MKG: 5 rojnamegerên jin girtî ne

  • jin
  • 11:33 2 Îlon 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - MKG’ê rapora xwe ya binpêkirinên mafên rojnamegerên jin a meha Tebaxê aşkera kir û got ku hêj 5 rojnameger girtî ne, zext û gefên li ser rojnamegeran di meha Tebaxê de berdewam kirin. 

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), “Rapora Binpêkirinên Mafên Rojnamegerên Jin a Meha Tebaxa 2025’an” aşkera kir. MKG’ê, diyar kir ku rojnameger ji ber çalakiyên xwe yên pîşeyî û nasnameyên xwe yên civakî bi mekanîzmayên piralî yên zext û tundîtûjiyê rû bi rû dimînin. MKG’ê, got ku rapora wan, careke din rewşa xirab a azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê û cudakariya sîstematîk a li dijî rojnamegeran, aşkera dike.
 
‘GEF LI ROJNAMEGERAN HATIN XWARIN’
 
Bi domdarî MKG’ê destnîşan kir ku di tevahiya Tebaxê de, rojnameger rastî gefan hatin, şopandina wan a nûçeyan hatin astengkirin, bi destdirêjiya darazê rû bi rû man û wiha got: “Rojnamegera jin C.K., ku li dijî gefên ser medyaya dijîtal lê hatibûn xwarin giliyê sûc kir, encax, tenê bi girtina sûcdar hate parastin. Ev mînak nîşan dide ku mafê jiyana rojnamegeran di xetereyê de ye.”
 
ROJNAMEGER HATIN KRÎMÎNALÎZEKIRIN
 
MKG’ê, got ku krîmînalîzekirina rojnamegeran di meha Tebaxê de bi awayên cur bi cur domiyan û wiha dom kir: “Cezayê kelemçeya elektronîk a li ser rojnameger Rahîme Karvar nîşan dide ka çawa tevdîrên cezayî yên ku azadiya derbirînê sînordar dikin têne asayîkirin.  Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), ji bo serlêdanên Midûra Nûçeyan a JINNEWS'ê Oznûr Degerê û rojnameger Dîcle Muftuoglûyê tespîta binpêkirina mafan a qismî kir. Ev nêzîkatiyek nebaş a li hemberî azadiya ramanê nîşan dide. Girtina rojnamegeran a demdirêj, sînordarkirina gihîştina dosyayan û darizandinên nebêalî baweriya bi pergala edaletê bi kûrahî lawaz dike.”
 
ZEXTA ABORÎ Û SANSURÊ 
 
MKG’ê, daxuyand ku zextên aborî û sansurê yên li ser rojnamegeran jî berdewam in û da zanîn ku 13 xebatkarên rojnameya Nefesê ji kar hatine derxistin. MKG’ê, daxuyand ku rawestandina mafên îlanê yên 8 rojnameyên herêmî yên li Mersînê ya ji aliyê Saziya Îlanê ya Çapemeniyê ve, zextên aborî yên sîstematîk nîşan dide. MKG’ê got ku vê biryarê ne tenê zirar da çapemeniya herêmî, lê di heman demê de zirar da mafê raya giştî ya gihîştina nûçeyan.
 
ASTENGKIRINA MALPER Û HESABÊN MEDYAYA DIJÎTAL
 
Bi domdarî MKG’ê sînordarkirinên xwegihandinê, girtina hesaban û qedexeyên îlanê ji bo bêdengkirina dengê medyaya serbixwe hatine bikaranîn û got: “Astengkirina hesabên medyaya dijîtal ên dezgehên medyayê yên wekî Yeni Yaşam, Xwebûn, Ajansa Welat, Kaos GL û ETHA mudaxeleyek bi zanebûn e. Ev ji bo nedîtina medyaya rexnegir e.”
 
QETILKIRINA ROJNAMEGERAN A LI XEZEYÊ
 
MKG’ê, bal kişand ser rojnamegerên li Filistînê di êrişên Îsraîlê de hatine qetilkirin û rojnameger Meryem Ebû Dekka bi bîr xist. MKG’ê, destnîşan kir ku kuştina rojnamegeran ne tenê êrişeke li ser mafê jiyanê yê şexsî ye lê di heman demê de êrişa li ser mafê agahdarbûnê yê hemû civakê ye. MKG’ê rojnamegerên hatine qetilkirin bi bîr anî. 
 
‘ROJNAMEGER JI BER NASNAMEYA XWE JÎ RASTÎ ÊRIŞAN TÊN’
 
MKG’ê, got ku rojnameger ne tenê ji ber çalakiyên xwe yên pîşeyî, lê di heman demê de ji ber nasnameya xwe jî bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin. MKG’ê, got: “Zîhniyeta serdest a mêr, axaftina jinan a li pêşberî raya giştî wekî gef dibîne. Di encamê de, rojnameger ne tenê ji ber ku rojnameger in, lê di heman demê de ji ber ku jin in jî dibin hedef, tên bêdengkirin. Ev zexta dualî ya ku rojnameger pê re rû bi rû dimînin, girîngiya wekheviya zayendî ya di qada medyayê de nîşan dide. Sîstemeke medyayê ya azad û demokratîk tenê dikare bibe sedem ku rojnameger di şert û mercên ewle û wekhev de bixebitin.”
 
MKG’ê, xwest ku zextên li ser rojnamegerên jin tavilê bi dawî bibin; pêvajoyên darizandinê bi awayekî bêalî, adilane û zelal werin kirin; pratîkên sansurê yên dijîtal bên bidawîkirin; rojnamegerên girtî bên berdan û azadiya ramanê were misogerkirin û mekanîzmayên navneteweyî yên ji bo parastina mafê jiyanê yê rojnamegeran li Filistîn û deverên din ên cîhanê werin xurtkirin. MKG’ê got ku nabe rojnamegerên jin bên bêdengkirin û çapemeniya azad were astengkirin. 
 
DANEYÊN BINPÊKIRINÊN MEHA TEBAXÊ
 
Di rapora MKG’ê de daneyên binpêkirinan jî wiha hatin rêzkirin: “Rojnamegerek rastî miameleya nebaş hat, gef li rojnamegerekê hate xwarin, dema rojnamegerekê nûçe dişopand hate astengkirin, darizandina 2 rojnamegerên jin a ji dosyayekê berdewam kir, 5 rojnamegerên jin (Ji 4’ê Çileya 2023’yan heta niha) girtî ne, karê 13 rojnamegeran hate bidawîkirin, 8 malperên înternetê hatin girtin û 5 hesabên medyaya dijîtal hatin girtin. 
 
ROJNAMEGERÊN GIRTÎ
 
MKG’ê da zanîn ku Berpirsa Karê Nivîsê ya Kovara Yururuşê Elîf Ersoy, Midûra Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilim Hatîce Duman, Xebatkara berê ya TRT'ê Ozden Kinik, Nûçegîhana Ozgur Gelecekê Perihan Erkilinç û Gerînendeya Weşana Giştî ya Kovara Onsozê Songul Yucel girtî ne. 
 

Sernavên din

10/09/2025
09:35 Nobeta li Bestayê bi dawî bû: Heta xweza azad dibe dê berxwedan bidome
09:27 Darên cerdevanan birîn di kendalê de avêtin xwarê!
09:18 Nobeta li Bestayê di tevahiya şevê de domiya
09:07 Li ARÎ-DER'ê serlêdanên ji bo Kurdî dê di 20'ê Îlonê de bi dawî bibin
09:06 Saziya Venêrînê ya Cemaweriyê daxwaza ku red kir pêşniyazî wezaretê kir
09:05 Îsal 30 hezar kes hilkişiyan Gilîdaxê
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2025'AN
09/09/2025
17:57 Nobeda li Bestayê dest pê kir
16:25 Li Girtîgeha Kirşehîrê serê her saetê bi ser qawîşan de tê girtin
16:13 Di Şandeya Îmraliyê de ji kîjan partiyan dê kî cih bigire?
16:07 Serokwezîrê Nepalê Sharma Oli îstîfa kir
14:55 13 sendîka û rêxistinan ji bo ‘mafê hêviyê’ bang kirin
13:50 EUTCC'ê ji bo ‘mafê hêviyê’ bang li Komîteya Wezîran kir
13:46 Li Şirnexê bang kirin: Aştiyê ji ewil li Cûdî, Gabar û Bestayê bidin destpêkirin
13:37 Bi hezaran sînemagerên navdar biryara boykotkirina saziyên Îsraîlê dan
13:24 Mehmet Durak piştî 30 salan hate berdan
13:20 Li Gabarê kesek mirî hate dîtin
12:08 Prof. Wallis: Ocalan ji bo tevgerên dij-kapîtalîst hêviyê dide
11:52 Şandeya DEM Partiyê dê biçe Îmraliyê
11:52 Ozel pirsa têkildarî hevdîtina bi Ocalan re bersivand: Komîsyon dikare nîqaş bike
11:37 Li Nepalê çalakiyên li dijî qedexe û nelirêtiyan didomin
11:25 Li Amedê ji bo alîgirên îktîdarê îhaleya taybet
11:07 Berdevka DEM Partiyê: Ocalan got ‘tiştên girîng ên ku ji komîsyonê re bibêjim hene’
10:51 Meclisa şaredariya qeyûm lê hatiye tayînkirin cara duyemîn civiya
10:43 Îsraîlê gefa êrişeke nû ya li dijî Xezeyê xwar
10:04 Li Gabarê birîna daran didome
10:00 Karkerên Mexmûrî yên ji bo kar çûn Bexdayê 15 roj in binçavkirî ne
09:15 Endamê RTUK'ê Îpekyuz: Divê RTUK weşaneke li ser esasê aştiyê teşwîq bike
09:14 Îdareya girtîgehê sal û nîvek e di pirtûkekê de li Ocalan digere
09:04 Di dema nîqaşên li ser aştiyê de li Mûşê girtîgeh tê çêkirin
09:04 Komîsyona Meclisê dê li rêxistinên pîşeyî û civaka sivîl guhdar bike
09:03 Turkmen ku 33 salan di girtîgehê de ma: Divê em li ser 'em ê çawa bi ser bikevin' bisekinin
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2025'AN
08/09/2025
21:48 Li Amedê ji bo kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane bîranîn
19:18 Bi milyonan zarok ji perwerdehiya zimanê dayikê bêpar dest bi dibistanê kirin
18:03 Li Serokatiya Bajêr a Stenbolê ya CHP'ê 10 kes hatin binçavkirin
17:17 CHP'ê biryar girt ku avahiya xwe ya bajêr a Stenbolê bigire
15:55 Şînên Demîr û Tutal ên li Nisêbînê bi girseyî hatin ziyaretkirin
15:30 KNK'ê bang li KE’yê kir ku têkildarî ‘mafê hêviyê’ biryara xwe bide
14:51 Di 8 mehan de li Herêma Kurdistanê 21 jin hatin qetilkirin
13:53 Şîna Sabriye Dumanê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:51 Şewata li Şemzînanê didome
13:46 Li Bajarê Nû dê ‘Rojên Çand û Hunerê’ bê lidarxistin
13:34 Rêxistinên pîşeyî daxwaza berdana rojnameger Karabay kirin
12:51 DEM Partî: Bi milyonan zarok ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê mehrûm in
12:42 Polîsan êrişî CHP’iyan kirin: Herî kêm 10 kes hatin binçavkirin
12:36 Li Qudsê li dijî otobûsê eriş: 4 kes hatin kuştin
12:28 Navenda PENa Kurd rêveberiya xwe ya nû diyar kir
11:36 Xwebûn bi manşeta ‘Parastina jiyanê’ derket
11:03 Qebîne dê bi serokatiya Erdogan bicive
10:59 Li Îzmîrê li dijî qereqolê êriş hate kirin
10:56 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:24 HPG: Emîne Erciyes tevî du hevrêyên xwe şehîd bû
10:14 Ji bo danîşîna Ayşe Înceyolê bang
10:01 Banê malê tebiqî: 2 zarok mirin û dayika wan bi giranî birîndar bû
09:54 Dorpêça li pêşiya CHP’ê didome
09:50 Ji bo çalakiya Bestayê bang: Em bi hev re pêşiya qirkirina xwezayê bigirin
09:07 Girtiyê nayê tedawîkirin mehkûmî erebeya astengdaran kirin
09:06 Ji bo Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter bang hat kirin
09:05 Ji bo vegere karê xwe têdikoş e: Qeyûm ne xizmeta gel, ji alîgirên xwe re dike
09:05 Tirkiye li Sûriyeyê çi dixwaze?
09:00 ROJEVA 8’Ê ÎLONA 2025’AN
07/09/2025
16:26 Rejîma Îranê girtiyek bi veşarî darve kir û bi dizikî defin kir
16:22 Tamer Koç ê HPG’î li Enqereyê hate bibîranîn
15:36 Di 9 mehan de li Sûriyeyê 10 hezar û 672 kes hatine kuştin
15:27 Geçer ê astengdar ji ber bertek nîşanî walî da mûçeyê wî hate birîn
14:28 Feminîst Harriet Fraad piştgirî da pêvajoyê
13:44 Bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
12:41 Agirê Jiyan li Dusseldorfê derket ser dikê
10:40 Rûsyayê êrişî Ûkraynayê kir: Pitikek jî di nav de 3 kes hatin kuştin
10:36 Tulay Hatîmogûllari: Yek ji mijarên lezgîn a komîsyonê jî ‘Mafê hêviyê’ ye
10:34 Belgefîlma ’73 Ferman’ a Nazim Daştan kişandibû hate pêşandan
09:44 Yilmaz Hun: Girtiyên li Dumluyê li dijî binpêkirinan amadekariyên çalakiyê dikin
09:31 Kovara Jinê bi manşeta ‘malbat’ê derket
09:29 Bi milyonan xwendekar ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar in
09:00 ROJEVA 7’Ê ÎLONA 2025’AN
06/09/2025
23:11 Roja Çapemeniya Azad hate pîrozkirin: Bi têkoşîna xwe hûn bûn bîra gel
16:38 Li Xezeyê 17 kes hatin kuştin
16:28 Bernameya meşa Bestayê zelal bû
16:08 Operasyona li Kampa Holê didome: 4 DAIŞ’î hatin girtin
16:05 Li Siwêdayê li aqûbeta kesên hatine revandin hat pirsin
16:00 Ji Nergîs Mihemediyê name ji bo NY'yê
15:31 Jiyana 3 girtiyên nexweş di xetereyê de ye
14:45 Midûrê Midûriyeta Polîsan a Antalyayê ji wezîfeyê hat dûrxistin
14:40 Rejîma Îranê çalakvanekî berxwedana 'jin jiyan azadi'yê bi dar vekir
14:31 Banga ji bo meşa ber bi Bestayê ve
14:04 Xizmên windayan ji bo Sîncar, Bîçîmlî û Çardakçi kom bûn
13:36 Li kujerê Ayten Ozturk a di binçavan de hat qetilkirin pirsin
13:21 Bi girseyî serdana şîna Fesîh Polat hat kirin
12:47 Kesê ku tahde li xwişka xwe kir serbest hat berdan
12:37 Agir bi kampa penaberên şengalî ket
12:33 Dayik amadekariyên çalakiya Bestayê dikin
11:56 Şandeya alman li Helebê ye
11:53 Şandeya jinan a Rêveberiya Xweser li Ewropayê ye
11:09 Ji DBP, HDK û DEM Partiyê daxuyaniya Komkujiya 6-7'ê Îlonê
10:45 Di Tebaxê de 28 jin hatin qetilkirin
10:14 'Nêzîkatiya dewletê ya li şînan zirarê dide pêvajoyê'
09:47 Ger Tirkiye 'mafê hêviyê' pêk neyne dê bi çi re rû bi rû bimîne?
09:23 Rêveberiya Xweser û Durzî civiyan
09:16 Şert û mercên neewle û bêparastin dibin sedema mirinê