Kete: Bila Ocalan li Meclisê were guhdarkirin

  • rojane
  • 09:57 27 Tebax 2025
  • |
img

ENQERE -  Hevserokê DAD'ê Zeynel Kete ku diyar kir ku divê Abdullah Ocalan di Komîsyona Meclisê de were guhdarîkirin û got, "Divê Ocalan û ekîba wî werin Meclisê. Anîna cem hev a partiyan, pêvajoya aştiyê xurtir dike."

 
Xebatên Komîsyona Meclisê ya ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin berdewam dike. Di vê çarçoveyê de partiyên siyasî ji bo hejmareke zêde navan di komîsyonê de bên guhdarkirin vexwendîname şandin. Hevserokê Giştî yê Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DAD) Zeynel Kete ku ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokratîk a Gelan (DEM) ve hat pêşniyarkirin, der barê pêvajoyê de axivî.
 
Kete anî ziman ku di dîroka sedsalî ya komarê de cara ewil e komîsyonek wiha hatiye avakirin û destnîşan kir ku Destûra Bingehîn a 1924'an li ser yekparêziyê hatiye avakirin. Kete da zanîn ku ruhê destûra bingehîn bi têgihiştina 'yek ziman, yek ol, yek mezheb, yek nîjad, yek tîp' ava bûye û ev yek jî veguheriye bingeha qanûnî ya ewlekariyê û operasyonên li dijî yên din.
 
‘PÊVAJOYA ÎNKARÊ BI DAWÎ BÛYE’  
 
Kete diyar kir ku civak jî mîna xwezayê yekperestiyê qebûl nake û got, "Çawa ku xweza ji hezar rengan pêk tê, rastiya civakî jî yekperestiyê red dike. Di navenda pirsgirêkên hatine jiyîn de pêvajoyeke înkar û tunekirinê hebû. Gelek sedemên pêvajoya nû ya hatiye destpêkirin hene. Bi giştî şerekî ku di ser sedsalekê re dewam kiriye, bi taybetî di nava çil salan de her şer hebû. Di daxuyaniya ku hat dayîn de gelê Kurd hatiye naskirin, pêvajoya înkarê bi dawî bûye û êdî gelê Kurd hatiye wê astê ku bikaribe xwe îfade bike. Ji niha û pê ve pêvajoyeke azadiyê ye."
 
Kete bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê û anî ziman ku dema hewl tê dayîn mirov bi zimanê xwe biaxivin nayê qebûlkirin û wiha got: "Bi awayekî xwezayî, ji bo mirov bi Kurdî, Ermenî, Laz, Tirkî yan jî zimanekî din bi zimanê xwe yê dayikê biaxive, fermaneke heq heye."
 
QETILKIRINA ELEWIYAN 
 
Kete ku bal kişand ser girîngiya aştiyê ya di baweriya Elewîtiyê de û diyar kir ku di dîrokê de Elewî rastî qirkirin û komkujiyên dijwar hatine û di serdema netew-dewletê de herî zêde rastî van komkujiyan hatine. Kete bibîr xist ku piraniya komkujiyên Elewiyan ên li Îran, Iraq, Sûriye, Rojhilata Navîn, Mezopotamya û Tirkiyeyê di dema modernîteya komarê de rû dane û wiha axivî: "Ji ber ku bi vî rengî ye, tevkariya Elewiyan li pêvajoya aştiyê gelekî girîng e. Civakek çiqasî ji bo aştî û demokrasiyê, ji bo heqîqet û azadiyê têkoşiya be û berdêl çiqasî bide jî ewqasî çanda demokrasî û aştiyê diparêze.”
 
DAXWAZÊN ELEWIYAN
 
Kete têkildarî daxwazên civaka Elewî axivî û wiha got: “Cihên me yên pîroz û şûnwar hene. Di destpêkê de gelek dergahên Elewî-Bektaşî yên ser bi serdema Hecî Bektaşî ji aliyê dergah û zaviyeyan ve hatine desteserkirin, mal û milkên wan hatine desteserkirin, veguherandine mizgeftan û veguherandine muzeyan. Ev dergahên pîroz divê bi pêvajoyeke siyasî ya aştiyane û demokratîk, bi taybetî bi komîsyonê re vê mijarê bînin rojevê, ji civak û xwediyên wan ên mafdar re bên restorekirin. Wekî din nêzîkatiyeke azadîparêz û laîk esas e. Me li hemberî vê yekê pêşniyara 'Konseya Karên Baweriyê' kir. Divê dewlet mesafeya wekhev ji hemû baweriyan biparêze. Divê yek bawerî li dijî baweriyeke din çekeke hilweşîner neyê bikaranîn. Divê dewlet baweriyê weke çekeke îdeolojîk bikar neyne. Divê feraseta yekperest a di perwerdeyê de di zûtirîn demê de bê rakirin û hemû dane û çavkaniyên nivîskî yên têkildarî bîrdoziya fermî bi cotstandartî di pirtûkên dersê de ku Elewiyan marjînal dike tavilê bên rakirin Divê li dibistanan dersên li ser baweriya Elewiyan ji aliyê mamosteyên Elewî ve bên dayin. Li Tirkiyeyê mufredateke Îslamî dikare hebe ku daxwaza perwerdeya olî dike, divê di çarçoveya demokratîk de jî li gorî daxwazê be.”
 
‘BILA OCALAN LI MECLISÊ WERE GUHDARÎKIRIN’
 
Kete da zanîn ku divê Abdullah Ocalan di komîsyonê de bê guhdarkirin û wiha got: "Hebûna Birêz Abdullah Ocalan û ekîba wî ya li Meclisê an jî komîsyona Meclisê ku biçe Îmraliyê dê vê pêvajoyê baştir bike. Civakê de kesên ku aştiyê diparêzin zelal dike. Bi rengekî divê werin cem hev. Guhdarîkirina li hev, hem wê têgihiştina zîhniyeta dewletê ya anormal a hewl dide vê pêvajoyê sabote bike bêbandor bike, hem jî bi hêsanî têgihiştinên hewl didin rêya têkoşîna aştiyê asteng bikin, ji holê rake."
 

Sernavên din

02/09/2025
09:02 Vegeriya gundê xwe yê 30 sal berê hatibû valakirin: Ez ê têkoşîna xwe li vir bidomînim
09:00 ROJEVA 2’YÊ ÎLONA 2025’AN
01/09/2025
21:48 Tulay Hatîmogûllari: Em wêrek bin û gavên berbiçav biavêjin
21:40 Li Amedê bi deh hezaran kes meşiyan: Em nêzî azadiyê ne
19:58 Di çalakiyên 1'ê Îlonê de doza azadiya Ocalan hat kirin
19:32 Der barê Bakirhan û Ozel û 4 parlamenteran de fezleke
19:13 Li Amedê di meşa 1'ê Îlonê de posterê mezin ê Ocalan hat vekirin
15:12 Çalakiyên 1’ê Îlonê: Ji bo çareseriyê divê biisrar û wêrek bin
14:49 Li Şirnexê li qada komirê şewat derket
14:03 Ji baroyan daxuyanî: Ji bo daraza serbixwe û pêvajoyê gavan biavêjin
13:51 Plana Trump a Xezeyê: Dê 10 salan di bin kontrola DYA’yê de be
13:46 Li Darfourê êrişên hewayî: Herî kêm 19 kes mirin
13:45 Baroya Amedê der heqê Cumhuriyetê de serlêdana sûc kir
13:36 TJA: Hevgirtina jinan a li dora banga Ocalan dê misogeriya jiyana azad be
12:36 DFG: Zext didomin, 33 rojnameger girtî ne
12:20 Abdullah Ocalan: Ez bangî hemû Kurdan dikim ku li ser zemîneke demokratîk bibin yek
11:44 Xelkê Wanê: Bila bi nave aştiyê serî li rêyên cuda nedin, divê pêvajoyê temam bikin
11:18 Bîlançoya erdheja li Efxanistanê giran dibe: Hejmara miriyan derket 622'yan
11:09 Psîkanalîst a Fransî Roudinesco: Ez piştgiriyê didim banga Ocalan
10:57 Ji bo rojnamegerên li Xezeyê hatine qetilkirin piştevaniya kûrewî
10:43 Peyamên 1’ê Îlonê: Li dijî şer em mil bidin milên hev
10:42 Akademîsyenê Aştiyê Demîrer: Peywirên me hemûyan hene
10:35 Gokdemîr ê OHD’î: Divê statuya Kurdî bê naskirin û qanûnên pêwîst bên çêkirin
09:57 Xwebûn bi manşeta ‘Aştî weşiya komeliya’ derket
09:52 Îsraîlê biryara dagirkirina ‘Şerîaya Rojava’ da
09:51 Derdora Bendava Tişrînê careke din hate bombebarankirin
09:39 'Bila çand û zimanê Kurdî di destûra bingehîn de bê misogerkirin’
09:06 Daxwazên di mitînga Rihayê de derketin pêş: Wekhevî û azadî
09:02 Kongreya Beluc a Kanadayê hate avakirin
09:00 ROJEVA 1’Ê ÎLONA 2025’AN
08:54 Li Efxanistanê erdhej: Herî kêm 250 kesan jiyana xwe ji dest dan
31/08/2025
22:41 Îsraîl: Berdevkê Hamasê Ebû Ubeyde hat kuştin
22:36 Li Xarpêtê çalakiya 1'ê Îlonê
22:29 Tulay Hatîmgûllari: Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
21:27 Bakirhan: Piştî vê saetê hûn nikarin Ocalan di hucreyeke 12 metrekareyî de hepsî bikin
21:18 Ayla Akat Ata: Heya li Îmraliyê tecrîd hebe aştî çênabe
18:43 Polîsan nehişt şîna Şîrîn Işikê bê danîn
18:34 Li Kadikoyê bi beşdariya bi hezaran mîtînga aştiyê
18:30 Li Agiriyê banga meşa aştiyê
16:23 Ji Abdullah Ocalan peyama 1’ê Îlonê: Aştî ne temeniyek, rastiyeke şênber e
16:16 Di ‘Mitînga Aştiyê’ de posterê Abdullah Ocalan hate hilgirtin
14:33 'Mitînga Aştiyê' ya Stenbolê: Divê pêşiya pêvajoyê were vekirin
14:31 'Madem em ê di dewletê de cih bigirin wê demê nasnameya Kurdan qebûl bikin’
14:09 Şîna Bahaddîn Ay bi girseyî hate ziyaretkirin
14:01 HPG: Êrişên Tirkiyeyê berdewam in
13:53 NY’ê ji bo Şerîfe Mihemedî ji Îranê re name şand
12:51 Kolombiyayê îxrackirina komirê ya ji Îsraîlê re bi temamî qedexe kir
12:50 Civaknasê Amerîkayî Calhoun piştgirî da pêvajoyê
12:05 Li Sûriyeyê 800 kesayetan ji bo hevdîtina bi Ocalan re îmze dan
12:05 Ji bo ‘Meşa Aştiyê’ ya li Agiriyê banga tevlibûnê
11:46 Akademîsyen Berwarî: Iraq di çarçoveya tifaqan de tê dabeşkirin
11:07 Mazlum Ebdî: Sûriye dê nebe Sûriyeya beriya 2011’an
10:56 Li ser X’ê hashtag a #RojinİçinYargıYolunuAçın hate vekirin
10:47 Hamasê mirina Muhammed Sînwar piştrast kir
10:44 Redkarên wijdanî ji bo komîsyon li wan guhdarî bike serlêdan kirin
10:03 ‘Heke hûn pêvajoyekê birêve bibin divê hûn bi muxatabê wê re hevdîtinê bikin’
09:45 Hejmara 131’emîn a kovara Jinê derket
09:36 Guzel ê piştî 33 salan hate berdan: Divê Komîsyon erka xwe pêk bîne
09:12 Daxwaza Komeleya Lêkolînên Kurdî: Ji Kurdî re statu, perwerdeya bi Kurdî
09:00 Qeydên ANKA-DER’ê dest pê kirin
09:00 ROJEVA 31’Ê TEBAXA 2025’AN
30/08/2025
17:01 Li Qamişloyê panela ‘Ber bi Sûriyeke pirreng û nenavendî ve’
16:40 Meclisa Ziman a Konseya Bajêr rêveberiya xwe diyar kir
16:20 Rêveberiya Nûnertiya TUAY-DER a Êlihê diyar bû
16:11 Îtalyayê hemwelatiya fexrî da sê jinên ku cezayê îdamê li wan hatiye birin
16:06 Daxwaza edaletê ya xizmên windayan didome
16:04 Roja Windakirinên Bi Zorê: Ji ÎHD’ê 10 daxwaz
15:51 Nasnameya jina ku di Gola Wanê de hat dîtin diyar bû
15:42 Ji bo girtiyên nexweş Tenzîle Acar û Emîn Aladag daxwaza berdanê
15:33 Li daristanên Westanê şewat derket
15:24 Bafil Talebanî bû serokê Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Welatên Erebî
15:07 Piştî 30 salan li Amedê hate pêşwazîkirin
14:02 Li Kerboranê agir bi daristanê ket
13:47 Di civîna nivîskarên Kurd de peyama ‘yekitiyê’ hate dayîn
13:23 Dayikên Şemiyê: Aştî bi ronîkirina paşerojê pêkan e
13:22 Bi girtiyan korîdorên girtîgehê didin paqijkirin
13:17 Bernameya 1'ê Îlonê ya Stenbolê diyar bû
12:46 Jinên ku beşdarî Kursiya Aştiyê bûn: Em ê piştgriyeke mezin bidin pêvajoyê
12:45 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 39 çete hatin girtin
12:43 Piştî hat berdan bi 7 mehan jiyana xwe ji dest da
12:38 Banga meşa 1'ê Îlonê ya Amedê
11:53 Endamê Komîsyonê Ekmen: Demokrasî û edaletê baweriya bi pêvajoyê xurt bike
11:38 Li Rihayê mirineke biguman
11:07 Li Behra Reş gund bi gund civînên pêvajoyê: Fikar û pêşniyar bi Ocalan re hate parvekirin
10:07 Banga ji bo 1'ê Îlonê: Em bi ruhê Newrozê pêşwazî bikin
09:44 Şaredariya Erdîşê tevî deynan jî xizmeta ji bo gel paşguh nake
09:39 Birca dîrokî ji gel re girtî ye
09:26 Parêzer Akin: Tecrîd didome, bendewariya gel gavên berbiçav e
09:12 ‘Berdana girtiyên nexweş gava herî berbiçav a ji bo aştiyê ye'
09:03 Ji ESP'ê xebata civakîkirina pêvajoyê
09:00 ROJEVA 30'YÊ TEBAXA 2025'AN
08:51 Li Hesekê li dijî DAIŞ’ê operasyon
08:36 Li Rihayê navçe bi navçe xebatên ji bo 1’ê Îlonê didomin
29/08/2025
21:01 Çalakiyên 1'ê Îlonê: Divê bingeha qanûnî ya pêvajoyê bê çêkirin
20:59 Li Şirnexê ferzkirina sîxurtiyê ya li xwendekaran hat protestokirin
16:26 Li Silêmaniyê helîkopterek kete xwarê
16:25 Heşîşa leşkeran şewitandî rê li ber şewatê vekir
16:24 Jinan bertek nîşanî xutbeyên Diyanetê dan: Em dev ji mafên xwe bernadin
16:05 Şîna Berat Nazlican bi girseyî hate ziyaretkirin
15:23 Şandeya DBP’ê û DEM Partiyê gora Celal Talabanî ziyaret kirin