Guzel ê piştî 33 salan hate berdan: Divê Komîsyon erka xwe pêk bîne

  • rojane
  • 09:36 31 Tebax 2025
  • |
img
AMED - Denîz Guzel ku piştî 33 salan hate tehliyekirin, got: “Ji bo aştî û demokrasiyê divê her kes tişta dikeve ser milê xwe bi cih bîne. Komîsyon jî divê berpirsyartiya xwe bi cih bîne û daxwazan baş fêm bike.” 
 
Denîz Guzel, di 21’ê Tebaxê de ji Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Boluyê hate tehliyekirin. Guzel, di sala 1992’yan de li Çewligê hate girtin û tehliyeya wî du caran ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve bi hincetên “poşman nîne” û cezayên disiplînê hate taloqkirin. Guzel, piştî 33 sal û 4 rojan hate berdan. Guzel, ji ewil çû serdana gora birayê xwe Yavuz Guzel a li Goristana Yenîkoyê ya Rezan a Amedê. Birayê wî, di 30’ê Mijdara 1999’an di çalakiya “Hûn nikarin Roja me tarî bikin” de jiyana xwe ji dest dabû. 
 
BINPÊKIRIN 
 
Guzel, diyar kir ku sepanên li Girtîgeha Boluyê di asta tecrîdê de didomin û got: “Bisînorkirina pirtûkan, lêgerînên keyfî tên kirin. Heval, li ser pirtûkan xebatan dikn. Dema tiştekî nivîskî dîtin, yekser lêgerînê dikin. Dest danin ser pirtûk û nameyên bi Kurdî. Hinceta vê jî weke nebûna memûrên bi Kurdî dizanin. Şert û mercên hevalên cezayê muebbeda girankirî lê hatiye birîn, girantir in. Rewşa girtiyên nexweş xerab e û gelek ji wan bi mirinê re rû bi rû ne. Divê binpêkirinên li girtîgehan bi dawî bibin.” 
 
ÇÛ SERDANA GORA BIRAYÊ XWE
 
Guzel ku piştî tehliye bû çû serdana gora birayê xwe Yavuz Guzel, ev tişt anî ziman: “Birayê min di sala 1999’an de hate girtin. Cezayê muebbedê lê hate birîn. Di 30’ê Mijdara 1999’an de çalakiya ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ li dar xist. Di 6’ê Kanûna 1999’an de şehîd bû. Dema ji girtîgehê derketim çûm serdana gora wî û min xwest berxwedana wî silav bikim. Silav ji wan kesên ev roj ji bo me afirandine. Em ê têkoşîna wî bidomînin. Di nameyeke li pey xwe hiştibû de dibêje; ‘Çi hêjane kesên aştî û demokrasiyê diparêzin, yên guherîn û veguherînê pêk tînin.’ Ev gotin, roja me vedibêjin. Bi guherîn û veguherîna xwe re em ê hesreta xwe ya aştiyê pêk bînin. Em ê vê têkoşînê bi ser bixin. Tu tiştek ji daxwaza aştî û civaka demokratîk hêjatir nîne.” 
 
‘27’Ê SIBATÊ LI GIRTÎGEHÊ BI WATEYA XWE HATE PÊŞWAZÎKIRIN’ 
 
Bi domdarî Guzel bal kişand ser pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “27’ê Sibatê li girtîgehê bi wateya xwe hate pêşwazîkirin. Pêvajoya fêmkirinê, bi fesixkirinê re derbasî qonaxeke nû bû. Piştî 11’ê Tîrmehê, tevahiya pêvajoyê hate dîtin. Ev pêvajo, Rêbertiyê (Abdullah Ocalan) da destpêkirin. Bandora bangê çêbû. Îradeya pêvajo ferz dike diyar e. Gelê me û girtîgeh zelal in. Ya dikeve ser milê me fêmkirin e. Em ê pêwîstiyên bangê bi cih bînin. Em dikarin bi rast fêmkirin û bi pratîkeke rast vê pêvajoyê birêve bibin. Ev ji bo rayedarên dewletê jî derbasdar e. Divê her kes helwesta xwe nîşan bide. Şêweyekî birêvebirina pêvajoyê heye. Ji bo aştî û demokrasiyê divê her kes tişta dikeve ser milê xwe bike. Divê komîsyon jî tişta dikeve ser milê xwe bike û daxwazan baş fêm bike.” 
 
Guzel, got ku ew dixwaze gelek cihan bibîne û axaftina xwe wiha qedand: “Dixwazim di nav gel de bim. Cihê gel lê ye xweş e. Di rojên xweştir, di rojên aştî pêk hatî de em ê bi hev re bigerin. Em cihekî ku her kes azad lê dijî ava bikin.” 
 
MA / Fethî Balaman 
 

Sernavên din

06/09/2025
09:06 Krîzê eleqeya ji bo berhemên kirtasiyeyê yên bêqalîte zêde kir
09:06 Li Bestayê meş û nobeda li dijî qirkirina ekolojiyê: Parastina xwezayê parastina hebûnê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2025'AN
05/09/2025
20:19 TJA'yê serdana malbata Rojîn Kabaîşê kir
20:06 69 filistînî hatin qetilkirin
19:36 Zarokên ji kursên MED-DER'ê mezûn bûn belgeyên xwe wergirtin
19:17 Belgefîlma ku hê nehatiye weşandin hat sansurkirin
19:10 Yildizê MHP'î: Bila komisyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
18:51 Ji bo Tamer Koç li Enqereyê şîn hat danîn
17:33 YSK'ê itiraza CHP'ê qebûl kir: Dê kongre bidomin
17:23 Rapora binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Şirnexê
17:09 HDP'ê 6'emîn Kongreya Asayî li dar xist
16:22 Bi girseyî serdana şîna Yavûz hat kirin
14:01 Hesabê Yenî Yaşamê ya X’ê hate astengkirin
14:00 Zextên li Girtîgeha Dumluyê zêde dibin: Hûn ê aştiyê nebînin
13:41 Ji bo hevdîtina ‘jin li ser aştiyê diaxivin’ banga tevlibûnê hat kirin
13:35 Felsefevana Amerîkî: Banga Ocalan bandor li min kir
11:50 Li Efxanistanê bîlançoya erdhejê roj bi roj girantir dibe
11:39 Li Kampa Holê operasyona ‘ewlehiyê’
11:32 Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî bi rojeva Helebê civiyan
11:29 Di êrişên Îsraîlê de 7 jê zarok 19 kes hatin qetilkirin
11:20 Sozdar Avesta: Bêyî Rêber Apo entegrasyona demokratîk pêş nakeve
10:09 Jiyana di konteynerê de jî ji bo mexdûrên erdjehê zêde dîtin!
09:27 Agirê Jiyan piştî 7 salan dê konserê bide
09:26 Li Semsûrê bi hinceta çêkirina rêyê qirkirina daran tê kirin
09:25 Fermandara YPJ'ê Newroz Ehmed: Tecrûbeya me ya herî mezin ew e ku jiyaneke bêyî xweparastinê nabe
09:22 Kampanyaya 'Ez dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim' ket meha 3'yan
09:15 Komkujiya 6-7'ê Îlonê: Banga Ocalan ji bo hevrûbûna bi van êşan re firsend e
09:10 Êrişa nijadperest a li Nîgdeyê: Xwestin me hemûyan bikujin
09:08 Roja Çapemeniya Azad dê bi konserekê were pîrozkirin
09:02 Li Tatosê wêneyên dengbêjan li dîwaran hatin xemilandin
09:00 ROJEVA 5’Ê ÎLONA 2025’AN
04/09/2025
23:48 Mûstafa Karasû: Divê Rêber Apo li meclisê biaxive
23:30 Fermandarê Hêzên Navendî ya DYA’yê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir
20:10 21 kesên ku 10 sal berê li Cizîrê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
19:59 Sîncar û Ozdemîr li cihê lê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
19:23 Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê Peymana 10'ê Adarê de daxuyanî
19:18 Kesên êrişî rojnamevan Hêmin Mamend kirin hatin girtin
16:48 Sendîkayên Fransayê ji bo betalkirina cezayê Şerîfe Mihemedî bang kirin
16:35 Rewşenbîrên Ereb xwestin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
16:01 Şîna Semra Duvayê bi girseyî hate ziyaretkirin
15:52 'Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin’
15:25 Li Xezeyê herî kêm 37 Filistînî hatin qetilkirin
15:19 Ozel bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û bal kişand ser ‘siyaseta demokratîk’
14:03 Mehmet Sîncar li ser gora xwe hat bibîranîn
13:45 Tevgera Şemiya Mor: Bêdengî şirîkatiya sûcê Talîbanê ye
13:34 Halîde Turkoglû: Em ê aştiyê bi pêşengtiya jinan ava bikin
13:25 Encamên pêşbirka lîstikên şanoya Kurdî dê di Mijdarê de bên aşkerakirin
12:30 'Di doza Sîncar de pêvajoyeke faîl diparêze tê meşandin’
12:14 Li Antalyayê tehliyeya 3 girtiyan hate taloqkirin
11:58 Rojnameger Berekat: Bêyî Rêveberiya Xweser nikarin Sûriyeyeke nû ava bikin
10:46 Li Hesekê erdhej çêbû
10:46 Ciwan dê li Wanê şahiyê li dar bixin
10:39 Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî Îsraîl hişyar kir: Îlheqkirina Şerîaya Rojava xeta me ya sor e
10:12 Kêla gorên zarokên wê hatibûn rakirin: Ev zilm e
09:57 DEDAŞ’ê guh neda qedexeyê û trafo danî hewşa dibistanê
09:34 Li Reqayê 5 DAIŞ’î hatin girtin
09:33 7 meh piştî tehliyeya xwe wefat kir: Kuştin piştre berdan
09:17 Li Tuzluçayirê dê şahiya ‘civaka demokratîk’ bê lidarxistin
09:00 ROJEVA 4’Ê ÎLONA 2025’AN
03/09/2025
13:11 YRA'yê êrişa li dijî rojnamevan Mamend şermezar kir
13:09 TAJÊ: Veqetandina êzdiyan ji koka wan berdewamiya fermanê ye
12:28 Romana nû ya Rênas Jiyan derçû
12:12 CHP'ê gazî 81 serokên bajêr kir ku werin Stenbolê
12:11 Dengbêj Silêmanê Şirnexî jiyana xwe ji dest da
10:59 Hesabê enflasyonê yê TUÎK'ê dîsa kêm derket
10:56 Ciwanê ku li Dêrgulê hat binçavkirin serbest hat berdan
10:50 Şewata li Bestayê hat tefandin
10:33 ENAG: Enflasyon di Tebaxê de ji sedî 3,23 zêde bûye
10:30 Li hemberî şaredariyên CHP'î yên Avcilar û Beşîktaşê operasyon
10:15 NY, bang li Îranê kir ku îdamê rawestîne
10:08 Li Girtîgeha Metrîsê êriş û gef
10:01 32 sal di ser qetilkirina Sîncar re derbas bûn: Berpirsiyariyeke mezin hişt
09:11 Qeyûm guh neda bertekan, careke din dest bi qirkirina daran kir
09:00 Ji Serokê Baroya Amedê pêşniyazên 'çareseriyê'
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2025'AN
02/09/2025
20:58 Rojnamevan Hêmin Mamend di êrişeke çekdarî de birîndar bû
20:32 Bahçelî gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar
18:23 Rayedarekî amerîkî serdana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir
18:05 Serokatiya Meclisa Giştî ya Bedlîsê derbasî DEM Partiyê bû
17:59 MYK'a CHP'ê bi awayekî awarte civiya
17:54 Kongreya CHP'ê ya Stenbolê hat betalkirin
15:53 Rejîma Îranê 39 girtiyên din darve kir
15:42 Li Silêmaniyeyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
14:51 DBP’ê li Çermûgê silha du malbatan kir
14:39 Li Kurtderesiyê talana ‘îstîmlaqkirina lez’
14:06 Li ser rêya Hesekê-Şedadê qeza çêbû: 11 kes mirin
13:13 Rêxistina Efûyê: Li Siwêdayê 46 Durzî hatin înfazkirin
13:08 Li Efxanistanê bîlançoya erdhejê giran dibe
12:22 Li Bestayê şewat derket
12:21 Li goristana Ermenan hestiyên mirovan li derve ne!
11:51 Li Tirkiyeyê milyonek û 264 hezar û 506 navê qadê û malper hatin sansurkirin
11:36 Roja Çapemeniya Azad dê bi konserê were pîrozkirin
11:33 MKG: 5 rojnamegerên jin girtî ne
11:01 Serlêdanên ji bo pêşbirkên xelatên rojnamegeriyê didomin
09:43 Li Sûdanê hezaz: Gundek tune bû, zêdetirî hezar kes mirin
09:37 Li Efxanistanê hejmara miriyan 800 derbas kir
09:36 Kesên tev li 1’ê Îlonê bûn: Divê Ocalan azad bibe
09:34 Serokê Baroya Rihayê: Pêdivî bi destûreke bingehîn a li ser esasê hemwelatiya wekhev heye
09:03 Li ÎSTOÇ’ê şewat derket