WAN - Endamê Komîteya Amadekar Heval Dilbihar di komxebata “Stratejî û polîtîkayên têkoşîna ji bo zimanê Kurdî” de axivî û got: “Heta statuya Kurdî neyê naskirin, heta perwerdeya bi Kurdî neyê dayin dê ne aştî were ne jî aramî.”
Komxebata “Stratejî û polîtîkayên têkoşîna ji bo zimanê Kurdî” ku ji hêla Platforma Saziyên Demokratîk û saziyên ziman ên pêkhateyên wê ve tê lidarxistin, dest pê kir. Komxebat, li Eywana Dawetê ya Ciraganê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê tê lidarxistin. Li eywanê pankartên “Statûya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî” û “Ji bo zimanê Kurdî têkoşîn û xebat” hatin daliqandin. Endamên saziyên sivîl, nûnerên saziyên demokratîk û partiyên siyasî û gelek kes tev li komxebatê bûn.
Di destpêkê de Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê û endamê Komîteya Amadekar a Komxebatê Heval Dilbihar axivî û got: “Em ewilî rêzdarî û minetdariya xwe ji bo Baba Tahirê Ûryan, Feqiyê Teyran, Mensûre Kurdistanî, Cegerxwîn hwd. pêşkêş dikin. Em rêzdariya xwe ji bo Rêberê Gelê Kurd rêzdar Abdullah Ocalan pêşkeş dikin ku ev derfet daye me em vê komxebatê li dar bixin. Em rêzdariya xwe ji bo hemû şehîdan pêşkêş dikin. Em gelek spasiya xwe ji bo hemû pêkhateyên Kurd jî dikin. Rêzdar Abdullah Ocalan, dibêje ku ‘ziman ji bo neteweyekê ji nan û avê girîngtir e.’ Her wiha dibêje ku kes û neteweyên ji zimanê dayika xwe bêpar ji ajalan jî berjêrtir in. Lewma ziman weke laşê mirovan pênase dike û dibêje lê xwedî derbikevin.”
‘HETA STATUYA KURDÎ NEYÊ NASKIRIN AŞTÎ PÊK NAYE’
Dilbihar, destnîşan kir ku hinek derdor dibêjin tevgera azadiyê ji bo zimanê Kurdî zêde tiştekî nake û wiha berdewam kir: “Lê heke îro gelek derdor xebatên ziman bimeşinin, ev yek di encama têkoşîna tevgera azadiyê û gelê Kurd de ye. Em ê bi vê komxebatê têkoşîna xwe ya ji bo zimanê Kurdî bigihînin merheleyeke din. Rêzdar Ocalan li gel hemû pêkhateyan pêvajoyek daye destpêkirin. Heta di hemû zagon û qanûnan de statû û perwerdehiya bi Kurdî neyê qebûlkirin, ne aştiyeke rast û mayînde pêk tê, ne jî civakeke demokratîk tê avakirin. Divê em li vir hemû pisrgirêkên li qada zimanê Kurdî nîqaş bikin. Em li hemberî Kurdî di xala xwerexnedayînê de ne, lewma divê em polîtîkayên xwe yên ji bo têkoşîna zimanê Kurdî diyar bikin. Komxebata me weke nîvkomxebatek gel e jî. Gelek komxebat hatine lidarxistin, lê belê nîvco mane, berdewamiya wê nehatiye. Lewma ev komxebat gelek girîng e. Ev komxebat li Rêber Ocalan, cangoriyan û gelê me pîroz be.”
Piştî axaftinan, di rûniştina ewil a komxebatê de saziyên ziman pêşkeşiyên xwe kirin. Komxebat dê 2 rojan berdewam bike.