Çalakiyên 1'ê Îlonê: Divê bingeha qanûnî ya pêvajoyê bê çêkirin

  • jin
  • 21:01 29 Tebax 2025
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN – TJA’yê li Amedê bi dirûşmeya “Ji bo civakeke azad û demokratîk em jin tên gel hev” kursiya aştiyê danî û daxwazên xwe yên li ser aştiyê anîn ziman.
 
1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê wê li Amedê bi girseyî were pîrozkirin. TJA'yê ya Amedê têkildarî vê rojê dest bi xebatan kiriye. TJA’yê li ber Yek Derî ya navçeya Sûrê ya Amedê kom bûn û “Kursiya Aştiyê” danî. Parlamentera Amedê Adalet Kaya, parlamentera Mûşe Sumeyye Boz, aktivîstên TJAyê û gelek jin tev li hevdîtinê bûn. Jinan li derdorê  bi alên TJAyê xemilandin û pankartên “Jin Jiyan Azadî, Bijî 1ê Îlonê”, “Niha dema kombûnê ye”, “Em ji bo avakirina soza aştiya jinan li ba hev in” û “Ji çanda kurdî re azadî” vekirin. Li vir ewilî jinan li ser Sûrê pankarta “Jin Jiyan Azadî” daliqandin û li ber erbaneyan govend gerandin.
 
Piştî govendê jin yek bi yek derketin li ser kursiyê û li ser aştiyê fikrên xwe anîn ziman.
 
Jinan diyar kirin ku ji bo jinên hatine qetilkirin soza me avakirina yekitiya jinan e û wiha axivîn: “Şerê Cîhanê yê 2’yemîn  di  1ê Îlonê 1939an de dest pê kir û gelek kes hat kuştin. Ew bû roja aştiyê. Jin gelek êş kişandine. Divê aştî bi pêşentiya jinan bê avakirin. Tev li bûna jinan ya aştiyê divê ne sembolîk be. Jin pêşeng bin. Jinên kurd peyama aştiyê ji xwe re esas girtiye.”
 
Paşê Hulya Alokmen li ser navê TJAyê axivî. Hulya Alokmen diyar kir ku jin aştiyê dixwazin û wiha axivî: “Şer xirabiye û kuştin e. Pergala desthilatdar heta îro jin di malê de fetisandiye. Lê em jin dixwazin jiyanek nû biafirînin. Em ê li her derê dengê xwe bilind bikin. Têkoşîna azadiyê bidomînin.”
 
Li ser navê Dayikên aştiyê Afîfe Kartal axivî û hatina wan li vir anî ziman: “ Îro em ji bo aştiyê li vir in. Em naxwazin jin bên kuştin. Birêz Abdullah Ocalan rêya aştiyê vekir. Em ê pişt şopa xwe û xwîna zorkên xwe bin. Aştî xweş e, şer xirabî ye.”
 
Paşê Hevseroka OHDê şaxa Amedê Zeynep Karayilan axivî. Zeynep Karayilan diyar kir ku divê mafê hêviyê pêk were û wiha axivî: “Birêz Abdullah Ocalan ji bo aştiyê têdikoşe. Birêz Abdullah Ocalan û tevahî girtiyên siyasî bên berdan. Em ê aştiyê mezin bikin.”
 
Paşê Mîne Karataş derket ser kursiyê û wiha axivî: “Li meclîsa Tirkiyeyê dema ku dayikên aştiyê xwestin bi kurdî biaxivin hatin astengkirin. Em vê şermezar dikin. Hêj jî dijminatiya li ser zimanê kurdî didome. Duh jî karkerên kurd li Nîgdeyê rastî êrîşan hatin. Divê kurd bi zimanê xwe re azad bijîn. Divê her kes her derî bi kurdî biaxive.”
 
Dû re Parlamentera Amedê Adalet Kaya axivî. Adalet Kaya diyar kir ku ew îsal ji Roja Aştiyê gelek bi hevî ye û wiha axivî: “Em bi salan e têkoşîna aştiyê didin. Em ê bibin avakarên aştiyê. Piştî banga birêz Abdullah Ocalan pêvajo dest pê kir. Bi dehan sal me li ber xwe da û îro deriyê aştiyê vebû. Ji bo aştî  mayînde bibe divê jin jî tev li pêvajoyê bibin. Jin azad nebin civak jî azad nabe.”
 
Altîvîsta TJAyê Ayla Akat Ata jî axivî û diyar kir ku bi salan e ew di nava têkoşîne de ne û wiha axivî: “Em hêza xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku li girava Îmraliyî yê şev û roj li ber xwe dide distînin. Em hêza xwe dayikên aştiyê dibin. Em hêza xwe keda xwe keda jinan distînin. Jin li her qadê jiyanê ne. Tenê rêyekî heye ew jî rêya aştiyê ye. Em ê pêşî aştiya xwe ava bikin ew ê jî bandor bide tevahiya cîhanê. Jinên ku ji bo aştiyê dakevin qadan em ê her dem werin gel hev. Gavên ku bên avêtin em ê nîqaş bikin û pêşniyar bikin meclîse. Heta ku projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were em ê di nav xebatan de bin.”
 
Jin bi yek yek derketin ser qursiyê û axaftin kirin û paşê zincîrê aştiyê pêk anîn û çalakî dawî bû.
 
 
WAN
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê belavok belav kirin û banga beşdarbûna meşa aştiyê li gel kır. Herwiha banga tevlibûna panela ku dê di 1’ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanê de li Wanê were lidarxistin kir. Murat Atabay berî belavkirina belavokan li ser navê platformê axivî û got, "Wekî beşek ji banga ji bo civakek demokratîk û aştiyê, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê rêzeçalakiyan plan lidar dixe. Di çarçoveya vê înîsiyatîfê de, em ê sibê saet di 14:00’an de li Baroya Wanê panelek li dar bixin. Roja Duşemê saet di 20:00’an de, em ê ji Bazara Sebze heta Parka Aştiyê ya Musa Anter meşek aştiyê li dar bixin. Em ê belavokên ku me amade kirine li gel belav bikin û wan vexwînin meşa aştiyê û panelê."
 
Piştre, girse ji ber Şekerbankê dest bi meşê kir û belavok li gel belav kirin, banga beşdarbûna meşa aştiyê kirin.
 
STENBOL
 
Hevseroka bajarê Stenbolê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan ( DEM Partî) Arîfe Çinar, Parlamentera Agiriyê ya DEM Partiyê Nejla Demîr û Meclîsa Jinan a DEM Partiyê li Şîşliyê belavok belav kirin derbarê Mîtînga Aştiyê ya 1’ê Îlonê ku dê di 31’ê Îlonê de li Stenbolê were lidarxistin kirin.
 
Jinan li taxan belavok belav kirin, mirov vexwendin mîtîngê.
 

Sernavên din

06/09/2025
09:06 Krîzê eleqeya ji bo berhemên kirtasiyeyê yên bêqalîte zêde kir
09:06 Li Bestayê meş û nobeda li dijî qirkirina ekolojiyê: Parastina xwezayê parastina hebûnê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2025'AN
05/09/2025
20:19 TJA'yê serdana malbata Rojîn Kabaîşê kir
20:06 69 filistînî hatin qetilkirin
19:36 Zarokên ji kursên MED-DER'ê mezûn bûn belgeyên xwe wergirtin
19:17 Belgefîlma ku hê nehatiye weşandin hat sansurkirin
19:10 Yildizê MHP'î: Bila komisyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
18:51 Ji bo Tamer Koç li Enqereyê şîn hat danîn
17:33 YSK'ê itiraza CHP'ê qebûl kir: Dê kongre bidomin
17:23 Rapora binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Şirnexê
17:09 HDP'ê 6'emîn Kongreya Asayî li dar xist
16:22 Bi girseyî serdana şîna Yavûz hat kirin
14:01 Hesabê Yenî Yaşamê ya X’ê hate astengkirin
14:00 Zextên li Girtîgeha Dumluyê zêde dibin: Hûn ê aştiyê nebînin
13:41 Ji bo hevdîtina ‘jin li ser aştiyê diaxivin’ banga tevlibûnê hat kirin
13:35 Felsefevana Amerîkî: Banga Ocalan bandor li min kir
11:50 Li Efxanistanê bîlançoya erdhejê roj bi roj girantir dibe
11:39 Li Kampa Holê operasyona ‘ewlehiyê’
11:32 Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî bi rojeva Helebê civiyan
11:29 Di êrişên Îsraîlê de 7 jê zarok 19 kes hatin qetilkirin
11:20 Sozdar Avesta: Bêyî Rêber Apo entegrasyona demokratîk pêş nakeve
10:09 Jiyana di konteynerê de jî ji bo mexdûrên erdjehê zêde dîtin!
09:27 Agirê Jiyan piştî 7 salan dê konserê bide
09:26 Li Semsûrê bi hinceta çêkirina rêyê qirkirina daran tê kirin
09:25 Fermandara YPJ'ê Newroz Ehmed: Tecrûbeya me ya herî mezin ew e ku jiyaneke bêyî xweparastinê nabe
09:22 Kampanyaya 'Ez dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim' ket meha 3'yan
09:15 Komkujiya 6-7'ê Îlonê: Banga Ocalan ji bo hevrûbûna bi van êşan re firsend e
09:10 Êrişa nijadperest a li Nîgdeyê: Xwestin me hemûyan bikujin
09:08 Roja Çapemeniya Azad dê bi konserekê were pîrozkirin
09:02 Li Tatosê wêneyên dengbêjan li dîwaran hatin xemilandin
09:00 ROJEVA 5’Ê ÎLONA 2025’AN
04/09/2025
23:48 Mûstafa Karasû: Divê Rêber Apo li meclisê biaxive
23:30 Fermandarê Hêzên Navendî ya DYA’yê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir
20:10 21 kesên ku 10 sal berê li Cizîrê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
19:59 Sîncar û Ozdemîr li cihê lê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
19:23 Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê Peymana 10'ê Adarê de daxuyanî
19:18 Kesên êrişî rojnamevan Hêmin Mamend kirin hatin girtin
16:48 Sendîkayên Fransayê ji bo betalkirina cezayê Şerîfe Mihemedî bang kirin
16:35 Rewşenbîrên Ereb xwestin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
16:01 Şîna Semra Duvayê bi girseyî hate ziyaretkirin
15:52 'Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin’
15:25 Li Xezeyê herî kêm 37 Filistînî hatin qetilkirin
15:19 Ozel bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û bal kişand ser ‘siyaseta demokratîk’
14:03 Mehmet Sîncar li ser gora xwe hat bibîranîn
13:45 Tevgera Şemiya Mor: Bêdengî şirîkatiya sûcê Talîbanê ye
13:34 Halîde Turkoglû: Em ê aştiyê bi pêşengtiya jinan ava bikin
13:25 Encamên pêşbirka lîstikên şanoya Kurdî dê di Mijdarê de bên aşkerakirin
12:30 'Di doza Sîncar de pêvajoyeke faîl diparêze tê meşandin’
12:14 Li Antalyayê tehliyeya 3 girtiyan hate taloqkirin
11:58 Rojnameger Berekat: Bêyî Rêveberiya Xweser nikarin Sûriyeyeke nû ava bikin
10:46 Li Hesekê erdhej çêbû
10:46 Ciwan dê li Wanê şahiyê li dar bixin
10:39 Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî Îsraîl hişyar kir: Îlheqkirina Şerîaya Rojava xeta me ya sor e
10:12 Kêla gorên zarokên wê hatibûn rakirin: Ev zilm e
09:57 DEDAŞ’ê guh neda qedexeyê û trafo danî hewşa dibistanê
09:34 Li Reqayê 5 DAIŞ’î hatin girtin
09:33 7 meh piştî tehliyeya xwe wefat kir: Kuştin piştre berdan
09:17 Li Tuzluçayirê dê şahiya ‘civaka demokratîk’ bê lidarxistin
09:00 ROJEVA 4’Ê ÎLONA 2025’AN
03/09/2025
13:11 YRA'yê êrişa li dijî rojnamevan Mamend şermezar kir
13:09 TAJÊ: Veqetandina êzdiyan ji koka wan berdewamiya fermanê ye
12:28 Romana nû ya Rênas Jiyan derçû
12:12 CHP'ê gazî 81 serokên bajêr kir ku werin Stenbolê
12:11 Dengbêj Silêmanê Şirnexî jiyana xwe ji dest da
10:59 Hesabê enflasyonê yê TUÎK'ê dîsa kêm derket
10:56 Ciwanê ku li Dêrgulê hat binçavkirin serbest hat berdan
10:50 Şewata li Bestayê hat tefandin
10:33 ENAG: Enflasyon di Tebaxê de ji sedî 3,23 zêde bûye
10:30 Li hemberî şaredariyên CHP'î yên Avcilar û Beşîktaşê operasyon
10:15 NY, bang li Îranê kir ku îdamê rawestîne
10:08 Li Girtîgeha Metrîsê êriş û gef
10:01 32 sal di ser qetilkirina Sîncar re derbas bûn: Berpirsiyariyeke mezin hişt
09:11 Qeyûm guh neda bertekan, careke din dest bi qirkirina daran kir
09:00 Ji Serokê Baroya Amedê pêşniyazên 'çareseriyê'
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2025'AN
02/09/2025
20:58 Rojnamevan Hêmin Mamend di êrişeke çekdarî de birîndar bû
20:32 Bahçelî gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar
18:23 Rayedarekî amerîkî serdana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir
18:05 Serokatiya Meclisa Giştî ya Bedlîsê derbasî DEM Partiyê bû
17:59 MYK'a CHP'ê bi awayekî awarte civiya
17:54 Kongreya CHP'ê ya Stenbolê hat betalkirin
15:53 Rejîma Îranê 39 girtiyên din darve kir
15:42 Li Silêmaniyeyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
14:51 DBP’ê li Çermûgê silha du malbatan kir
14:39 Li Kurtderesiyê talana ‘îstîmlaqkirina lez’
14:06 Li ser rêya Hesekê-Şedadê qeza çêbû: 11 kes mirin
13:13 Rêxistina Efûyê: Li Siwêdayê 46 Durzî hatin înfazkirin
13:08 Li Efxanistanê bîlançoya erdhejê giran dibe
12:22 Li Bestayê şewat derket
12:21 Li goristana Ermenan hestiyên mirovan li derve ne!
11:51 Li Tirkiyeyê milyonek û 264 hezar û 506 navê qadê û malper hatin sansurkirin
11:36 Roja Çapemeniya Azad dê bi konserê were pîrozkirin
11:33 MKG: 5 rojnamegerên jin girtî ne
11:01 Serlêdanên ji bo pêşbirkên xelatên rojnamegeriyê didomin
09:43 Li Sûdanê hezaz: Gundek tune bû, zêdetirî hezar kes mirin
09:37 Li Efxanistanê hejmara miriyan 800 derbas kir
09:36 Kesên tev li 1’ê Îlonê bûn: Divê Ocalan azad bibe
09:34 Serokê Baroya Rihayê: Pêdivî bi destûreke bingehîn a li ser esasê hemwelatiya wekhev heye
09:03 Li ÎSTOÇ’ê şewat derket