Vegeriya gundê xwe yê 30 sal berê hatibû valakirin: Ez ê têkoşîna xwe li vir bidomînim

img
DÊRSIM - Bulent Gozlu ku piştî 30 salan vegeriya gundê xwe yê ji ber sedemên "ewlehiyê" hatibû valakirin, got: "Divê ji bo vegerê binesaziya pêwîst were avakirin. Ez kêfxweş im ku ez vegeriyame gundê xwe. Ez ê li ser axa xwe têkoşînê bidomînim."
 
Ji ber polîtîkayên "ewlehiyê" yên ku di salên 1990'î de li bajarên Kurdistanê hatin sepandin, bi sedan gund hatin şewitandin, wêrankirin û bi zorê hatin valakirin. Li gorî raporeke komîsyona meclisê ya di 14'ê Çileya 1998'an de hat amadekirin; li Dêrsimê 183 gund û 823 mezrik hatine valakirin. Hejmara mirovên ku di wê heyamê de bi zorê ji gundên xwe hatine koçberkirin zêdetirî 40 hezarî ye. 
 
Her çiqas di pêvajoyên pevçûnan de vegera gundan çêbûbe jî, ew bi sedemên stargeh û "ewlehiyê" ve sînordar bûne. Tevî vê yekê, hin welatî vegeriyane gundên xwe. Yek ji wan, Bulent Gozlu yê 50 salî ye. Gozlu ku gundê wan di sala 1994'an de hat valakirin, piştî 30 salan vegeriya Gundê Kabunê yê girêdayî navenda Dêrsimê. Gozlu ku debara xwe bi xwedîkirina heywanan dikir, destnîşan kir ku ew par bi awayekî mayînde vegeriyaye gund. Gozlu destnîşan kir ku ciwan venegeriyane û got ku gelek kesên din, mîna wî, dixwazin vegerin gundên xwe û pêvajoya ku hatiye destpêkirin derfetek e ji bo vê. 
 
Gozlu bi bîr xist ku dema gundê wan hatiye valakirin ew xwendekar bûye û got ku di wî temenî de ew bi gelek zehmetiyan re rû bi rû mane. Gozlu bi bîr xist ku wî û malbata wî ji ber zilma ku li wan hatiye kirin gund terikandine û got ku ji ber ku wan cerdevaniyê qebûl nekiriye, ew bi her cure tundûtûjiyê re rû bi rû mane. Gozlu got: "Di wê demê de em yekem kes bûn ku em ji gund derketin. Leşkeriyê zext li gundiyan dikir. Ew her roj dihatin û gef dixwarin, 'Hûn ê vê derê vala bikin û biçin.' Wê demê, mirov neçar man ku her tiştên xwe bihêlin û gund terk bikin. Malên mirovan hatin bombebarankirin."
 
‘JI BER VEGERIYAME KÊFXWEŞ IM'
 
Gozlu got: "Bi rastî, gelek kes hene ku dixwazin li cihê ku lê ji dayik bûne û mezin bûne bijîn. Ew xeyal dikin ku werin vir. Ez nizanim gelo jê re bêjim hesret an xwestek. Lê ez kêfxweş im ku li vir im. Hewaya paqij, cihê ku hûn lê ji dayik bûne û mezin bûne, çiyayên bêdeng... Her tişt aîdî we ye. Ez ê li axa xwe, li herêma xwe têkoşîna xwe bidomînim. Berî ku ez vegerim, kar4geheke min hebû. Min ew li dû xwe hişt û niha ez heywanan xwedî dikim. Bermahiyên wî şerê salên 1990'î hîn jî li çêregehê mane. Zîn û halterên heywanên ku di bombebaranê de hatine kuştin hîn jî li wir in."
 
‘DIVÊ GAV BÊN AVÊTIN'
 
Gozlu destnîşan kir ku her kes dixwaze pêvajoya şer ku bû sedema valakirina gundên wan, bi dawî bibe. Gozlu got: "Divê dewlet di vî warî de gavên samîmî bavêje. Pirsên min li ser pêvajoyê hene. Ji ber ku berê pêvajoyeke aştiyê hebû. Di wê pêvajoya aştiyê de, dewletê taktîkek astengkirinê bi kar anî. Li her derê qereqol ava kir. Li gor xwe kir. Ez hêvî dikim ku ev careke din çênebe. Ger em bi rastî ji bo aştî, edalet û serweriya hiqûqê ne, divê girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê tavilê werin berdan. Ango, divê di pratîkê de tiştek were kirin."
 
Gozlu diyar kir ku divê ji bo kesên ku di vê pêvajoyê de ji gundên xwe hatine koçberkirin jî hewl were dayîn û got: "Vegera gundan tenê dikare bi awayekî rêxistinî were pêkanîn. Berê jî hewl hatine dayîn. Ger partiyên siyasî xwe ji nû ve rêxistin bikin û bi gel re têkilî daynin, dê hîn çêtir be. Hatina gund ne pirsgirêk e ji ber ku yên ku tên gund malên wan tune ne; zeviyên wan, darên wan, her tişt wêran bûye. Pirsgirêk ne tenê vegera gund e. Ango, divê em ji bo vê yekê binesaziyê biafirînin. Ji bo vê yekê divê şandeyên gundan û hevgirtin werin avakirin."
 
MA/ Şîrvan Şîlan Çîl

Sernavên din

10/09/2025
09:35 Nobeta li Bestayê bi dawî bû: Heta xweza azad dibe dê berxwedan bidome
09:27 Darên cerdevanan birîn di kendalê de avêtin xwarê!
09:18 Nobeta li Bestayê di tevahiya şevê de domiya
09:07 Li ARÎ-DER'ê serlêdanên ji bo Kurdî dê di 20'ê Îlonê de bi dawî bibin
09:06 Saziya Venêrînê ya Cemaweriyê daxwaza ku red kir pêşniyazî wezaretê kir
09:05 Îsal 30 hezar kes hilkişiyan Gilîdaxê
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2025'AN
09/09/2025
17:57 Nobeda li Bestayê dest pê kir
16:25 Li Girtîgeha Kirşehîrê serê her saetê bi ser qawîşan de tê girtin
16:13 Di Şandeya Îmraliyê de ji kîjan partiyan dê kî cih bigire?
16:07 Serokwezîrê Nepalê Sharma Oli îstîfa kir
14:55 13 sendîka û rêxistinan ji bo ‘mafê hêviyê’ bang kirin
13:50 EUTCC'ê ji bo ‘mafê hêviyê’ bang li Komîteya Wezîran kir
13:46 Li Şirnexê bang kirin: Aştiyê ji ewil li Cûdî, Gabar û Bestayê bidin destpêkirin
13:37 Bi hezaran sînemagerên navdar biryara boykotkirina saziyên Îsraîlê dan
13:24 Mehmet Durak piştî 30 salan hate berdan
13:20 Li Gabarê kesek mirî hate dîtin
12:08 Prof. Wallis: Ocalan ji bo tevgerên dij-kapîtalîst hêviyê dide
11:52 Şandeya DEM Partiyê dê biçe Îmraliyê
11:52 Ozel pirsa têkildarî hevdîtina bi Ocalan re bersivand: Komîsyon dikare nîqaş bike
11:37 Li Nepalê çalakiyên li dijî qedexe û nelirêtiyan didomin
11:25 Li Amedê ji bo alîgirên îktîdarê îhaleya taybet
11:07 Berdevka DEM Partiyê: Ocalan got ‘tiştên girîng ên ku ji komîsyonê re bibêjim hene’
10:51 Meclisa şaredariya qeyûm lê hatiye tayînkirin cara duyemîn civiya
10:43 Îsraîlê gefa êrişeke nû ya li dijî Xezeyê xwar
10:04 Li Gabarê birîna daran didome
10:00 Karkerên Mexmûrî yên ji bo kar çûn Bexdayê 15 roj in binçavkirî ne
09:15 Endamê RTUK'ê Îpekyuz: Divê RTUK weşaneke li ser esasê aştiyê teşwîq bike
09:14 Îdareya girtîgehê sal û nîvek e di pirtûkekê de li Ocalan digere
09:04 Di dema nîqaşên li ser aştiyê de li Mûşê girtîgeh tê çêkirin
09:04 Komîsyona Meclisê dê li rêxistinên pîşeyî û civaka sivîl guhdar bike
09:03 Turkmen ku 33 salan di girtîgehê de ma: Divê em li ser 'em ê çawa bi ser bikevin' bisekinin
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2025'AN
08/09/2025
21:48 Li Amedê ji bo kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane bîranîn
19:18 Bi milyonan zarok ji perwerdehiya zimanê dayikê bêpar dest bi dibistanê kirin
18:03 Li Serokatiya Bajêr a Stenbolê ya CHP'ê 10 kes hatin binçavkirin
17:17 CHP'ê biryar girt ku avahiya xwe ya bajêr a Stenbolê bigire
15:55 Şînên Demîr û Tutal ên li Nisêbînê bi girseyî hatin ziyaretkirin
15:30 KNK'ê bang li KE’yê kir ku têkildarî ‘mafê hêviyê’ biryara xwe bide
14:51 Di 8 mehan de li Herêma Kurdistanê 21 jin hatin qetilkirin
13:53 Şîna Sabriye Dumanê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:51 Şewata li Şemzînanê didome
13:46 Li Bajarê Nû dê ‘Rojên Çand û Hunerê’ bê lidarxistin
13:34 Rêxistinên pîşeyî daxwaza berdana rojnameger Karabay kirin
12:51 DEM Partî: Bi milyonan zarok ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê mehrûm in
12:42 Polîsan êrişî CHP’iyan kirin: Herî kêm 10 kes hatin binçavkirin
12:36 Li Qudsê li dijî otobûsê eriş: 4 kes hatin kuştin
12:28 Navenda PENa Kurd rêveberiya xwe ya nû diyar kir
11:36 Xwebûn bi manşeta ‘Parastina jiyanê’ derket
11:03 Qebîne dê bi serokatiya Erdogan bicive
10:59 Li Îzmîrê li dijî qereqolê êriş hate kirin
10:56 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:24 HPG: Emîne Erciyes tevî du hevrêyên xwe şehîd bû
10:14 Ji bo danîşîna Ayşe Înceyolê bang
10:01 Banê malê tebiqî: 2 zarok mirin û dayika wan bi giranî birîndar bû
09:54 Dorpêça li pêşiya CHP’ê didome
09:50 Ji bo çalakiya Bestayê bang: Em bi hev re pêşiya qirkirina xwezayê bigirin
09:07 Girtiyê nayê tedawîkirin mehkûmî erebeya astengdaran kirin
09:06 Ji bo Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter bang hat kirin
09:05 Ji bo vegere karê xwe têdikoş e: Qeyûm ne xizmeta gel, ji alîgirên xwe re dike
09:05 Tirkiye li Sûriyeyê çi dixwaze?
09:00 ROJEVA 8’Ê ÎLONA 2025’AN
07/09/2025
16:26 Rejîma Îranê girtiyek bi veşarî darve kir û bi dizikî defin kir
16:22 Tamer Koç ê HPG’î li Enqereyê hate bibîranîn
15:36 Di 9 mehan de li Sûriyeyê 10 hezar û 672 kes hatine kuştin
15:27 Geçer ê astengdar ji ber bertek nîşanî walî da mûçeyê wî hate birîn
14:28 Feminîst Harriet Fraad piştgirî da pêvajoyê
13:44 Bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
12:41 Agirê Jiyan li Dusseldorfê derket ser dikê
10:40 Rûsyayê êrişî Ûkraynayê kir: Pitikek jî di nav de 3 kes hatin kuştin
10:36 Tulay Hatîmogûllari: Yek ji mijarên lezgîn a komîsyonê jî ‘Mafê hêviyê’ ye
10:34 Belgefîlma ’73 Ferman’ a Nazim Daştan kişandibû hate pêşandan
09:44 Yilmaz Hun: Girtiyên li Dumluyê li dijî binpêkirinan amadekariyên çalakiyê dikin
09:31 Kovara Jinê bi manşeta ‘malbat’ê derket
09:29 Bi milyonan xwendekar ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar in
09:00 ROJEVA 7’Ê ÎLONA 2025’AN
06/09/2025
23:11 Roja Çapemeniya Azad hate pîrozkirin: Bi têkoşîna xwe hûn bûn bîra gel
16:38 Li Xezeyê 17 kes hatin kuştin
16:28 Bernameya meşa Bestayê zelal bû
16:08 Operasyona li Kampa Holê didome: 4 DAIŞ’î hatin girtin
16:05 Li Siwêdayê li aqûbeta kesên hatine revandin hat pirsin
16:00 Ji Nergîs Mihemediyê name ji bo NY'yê
15:31 Jiyana 3 girtiyên nexweş di xetereyê de ye
14:45 Midûrê Midûriyeta Polîsan a Antalyayê ji wezîfeyê hat dûrxistin
14:40 Rejîma Îranê çalakvanekî berxwedana 'jin jiyan azadi'yê bi dar vekir
14:31 Banga ji bo meşa ber bi Bestayê ve
14:04 Xizmên windayan ji bo Sîncar, Bîçîmlî û Çardakçi kom bûn
13:36 Li kujerê Ayten Ozturk a di binçavan de hat qetilkirin pirsin
13:21 Bi girseyî serdana şîna Fesîh Polat hat kirin
12:47 Kesê ku tahde li xwişka xwe kir serbest hat berdan
12:37 Agir bi kampa penaberên şengalî ket
12:33 Dayik amadekariyên çalakiya Bestayê dikin
11:56 Şandeya alman li Helebê ye
11:53 Şandeya jinan a Rêveberiya Xweser li Ewropayê ye
11:09 Ji DBP, HDK û DEM Partiyê daxuyaniya Komkujiya 6-7'ê Îlonê
10:45 Di Tebaxê de 28 jin hatin qetilkirin
10:14 'Nêzîkatiya dewletê ya li şînan zirarê dide pêvajoyê'
09:47 Ger Tirkiye 'mafê hêviyê' pêk neyne dê bi çi re rû bi rû bimîne?
09:23 Rêveberiya Xweser û Durzî civiyan
09:16 Şert û mercên neewle û bêparastin dibin sedema mirinê