STENBOL - Tehliyeya girtî Halîl Ay bi hinceta ku têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk şîrove nekir, ji bo 3 mehan hate taloqkirin.
Tehliyeya Halîl Ay ê ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a bi Ewlekariya Billind a Tekîrdagê tê ragirtin, ji bo 3 mehan hate taloqkirin. Înfaza cezayê Ay di 19’ê Tebaxê de temam dibû. Lijneya Îdarî û Çavdêriyê di civîna nirxandinê ya der heqê Ay de îdiaya “nebaşhaliyê” kir û tehliyeya Ay ji bo 3 mehan taloq kir.
REXMÊ PUANÊ WÎ YA BILIND JÎ TEHLIYE ASTENG KIRIN
Lijneyê, ji bo biryara taloqkirina tehliyeya Ay hincetên weke "poşman nîne", "di qawîşa girtiyên siyasî de dimîne" û "di salên berê de tev li çalakiyan bûye" nîşan da. Herwiha Lijneyê diyar kir ku Ay ji pirtûxaneya girtîgehê pirtûk xwsestine û beşdarî aktîvîteyên werzîşê bûye û rewşa wî “erênî” nirxandibû. Di biryarê de hate diyarkirin ku girtiyên 40 pûan werdigirin tên tehliyekirin û Ay jî 44.08 pûan girtiye. Lêbelê rexmê vî pûanê jî biryara tehliyeya Ay nehate dayîn. Lijneyê di biryarê de bi hinceta “nebaşhalî” tehiyeya Ay asteng kir.
ŞÎROVENEKIRINA PÊVAJOYÊ SÛC HATE HESIBANDIN
Herwiha Lijneyê, bersivnedayîna Ay a ji bo pirsên têkildarî pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd kire hinceta astengiya tehliyeyê. Lijneyê di biryara xwe de got “têkildarî pêvajoya aştiyê ya rêxistina terorê de tu agahî parve nekiriye.”
Ji bo nirxandina tehliyeya Ay dê lijne di 19'ê Mijdarê de dîsa bicive.
DER HEQÊ AY DE
Ay, di 2027’an de hate binçavkirin û girtin. Ay bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “zirardayîna malê cemaweriyê" 12 sal û 11 meh cezayê hepsê lê hate birîn.
MA / Omer Îbrahîmoglû