* Wezîrê Karê Navxweyî Alî Yerlîkaya ku pirsa darên ji aliyên cerdevanan tên birîn hat pirsîn, got ku "ev ne peywira wî ye."
* Di ser qetilkirina nûçegihan û nivîskarê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Denîz re 33 sal derbas bûn. Keça wî Zozan Denîzê got: "Hevrêyên bavê min kevneşopiya çapemeniya azad didomînin."
* Welatiyên li Wanê û navçeya Gimgimê ya Mûşê diyar kirin ku ew aştiyeke birûmet dixwazin û daxwaz kirin ku mafên kurdan bi destûra bingehîn werin misogerkirin.
* Li girtîgehên Riha û Tokatê di 2 salan de 56 caran berdana girtiyan hatiye taloqkirin û înfaza 16 kesan jî bi temamî hatiye şewitandin.
* Li Şirnexê gelek çem û robar di salên dawî de ji ber texrîbata li ekolojiyê û krîza avhewayê bi temamî ziwa bûne.
* Çalakiya Xizmên Windayan dê li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê bidome. (12.00)
* Dayikên Şemiyê dê cara 1062’yemîn li Qada Galatasaray bicivin. (12.30)