Akademîsyen Berwarî: Iraq di çarçoveya tifaqan de tê dabeşkirin

  • rojane
  • 11:46 31 Tebax 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Akademîsyen Kamûran Berwarî bal kişand ser nîqaşên li Iraqê yên têkildarî Heşdî Şebî û geşedanên li herêmê û got: “Iraq, di çarçoveya tifaqan de tê dabeşkirin. Tecrubeya konfederalîzma demokratîk a Rojava ji bo Iraqê jî mînakeke. Heke gel tevli pêvajoyê were kirin, Iraqeke demokratîk dikare were avakirin.” 
 
Di meha Adarê de “Qanûna Heşdî Şebî” ku ji 18 xalan pêk tê û têkildarî Heşdî Şebî gelek guhertinan pêşniyar dike, pêşkeşî Parlamentoya Iraqê hate kirin. Qanûn, bi mehan li parlamentoyê hate sekinandin. Di qanûnê de ji bo Serokê Heşdî Şebî statuya “wezîr” û di “Komîteya Ewlehiya Niştimanî” de jî kursiyeke daîmî tê xwestin. Li hêla din, tê xwestin ku fermandarên payebilind jî di asta “cîgirên wezîr” de bên peywirdarkirin. 
 
Di demeke nîqaşên li ser yasayê didomin de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) leşkerên xwe ji Iraqê vekişand. DYA ku salên dirêj e di siyaseta Iraqê de diyarker e, her çend weke paşvegavavêtin were dîtin jî di esasê xwe de weke hewldana dîzaynkirina nû ya herêmê tê şîrovekirin. Bi vê gavê re tê xwestin ku bandora Îranê ya li herêmê were bisînorkirin, projeyên demdirêj ên Îsraîlê yên li Rojhilata Navîn bên cîbicîkirin û pêşiya avadaniya leşkerî û siyasî ya di bin çavdêriya Ingilistanê de tê vekirin. Piştî DYA’yê leşkerên xwe ji Iraqê vekişand, her çend yasa hatibe sekinandin jî rageşiya li herêmê didome. 
 
Akademîsyenê Herêma Federe ya Kurdistanê Kamûran Berwarî, têkildarî geşedanên dawî yên li Iraqê ji ajansa me re axivî. 
 
'HEWL DIDIN HEVSENGIYAN BIGUHERÎNIN’ 
 
Berwarî, biryara vekişandina hêzên xwe ya ji Iraqê ya DYA’yê weke “hişyariyek” nirxand û got: “Ev gav, nîşan dide ku Iraq xwe li gorî daxwazên DYA’yê jinûve dîzayn dike. Irak, xwe amade dike ku serê xwe li ber Îsraîl, DYA û Ingilistanê bitewîne. Em dizanin ku van hêzan li cîhanê pêvajoyeke nû ya dîzaynkirinê daye destpêkirin. Di vê pêvajoyê de dê bandora Ewropayê ya li ser Rojhilata Navîn nemîne û dê DYA û hêzên girêdayî wê li herêmê xwedî gotin bin. Lewma juî hewl didin hevsengiyên li Rojhilata Navîn biguherînin. Ji ber ku ji Filistînê heta Yemenê, ji Lubnanê heta Iraq û Sûriyeyê bandora Îranê heye. DYA û şirîkên wê dixwazin vê bandorê bi dawî bikin.” 
 
'HEŞDÎ ŞEBÎ DÊ BIBE PÊKHATEYEK’
 
Di berdewamê de Berwarî anî ziman ku Iraqê li ber daxwazên DYA’yê serî tewandiye û ev nirxandink ir: “Biryara vekişandina leşkeran, ji hêla aktorên cuda ve bi awayên cuda hate pêşwazîkirin. Haya Tirikye, Îran, Rûsya û Çînê jî ji vê pêvajoyê heye. Domandina hebûna xwe ya Heşdî Şebî ya li Iraqê, tê wê wateyê ku bandora Îranê dê bidome. Lewma jî dê DYA tehemûla vê hêzê ya bi rewşa halê heyî neke. Di navbera DYA û Iraqê de pêvajoyeke jihevfêmkirin û lihevkirinê tê meşandin. Biryara Iraqê ya têkildarî Heşdî Şebî, nîşan dide ku şertên DYA’yê qebûl kiriye. Iraq dê hebûna Heşdî Şebî bi dawî neke lê bi veguherînê re bêbandor bike. Heşdî Şebî dê hebûna xwe bidomîne lê rêbaz û navê wê dê biguhere. Anku dê entegre bibe. Ev hêz dê di bin navê Hêzên Niştimanî yên Iraqê de bibin parçeyeke artêşa Iraqê. Ev hêz dê di bin çavdêriya Brîtanyayê de bên perwerdekirin, 2 salan dê bên perwerdekirin û piştre jî dê peywirên leşkerî li xwe bigirin. Dê Heşdî Şebî bibe parçeyeke artêşa Iraqê. Lêbelê dê di pêşerojê de weke hêzeke serbixwe nemîne.” 
 
'IRAQ DI ÇARÇOVEYA TIFAQAN DE TÊ DABEŞKIRIN’ 
 
Bi domdarî Berwarî bi lêvkir ku ev geşedanên ku dê teşe bidin pêşeroja Rojhilata Navîn, girêdayî planên Îsraîlê ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Projeyên domdirêj ên Îsraîlê têkildarî herêmê hene. Bi sedan sala ye Îsraîl, li ser Filistîn, Sûriye, Urdun û Iraqê hesabên serdestiyê dike. Lîderên Şîe, di 27’ê Tebaxê de bi komên Şîe re tifaq çêkirin. Vekişîna DYA’yê ya ji Iraqê, derbasbûna wê ya Sûriyeyê an jî Kurdistanê, di nexşeya cîhanê ya Brîtanyayê xêzkirî dê tevahiya pêwendiyên serweriyê biguherînin. Hewzeya Şîe, li Iraqê DYA’yê, Brîtanya û Îsraîlê li ser 12 xalan lihev kir. Ev xal, dikin ku Iraq heta sed salên din bi vî awayî bimîne, Şîe îktîdara xwe bidomînin û serwetên welat bên dabeşkirin. Li gorî vê, ji sedî 30’ê dewlemendiyan dê ji Iraqê re bin, ji sedî 50 jê ji DYA’yê re, ji sedî 10 jê ji Brîtanyayê re, ji sedî 10 jê ji Îsraîlê re bên hiştin. Iraq, niha li gorî van tifaqan tê dabeşkirin.” 
 
'ROJAVA JI BO IRAQÊ MÎNAK E’
 
Akademîsyen Berwarî, got ku di rojevê de ye ku Iraq dabeşî sê herêman bibe û axaftina xwe wiha qedand: “Herêmek dê ji Şîeyan re, ya din jî dê ji Suniyan re bê hiştin. Herêma Kurdistanê jî dê di bin bandora herêmên Şîe û Suniyan de be. Bexda jî dê weke navendekî serbixwe be. Di vê çarçoveyê de jî Iraq dê heta sedsalên din di bin çavdêriya DYA, Brîtanya û Îsraîlê de be. Pergala siyasî ya Iraqê dê biguhere, di rewşa heyî de pergalên federal dê derkevin pêş lêbelê heke Iraqî gavên aqilane biavêjin dê avadaniyeke konfederal ava bikin. Tecrubeya konfederalîzma demokratîk a Rojava ji bo Iraqê jî mînakek e. Heke îradeya gel tev li pêvajoyê were kirin, dikare Iraqeke demokratîk were avakirin. Lêbelê heke li derveyî pêvajoyên biryardayînê bên hiştin û wekî rewşa heyî bêîrade were hiştin, dê ev yek ji bo pêşeroja Iraqê bibe gefeke mezin. Ji ber ku qedera welatan ne tenê di destê rêveberan de lê di destê gel de jî ye. Li Iraqê li ser senaryoyên cidî tê axaftin. Hêzên navneteweyî yekser tev li vê pêvajoyê bûne. Heke gelê Iraqê tev li nebe, dê pêşeroja welat ji înîsiyatîfa hêzên weke Rûsya, Çîn, Fransa û hwd. û ji aktorên herêmî û kûrewî re bê hiştin.” 
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

06/09/2025
09:06 Krîzê eleqeya ji bo berhemên kirtasiyeyê yên bêqalîte zêde kir
09:06 Li Bestayê meş û nobeda li dijî qirkirina ekolojiyê: Parastina xwezayê parastina hebûnê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2025'AN
05/09/2025
20:19 TJA'yê serdana malbata Rojîn Kabaîşê kir
20:06 69 filistînî hatin qetilkirin
19:36 Zarokên ji kursên MED-DER'ê mezûn bûn belgeyên xwe wergirtin
19:17 Belgefîlma ku hê nehatiye weşandin hat sansurkirin
19:10 Yildizê MHP'î: Bila komisyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
18:51 Ji bo Tamer Koç li Enqereyê şîn hat danîn
17:33 YSK'ê itiraza CHP'ê qebûl kir: Dê kongre bidomin
17:23 Rapora binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Şirnexê
17:09 HDP'ê 6'emîn Kongreya Asayî li dar xist
16:22 Bi girseyî serdana şîna Yavûz hat kirin
14:01 Hesabê Yenî Yaşamê ya X’ê hate astengkirin
14:00 Zextên li Girtîgeha Dumluyê zêde dibin: Hûn ê aştiyê nebînin
13:41 Ji bo hevdîtina ‘jin li ser aştiyê diaxivin’ banga tevlibûnê hat kirin
13:35 Felsefevana Amerîkî: Banga Ocalan bandor li min kir
11:50 Li Efxanistanê bîlançoya erdhejê roj bi roj girantir dibe
11:39 Li Kampa Holê operasyona ‘ewlehiyê’
11:32 Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî bi rojeva Helebê civiyan
11:29 Di êrişên Îsraîlê de 7 jê zarok 19 kes hatin qetilkirin
11:20 Sozdar Avesta: Bêyî Rêber Apo entegrasyona demokratîk pêş nakeve
10:09 Jiyana di konteynerê de jî ji bo mexdûrên erdjehê zêde dîtin!
09:27 Agirê Jiyan piştî 7 salan dê konserê bide
09:26 Li Semsûrê bi hinceta çêkirina rêyê qirkirina daran tê kirin
09:25 Fermandara YPJ'ê Newroz Ehmed: Tecrûbeya me ya herî mezin ew e ku jiyaneke bêyî xweparastinê nabe
09:22 Kampanyaya 'Ez dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim' ket meha 3'yan
09:15 Komkujiya 6-7'ê Îlonê: Banga Ocalan ji bo hevrûbûna bi van êşan re firsend e
09:10 Êrişa nijadperest a li Nîgdeyê: Xwestin me hemûyan bikujin
09:08 Roja Çapemeniya Azad dê bi konserekê were pîrozkirin
09:02 Li Tatosê wêneyên dengbêjan li dîwaran hatin xemilandin
09:00 ROJEVA 5’Ê ÎLONA 2025’AN
04/09/2025
23:48 Mûstafa Karasû: Divê Rêber Apo li meclisê biaxive
23:30 Fermandarê Hêzên Navendî ya DYA’yê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir
20:10 21 kesên ku 10 sal berê li Cizîrê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
19:59 Sîncar û Ozdemîr li cihê lê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
19:23 Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê Peymana 10'ê Adarê de daxuyanî
19:18 Kesên êrişî rojnamevan Hêmin Mamend kirin hatin girtin
16:48 Sendîkayên Fransayê ji bo betalkirina cezayê Şerîfe Mihemedî bang kirin
16:35 Rewşenbîrên Ereb xwestin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
16:01 Şîna Semra Duvayê bi girseyî hate ziyaretkirin
15:52 'Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin’
15:25 Li Xezeyê herî kêm 37 Filistînî hatin qetilkirin
15:19 Ozel bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û bal kişand ser ‘siyaseta demokratîk’
14:03 Mehmet Sîncar li ser gora xwe hat bibîranîn
13:45 Tevgera Şemiya Mor: Bêdengî şirîkatiya sûcê Talîbanê ye
13:34 Halîde Turkoglû: Em ê aştiyê bi pêşengtiya jinan ava bikin
13:25 Encamên pêşbirka lîstikên şanoya Kurdî dê di Mijdarê de bên aşkerakirin
12:30 'Di doza Sîncar de pêvajoyeke faîl diparêze tê meşandin’
12:14 Li Antalyayê tehliyeya 3 girtiyan hate taloqkirin
11:58 Rojnameger Berekat: Bêyî Rêveberiya Xweser nikarin Sûriyeyeke nû ava bikin
10:46 Li Hesekê erdhej çêbû
10:46 Ciwan dê li Wanê şahiyê li dar bixin
10:39 Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî Îsraîl hişyar kir: Îlheqkirina Şerîaya Rojava xeta me ya sor e
10:12 Kêla gorên zarokên wê hatibûn rakirin: Ev zilm e
09:57 DEDAŞ’ê guh neda qedexeyê û trafo danî hewşa dibistanê
09:34 Li Reqayê 5 DAIŞ’î hatin girtin
09:33 7 meh piştî tehliyeya xwe wefat kir: Kuştin piştre berdan
09:17 Li Tuzluçayirê dê şahiya ‘civaka demokratîk’ bê lidarxistin
09:00 ROJEVA 4’Ê ÎLONA 2025’AN
03/09/2025
13:11 YRA'yê êrişa li dijî rojnamevan Mamend şermezar kir
13:09 TAJÊ: Veqetandina êzdiyan ji koka wan berdewamiya fermanê ye
12:28 Romana nû ya Rênas Jiyan derçû
12:12 CHP'ê gazî 81 serokên bajêr kir ku werin Stenbolê
12:11 Dengbêj Silêmanê Şirnexî jiyana xwe ji dest da
10:59 Hesabê enflasyonê yê TUÎK'ê dîsa kêm derket
10:56 Ciwanê ku li Dêrgulê hat binçavkirin serbest hat berdan
10:50 Şewata li Bestayê hat tefandin
10:33 ENAG: Enflasyon di Tebaxê de ji sedî 3,23 zêde bûye
10:30 Li hemberî şaredariyên CHP'î yên Avcilar û Beşîktaşê operasyon
10:15 NY, bang li Îranê kir ku îdamê rawestîne
10:08 Li Girtîgeha Metrîsê êriş û gef
10:01 32 sal di ser qetilkirina Sîncar re derbas bûn: Berpirsiyariyeke mezin hişt
09:11 Qeyûm guh neda bertekan, careke din dest bi qirkirina daran kir
09:00 Ji Serokê Baroya Amedê pêşniyazên 'çareseriyê'
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2025'AN
02/09/2025
20:58 Rojnamevan Hêmin Mamend di êrişeke çekdarî de birîndar bû
20:32 Bahçelî gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar
18:23 Rayedarekî amerîkî serdana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir
18:05 Serokatiya Meclisa Giştî ya Bedlîsê derbasî DEM Partiyê bû
17:59 MYK'a CHP'ê bi awayekî awarte civiya
17:54 Kongreya CHP'ê ya Stenbolê hat betalkirin
15:53 Rejîma Îranê 39 girtiyên din darve kir
15:42 Li Silêmaniyeyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
14:51 DBP’ê li Çermûgê silha du malbatan kir
14:39 Li Kurtderesiyê talana ‘îstîmlaqkirina lez’
14:06 Li ser rêya Hesekê-Şedadê qeza çêbû: 11 kes mirin
13:13 Rêxistina Efûyê: Li Siwêdayê 46 Durzî hatin înfazkirin
13:08 Li Efxanistanê bîlançoya erdhejê giran dibe
12:22 Li Bestayê şewat derket
12:21 Li goristana Ermenan hestiyên mirovan li derve ne!
11:51 Li Tirkiyeyê milyonek û 264 hezar û 506 navê qadê û malper hatin sansurkirin
11:36 Roja Çapemeniya Azad dê bi konserê were pîrozkirin
11:33 MKG: 5 rojnamegerên jin girtî ne
11:01 Serlêdanên ji bo pêşbirkên xelatên rojnamegeriyê didomin
09:43 Li Sûdanê hezaz: Gundek tune bû, zêdetirî hezar kes mirin
09:37 Li Efxanistanê hejmara miriyan 800 derbas kir
09:36 Kesên tev li 1’ê Îlonê bûn: Divê Ocalan azad bibe
09:34 Serokê Baroya Rihayê: Pêdivî bi destûreke bingehîn a li ser esasê hemwelatiya wekhev heye
09:03 Li ÎSTOÇ’ê şewat derket