NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer ragihand ku gter Îsraîl agirbestê paşguh bike ew ê di meha Îlonê de dewleta Filistînê nas bikin.
Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer ragihand ku eger Îsraîl agirbestê qebûl neke, ew ê di meha Îlonê de dewleta Filistînê nas bikin. Serokwezîr Starmer şertên xwe yên bingehîn wiha rêz kir:
"*Daxuyaniya pabendbûna bi pêvajoyeke aştiyê ya demdirêj ku dê çareseriyek du dewletan bidest bixe,
*Ji bo bidawîkirina rewşa tirsnak ya li Xezzeyê divê gavên girîng werin avêtin,
*Divê bi zelalî bê gotin ku Şerîaya Rojava nayê îlhaqkirin."
Starmer di daxuyaniya xwe de her wiha xwest ku Hemas hemû rehîneyan serbest berde û agirbestê qebûl bike.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jî hefteya borî ragihandibû ku ew ê di meha Îlonê de Filistînê nas bikin. Hefteya borî, Macron biryara xwe ya naskirina Filistînê li ser navê dewletê ragihandibû.Lêbelê, berevajî Starmer, Macron tu şertek li ser Îsraîlê ferz nekir.