ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Yasîn Kaya ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê dihat ragirtin, sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê hate kirin.
Girtiyê nexweş Yasîn Kaya ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê dihat ragirtin, sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê hate kirin. Sewqa nexweşxaneyê ya Kaya, di 12’ê Îlona 2025’an de ji ber qebûlnekirina “zexta pêkirina şimikê” hte astengkrin. Malbata Kaya daxwaz kiribû ku Kaya sewqî girtîgeha bajarê wan Erziromê were kirin lê ev daxwaz hatibû redkirin. Li gel ku tu daxwazeke Kaya nebû jî sewqî Konyayê hate kirin.