ENQERE - 7 ciwanên ku ji welatên cuda yên Ewropayê hatin Enqereyê, ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re, serî li Wezareta Dadê dan.
Endamên Înîsiyatîfa Insisting On Freedom (Em ji bo azadiyê israr dikin) ku ji ciwanên Ewropî pêk tê, ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan û li Tirkiyeyê beşdarî hin çalakiyan bibin hatin Enqereyê.
7 ciwanên endamên însiyatîfê bi daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re, bi serlêdaneke nivîskî serî li Wezareta Dadê dan.
Di dema serlêdanê de parlamenterên Mûş û Colemêrgê yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Sumeyye Boz û Vezîr Parlak jî bi ciwanan re bûn.
Ciwanên ku serlêdan kirine ev in: "Merlin Wendt - Elmanya, Ji Bazên Ciwan ên Sosyalîst (Socialist Youth The Falcons); Mari Chureau - Fransa ji Ji bo Gel a Ekolojiya Civakî (For Social Ecology For People PEPS); Ritchy Thibault - Fransa, ji Ji bo Gel a Ekolojiya Civakî (For Social Ecology For People PEPS; Benni Dragone - Îtalya, çapemenî; Martina - Îtalya, ji Komuna Ciwanan a Enternasyonalîst (Internationalist Youth Commune); Marie - Elmanya, ji Komuna Jin ên Ciwan û Ciwan ên Demokratîk a YUNA; Giosve Vicidomini - Îtalya, Ji Rêxistina Ciwanan a Partiya UGS Sinistra Italiana."