Hunermendê Arjantînî Racca ji bo Ocalan bang kir

  • cîhan
  • 10:30 23 Îlon 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermend-nivîskarê Arjantînî Federico Racca ku yek ji wan kesên kampanyaya  ‘Cihek ji bo Ocalan’ re dimeşîne ye, got: “Mezinbûna çalakiyê me gelek keyfxweş dike. Ez bang li her kesî dikim ku vîdeoyekê bikişînin û kursiya li rex wan bila ji bo Abdullah Ocalan be.” 

 
Di çarçoveya kampanya “Azadî ji Ocalan re, statuya siyasî ji Kurdistanê re” de komek ji hunermendan a bi pêşengiya nivîskar û hunermendê Arjantînî Federico Racca li ser Instagramê kampanyayeke medya dijîtal bi navê “A Place For Ocalan” (Cihek ji bo Ocalan) da destpêkirin. Federico Racca ku ne tenê bi huner û nivîskariya xwe, her wiha bi sekna xwe ya çalak a li ser mafên mirovan tê naskirin, qala armanca kampanyayê kir.
 
Federico Racca destpêkê anî ziman ku zêdeyî deh sal in ew tevgera Kurd nas dike û got: “Beriya her tiştî ez hînî çîroka Abdullah Ocalan bûm, piştre jî min gelê Kurd û têkoşîna wan nas kir. Di nava salan de gelek tişt ji Ocalan hîn bûm, min hewl da di nivîsên xwe û hunera xwe de wê gelekî bi ar bînim.”
 
‘MIN DIXWEST OCALAN LI KÊLEKA MIN BÛYA’ 
 
Li ser fikrê destpêkirina kampanya “Cihek ji bo Ocalan” Federico Racca got: “Rojekê min ji hevjîna xwe re qala Ocalan, qala gelê Kurd, qala Îmraliyê kir. Wê wextê hevokek got, ku li odeya min li ser textekî biçûk nivîsî bû; ‘Ji ber ku xak nedan Kurdan, yek ji cihên herî bedew dan lîderê wan.’ Bal kişandibû ser Îmraliyê, yanî ew cihê li navenda deryayê. Ji bo me, ji bo mirovên li herêmên navîn dimînin, ku deryaya wan nîne, derya tiştekî ku timî tê hêvîkirin û xwestin e. Dema ku min li navê çalakiyê difikirî; Abdullah Ocalan ji bo min kesek e ku di dilê min de ye. Dema ku li wî difikirim timî diêşim, ji ber ku wî timî bi tenê xeyal dikim. Ji ber vê yekê her tim dixwazim li kêleka xwe cihekî bidim wî. Vê hevpeyvînê niha li Santioga de Chile li balafirgehê dinivîsînim. Li pêşberî vî dîmenê bedew min dixwest, Abdullah Ocalan li kêleka min bûya."
 
ARMANCA KAMPANYAYÊ
 
Têkildarî armanca kampanyayê jî Racca wiha got: “Armanca bingehîn a kampanyayê ew e ku Ocalan vebêje, nîşan bide. Tenêmayina wî, şert û mercên ku di nav de ye nîşan bide. Dixwazim bibêjim bê ev rewş çiqasî me diêşîne. Hêvîdar im ev ê bi kêr bê. 
 
KÛRAHIYA ÇALAKIYÊ ME KEYFXWEŞ DIKE
 
Bi psîkanalîst Francisco Larrambebere yê ji Arjantînê her wiha bi piştgiriya Tevgera Jinên Kurd a li Latîn Amerîkayê bi piştgiriya hin hevalan em dimeşînin. Hejmara me gelekî kêm e, lê ev kar bi rê ve diçe. Kûr jî dibe. Ev huner e; kûrahiya vê çalakiyê me kêfxweş dike.
 
BANGA TEVLIBÛNA KAMPANYAYÊ
 
Her kesên dilxwaz vedixwînim. Dîmenekî bêdeng bikişînin, kursiya vala ya li kêleka we bila ji bo Abdullah Ocalan be. Li wir tiştek dibe, ew tecrûbe bandorê li mirovan dike. Her wiha zanim ku Abdullah Ocalan wê vê hîs bike, wê hîs bike ku em bi wî re ne. Di nava piştevanên vê kampanyayê de dîmenên wan mirovan hene ku ji bo paşerojeke baş a mirovahiyê û gelan têkoşiyan e û mirov dibe heyranê wan. Ji bo min serbilindî ye ku dîmenê min jî li kêleka yên wan mirovan e ku ji deverên cuda ji têkoşînên cuda ne."
 
‘RÊBERÊ KURD DÎL HATIYE GIRTIN’
 
Federico Racca li ser sedema girîngiya azadiya Ocalan jî ev tişt anî ziman: “Abdulah Ocalan girtî nîne; ew hatiye revandin. Ew dîl hatiye girtin. Weke hiqûqnasekî ji bo min ev yek gelekî ji hev cuda ye. Ocalan Mandela yê vê demê ye. Dema ku li wî difikirim rondik ji çavên min dibarin. Dema ku mirov ji Arjantînê, ji Başûrê Amerîkayê lê dinihêrin Ocalan 'extimo' ye. Ev têgeh a psîkanalîst ê Fransî Jacuqes Lacan e û yekbûna hevokên 'derveyî' û 'hundirîn' e. Ya herî navxweyî ya kes an jî civakekê bi esasî ji derve, weke tiştekî ji dûr dikare bê xwendin. Ji ber vê yekê Ocalan; yanî têkoşer, lîderê gelê Kurd, barhilgirê wê çanda xwe ya xweser ji bo me 'extimo' ye. Dûr e, lê belê me pênase dike, gelek tiştên xwe hene ku hînî me bike.”
 
Racca, destnîşan kir ku israra Abdullah Ocalan a di aştiyê de encamek ji rexnekirina kapîtalîzmê ye û ev tişt anî ziman: “Şer, çek, li navenda her tiştî ne. Ez li ser pirtûka bi navê Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a Abdullah Ocalan xebitîm, di berhema mezin a ji hezar rûpelî ya bi navê La Flor del Diente de Leon ez li ser manîfestoyê sekinîm. Di vê pirtûkê de hin beş hene ku li ser bingeha karên Ocalan hatiye nivîsandin.
 
‘EM NEHÊLIN KURSÎ VALA BIMÎNIN’
 
Di nava du hefteyan de li Muzeya Hunerên Bedew ên Neteweyî yên Arjantînê li eywana ji tabloyên hosta Francisco de Goya yên li ser berxwedana gelê Spanî ya li hemberî dagirkeriya Napolyon, ez ê pirtûka xwe La Flor del Diente de Leon 24 saetan bê navber bixwînim. Ev yek wê bibe berxwedaneke çalakiyê ya fîzîkî. Hem berxwedana gelê Arjantînê ya serdema zehmet a siyasî hem jî berxwedana Ocalan û gelê Kurd wê li wir bê vegotin. Em nehêlin kursî vala bimîne.”
 

Sernavên din

30/09/2025
10:54 Xebatên madenvaniyê yên li Wanê gefê li ekolojiya li hewza golê dixwin
10:35 Temellî: Divê tavilê zemîna mizakereyan bi Ocalan re bê avakirin
10:02 Salih Muslim: Xwestin li NY’ê Şara rewa bikin
09:32 Ji helîkopterê hatibûn avêtin: 5 sal derbas bûn, faîl hêj nehatine girtin
09:12 Piştî êrişên Îsraîlê rewşa Îranê
09:11 Ocalan di salekê de çi peyam dan?
09:07 'Bila pêşniyaza Bahçelî ya axaftina li meclisê pêk bê'
09:06 Esnafa jin a ewil a Gimgimê: Gelek zext li me kirin lê dîsa jî em bi ser ketin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÎLONA 2025’AN
29/09/2025
16:42 Ozel: Divê sererastkirinên yasayî di demekî nêz de bên kirin
16:20 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî Êzidî revandin
16:19 Baroya Amedê bertek nîşanî TED’ê da: Parastina ziman jêneger e
15:57 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
15:18 Xetereya li ser jiyana Beşîkçî didome
15:06 Doza faîlê Dîlara Gunanayê hate taloqkirin
14:49 Binpêkirinên li Girtîgeha Tekîrdagê: Serî li ÎHÎK’ê dan
14:02 Di lêpirsîna 3 rojnamegeran de biryara neşopandinê hat dayin
13:57 Li Hezexê qeza: Jinekê jiyana xwe ji dest da
13:53 Ji Koleja TED’ê ya li Amedê fermana ‘Tenê dê bi Tirkî bê axaftin’
13:42 Prof. Enzo Traverso: Meseleya Kurd derbasî qonaxeke dîrokî bû
13:34 Li Bagokê liv û tevgera leşkerî
13:24 Dosyaya 11 rojnamegeran ji ber ewraqên kêm paşve hate şandin
12:41 Hêj tenê baskekî ‘Çûka aştiyê’ heye
11:33 Ji bo meşa 1’ê Cotmehê bang: Ji bo azadiyê em dengê xwe bilind bikin
11:28 Şandeya MSD’ê li Liveerpolê ye
09:48 Talana li Gabarê ji hewa ve hate kişandin
09:34 Li Pasûrê demsala serrezê dest pê kir
09:26 Nîzamettîn Toguç: Divê komîsyon tavilê li Ocalan guhdarî bike
09:25 Hevdîtinên şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Ewropayê didomin
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Waştişê ziwanî polîtîk o’ derket
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2025’AN
28/09/2025
16:46 Li Kutahyayê erdhej çêbû
15:45 'Dê pêvajo bi pêşengtiya Ocalan bi ser keve’
14:59 Banga ji bo Roboskê: Zagona Heqîqet û Edaletê derxînin
14:57 'Ji bo hevdîtina bi Ocalan re divê Kurtulmuş erka xwe pêk bîne’
13:39 Xetereya li ser jiyana Îsmaîl Beşîkçî didome
13:21 Şîna Firat Kuşak bi girseyî hate ziyaretkirin
13:18 Prof. Mezzedra: Divê ‘mafê hêviyê’ ku Bahçelî behs dikir tavilê bikeve meriyetê
12:12 Bakirhan: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê gav bên avêtin
12:02 Doza Dîlara Gunanayê sibê ye: Hesabê ji faîlên keça min bipirsin
11:40 Serokê Amedsporê: Em ê bêtehemûliya li dijî zimanê me yê dayikê qebûl nekin
11:16 Meral Daniş Beştaş: Divê komîsyon beriya 1’ê Cotmehê biçe Îmraliyê
10:41 Ji Îranê gefa darvekirinê: Rejîm ji hêza jinan ditirse
10:15 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:14 ‘Divê bîlançoya talana xwezayê ya 50 salên dawî bê derxistin’
09:42 Xelkê Semsûrê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:34 ‘Em ê civaka demokratîk bi jinan re ava bikin’
09:18 DMME’yê ji bo nedayina pirtûkên Ocalan biryara binpêikrinê da
09:00 Jin ji bo meşa ‘azadiyê’ amade ne
09:00 ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2025’AN
27/09/2025
16:50 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê daketin qadan
15:43 Xwestin girtiyên nexweş Seyad Erîşmîş û Hatîce Yildiz bên berdan
15:34 Kesên di şer de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
15:06 Kamaç: Înîsyatîf dê bibe bingeha Kongreya Neteweyî ya Kurd
14:54 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
13:25 Dayikên Şemiyê ji bo Abdulmecît Baskin edalet xwestin
12:55 Ji Halîde Turkoglûyê banga ji bo meşa TJA'yê: Divê azadiya Ocalan bê misogerkirin
10:10 Ji ber reklama bi kurdî ceza li Amedsporê hat birin
09:41 Di êrişa DAIŞ’ê de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
09:09 Kesên ku Ceylan Onkolê qetilkirin 16 sal in nehatine darizandin
09:08 Banga ji bo serlêdana Xelatên Gurbetellî Ersozê
09:08 ŞanoWan, dê bi ‘Xulamê du Xudanan’ derkeve pêşberî şanohezan
09:07 Ji bo meşê bang li jinên Tirkiye û Kurdistanê kir: Em daxwaza jiyana wekhev nû bikin
09:06 ‘Ger aştî çêbibe dê pereyê ji bo şer tê xerckirin li gel vegere'
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2025'AN
08:21 Li Qersê qeza: Kesekî jiyana xwe ji dest da
26/09/2025
19:31 Rojnamevan Celaletîn Yalçin ji girtîgehê derket
16:16 Li Şengalê Cejna Cimayî tê pîrozkirin
16:14 Ji bo meşa dê ji bo Rojîn Kabaîşê bê lidarxistin banga tevlibûn hat kirin
16:13 Kesên bi sûcê tecawiza li dijî zarokê tên darizandin nehatin girtin
15:38 Qeyûmê Mêrdînê şêniyên gundên Şemrexê mexdûr dike
15:24 Dê ‘kapasîteya krîmînal’ a faîlê Gulîzar Yildiz qetil kiribû bê lêkolînkirin
15:24 Ji Kovara LeMan’ê 3 kes hatin berdan
14:46 Rojnameger Yalçin hate berdan
13:48 Kurtulmuş: Hevdîtina bi Ocalan re hêj nehatiye rojeva komîsyonê
12:10 Rojnameger Heval Arslan 4 roj in binçavkirî ye
12:02 Daxwaza tehliyeyê ya Ozer nehate qebûlkirin
12:01 Li ser rêya bi 15 milyon lîreyan hatibû çêkirin xebatên kolandinê dan destpêkirin
11:44 TOHAV dê çalakiya ‘di perwerdeyê de zimanê dayikê’ li dar bixe
11:02 Endamê komîsyonê Çîçek: Muxatab Ocalan e û divê lê were guhdarîkirin
09:59 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
09:08 Ûnvana 'bilindahiyê' ya Gola Masîya ji dest wê çû
09:07 Wan bi qirkirina ekolojiyê hatiye dorpêçkirin: 20 bendav û HES, 18 GES û 2 RES
09:06 Dayika Rojîn Kabaîşê: Bila kiryar bên dîtin û cezakirin
09:04 Piştî ku ferzkirina sîxurtiyê red kir bi malbata wî gef lê xwarin
09:02 Di salên 90'î de dewlet, niha jî Cengîz Holdîng: Koçberiyê li gundiyan ferz dikin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2025'AN
25/09/2025
18:53 Riza Altûn li mala xwe ya li Tuzluçayirê hat bibîranîn
16:12 Jin li Wanê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
15:52 Ji qeyûmê Wanê qirkirina daran
15:51 Der heqê Demîrtaş de dozeke din hate vekirin
15:51 Somayeh Raşîdî li Girtîgeha Qerçaxê jiyana xwe ji dest da
14:50 Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê konferansa xwe li dar xist
13:31 Di doza Durdu de daxwaza raporan hate kirin
13:25 Rojnameger Heval Arslan hate binçavkirin
13:24 Gotina ‘Serokê AKP’î yê diz’ sûc hat dîtin
12:30 ‘Hevdîtina bi Ocalan re ji bo aştiya mayinde pêwîstiyek e’
11:41 Fîlozof Rebecca Goldstein ji bo banga Ocalan piştevanî xwest
11:40 ANHA servîsa xwe ya Tirkî digire
11:14 TJA dê ji Amedê bimeşe Enqereyê: Azadiya Ocalan, azadiya me ye