Ji Halîde Turkoglûyê banga ji bo meşa TJA'yê: Divê azadiya Ocalan bê misogerkirin

  • jin
  • 12:55 27 Îlon 2025
  • |
img
AMED - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglûyê anî ziman ku divê bi awayekî herî xurt xwedî li meşa TJA'yê ku dê di 1'ê Cotmehê de ber bi Enqereyê ve li dar bixe, bê derketin û got ku ji bo mayindebûna aştiyê divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin. 
 
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu li avahiya DEM Partiyê ya Amedê der barê geşedanên di rojevê de civîneke çapemeniyê li dar xist.
 
Halîde Turkoglû salvegera mirina Rojîn Kabaîşê ku li Wanê di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest da bi bîr xist û diyar kir ku tevî encamên di dosyeyê de doz hîn jî nehatiye ronîkirin. Halîde Turkoglûyê diyar kir ku Rojîn Kabaîş mînakeke sereke ya pirsgirêkên ku gelek xwendekarên jin pê re rû bi rû dimînin e û got: "Ji aliyê din ve, hikûmet û Wezareta Perwerdehiyê tenê eleqedar dibin ka keç û kuran çawa ji hev cuda bikin. Di pratîkên wan de qet fikarek ji bo pirsgirêkên keç û jinên ciwan ên zanîngehê tune ne. Em qet bernameya perwerdehiyê ya bi modelek perwerdehiya zayendîperest qebûl nakinû em li ser modelek perwerdehiya zanistî, bi zimanê dayikê ya li ser bingeha wekheviya derfetan israr dikin."
 
Halîde Turkoglûyê diyar kir ku pirsgirêkên heyî pirsgirêkek sîstemîk in û tekez kir ku sedema kuştinên jinan polîtîkayên serdest ên mêran in. Halîde Turkoglûyê got: "Rastiya ku di meha Tebaxê de 28 kuştinên jinan hatine kirin û 25 jinan di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dane nîşana vê yekê ye. Ev zêdebûna kuştinên jinan desthilatdariya siyasî aciz nake. Berevajî vê, ew polîtîkayên ku dê zîhniyeta serdest a mêran a ku dibe sedema van kuştinan xurt bikin, dipejirînin. Bi paşguhkirina giliyên jinên ku rastî tundiyê tên, rê li ber kuştinan vedikin. Ji bilî ku hêzên ewlehiyê erka xwe pêk naynin  siyaseta vê hikûmetê bûye parastina sûcên ku ji hêla hêzên ewlehiyê ve têne kirin veşêre. Ew hewl didin ku kuştinên jinan bi polîtîkayên bêcehiştinê normal bikin û ew hewl didin ku sûcên li dijî jinan têne kirin rewa bikin. Rêveberên vê pergalê berpirsên qetilkirina jinan e."
 
Halîde Turkoglûyê dubare kir ku ew ê li dijî van polîtîkayan têbikoşin û wiha bi lêv kir: "Em ê bi hev re ji bo jiyanek bê tundî û îstismarê têbikoşin. Bi berfirehkirina qadên têkoşîna xwe ya piralî, em ê van êrîşan rawestînin. Bi pêşengiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, em ê jiyaneke nû ava bikin."
 
Halîde Turkoglûyê bal kişand ser hedefgirtina rojnamegerên jin û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Ev êrîşên li dijî xebatkarên çapemeniya azad ji hişmendiya serdest a mêran û polîtîkayên wê serbixwe nînin. Kes nikare nivîsên xebatkarên çapemeniya azad ên jin bêdeng bike. Divê tavilê li dijî berpirsên van gefan tedbîrên qanûnî werin girtin. Wekî din, rayedar dê bibin hevkarê vî sûcî."
 
Halîde Turkoglûyê di axaftina xwe de wiha bal kişand ser îhlalkirina mafên girtiyan ên li Girtîgeha Jinan a Sîncan û Girtîgeha Jinan a Bakirkoye: "Me gelek caran diyar kiriye ku yekîneya ku di girtîgehan de bi navê Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê hatiye avakirin û kesên di van yekîneyan de bi astengkirina berdanan sûc dikin. Em bi zelalî dibêjin: ev kiryara keyfî sûcek li dijî mirovahiyê ye. Wezîrê Dadê û saziyên rayedar bi bêdengiya xwe hevkarê vê sûc in. Divê ev pêkanîn tavilê werin rawestandin û girtiyên siyasî yên ku divê werin berdan tavilê werin berdan. Nêzîkatiya li hember girtiyên siyasî nêzîkatiya aştî û civaka demokratîk e."
 
Halîde Turkoglûyê destnîşan kir ku pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin dê ji bo pirsgirêkên heyî bibe çareserî û destnîşan kir ku divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan tavilê were misogerkirin.
 
Halîde Turkoglûyê da zanîn ku divê mafê hêviyê tavilê were bicîhanîn û wiha axivî: "Ji bo birêz Ocalan bi komîsyona ku ji hêla meclisê ve hatî avakirin hevdîtinê bike şert û merc bên amadekirin. Divê 'Mafê hêviyê' bê sepandin."
 
Halîde Turkoglûyê herî dawiyê bal kişand ser meşa 1'ê Cotmehê ya TJA'yê û got ku divê bi awayekî herî xurt xwedî li meşa TJA'yê ku dê di 1'ê Cotmehê de ber bi Enqereyê ve li dar bixe, bê derketin 

Sernavên din

02/10/2025
16:54 Hevserokên OHD’ê di komîsyonê de axivîn: Ji bo demokratîkbûnê ‘mafê hêviyê’ girîng e
16:31 Di Behra Marmarayê de erdhej çêbû
16:17 Îtîraza rojnameger Dîcle Muftuoglû hate redkirin
16:06 Tevdîra kontrola edlî ya rojnameger û siyasetmedaran hat rakirin
14:26 Hiqûqnas Gulseren: Divê sererastkirinên mewzûatê bixin rojeva xwe
13:48 Sifreya 300 sal in li Gundikê Melê tê danîn: Tamtamûk
13:27 Jin di ‘Rêya Azadiyê’ de meşiyan
13:17 Hikûmeta demkî êrişî derdora Bendava Tişrînê dike
13:11 Foza Yûsif ji bo meşvanên jin peyam şand: Dema azadiya Rêber Apo ye
12:19 'Em ê pêşniyaran di demekî herî kin de pêşkeşî Lijneya Giştî ya Meclisê bikin’
12:15 Meşvan çûn serdana goristanê: Em minetdarên wan in
11:29 Rojnameger Mûrat Verîm hate berdan
11:23 Îsraîlê êrişî Fîloya Sumudê kir: Zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin
11:22 Bi hemû kitekitên xwe pêvajoya komploya navneteweyî
10:34 Ji bo mirina di hucreya yekkesî de biryara neşopandinê dan
10:15 Dîroknasê Fransî Ducange: Têkoşîna hebûnê ya Kurdan jinedîtî ve tê
10:01 Serokê eşîra Ereb Sebxayê El Suhan: Em di nava HSD'ê de ne
10:00 Bandoreke mezin li ser jiyana mirovan kir: Sîxûrên MÎT’ê Nagihan hedef girtin
09:21 'Dubendiya komîteyê hêzê dide kesên bi kêfî hiqûqê binpê dikin'
09:20 Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut: Divê dewlet demildest gavên qanûnî biavêje
09:19 Ji ber parvekirina têkildarî Haci Lokman Bîrlîk cezayê hefsê dan
09:04 Welatiyê ku 46 sal in bê 'nasname' ye dê bê dersînorkirin
09:03 Li Serhedê eleqeyeke mezin ji bo kampanyaya 'Ez aştiyê dixwazim ji ber ku' heye
09:01 Golên Arçak û Sixkeyê ziwa dibin
09:00 Ji Çorûmê ew anîn, li Wanê 6 peywiran 'bi rêve dibe'
09:00 ROJEVA 2’YÊ COTMEHA 2025’AN
01/10/2025
17:03 Hevdîtina DEM Partî, MHP, Erdogan û Kurtulmuş bi dawî bû
16:58 Erdogan: Em baş di ferqa wê de ne ku pêvajoyeke hesas e
15:45 DEM Partî, MHP û Erdogan hatin gel hev
15:41 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
15:40 Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê: Divê hikûmeta demkî sozên xwe bicih bîne
15:31 Jin bi meşaleyan ji Amedê ber bi Enqereyê ve hatin oxirkirin
15:30 Li Cizîrê welatiyek bi lêdanê hate binçavkirin
14:17 Rêxistinên jinên Êzidî têkildarî ‘Şengalê’ Bexda hişyar kir
14:08 Semra Guzel nehat tehliyekirin
13:54 Ji Hondurasê banga ji bo piştevaniya bi gelê Kurd re
12:48 Bakirhan: Em di qonaxeke ku gav bên avêtin de ne, ev qonax dê bibe wêneyê jidilbûnê
12:14 ‘Meşa azadiyê’ ya jinan dest pê kir: Ji b aştiyê li Ocalan guhdarî bikin
11:00 Careke din ceza dan Amedsporê
10:42 Li Herêma Federe ya Kurdistanê krîza ‘hikûmetê’: PDK naxwaze kes bibe şirîkê îktîdarê
10:08 Dîmenên qirkirina daran a li Dorşînê derketin holê
09:58 Welatiyên Erziromê: Divê mafên me bên naskirin
09:42 Li Edeneyê dîwar bi graffîtên Abdullah Ocalan hatin neqişandin
09:23 Ji ber gotina 'Birêz Ocalan' înfaza wî hat şewitandin
09:22 Filoya Sumud: Jo bo mirov tevbigerin ma divê çend zarok bimirin?
09:20 Derhêner Alper: Ji bo çekdanînê divê rêyên siyasetê bên vekirin
09:19 Berteka li dijî bêtehemûliya li dijî Kurdî: Hûn ê çawa meseleya Kurd çareser bikin?
09:18 Bi bîra komîsyonê xistin: Aktorê sereke birêz Ocalan e
09:16 KESK'î dê li 6 bajaran ji bo vegera ser kar a KHK'iyan bimeşin
09:00 ROJEVA 1’Ê COTMEHA 2025’AN
30/09/2025
16:43 Peyama Abdullah Ocalan a ji bo Şengalê: Ez ê dest ji hesabpirsîna komkujiyê bernedim
15:50 Ji ber dirûşma ‘şehîd namirin’ cezayê hefsê dan Yilmaz
15:49 'Rewşa Yilmaz ê di rojiya mirinê de giran dibe’
15:26 TOKÎ jî daxilî talankirina xwezayê ya li Şirnexê bû
14:30 Ji bo Amedsporê bang li îktîdarê kirin: Ji bo pêşîlêgirtina polîtîkaya cihêkariyê gav biavêjin
13:44 Rapora rêxistinên maf û hiqûqê: Binpêkirinên li girtîgehan pir zêde bûne
13:19 Rewşa Beşîkçî baş dibe
13:10 Sînorê xizaniyê 4 qat ji mûçeyê kêmtirîn zêdetir bû
13:09 Tevî plana ‘aştiyê’ jî êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê didomin
11:40 Hedefa meşa ji Amedê ber bi Enqereyê ve zelal e: Azadiya Abdullah Ocalan
11:20 'Ji bo Kurdî divê gavên yasayî bên avêtin’
10:55 Rêveberekê DAIŞ’ê li Dêrazorê hate girtin
10:54 Xebatên madenvaniyê yên li Wanê gefê li ekolojiya li hewza golê dixwin
10:35 Temellî: Divê tavilê zemîna mizakereyan bi Ocalan re bê avakirin
10:02 Salih Muslim: Xwestin li NY’ê Şara rewa bikin
09:32 Ji helîkopterê hatibûn avêtin: 5 sal derbas bûn, faîl hêj nehatine girtin
09:12 Piştî êrişên Îsraîlê rewşa Îranê
09:11 Ocalan di salekê de çi peyam dan?
09:07 'Bila pêşniyaza Bahçelî ya axaftina li meclisê pêk bê'
09:06 Esnafa jin a ewil a Gimgimê: Gelek zext li me kirin lê dîsa jî em bi ser ketin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÎLONA 2025’AN
29/09/2025
16:42 Ozel: Divê sererastkirinên yasayî di demekî nêz de bên kirin
16:20 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî Êzidî revandin
16:19 Baroya Amedê bertek nîşanî TED’ê da: Parastina ziman jêneger e
15:57 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
15:18 Xetereya li ser jiyana Beşîkçî didome
15:06 Doza faîlê Dîlara Gunanayê hate taloqkirin
14:49 Binpêkirinên li Girtîgeha Tekîrdagê: Serî li ÎHÎK’ê dan
14:02 Di lêpirsîna 3 rojnamegeran de biryara neşopandinê hat dayin
13:57 Li Hezexê qeza: Jinekê jiyana xwe ji dest da
13:53 Ji Koleja TED’ê ya li Amedê fermana ‘Tenê dê bi Tirkî bê axaftin’
13:42 Prof. Enzo Traverso: Meseleya Kurd derbasî qonaxeke dîrokî bû
13:34 Li Bagokê liv û tevgera leşkerî
13:24 Dosyaya 11 rojnamegeran ji ber ewraqên kêm paşve hate şandin
12:41 Hêj tenê baskekî ‘Çûka aştiyê’ heye
11:33 Ji bo meşa 1’ê Cotmehê bang: Ji bo azadiyê em dengê xwe bilind bikin
11:28 Şandeya MSD’ê li Liveerpolê ye
09:48 Talana li Gabarê ji hewa ve hate kişandin
09:34 Li Pasûrê demsala serrezê dest pê kir
09:26 Nîzamettîn Toguç: Divê komîsyon tavilê li Ocalan guhdarî bike
09:25 Hevdîtinên şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Ewropayê didomin
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Waştişê ziwanî polîtîk o’ derket
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2025’AN
28/09/2025
16:46 Li Kutahyayê erdhej çêbû
15:45 'Dê pêvajo bi pêşengtiya Ocalan bi ser keve’
14:59 Banga ji bo Roboskê: Zagona Heqîqet û Edaletê derxînin
14:57 'Ji bo hevdîtina bi Ocalan re divê Kurtulmuş erka xwe pêk bîne’
13:39 Xetereya li ser jiyana Îsmaîl Beşîkçî didome
13:21 Şîna Firat Kuşak bi girseyî hate ziyaretkirin
13:18 Prof. Mezzedra: Divê ‘mafê hêviyê’ ku Bahçelî behs dikir tavilê bikeve meriyetê