ‘mifredata aştiyê’ pêwîst e
10:42 Li Manîsayê agir bi daristanê ket
10:23 Holloway: Her gaveke tevgera kurd hêvî ye ji bo gelen cîhanê
10:15 Li Agiriyê zêdetirî 100 hevdîtin: Gel li benda sererastkirinên qanûnî ye
09:54 Birayê Aydinê ku çeka xwe îmha kir: Em dixwazin di nav me de be
09:51 TBB dê 'Koma Şopandina Aştiyê û Xebata Tenduristiyê' ava bike