‘Heke hûn pêvajoyekê birêve bibin divê hûn bi muxatabê wê re hevdîtinê bikin’

  • rojane
  • 10:03 31 Tebax 2025
  • |
img

ENQERE - Ji endamên komîsyona li Meclisê yê Partiya Gelecekê Mûstafa Bîlîcî, ji bo banga têkildarî hevdîtina komîsyonê ya bi Abdullah Ocalan re got: “Heke hûn pêvajoyekê birêve bibin, wê demê hûn mecbûr in bi muxatabê wê re hevdîtinê bikin.” 

Wekîlê Partiya Gelecekê yê Îzmîrê Mûstafa Bîlîcî ku di Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de cih digire, têkildarî xebatên komîsyonê axivî. Bîlîcî, got ku tiştekî girîng e ku komîsyon li derdorên cuda guhdarî dike û ev tişt anî ziman: “Peywira komîsyonê ew e ku êşan hîs bike û tiştên hatine jiyîn ji xwediyên wan bi xwe guhdarî bike. Armanc ne pêşbirka êşa ye. Armanc ew e ku ji bo ev êş êdî neyên kişandin rêyên çareseriyê nîqaş bikin.” 
 
Bi domdarî Bîlîcî, diyar kir ku armanca wan a esasî ew e ku êdî tu zarokên vî welatî neyên kuştin û wiha pê de çû: “Bila êdî dayik û bav negirîn. Bila welatekî keyfxweş, bihizûr, hiqûq lê serwer û demokrasiya ku hemwelatiya wekhev diparêze lê ava be. Meclis niha li betlaneyê ye û em dixwazin heta 15’ê Îlonê li hemû derdoran guhdarî bikin.” 
 
'DIVÊ GAVÊN DEMOKRATÎKBÛNÊ BÊN AVÊTIN’ 
 
Di berdewamê de Bîlîcî bi lêv kir ku di xebatên komîsyonê de hinek pêşdaxwazên îktîdarê hene û got: “Tesfiyekirina rêxistinê, berdana çekan, rewşa kesên dê ji çiyê vegerin, hiqûqa cezayê ya ku dê pê rû bi rû bimînin û hwd. Dixwazin xebatên di van mijaran de temam bikin. Bêguman em jî vê dixwazin lê em dixwazin piştî wan tavilê gavên demokratîkbûnê bên avêtin. Ji ber ku bi tenê sererastkirina înfazê ya têkildarî hatinên ji çiyê re ev meseleye dê çareser nebe. Divê têkildarî demokratîkbûnê teqez gav bên avêtin.” 
 
GAVÊN EWIL ÊN DIVÊ BÊN AVÊTIN 
 
Bîlîcî, daxuyand ku rast nîne berpirsyartiya çareserkirina pirsgirêka Kurd a ku sedsale didome li komîsyonê were barkirin û ev tişt anî ziman: “Ji ewil divê gavên demokratîk bên avêtin. Weke mînak; sepana qeyûm heye. Em li dijî vê ne û divê teqez were rakirin. Divê biryarên DMME û AYM’ê bên cîbicîkirin. Heke hûn aliyekî peymanekê bin, divê hûn berpirsyartiyên wê bicih bînin. Weke dewlet divê hûn li gorî van biryaran tevbigerin.”
 
‘DIVÊ HÛN BI MUXATABÊ WÊ RE HEVDÎTINÊ BIKIN’ 
 
Bîlîcî, têkildarî bangên ji bo komîsyon bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike jî ji ewil têgeha “lîderê damezirîner ê rêxistinê” ku Devlet Bahçelî ji bo Adullah Ocalan bi kar anîbû bi bîr xist û got: “Lîderê damezirîner ê PKK’ê Abdullah Ocalan e lewma bidawîkirina fealiyetên PKK’ê bi banga wî bû. Yê ku ev pêk anî Abdullah Ocalan e. Heta niha jî endamên komîsyonê ev mijar qet ne anîne rojevê û nîqaş li ser nehatiye kirin. Lê dewlet û saziyên wê duh jî hevdîtin dikirin, îro jî dikin û dê sibe jî bikin. Ev tiştekî xwezayî ye. Heke hûn pêvajoyekê birêve bibin, divê hûn bi muxatabê wê re hevdîtinê bikin.” 
 
‘ÎRADEYEKE SALEM RABER KIR’
 
Bîlîcî, anî ziman ku divê mafên hemû derdorên Tirkiyeyê bên dayin û axaftina xwe wiha qedand: “Ev yek zirarê nade tu kesekî. Bawer bikin ku dewlet parçe nabe, dabeş nabe. Bes ku hesta aîdiyetê em ava bikni. Hesta ‘Ev welatê min e. Ez hemwelatiyekî/a wekhev im’ dê aştiyê jî bêhtir pêş bixe. Divê em li gotinên xwe hişyar bin. Bi gotinên xelet ên siyasetmedaran gel carnan li dijî hev sor dibe. Lewma divê bi berpirsyarî tevbigerin. Ez gelek keyfxweş im. Pêvajoya 2013-2015’an jî tê bîra min lê vê carê îradeyeke saxlem hatiye raberkirin. Ez wisa dibînim. Îşala dawiya wê bi xêr be.” 
 
MA / Omer Gungor
 

Sernavên din

06/09/2025
09:06 Krîzê eleqeya ji bo berhemên kirtasiyeyê yên bêqalîte zêde kir
09:06 Li Bestayê meş û nobeda li dijî qirkirina ekolojiyê: Parastina xwezayê parastina hebûnê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2025'AN
05/09/2025
20:19 TJA'yê serdana malbata Rojîn Kabaîşê kir
20:06 69 filistînî hatin qetilkirin
19:36 Zarokên ji kursên MED-DER'ê mezûn bûn belgeyên xwe wergirtin
19:17 Belgefîlma ku hê nehatiye weşandin hat sansurkirin
19:10 Yildizê MHP'î: Bila komisyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
18:51 Ji bo Tamer Koç li Enqereyê şîn hat danîn
17:33 YSK'ê itiraza CHP'ê qebûl kir: Dê kongre bidomin
17:23 Rapora binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Şirnexê
17:09 HDP'ê 6'emîn Kongreya Asayî li dar xist
16:22 Bi girseyî serdana şîna Yavûz hat kirin
14:01 Hesabê Yenî Yaşamê ya X’ê hate astengkirin
14:00 Zextên li Girtîgeha Dumluyê zêde dibin: Hûn ê aştiyê nebînin
13:41 Ji bo hevdîtina ‘jin li ser aştiyê diaxivin’ banga tevlibûnê hat kirin
13:35 Felsefevana Amerîkî: Banga Ocalan bandor li min kir
11:50 Li Efxanistanê bîlançoya erdhejê roj bi roj girantir dibe
11:39 Li Kampa Holê operasyona ‘ewlehiyê’
11:32 Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî bi rojeva Helebê civiyan
11:29 Di êrişên Îsraîlê de 7 jê zarok 19 kes hatin qetilkirin
11:20 Sozdar Avesta: Bêyî Rêber Apo entegrasyona demokratîk pêş nakeve
10:09 Jiyana di konteynerê de jî ji bo mexdûrên erdjehê zêde dîtin!
09:27 Agirê Jiyan piştî 7 salan dê konserê bide
09:26 Li Semsûrê bi hinceta çêkirina rêyê qirkirina daran tê kirin
09:25 Fermandara YPJ'ê Newroz Ehmed: Tecrûbeya me ya herî mezin ew e ku jiyaneke bêyî xweparastinê nabe
09:22 Kampanyaya 'Ez dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim' ket meha 3'yan
09:15 Komkujiya 6-7'ê Îlonê: Banga Ocalan ji bo hevrûbûna bi van êşan re firsend e
09:10 Êrişa nijadperest a li Nîgdeyê: Xwestin me hemûyan bikujin
09:08 Roja Çapemeniya Azad dê bi konserekê were pîrozkirin
09:02 Li Tatosê wêneyên dengbêjan li dîwaran hatin xemilandin
09:00 ROJEVA 5’Ê ÎLONA 2025’AN
04/09/2025
23:48 Mûstafa Karasû: Divê Rêber Apo li meclisê biaxive
23:30 Fermandarê Hêzên Navendî ya DYA’yê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir
20:10 21 kesên ku 10 sal berê li Cizîrê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
19:59 Sîncar û Ozdemîr li cihê lê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
19:23 Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê Peymana 10'ê Adarê de daxuyanî
19:18 Kesên êrişî rojnamevan Hêmin Mamend kirin hatin girtin
16:48 Sendîkayên Fransayê ji bo betalkirina cezayê Şerîfe Mihemedî bang kirin
16:35 Rewşenbîrên Ereb xwestin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
16:01 Şîna Semra Duvayê bi girseyî hate ziyaretkirin
15:52 'Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin’
15:25 Li Xezeyê herî kêm 37 Filistînî hatin qetilkirin
15:19 Ozel bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û bal kişand ser ‘siyaseta demokratîk’
14:03 Mehmet Sîncar li ser gora xwe hat bibîranîn
13:45 Tevgera Şemiya Mor: Bêdengî şirîkatiya sûcê Talîbanê ye
13:34 Halîde Turkoglû: Em ê aştiyê bi pêşengtiya jinan ava bikin
13:25 Encamên pêşbirka lîstikên şanoya Kurdî dê di Mijdarê de bên aşkerakirin
12:30 'Di doza Sîncar de pêvajoyeke faîl diparêze tê meşandin’
12:14 Li Antalyayê tehliyeya 3 girtiyan hate taloqkirin
11:58 Rojnameger Berekat: Bêyî Rêveberiya Xweser nikarin Sûriyeyeke nû ava bikin
10:46 Li Hesekê erdhej çêbû
10:46 Ciwan dê li Wanê şahiyê li dar bixin
10:39 Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî Îsraîl hişyar kir: Îlheqkirina Şerîaya Rojava xeta me ya sor e
10:12 Kêla gorên zarokên wê hatibûn rakirin: Ev zilm e
09:57 DEDAŞ’ê guh neda qedexeyê û trafo danî hewşa dibistanê
09:34 Li Reqayê 5 DAIŞ’î hatin girtin
09:33 7 meh piştî tehliyeya xwe wefat kir: Kuştin piştre berdan
09:17 Li Tuzluçayirê dê şahiya ‘civaka demokratîk’ bê lidarxistin
09:00 ROJEVA 4’Ê ÎLONA 2025’AN
03/09/2025
13:11 YRA'yê êrişa li dijî rojnamevan Mamend şermezar kir
13:09 TAJÊ: Veqetandina êzdiyan ji koka wan berdewamiya fermanê ye
12:28 Romana nû ya Rênas Jiyan derçû
12:12 CHP'ê gazî 81 serokên bajêr kir ku werin Stenbolê
12:11 Dengbêj Silêmanê Şirnexî jiyana xwe ji dest da
10:59 Hesabê enflasyonê yê TUÎK'ê dîsa kêm derket
10:56 Ciwanê ku li Dêrgulê hat binçavkirin serbest hat berdan
10:50 Şewata li Bestayê hat tefandin
10:33 ENAG: Enflasyon di Tebaxê de ji sedî 3,23 zêde bûye
10:30 Li hemberî şaredariyên CHP'î yên Avcilar û Beşîktaşê operasyon
10:15 NY, bang li Îranê kir ku îdamê rawestîne
10:08 Li Girtîgeha Metrîsê êriş û gef
10:01 32 sal di ser qetilkirina Sîncar re derbas bûn: Berpirsiyariyeke mezin hişt
09:11 Qeyûm guh neda bertekan, careke din dest bi qirkirina daran kir
09:00 Ji Serokê Baroya Amedê pêşniyazên 'çareseriyê'
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2025'AN
02/09/2025
20:58 Rojnamevan Hêmin Mamend di êrişeke çekdarî de birîndar bû
20:32 Bahçelî gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar
18:23 Rayedarekî amerîkî serdana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir
18:05 Serokatiya Meclisa Giştî ya Bedlîsê derbasî DEM Partiyê bû
17:59 MYK'a CHP'ê bi awayekî awarte civiya
17:54 Kongreya CHP'ê ya Stenbolê hat betalkirin
15:53 Rejîma Îranê 39 girtiyên din darve kir
15:42 Li Silêmaniyeyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
14:51 DBP’ê li Çermûgê silha du malbatan kir
14:39 Li Kurtderesiyê talana ‘îstîmlaqkirina lez’
14:06 Li ser rêya Hesekê-Şedadê qeza çêbû: 11 kes mirin
13:13 Rêxistina Efûyê: Li Siwêdayê 46 Durzî hatin înfazkirin
13:08 Li Efxanistanê bîlançoya erdhejê giran dibe
12:22 Li Bestayê şewat derket
12:21 Li goristana Ermenan hestiyên mirovan li derve ne!
11:51 Li Tirkiyeyê milyonek û 264 hezar û 506 navê qadê û malper hatin sansurkirin
11:36 Roja Çapemeniya Azad dê bi konserê were pîrozkirin
11:33 MKG: 5 rojnamegerên jin girtî ne
11:01 Serlêdanên ji bo pêşbirkên xelatên rojnamegeriyê didomin
09:43 Li Sûdanê hezaz: Gundek tune bû, zêdetirî hezar kes mirin
09:37 Li Efxanistanê hejmara miriyan 800 derbas kir
09:36 Kesên tev li 1’ê Îlonê bûn: Divê Ocalan azad bibe
09:34 Serokê Baroya Rihayê: Pêdivî bi destûreke bingehîn a li ser esasê hemwelatiya wekhev heye
09:03 Li ÎSTOÇ’ê şewat derket