DEDAŞ’ê guh neda qedexeyê û trafo danî hewşa dibistanê

img

ŞIRNEX - DEDAŞ’ê, trafoya ceyranê ku danîna wan a li hewşa dibistanan qedexe ye, li Silopiyayê li baxçeyê 4 dibistanan danî.

 
Dîcle Elektrîk Dagitim AŞ. (DEDAŞ) trafoyên ceyranê ku li hewşên dibistanan danîna wan qedexe ye, li navçeya Silopiya ya Şirnexê danî hewşa 4 dibistanan. DEDAŞ’ê bi destûra taybet a Midûriyeta Perwerdeyê ya Bajar danî hewşên; Dibistana Seretayî ya Cumhuriyetê, Dibistana Navîn a Cumhuriyetê, Dibistana Navîn a Îmam Hatîpê ya 23’ê Nîsanê û Navenda Perwerdehiya Gel a Navçeyê bi giştî 4 trafo bi cih kir. Her wiha dema danîna trafoyan darên li hewşa dibistanê hatin birîn. 
 
Nûnerê Egîtîm-Senê yê Silopyayê Yaşar Taşdemîr bertek nîşanî danîna trofoyan da û wiha got:  “Li dijî rêziknameya Midûriyeta Perwerdeyê ya Giştî (MEB) ji bo tiştek wiha destûr tê dayîn. Jiyana zarokên ku diçin dibistanê di talûkeyê de ye. Dibistan cihên herî ewle yên jiyanê ne lê bi dagirkeriya DEDAŞ’ê re rûbirû ne. MEB li şûna ku hewcedariyên xwendekaran tespit bike û qadên lîstikên zarokan berfireh bike li dijî vê tevdigere. Li şûna xwendekaran ji bo sermayedar û şîrketên taybet cih tê veqetandin. Hewşên dibistanan veguheriye navenda malzemeyên DEDAŞ’ê. Ger sibê di trafoyan de teqînek çêbibe û şewat derkeve berpirsyar kî ye gelo? Gelo analîza risk hat kirin, analîza hawirdorê hat kirin?”
 
QADAN DIDIN SERMAYEDARAN
 
Taşdemîr birîna daran û talana xwezaya Besta, Cûdî û Gabarê bi bîrxist û wiha got: “DEDAŞ ji bo ji xwe re qad veke daran dibire. Bi destûra Midûriyeta Perwerdeyê ya Bajar daran dibire. Ne ji bo sermayedana bila ji bo jiyanê qad bên vekirin. Lazim e tu weliyên xwendekaran vê rewşê qebûl nekin. Hinek weliyan bertek nîşan dan û gotin ku dê zarokên xwe neşînin van dibistanan. Em bang li hemû saziyên demokratîk dikin ku bila mafê xwe yê demokratîk bi kar bînin û bertek nîşanî vê rewşê bidin. Lazim e bertek nîşanî hişmendiya talanker a DEDAŞ’ê bidin. Rêziknameya wezaretê aşkera ye. Midûriyeta Perwerdeyê divê li gorî vê rêziknameyê tevbigere. Wek Egîtîm-Sen em ê vê pêvajoyê bişopînin.”
 
‘BI SALAN E ZILMA DEDAŞÊ HEYE’
 
Yusuf Kizil ku 4 xwendekarên wî li Dibistana Seretayî û Navîn a Cûmhuriyetê perwerdeyê dibînin bertek nîşanî mijarê da û diyar kir ku bi salane zilma DEDAŞ’ê didome û wiha got: “Bi salane DEDAŞ zilmê dike. Her derê dikolin û zilmê li me dikin. Her tim ceza nivîsandina wan têrê nake, vê carê jî trafoyan datînin hewşên dibistanên zarokên me. Ev nayê qebûlkirin. Ger teqînek çêbibe berpirsyar kî ye? Em naxwazin trafoyan deynin hewşên dibistanan. Em DEDAŞ’ê şermezar dikin.”
 
‘BILA TRAFO BÊN RAKIRIN’
 
Welatiyê bi navê Şehmus Oden ku zarokên wî diçin Dibistana Seretayî û Navîn a Cûmhuriyetê bertek nîşanî DEDAŞ’ê da û wiha got: “Ez naxwazim jiyana zarokên xwe bixim talûkeyê. Lazim e rayedar çareseriyekê peyda bikin. Ez zarokên xwe naşînim dibistanê. Ez bi midûrê dibistanê re axivîm û dibêje tiştek ji destê me nayê. Midûriyeta Perwerdeyê ya Bajar destûrê dide. Lazim e kes vê qebûl neke. Bila trafo ji wir bên rakirin.”
 
MA / Emrullah Acar
 

Sernavên din

10/09/2025
09:35 Nobeta li Bestayê bi dawî bû: Heta xweza azad dibe dê berxwedan bidome
09:27 Darên cerdevanan birîn di kendalê de avêtin xwarê!
09:18 Nobeta li Bestayê di tevahiya şevê de domiya
09:07 Li ARÎ-DER'ê serlêdanên ji bo Kurdî dê di 20'ê Îlonê de bi dawî bibin
09:06 Saziya Venêrînê ya Cemaweriyê daxwaza ku red kir pêşniyazî wezaretê kir
09:05 Îsal 30 hezar kes hilkişiyan Gilîdaxê
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2025'AN
09/09/2025
17:57 Nobeda li Bestayê dest pê kir
16:25 Li Girtîgeha Kirşehîrê serê her saetê bi ser qawîşan de tê girtin
16:13 Di Şandeya Îmraliyê de ji kîjan partiyan dê kî cih bigire?
16:07 Serokwezîrê Nepalê Sharma Oli îstîfa kir
14:55 13 sendîka û rêxistinan ji bo ‘mafê hêviyê’ bang kirin
13:50 EUTCC'ê ji bo ‘mafê hêviyê’ bang li Komîteya Wezîran kir
13:46 Li Şirnexê bang kirin: Aştiyê ji ewil li Cûdî, Gabar û Bestayê bidin destpêkirin
13:37 Bi hezaran sînemagerên navdar biryara boykotkirina saziyên Îsraîlê dan
13:24 Mehmet Durak piştî 30 salan hate berdan
13:20 Li Gabarê kesek mirî hate dîtin
12:08 Prof. Wallis: Ocalan ji bo tevgerên dij-kapîtalîst hêviyê dide
11:52 Şandeya DEM Partiyê dê biçe Îmraliyê
11:52 Ozel pirsa têkildarî hevdîtina bi Ocalan re bersivand: Komîsyon dikare nîqaş bike
11:37 Li Nepalê çalakiyên li dijî qedexe û nelirêtiyan didomin
11:25 Li Amedê ji bo alîgirên îktîdarê îhaleya taybet
11:07 Berdevka DEM Partiyê: Ocalan got ‘tiştên girîng ên ku ji komîsyonê re bibêjim hene’
10:51 Meclisa şaredariya qeyûm lê hatiye tayînkirin cara duyemîn civiya
10:43 Îsraîlê gefa êrişeke nû ya li dijî Xezeyê xwar
10:04 Li Gabarê birîna daran didome
10:00 Karkerên Mexmûrî yên ji bo kar çûn Bexdayê 15 roj in binçavkirî ne
09:15 Endamê RTUK'ê Îpekyuz: Divê RTUK weşaneke li ser esasê aştiyê teşwîq bike
09:14 Îdareya girtîgehê sal û nîvek e di pirtûkekê de li Ocalan digere
09:04 Di dema nîqaşên li ser aştiyê de li Mûşê girtîgeh tê çêkirin
09:04 Komîsyona Meclisê dê li rêxistinên pîşeyî û civaka sivîl guhdar bike
09:03 Turkmen ku 33 salan di girtîgehê de ma: Divê em li ser 'em ê çawa bi ser bikevin' bisekinin
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2025'AN
08/09/2025
21:48 Li Amedê ji bo kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane bîranîn
19:18 Bi milyonan zarok ji perwerdehiya zimanê dayikê bêpar dest bi dibistanê kirin
18:03 Li Serokatiya Bajêr a Stenbolê ya CHP'ê 10 kes hatin binçavkirin
17:17 CHP'ê biryar girt ku avahiya xwe ya bajêr a Stenbolê bigire
15:55 Şînên Demîr û Tutal ên li Nisêbînê bi girseyî hatin ziyaretkirin
15:30 KNK'ê bang li KE’yê kir ku têkildarî ‘mafê hêviyê’ biryara xwe bide
14:51 Di 8 mehan de li Herêma Kurdistanê 21 jin hatin qetilkirin
13:53 Şîna Sabriye Dumanê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:51 Şewata li Şemzînanê didome
13:46 Li Bajarê Nû dê ‘Rojên Çand û Hunerê’ bê lidarxistin
13:34 Rêxistinên pîşeyî daxwaza berdana rojnameger Karabay kirin
12:51 DEM Partî: Bi milyonan zarok ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê mehrûm in
12:42 Polîsan êrişî CHP’iyan kirin: Herî kêm 10 kes hatin binçavkirin
12:36 Li Qudsê li dijî otobûsê eriş: 4 kes hatin kuştin
12:28 Navenda PENa Kurd rêveberiya xwe ya nû diyar kir
11:36 Xwebûn bi manşeta ‘Parastina jiyanê’ derket
11:03 Qebîne dê bi serokatiya Erdogan bicive
10:59 Li Îzmîrê li dijî qereqolê êriş hate kirin
10:56 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:24 HPG: Emîne Erciyes tevî du hevrêyên xwe şehîd bû
10:14 Ji bo danîşîna Ayşe Înceyolê bang
10:01 Banê malê tebiqî: 2 zarok mirin û dayika wan bi giranî birîndar bû
09:54 Dorpêça li pêşiya CHP’ê didome
09:50 Ji bo çalakiya Bestayê bang: Em bi hev re pêşiya qirkirina xwezayê bigirin
09:07 Girtiyê nayê tedawîkirin mehkûmî erebeya astengdaran kirin
09:06 Ji bo Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter bang hat kirin
09:05 Ji bo vegere karê xwe têdikoş e: Qeyûm ne xizmeta gel, ji alîgirên xwe re dike
09:05 Tirkiye li Sûriyeyê çi dixwaze?
09:00 ROJEVA 8’Ê ÎLONA 2025’AN
07/09/2025
16:26 Rejîma Îranê girtiyek bi veşarî darve kir û bi dizikî defin kir
16:22 Tamer Koç ê HPG’î li Enqereyê hate bibîranîn
15:36 Di 9 mehan de li Sûriyeyê 10 hezar û 672 kes hatine kuştin
15:27 Geçer ê astengdar ji ber bertek nîşanî walî da mûçeyê wî hate birîn
14:28 Feminîst Harriet Fraad piştgirî da pêvajoyê
13:44 Bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
12:41 Agirê Jiyan li Dusseldorfê derket ser dikê
10:40 Rûsyayê êrişî Ûkraynayê kir: Pitikek jî di nav de 3 kes hatin kuştin
10:36 Tulay Hatîmogûllari: Yek ji mijarên lezgîn a komîsyonê jî ‘Mafê hêviyê’ ye
10:34 Belgefîlma ’73 Ferman’ a Nazim Daştan kişandibû hate pêşandan
09:44 Yilmaz Hun: Girtiyên li Dumluyê li dijî binpêkirinan amadekariyên çalakiyê dikin
09:31 Kovara Jinê bi manşeta ‘malbat’ê derket
09:29 Bi milyonan xwendekar ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar in
09:00 ROJEVA 7’Ê ÎLONA 2025’AN
06/09/2025
23:11 Roja Çapemeniya Azad hate pîrozkirin: Bi têkoşîna xwe hûn bûn bîra gel
16:38 Li Xezeyê 17 kes hatin kuştin
16:28 Bernameya meşa Bestayê zelal bû
16:08 Operasyona li Kampa Holê didome: 4 DAIŞ’î hatin girtin
16:05 Li Siwêdayê li aqûbeta kesên hatine revandin hat pirsin
16:00 Ji Nergîs Mihemediyê name ji bo NY'yê
15:31 Jiyana 3 girtiyên nexweş di xetereyê de ye
14:45 Midûrê Midûriyeta Polîsan a Antalyayê ji wezîfeyê hat dûrxistin
14:40 Rejîma Îranê çalakvanekî berxwedana 'jin jiyan azadi'yê bi dar vekir
14:31 Banga ji bo meşa ber bi Bestayê ve
14:04 Xizmên windayan ji bo Sîncar, Bîçîmlî û Çardakçi kom bûn
13:36 Li kujerê Ayten Ozturk a di binçavan de hat qetilkirin pirsin
13:21 Bi girseyî serdana şîna Fesîh Polat hat kirin
12:47 Kesê ku tahde li xwişka xwe kir serbest hat berdan
12:37 Agir bi kampa penaberên şengalî ket
12:33 Dayik amadekariyên çalakiya Bestayê dikin
11:56 Şandeya alman li Helebê ye
11:53 Şandeya jinan a Rêveberiya Xweser li Ewropayê ye
11:09 Ji DBP, HDK û DEM Partiyê daxuyaniya Komkujiya 6-7'ê Îlonê
10:45 Di Tebaxê de 28 jin hatin qetilkirin
10:14 'Nêzîkatiya dewletê ya li şînan zirarê dide pêvajoyê'
09:47 Ger Tirkiye 'mafê hêviyê' pêk neyne dê bi çi re rû bi rû bimîne?
09:23 Rêveberiya Xweser û Durzî civiyan
09:16 Şert û mercên neewle û bêparastin dibin sedema mirinê