Hevserokê GOÇ-DER'ê: Ji bo vegerê zemîneke qanûnî divê

  • rojane
  • 09:17 23 Îlon 2025
  • |
img

AMED - Hevserokê GOÇ-DER'ê Mûrat Sari ku ji aliyê Komîsyona Meclisê ve hat guhdarîkirin, got ku ew dixwazin ji bo vegera gundên ku di salên 1990'î de hatine şewitandin û valakirin bingeheke qanûnî bê danîn û pergala cerdevaniyê ya ku rê li ber vegerê digire bê betalkirin. 

 
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku ji bo meseleya Kurd bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin û ji bo wê hîmeke qanûnî bê danîn li meclisê hat avakirin, guhdarîkirina derdorên cuda didomîne. Di civîna xwe ya 11'emîn de ku di 18'ê Îlonê de pêk hat, komîsyonê Hevserokê Komeleya Çavdêrî û Lêkolînê ya Koçberiyê ya Mezopotamyayê (GOÇ-DER) Mûrat Sari guhdarî kir.
 
Sari ku ji aliyê komîsyonê ve hat guhdarîkirin, diyar kir ku avakirina komîsyonê encama pêvajoyek e ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk hatiye destpêkirin û ew dixwazin texrîbata kûr a ji ber polîtîkaya înkar û tunekirinê çêbûye bi dawî bibe. Sari, diyar kir ku pêvajoyeke girîng ji bo avakirina aştiya ku gel dixwazin pêk tê û got: "Divê dewlet jî li hember gavên ku ji aliyê Kurdan ve hatine avêtin gavan biavêje. Girîng e ku komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin rola xwe bilîze, lê divê ev yek bi muxatabên sereke yên pêvajoyê re were nîqaşkirin. Ji bo avakirina aştiyeke birûmet divê gavên berbiçav bên avêtin."
 
'DIVÊ PERGALA CERDEVANTIYÊ BÊ BETALKIRIN'
 
Sari, destnîşan kir ku wan ji komîsyonê xwestiye ku ji bo vegera gundan bingehek qanûnî ava bike û got: "Me binpêkirinên mafên ku li gundên hatine valakirin û raporên parêzvanên mafên mirovan pêşkêş kirin. Ger aştiyeke mayînde û birûmet bê avakirin, divê vegera mirovên ku di salên 1990'î de ji cih û warên xwe bûne bê misogerkirin û hevrûbûn çêbibe. Ji ber pergala cerdevaniyê ku hêmana zordar a vê pêvajoyê bû û bi nêzîkatiya 'Bibe cerdevan an jî ji gund derkeve', nêzîkî 3 hezar û 700 gund û mezrik hatin valakirin. Zilm û zordarî li wan hat kirin. Me daxwaza betalkirina pergala cerdevaniyê kir ku yek ji sedemên herî mezin ên koçberiyê ye. Me her wiha daxwaz kir ku bi berçavgirtina encamên koçberiya salên 90'î ya ber bi metropolên ve çareseriyek bê pêşxistin."
 
Sari, anî ziman ku pergala cerdevaniyê hîn jî astengiyeke girîng li pêşiya vegerê çêdike û got: "Divê pergala cerdevaniyê bi tevahî bê betalkirin; ew gef û fikareke ewlehiyê çêdike. Welatiyên ku li Ewropayê daxwaza penaberiyê dikin hene. Divê bingeheke qanûnî were danîn da ku ev welatî bi cezayan neyên tehdîtkirin û rêya vegera wan bê vekirin. Her wiha divê bingeheke qanûnî ji bo vegera xelkê Mexmûrê were danîn. Divê binesaziya vegera ji bo warên wan ên qedîm were danîn. Divê ev yek bi lezgînî bê kirin. Divê gavên qanûnî bên avêtin da ku kesên ku di bin gefa cezayan de neçar mane koç bikin, dema vegerên welatên xwe, bi gefan re rû bi rû nemînin."
 
Sari, bilêv kir ku heke pêvajoyek vegerê bê destpêkirin, divê navên Kurdî yên gundan bên naskirin û bal kişand ser ekokujiyê ku dibe sedema koçberiyê û got ku ev dê zirarê bide pêvajoyê. 
 
MA / Fethî Balaman

Sernavên din

30/09/2025
10:54 Xebatên madenvaniyê yên li Wanê gefê li ekolojiya li hewza golê dixwin
10:35 Temellî: Divê tavilê zemîna mizakereyan bi Ocalan re bê avakirin
10:02 Salih Muslim: Xwestin li NY’ê Şara rewa bikin
09:32 Ji helîkopterê hatibûn avêtin: 5 sal derbas bûn, faîl hêj nehatine girtin
09:12 Piştî êrişên Îsraîlê rewşa Îranê
09:11 Ocalan di salekê de çi peyam dan?
09:07 'Bila pêşniyaza Bahçelî ya axaftina li meclisê pêk bê'
09:06 Esnafa jin a ewil a Gimgimê: Gelek zext li me kirin lê dîsa jî em bi ser ketin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÎLONA 2025’AN
29/09/2025
16:42 Ozel: Divê sererastkirinên yasayî di demekî nêz de bên kirin
16:20 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî Êzidî revandin
16:19 Baroya Amedê bertek nîşanî TED’ê da: Parastina ziman jêneger e
15:57 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
15:18 Xetereya li ser jiyana Beşîkçî didome
15:06 Doza faîlê Dîlara Gunanayê hate taloqkirin
14:49 Binpêkirinên li Girtîgeha Tekîrdagê: Serî li ÎHÎK’ê dan
14:02 Di lêpirsîna 3 rojnamegeran de biryara neşopandinê hat dayin
13:57 Li Hezexê qeza: Jinekê jiyana xwe ji dest da
13:53 Ji Koleja TED’ê ya li Amedê fermana ‘Tenê dê bi Tirkî bê axaftin’
13:42 Prof. Enzo Traverso: Meseleya Kurd derbasî qonaxeke dîrokî bû
13:34 Li Bagokê liv û tevgera leşkerî
13:24 Dosyaya 11 rojnamegeran ji ber ewraqên kêm paşve hate şandin
12:41 Hêj tenê baskekî ‘Çûka aştiyê’ heye
11:33 Ji bo meşa 1’ê Cotmehê bang: Ji bo azadiyê em dengê xwe bilind bikin
11:28 Şandeya MSD’ê li Liveerpolê ye
09:48 Talana li Gabarê ji hewa ve hate kişandin
09:34 Li Pasûrê demsala serrezê dest pê kir
09:26 Nîzamettîn Toguç: Divê komîsyon tavilê li Ocalan guhdarî bike
09:25 Hevdîtinên şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Ewropayê didomin
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Waştişê ziwanî polîtîk o’ derket
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2025’AN
28/09/2025
16:46 Li Kutahyayê erdhej çêbû
15:45 'Dê pêvajo bi pêşengtiya Ocalan bi ser keve’
14:59 Banga ji bo Roboskê: Zagona Heqîqet û Edaletê derxînin
14:57 'Ji bo hevdîtina bi Ocalan re divê Kurtulmuş erka xwe pêk bîne’
13:39 Xetereya li ser jiyana Îsmaîl Beşîkçî didome
13:21 Şîna Firat Kuşak bi girseyî hate ziyaretkirin
13:18 Prof. Mezzedra: Divê ‘mafê hêviyê’ ku Bahçelî behs dikir tavilê bikeve meriyetê
12:12 Bakirhan: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê gav bên avêtin
12:02 Doza Dîlara Gunanayê sibê ye: Hesabê ji faîlên keça min bipirsin
11:40 Serokê Amedsporê: Em ê bêtehemûliya li dijî zimanê me yê dayikê qebûl nekin
11:16 Meral Daniş Beştaş: Divê komîsyon beriya 1’ê Cotmehê biçe Îmraliyê
10:41 Ji Îranê gefa darvekirinê: Rejîm ji hêza jinan ditirse
10:15 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:14 ‘Divê bîlançoya talana xwezayê ya 50 salên dawî bê derxistin’
09:42 Xelkê Semsûrê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:34 ‘Em ê civaka demokratîk bi jinan re ava bikin’
09:18 DMME’yê ji bo nedayina pirtûkên Ocalan biryara binpêikrinê da
09:00 Jin ji bo meşa ‘azadiyê’ amade ne
09:00 ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2025’AN
27/09/2025
16:50 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê daketin qadan
15:43 Xwestin girtiyên nexweş Seyad Erîşmîş û Hatîce Yildiz bên berdan
15:34 Kesên di şer de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
15:06 Kamaç: Înîsyatîf dê bibe bingeha Kongreya Neteweyî ya Kurd
14:54 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
13:25 Dayikên Şemiyê ji bo Abdulmecît Baskin edalet xwestin
12:55 Ji Halîde Turkoglûyê banga ji bo meşa TJA'yê: Divê azadiya Ocalan bê misogerkirin
10:10 Ji ber reklama bi kurdî ceza li Amedsporê hat birin
09:41 Di êrişa DAIŞ’ê de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
09:09 Kesên ku Ceylan Onkolê qetilkirin 16 sal in nehatine darizandin
09:08 Banga ji bo serlêdana Xelatên Gurbetellî Ersozê
09:08 ŞanoWan, dê bi ‘Xulamê du Xudanan’ derkeve pêşberî şanohezan
09:07 Ji bo meşê bang li jinên Tirkiye û Kurdistanê kir: Em daxwaza jiyana wekhev nû bikin
09:06 ‘Ger aştî çêbibe dê pereyê ji bo şer tê xerckirin li gel vegere'
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2025'AN
08:21 Li Qersê qeza: Kesekî jiyana xwe ji dest da
26/09/2025
19:31 Rojnamevan Celaletîn Yalçin ji girtîgehê derket
16:16 Li Şengalê Cejna Cimayî tê pîrozkirin
16:14 Ji bo meşa dê ji bo Rojîn Kabaîşê bê lidarxistin banga tevlibûn hat kirin
16:13 Kesên bi sûcê tecawiza li dijî zarokê tên darizandin nehatin girtin
15:38 Qeyûmê Mêrdînê şêniyên gundên Şemrexê mexdûr dike
15:24 Dê ‘kapasîteya krîmînal’ a faîlê Gulîzar Yildiz qetil kiribû bê lêkolînkirin
15:24 Ji Kovara LeMan’ê 3 kes hatin berdan
14:46 Rojnameger Yalçin hate berdan
13:48 Kurtulmuş: Hevdîtina bi Ocalan re hêj nehatiye rojeva komîsyonê
12:10 Rojnameger Heval Arslan 4 roj in binçavkirî ye
12:02 Daxwaza tehliyeyê ya Ozer nehate qebûlkirin
12:01 Li ser rêya bi 15 milyon lîreyan hatibû çêkirin xebatên kolandinê dan destpêkirin
11:44 TOHAV dê çalakiya ‘di perwerdeyê de zimanê dayikê’ li dar bixe
11:02 Endamê komîsyonê Çîçek: Muxatab Ocalan e û divê lê were guhdarîkirin
09:59 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
09:08 Ûnvana 'bilindahiyê' ya Gola Masîya ji dest wê çû
09:07 Wan bi qirkirina ekolojiyê hatiye dorpêçkirin: 20 bendav û HES, 18 GES û 2 RES
09:06 Dayika Rojîn Kabaîşê: Bila kiryar bên dîtin û cezakirin
09:04 Piştî ku ferzkirina sîxurtiyê red kir bi malbata wî gef lê xwarin
09:02 Di salên 90'î de dewlet, niha jî Cengîz Holdîng: Koçberiyê li gundiyan ferz dikin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2025'AN
25/09/2025
18:53 Riza Altûn li mala xwe ya li Tuzluçayirê hat bibîranîn
16:12 Jin li Wanê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
15:52 Ji qeyûmê Wanê qirkirina daran
15:51 Der heqê Demîrtaş de dozeke din hate vekirin
15:51 Somayeh Raşîdî li Girtîgeha Qerçaxê jiyana xwe ji dest da
14:50 Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê konferansa xwe li dar xist
13:31 Di doza Durdu de daxwaza raporan hate kirin
13:25 Rojnameger Heval Arslan hate binçavkirin
13:24 Gotina ‘Serokê AKP’î yê diz’ sûc hat dîtin
12:30 ‘Hevdîtina bi Ocalan re ji bo aştiya mayinde pêwîstiyek e’
11:41 Fîlozof Rebecca Goldstein ji bo banga Ocalan piştevanî xwest
11:40 ANHA servîsa xwe ya Tirkî digire
11:14 TJA dê ji Amedê bimeşe Enqereyê: Azadiya Ocalan, azadiya me ye