MÊRDÎN - Cenazeyê rojnamevan Nîzamettîn Yilmaz ê ku li Yewnanistanê jiyana xwe ji dest dabû, li Dêrikê hate definkirin.
Xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Nîzamettîn Yilmaz ê ku di 11’ê Tîrmehê de li nexweşxaneyeke Yewnanistanê ku lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest dabû piştî 20 rojan li navçeya Dêrik a Mêrdînê hate definkirin.
Tevî rojnamevanên hevalên Yilmaz, Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER), rêvebirên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) beşdarî merasîma ceneazeyê Yilmaz bûn. Cenaze piştî nimêjê hate definkirini.
Piştî merasîma cenaze, girse ji bo sersaxiyê derbasî Mala Şînê ya Tacarlar bûn.