STENBOL- Şaredarê Beylîkduzuyê Mehmet Mûrat Çalik ku di çarçoveya lêpirsîna li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de hatibû girtin, sewqî Saziya Tiba Edlî hat kirin.
Şaredarê Beylîkduzuyê Mehmet Mûrat Çalik ê CHP'î ku di çarçoveya lêpirsîna li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de hatibû girtin, sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) hat kirin. Dê li ATK'ê eşkere bibe ku ka tenduristiya Çalik ji bo mayina di girtîgehê de guncaw e yan na.
Parêzerê Çalik Melîh Koçhan, li ser hesabê xwe yê medyaya sanal daxuyand ku Çalik sewqî ATK'ê hatiye kirin û got: "Di rapora lijneya tenduristiyê de ku ji aliyê Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Katîp Çelebî ya Îzmîrê ve hat amadekirin, bi awayekî eşkere hat diyarkirin ku muwekîlê me nikare di girtîgehê de bimîne. Em bawer dikin ku dê Saziya Tiba Edlî jî nirxandina xwe di vî warî de bike û tespit bike ku muwekîlê me ji ber tenduristiya xwe nikare di girtîgehê de bimîne û vê yekê pesend bike."
Çalik berê ji ber pençeşêrê hatibû dermankirin, lê gava di girtîgehê de bû bi gumana lenfomayê hatibû emeliyatkirin û careke din ew şandibûn girtîgehê. Çalik ku piştî emeliyatê bi demek kurt li girtîgehê nerihet bûbû, anjiyo bûbû û paşê dîsa ew şandibûn girtîgehê.