Bertek li dijî girtina Komeleya Avestayê

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtina Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avesta ya li Îzmîrê li Amed, Wan û Şirnexê bi çalakiyên girseyî hat protestokirin. Rêxistinên ziman girtina komeleyê wekî "berdewamiya asîmîlasyon û înkarê" bi nav kirin.
 
Li Wanê bi pêşengiya Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH), daxuyaniyek çapemeniyê li dijî girtina Komeleya Ziman û Çanda Avesta a li Îzmîrê hat dayîn. Di daxuyaniya  ku li Kolana Sanatê hat lidarxistin, pankarta bi nivîsa "Zimanê Kurdî xeta me ya söre destê xwe jê vekişînê" hat vekirin û gelek caran dirûşmên wekî "Zimanê me rûmeta me ye" û "Bê ziman jiyan nabe" hatin berzkirin. Gelek partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji hêla rêveberê Kurdîgehê Alî Ataman ve hat xwendin.
 
‘ZIMAN NASNAMEYA GELÊ KURD E'
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku zimanê Kurdî maf û nasnameya kolektîf a gelê Kurd e ü  wiha hatiye gotin: "Zimanê Kurdî rasterast bi hebûna gelê Kurd ve girêdayî ye. Ji ber polîtîkayên înkar û tunekirinê yên sedsalan, ev mafê jiyanê îro jî nayê naskirin. Gelê Kurd nikare bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibîne, û zimanê Kurdî bi rêbazên cûrbecûr berdewam tê astengkirin û qedexekirin. Tevî hewldanên ji bo avakirina aştî, demokrasî û edaletê di civakê de, êrîşên li ser zimanê Kurdî û Kurdan her roj bi awayên cûrbecûr berdewam dikin. Di çarçoveya van êrîşan de, di 31ê Tîrmehê de bi fermana Waliyê Îzmîrê serdegirtina polîsan li Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avesta hat kirin û di 1ê Tebaxê de komele hat girtin. Ev êrîş bi awayekî zelal nîşan dide ku helwesta li hember ziman û çanda Kurdî neguheriye û bi heman rêzên zext, sînordarkirin û qedexekirinê berdewam dike."
 
ŞIRNEX
 
Li navçeya Silopiya ya Şirmexê bi tevlîbûna Parlementerê DEM Partiyê yê Şirnex Mehmet Zekî Îrmez, endam û rêveberên DEM Partî û DBPê yên Silopiya, rêveberên Komeleya Çand û Ziman a Cûdî (Cûdî-Der), endam û rêveberên Saziya Çand û Ziman a Birca Belek û gelek welatî tevlî meşa ji ber avahiya DEM Partiyê destpêkirî bûn. Di meşê de dirûşmên, ‘Bê ziman jiyan nabe’ û ‘Zimanê kurdî rûmeta me ye’ hatin berzkirin.
 
Meş li Kolana Hunerê bi dawî bû û piştre Hevserokê Komeleya Çand û Ziman a Cûdî (Cûdî-Der) Omer Sansur daxuyanî xwend. Sansur di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser qedexeyên li ser zimanê kurdî û wiha axivî; “Zimanê gelê Kurd, mafê gelê kurd ê kolektîf û nasnameyî ye û têkildarî hebûna gelê kurd e. Di encama polîtîkayên bişaftin û înkarê yên sed salî de ev mafê jiyanî yê gelê Kurd heta niha hatiye tunehesibandin, gelê Kurd ji perwerdeya bi kurdî bêpar hatiye hiştin û zimanê kurdî her tim bi awayên cuda cuda rastî astengkirin û qedexeyan hatiye.”
 
Sansur di berdewama axaftina xwe de mohrkirina 1ê tebaxê ya Komeleya Çand û Ziman a Avestayê bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe; “Weke saziyên zimanê kurdî, em vê êrîşa li dijî Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê bi tu awayî qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin. Di vê pêvajoya hestiyar de ku ji bo pêkanîna maf û daxwazên gelê kurd û çareseriyê ked tê dayîn, lazim bû ku rê li ber êrîşeke wiha venebûya û rayedaran li gelê kurd, sazî û dezgehên gelê kurd rêz bigirtina. Lê mixabin berovajî vê yekê, komeleyeke ku bi rêya kargehên zimên û çalakiyên çandî ji sala 2018an ve li metropoleke wekî Îzmîrê xwedî li çand û zimanê kurdî derdikeve, em dibînin ku raydar bi neheqî û bi nêteke nebaş xebatên vê Komeleyê û xebatên zimanê kurdî asteng dikin.”
 
Sansur herî dawî pêkanîna li ser Komeleya Avestayê şermezar kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Weke gotina dawîn, gelê kurd ev ji sed salî zêdetir e ku ji bo ziman, çand û hebûna xwe tê dikoşe û heta ku mafê xwe yê perwerdeya bi kurdî û azadiya xwe bi dest nexe ew ê bi tu awayî dest ji têkoşîna xwe bernede. Weke saziyên zimanê kurdî, em careke din piştgiriya xwe ji bo Komeleya Avestayê derdibirin û didin zanîn ku êrîşa li ser Komeleya Avestayê êrîşeke li ser zimanê kurdî û gelê kurd e. Ji ber vê çendê, em vê kira Walîtî û Şaredariya Îzmîrê şermezar dikin û bi vê minasebetê, bangê li raya demokratîk û rayedaran dikin; êdî wext e ku mafê perwerdeya bi kurdî û statuya kurdî were cîbicîkirin û hiqûqa gelê kurd û gelan were naskirin.”
 
AMED
 
Komeleya Lêkolînên Ziman Çand û ya Mezopotamyayê (MED-DER) li ber avahiya xwe ya li navçeya Peyasê ya Amedê li dijî êrîşa li ser Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê ya ku bi destûra Walîtiya Îzmîrê û ji aliyê Şaredariya Konakê ya navçeya Îzmîrê ve hat mohrkirin daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek saziyên civaka sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Pankarta mezin a li ser “Bijî zimanê kurdî! Bijî têkoşîna zimanê kurdî! Perwerdeya bi kurdî, statuya kurdî!” hatibû nivîsandin hildan. Metna çapemeniyê ya bi zaravayê Kurmancî Murat Aydin, ya Kirmanckî jî Şukran Yakut xwend. Girseyê bênavber dirûşmeyên “Bê ziman jiyan nabe” û “Ziman jiyan azadî” berz kirin.
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer beriya daxuyanî axivî û ev tişt anî ziman: “Heta ku zimanê zikmakî bibe zimanê fermî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Çima her gel bi zimanê xwe diaxivin çima zimanê kurdî qedexe ye, divê zimanê me jî weke yê herkesî serbest bê axaftin.”
 
Daxuyaniya çapemeniyê bi vî awayî ye:
 
“Ziman û nasnameya kurd mafê gelê kurd ê rewa û hevpar e. Di heman demê de hebûna gelê kurd e. Di encama polîtîkayên bişaftin û înkarê yên sed salî de ev mafê jiyanî yê gelê kurd heta niha hatiye tunehesibandin. Gelê kurd ji perwerdeya bi kurdî bêpar hatiye hiştin. Zimanê kurdî, her tim bi awayên cuda rastî astengî û qedexeyan hatiye. Îro jî tevî hewldanên ji bo aştî û pêkanîna demokrasî û edaletê, di nava civakê de, roj bi roj bi rengên cuda êrîşên nû bi ser kurdî û kurdan de tên. Weke parçeyekî van êrîşan, 31ê tîrmehê, bi fermana Walîtiya Îzmîrê, bi hinceteke ji rêzê, bi ser Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê de girt û di 1’ê tebaxê de jî deriyê Komeleyê hat mohrkirin.
 
Ev êrîş, nîşan dide ku helwesta li hemberî ziman û çanda kurdî, hê jî neguheriye û li ser heman xeta astengkirin, sînorkirin û qedexekirinê ye. Weke saziyên çand û zimanê kurdî em vê êrîşa li dijî Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê bi tu awayî qebûl nakin û bi tund şermezar dikin. Di vê pêvajoya hesas de ku ji bo pêkanîna maf û daxwazên gelê kurd û çareseriyê, ked tê dayîn. Lazime ku rê li ber êrîşeke wiha venebûya û rayedaran li gelê kurd, sazî û dezgehên gelê kurd rêz bigirtina.
 
Lê berovajî vê yekê, komeleyeke legal ku bi rêya kargehên ziman û çalakiyên çandî ji sala 2018an ve li metropoleke wekî Îzmîrê xwedî li çand û zimanê kurdî derdikeve. Em dibînin ku rayedar bi neheqî û bi armanceke nebaş xebatên vê Komeleyê û xebatên zimanê kurdî asteng dikin.
 
Em careke din,  bi bîra rayedaran dixin ku ne maf û hedê tu kesî ye, êrîşên bi vî rengî li nasname, hebûn û zimanê kurdan bike. Ziman rasterast nasname û hebûna gelê kurd e. Êrîşên bi vî rengî, li dijî gelê kurd, nirxên gelê kurd û nasnameya gelê kurd, , bêtehemuliyekê nîşan didin. Em vê êrîşa li ser Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê, weke êrîşeke li ser zimanê kurdî û nasname û hebûna kurdan dizanin.
 
Ji ber vê yekê, divê êrîşên wisa  demildest bêne rawestandin. Muameleyên ku serê pêşîn bi destê Walîtiya Îzmîrê, paşê jî bi destê zabiteyên Şaredariya Îzmîrê pêk hatine, divê ji paş ve bên kişandin. Gelê kurd ev ji sed salî zêdetir e ku ji bo ziman, çand û hebûna xwe têdikoşe û heta ku mafê xwe yê perwerdeya bi kurdî û azadiya xwe bi destnexe wê bi tu awayî dest ji têkoşîna xwe bernede.
 
Em hemû saziyên zimanê kurdî, careke din piştgiriya xwe ji bo Komeleya Avestayê didin zanîn ku êrîşa li ser Komeleya Avestayê êrîşeke li ser zimanê kurdî û gelê kurd e. Ji ber vê çendê em vê kiryara Walîtî û Şaredariya Îzmîrê şermezar dikin. Bi vê minasebetê, bangê li raya demokratîk û rayedaran dikin. Êdî wext e ku mafê perwerdeya bi kurdî û statuya kurdî bê bicihkirin û hiqûqa gelê kurd û gelan bê naskirin.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
 

Sernavên din

10/08/2025
13:41 Îsraîl dê 430 hezar leşkerên cîhgir seferber bike
13:33 Li Anamurê agir bi daristanê ket
13:29 Bahçelî: Li bendê ne ku xebatên pêvajoyê heta dawiya salê temam bibin
13:26 Li Samandagê hişyariya provokasyonê: Em çanda xwişk-biratiyê biparêzin
13:14 Li Wanê di şewatê de 4 dikan şewitîn
12:15 Şîna Bêrîtan Aktaş bi girseyî hate ziyaretkirin
12:15 CPT: Tirkiyeyê di Tîrmehê de 18 caran êriş kir
11:39 Li Bagcilarê di avahiyeke 13 qat de şewat derket
11:38 Li Îranê li dijî navenda polîsan êriş hate kirin
11:38 Li Brezîlyayê qeza: 11 kes mirin 45 kes birîndar bûn
11:37 Tundiya mêr: Du jin hatin qetilkirin
11:33 Di bin siya ‘Pêvajoya aştiyê' de li Kurdistanê qirkirina ekolojiyê
10:35 Hejmara 128’an a kovara Jinê derket
10:30 Ferda Fahrîoglû: Divê rêxistinên civaka sivîl di têkoşîna aştiyê de cih bigirin
10:29 Li Geliyê Periyê xebatên jeotermalê: Armanc koçberkirin e
09:44 Gundên Sêweregê bê av û ceryan in: Kes çareser nake
09:36 'Divê goristan bên çêkirin û rê bidin serdanên malbatan’
09:21 Girtiyê ku lêgerîna nava dev red kir hat derbkirin
09:20 'Heke ji bo çareseriyê israra wan hebe wê demê bila mafê hêviyê cîbicî bikin’
09:00 ROJEVA 10’Ê TEBAXA 2025’AN
09/08/2025
16:49 Amedspor bi Mbaye Diagne re li hev kir
15:54 Ji bo bîranîna rojnamevan Denîz ê ku JÎTEM'ê ew qetil kir pêşangeh hat vekirin
14:54 Bi girseyî serdana şîna Welat Hazirê HPG'î hat kirin
14:32 Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: Li Girtîgeha Qerçekê îşkence heye
14:25 Dayikên Şemiyê ji bo rojnamevan Ferhat Tepe doza edaletê kirin
14:15 'Bila komîsyon aqûbeta kesên bi darê zorê hatine windakirin derxîne holê'
13:47 Fîdan bi Sîsî re civiya
13:43 Hûsiyan êrişî Îsraîlê kirin
12:15 Li Amedê Komxebata Aştiyê: Divê em bi hev re aştiyê ava bikin
11:47 Hikûmeta Şamê ji hevdîtinên li Parîsê vekişiya
11:33 Trump û Putîn wê li Alaskayê bicivin
11:28 Şêniyên Wan û Gimgimê: Em misogerkirina qanûnî dixwazin
10:24 Cinayeta ku 33 sal in nehatiye ronîkirin: Kevneşopiya wî didome
09:41 Di 2 salan de li 3 girtîgehan 56 caran berdana girtiyan hat taloqkirin, înfaza 16 girtiyan hat şewitandin
09:19 Talankirina ekolojiyê kaniyên Şirnexê ziwa kirin
09:05 Ji Şaredariya Peyasê li dijî cinayetên jinan plana çalakiyan
09:03 Wezaretê berpirsiyariya xwe ya di qirkirina daristanan a bi destê cendirme û cerdevanan de qebûl nekir
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2025'AN
08/08/2025
22:20 Ji Abdullah Ocalan ji bo gelê Kampa Mexmûrê name
21:11 Civîna sêyem a komîsyonê wê di 12’ê Tebaxê de be
16:34 Encamnameya Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyan: Çareserî Sûriyeya nenavendî ye
16:24 'Em ê Sûriyeyeke hemû kesî hembêz dike ava bikin’
16:13 Şewata li Çanakkaleyê nêzî jîngehan bû
15:55 Denîz Firat di sala 11’emîn a qetilkirina xwe de hate bibîranîn
15:45 Şewata li Licê hate vemirandin
14:55 Ji Elewî û Durziyan peyama yekhelwestiyê: Çareserî, pergala nenavendî ye
14:54 Jinên Beluc: Heta edalet pêk tê em ê nesekinin
14:34 Guler, Yerlîkaya û Kalin beriya civîna komîsyonê hatin gel hev
14:08 Di 10 rojan de 8 hezar îmze: Bila eko-qirkirin bi dawî bibe
14:02 Kurtulmuş: Em mecbûr in pêvajoyê bi baldarî birêve bibin
13:54 Dozgerê Dadgeha Bilind xwest cezayên di doza Narîn Guranê de bên erêkirin
13:51 Li Mêrdînê mirina bi guman a 2 jinan
13:23 ÎSÎG: 204 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
13:15 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyan': Piranîparêzî ne gef e lê hêz e
12:30 HPG: Êrişên Tirkiyeyê berdewam in
12:09 Ji bo bîranîna rojnameger Huseyîn Denîz dê pêşangeh bê vekirin
12:08 Odeya Bijîşkan a Rihayê ji ber birîna ceyranê hişyarî da
11:55 Li Şirnexê 3 ton û 112 kîloyên goştê ne bihîjyen hatin tunekirin
11:29 Ermenistan û Azerbaycan dê peymanê mohr bikin
11:01 Ji bo meşa ciwanan bang: Em ê ji ruhê serdema nû re bibin bersiv
10:27 Ji Serokê TÎHV’ê Bakkalci ji bo komîsyona ‘pêşniyarên pêvajoyê’
10:26 Temellî: Meclis dê pêşniyarên komîsyonê qanûnî bike
09:43 'Aştiya civakî ji bo jiyaneke ewle ya jinan girîng e'
09:42 Rûdawê medyaya hewzê jî derbas kir: Banga ‘teslîm bibe’ ya li HPG’iya jiyana xwe ji dest dayî hatiye kirin weşand!
09:17 Îsraîlê ‘plana kontrolkirina Xezeyê’ erê kir
09:10 Li Tatosê bi pêşniyazên jinan projeyên çareseriyê tên pêkanîn
09:02 Nivîskar Kural: Çareserkirina pirsgirêka Kurd tekane rêya jiyîna nasnameya Çerkesan e jî
09:01 Rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam nebaş e
09:00 Xebatkarên Perî Tekstîlê: Em ê bitêkoşin
09:00 Dozger poşmanîtî li girtî ferz kir: Berdana wî salekê hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 8’Ê TEBAXA 2025’AN
07/08/2025
16:57 Li Dihokê goreke komî hate dîtin
16:52 Kurtulmuş: Pêvajo ne pêvajoya mizakereyê ye
16:51 2 jin ji hêla hevjînên xwe ve hatin qetilkirin
16:46 Şaxa ÎHD’a Dêrsimê: Binpêkirinên li bajar gefê li mafê jiyanê dixwin
16:24 Jinên Beluc: Em bang li her kesî dikin ku bibin dengê me
16:01 Li rojnamegera tev li danişînê nebû cezayê kelemçeya elektronîk hat birîn
15:51 Varişli ku tehliyeya wî ji bo 6 mehan hatibû taloqkirin hate berdan
14:43 Meclisa Dayikên Aştiyê ji bo hevdîtina bi Ocalan re dê serlêdanê bikin
14:20 Li Boluyê şewat derket
13:36 Endamê komîsyonê yê DEM Partiyê yê nû bû Celal Firat
13:35 Li Elkê qirkirina daristanan: Xaka welat veguherandin çolistanê
13:07 Ayşegul Dogan: Em di qonaxeke krîtîk de ne û hewcehî bi têkoşînê heye
13:06 Xebatkarên ODTU’yê dest bi grevê kirin
13:05 Xwendekar dê bi rojeva ‘pêvajoyê’ komxebatê li dar bixin
11:52 Berteka gardiyan a li dijî pêvajoyê: Zext li girtiyan kirin, heqaret li Bahçelî kirin
11:44 Saruhan Oluç: Em ê ji bo yasayên entegrasyonê pêşniyaran bikin
11:00 Demokratîk Modernîte bi manşeta ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ derket
10:38 Abdulbakî Erdogmuş: Muxatab Ocalan e, divê komîsyon pê re hevdîtinê bike
10:34 Çand û dîroka Kurdan li dîwaran neqişand
10:05 11 salên bêyî Denîz Firat: Heya nefesa xwe ya dawî qeyd kir
09:50 'Şert û merc dê bikin ku îktîdar gavan biavêje’
09:17 Du bira, du zarok, bav û biraziyê xwe winda kir: Em aştiyê dixwazin
09:04 Girtiyê nexweş Latîf Akay bi mirinê re rû bi rû ye
09:03 TUAY-DER: Divê girtî wekî kirdeya pêvajoyê bên dîtin
09:02 Dê li 13 navendan şahî, mitîng û meş bên lidarxistin
09:02 Hestiyên kurê wî di qutiyê de hatibûn radestkirin: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
09:00 ROJEVA 7’Ê TEBAXA 2025’AN
06/08/2025
16:59 Li Girtîgeha Sîncanê bi hinceta ‘protestoya 15’ê Sibatê’ ceza dan 12 girtiyên jin
16:25 Konseya Bajar a Wanê bi tevlibûna 3 hezar kesan civiya