NAVENDA NÛÇEYAN - Li Qudsê li dijî otobûsekê êriş hate kirin. Di êrişê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 jê rewşa wan giran gelek kes jî birîndar bûn.
Li Taxa Ramotê ya Qudsê li dijî otobusekê êrişa çekdarî hate kirin. Di êrişê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 jê rewşa wan giran zêdetirî 11 kes jî birîndar bûn.
Êriş, îro di danê sibehê de li xaçerêya kolana Yîgal Yadînê hate kirin. 2 êrişkaran gule li otobusê reşandin. Tîmên tenduristiyê yên Magen David Adom (MDA) diyar kirin ku di êrişê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hate ragihandin ku 6 ji birîndarên rewşa wan giran rakirin nexweşxaneyê, yên ji ber parçeyên camê birîndar bûn jî li cihê bûyerê hatine dermankirin.
Li gorî şahidan, di dema êrişê de êrişkar ketin hundirê otobusekê, xwe weke wezîfedarên ewlekariyê dan naskirin û gule reşandin. Polîsan diyar kirin ku êrişkar hatine bêbandorkirin û hêzeke zêde ya ewlekariyê ji herêmê re hatiye veguhestin. Rêyên ber bi herêmê ve hatin girtin.