ENQRE - Di danişîna doza Hasan û Meryem Kamiş ku ji ber nasnameya Kurd Delal Hazar Gencer li pêş çavên zarokên wê qetil kiribûn de tê payin ku mutalaa were pêşkeşkirin.
Meryem û Hasan Kamiş ku li navçeya Polatli ya Enqereyê dijiyan, ji ber nasnameya wê ya Kurd, cîrana xwe Delal Hazal Gencer qetil kirin û hevjînê wê jî birîndar kirin. Danişîna her du kujeran dê di 17’ê Îlonê de were lidarxistin.
Delal Hazal Gencer dema di 29’ê Îlonê de diçû mala xwe ya mehsereyê, ji hêla Meryem-Hasan Kamiş ku hevjîn in, hate qetilkirin. 4’emîn danişîna dozê dê di 17’ê Îlonê de li Dadgeha Cezayên Giran a Polatliyê were lidarxistin. Hasan Kamiş ji sûcên “Kuştina biqesdî” û “birîndarkirina biqesdî” girtî ye û hevjîna wî Meryem Kamiş jî bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. Tê payîn ku di vê danişînê de mutalaa pêşkeşî şandeya dadgehê were kirin.