Kolanên Wanê: Divê tavilê komîsyon li Abdullah Ocalan guhdarî bike

  • rojane
  • 09:04 16 Cotmeh 2025
  • |
img
WAN - Şêniyên Wanê diyar kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, Abdullah Ocalan xwedî roleke sereke ye û divê tavilê komîsyona li Meclisê li Abdullah Ocalan guhdarî bike.
 
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclisê hatiye avakirin, xebatên xwe didomîne. Gelek alî, ji ber ku heta niha komîsyonê li Abdullah Ocalan guhdarî nekiriye û ji ber derengiya xebatan bertek nîşan didin. Şêniyên Wanê yên ku ji ajansa me re axivîn, diyar kirin ku Abdullah Ocalan mîmarê vê pêvajoyê ye û divê komîsyon li wî guhdar bike. 
 
Abdurrahman Karabulak diyar kir ku divê komîsyon tavilê li Abdullah Ocalan guhdar bike, got: “Em xwişk-biratî, yekitiyê dixwazin. Lêbelê dewlet bersiveke erênî nedaye, alîgirê xerakirinê ye. Hindik maye em hêviya xwe ya ji pêvajoyê qut bikin, baweriya me namîne. Gelê Kurd rola xwe lîst lê komîsyona ku ji aliyê dewletê ve hatiye avakirin tu gaveke erênî neavêtiye. Bi hezaran girtiyên siyasî bêsedem di girtîgehan de ne, nayên tehliyekirin. Madem pêvajoyek heye divê li gorî vê yekê tevbigerin. Axaftina dayikan a bi Kurdî li Meclisê hat astengkirin. Bi van nêzikatiyan dê çawa pirsgirêk bê çareserkirin? Bi mehan e komîsyon hatiye damezirandin, gel jî dixwaze komîsyon li Abdullah Ocalan guhdar bike."
 
‘DIVÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ FERMÎ’
 
Fetîh Kara jî rave kir ku ew dixwaze Kurdî bibe zimanê fermî û got: “Divê ev pirsgirêka salan êdî bi dawî bibe. Divê xwîn û hêsirên bi salan e dirijin êdî bi dawî bibin. Em jiyaneke bi xwişk-biratî û azad dixwazin. Divê tavilê dewlet gav biavêje û destûrê nede midaxileyên derve. Li ser vê axê me bi hev re şer kir û em bi hev re dijîn. Ji bo aştiyeke mayînde em jiyaneke bê cihêkarî ya di navbera ziman û olan de dixwazin. Daxwaza me ya sereke ew e ku aştî di demeke nêz de pêk bê û bi zimanê dayikê perwerdehî bê dayîn. Bi zimanê Farsî û Ingilîzî ve perwerdehî tê dayîn divê Kurdî jî bibe xwedî statuya fermî.” 
 
‘ABORIYA WELAT JI BO ŞER TÊ XERCKIRIN’
 
Ecrîn Erva, diyar kir ku ji bo çereserî û xurtkirina aboriyê divê gav bê avêtin û wiha axivî: “Li Tirkiye û li Kurdistanê roj bi roj qeyrana aboriyê kûrtir dibe. Em wek ciwan kar nabînin. Sedema vê ew e ku pereyên divê ji bo aboriya welat bên xerckirin ji bo şer tên xerckirin. Ger pereyên ku didin şer ji bo aboriya welat xerc bikin dê tu pirsgirêk nemîne. Di vê pêvajoya de divê dewlet gavên pêwîst biavêje.”
 
‘DIVÊ DEWLET GAVEKÎ ŞEFAF BIAVÊJE’
 
Muhammed Akin jî destnîşan kir ku divê desthilat tavilê gaveke şefaf biavêje û ev tişt anî ziman: "Ger jidil bin divê tavilê gav biavêjin. Ji bo çi bi mehan e rawestiyayî ne? Demên berê jî desthilatê li ser navê pêvajoya aştiyê hinek tişt kir; lêbelê bi lîstikên cuda ve dawî li wan anî. Ger pêvajoyeke aştiyê ya rast hebe dê hemû cîhan jê sûdê wergirin. Wekî hemû gelan em gelê Kurd jî perwerdehiya bi zimanê xwe yê dayik dixwazin.”
 
‘AŞTIYÊ BI HER KESÊ BIDE QEZENCKIRIN’
 
Keleş Nîlî, bi lêv kir ku dewlet dil mijara pêvajoyê de ne jidil e û got: “Ger her kesekî wek Kurdan xwişk-biratî û aştî bixwesta dê tu carî xwîn û hêsir nerijiyana. Bi salan vî gelê zilm dît. Bi hezaran kes bi zorê ji gundên xwe hatin koçkirin. Daxwaza her kesî ew e ku aştî pêk bê û her kes vegere gundê xwe. Dewlet di vê pêvajoyê de ne jidil e; lêbelê em ji dewletê li bende gaveke jidil in. Aştiyê bi her kesê bide qezenckirin û dê bi aştiyê ve dawiya xirabiyê bê.”  
 
Welatiyekî ku nexwest navê xwe bibêje jî wiha got: "Ger dewlet di vê pêvajoyê de jidil bûya dê gav biavêta. Hêj gelek girtiyên siyasî bêsedem di girtîgehan de ne.”
 
MA / Bîlal Babat

Sernavên din

12:17 Xetereya li ser jiyana Aykol didome
12:11 Komxebata ziman di roja 2’yan de ye: Divê Kurdî di her qadê de bê axaftin
12:03 ‘DNA'yên li ser laşê Rojînê yên kê bin aşkera bikin’
11:35 Berdevka DEM Partiyê daxuyaniyê dide
11:08 Beşdarên komxebata zimanê Kurdî: Statuya ji bo Kurdî şertê sereke yê aştiyê ye
10:53 Hêzên Şamê êrişî gundên Siwêdayê kir
10:37 Rapora pisporan a piştî 6 salan: DSÎ û qeyûm biqisûr e
10:29 Li Qoserê ÎHA’yek kete xwarê
10:07 Li dijî avahiya DEM Partiyê êriş hate kirin
10:06 Li Kurdistanê kevneşopiya dermanê kurmancî: Jinên şîfakar
09:55 Li Stenbolê qeydên atolyeya Jineolojiyê dest pê kir
09:53 Endamê Komîsyonê Firat: Divê komîsyon di nava 2 hefteyan de biçe Îmraliyê
09:49 Li dijî tacîzê di greva birçîbûnê de ye: Me soza parastina zarokan da
09:27 Karkerên qeyûm ji kar derxistî: Ji me tenê yek kes jî bimîne dê têkoşîn bidome
09:23 Ahmet Turk, diyaloga xwe ya bi Ozal re parve kir
09:06 'Aştî bi awayekî yekalî pêş nakeve: Bila dewlet gavên berbiçav biavêje'
09:04 Kolanên Wanê: Divê tavilê komîsyon li Abdullah Ocalan guhdarî bike
09:00 ROJEVA 16’Ê COTMEHA 2025’AN
15/10/2025
20:18 Ji rêxistinên ciwanan pêşniyazên 'çareseriyê' ji bo komîsyonê
19:01 Civîna komîsyonê bi dawî bû
18:53 Roja yekemîn a 'Komxebata Zimanê Kurdî' bidawî bû
16:37 Meşa KESK’ê ya li dijî KHK’ê gihîşt Edeneyê
16:35 Li Cîhanbeyliyê ji bo kampanyaya ‘Ez aştiyê dixwazim ji ber ku’ stand hat danîn
16:34 Civîna komîsyonê:Ji sedî 82’yê ciwanan Kurdî dixwazin
15:44 Rektor Şevlî nehişt rojnamevan çalakiya ji bo Rojîn Kabaîşê bişopînin
15:38 Bakirhan dê tev li Kongreya Amsterdamê ya PES’ê bibe
15:34 Rojnameger Aykol derbasî beşa çavdêriya awarte hate kirin
15:28 Di musabeqeya tîmên jinan de ji bo Rojîn Kabaîşê doza edaletê hate kirin
15:23 Talankirina daran a li Dorşînê di rojeva Meclisê de ye
14:49 Li Peyasê gelek dar ji rih ve hatin jêkirin
14:33 Di cînayeta rojnameger Tosun de esnafek hate binçavkirin
14:27 Civîna komîsyonê didome
14:15 Komxebata ziman didome: Heke hûn qîmetê nedin zimanê xwe dê tune bibin
13:56 Ji bo Bayar ê 30 sal in girtî ye biryara tehliyeyê hat dayin
12:43 Rojnamevan Aykol cara duyemîn xistin emeliyatê
12:41 'Heta statuya Kurdî neyê naskirin dê aştî pêk neyê’
11:27 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Tevî xwînmijan jî dê aştî û xwişk-biratî bi ser keve
10:57 Ahmet Turk: Gel bi fikar e, divê dewlet li gor ruhê pêvajoyê tevbigere
10:44 Meclisa Jinan a Ebexê damezirandina xwe ragihand
09:42 Trump: Li Xezeyê qonaxa duyemîn a agirbestê dest pê dike
09:23 Ciwan amadekariya meşê dikin
09:02 'Rejîm ne xwedî wê kapasîteyê ye ku krîza avê û zemînê çareser bike'
09:00 ROJEVA 15’Ê COTMEHA 2025’AN
14/10/2025
21:41 Huseyîn Aykol xistin beşa lêneherîna lezgîn
19:54 Peyamên 'derbasbûyînê' ji bo Huseyîn Aykol ê xwîn rijiya ser mêjiyê wî
19:13 Rojnamevan Aykol xistin emeliyatê
19:11 Pervîn Buldan: Qethiyen bêrêzdariyê qebûl nakim
18:59 Rojnamevan Huseyîn Aykol rakirin nexweşxaneyê
18:05 Cenazeyê rojnamevan Tosûn dê di 16'ê Cotmehê de bê definkirin
16:42 Di 20 rojan de li Îranê 164 kes hatin darvekirin
16:40 Jinan ji Abdullah Ocalan re hezar û 800 name şandin
16:34 Ji bo Rojîn Kabaîşê meş hat lidarxistin: Kî çima tên parastin?
16:10 Rojnameger Salaz li ser gora xwe hate bibîranîn
15:57 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê birçîtiyê 21 hezar û 149 TL ye
15:50 Bagdû li ser gora xwe hate bibîranîn
15:40 DMME’yê biryara binpêkirinê da: Aysel Tugluk ji ber sedemên siyasî hate girtin
15:05 Ji bo banga hevdîtina bi gel re bang: Em bi hev re têkoşînê mezin bikin
14:43 Bakirhan: Meclisa îsal bi qasî Meclisa ewil girîng e
13:54 Bahçelî: Ji bo me ya esas daxuyaniya 27’ê Sibatê ya Îmraliyê ye
13:30 Komxebata ji bo ‘stratejî û polîtîkayên’ Kurdî sibe dest pê dike
13:16 Xelkê Wanê: Rojîn ezmûna edaletê ya vî welatî ye
12:42 Danişîna doza rojnameger Oruç hat lidarxistin
12:40 Xwendekarên enternasyonal çûn serdana GOÇÎZDER’ê
12:28 Mafê tedawiyê yê Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
11:31 Li dijî Şaredariya Antalyayê operasyon: 6 kes hatin binçavkirin
11:27 'Daxwaza gelê Kurd azadiya Abdullah Ocalan e'
11:13 Li Bûrsayê 15 kes hatin girtin
09:54 Li Wanê xeta trenê ya talûke di pênc taxan re derbas dibe!
09:41 Aykan Sever: Yekane xema Tirkiyeyê teslîmgirtina Rojavayê ye
09:28 Li Kizilpinarê kursên Kurdî dest pê kirin
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2025'AN
13/10/2025
20:55 Îsraîlê nêzî 2 hezar girtiyên filistînî berdan
19:12 DFG: Divê êrişa li dijî Hakan Tosûn demildest bê zelalkirin
17:56 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê 7 ciwanên kurd hatin revandin
16:54 Mazlum Ebdî: Vegera koçberan rojeva me ya esasî ye
16:45 Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
16:26 Parêzeran bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir
16:23 Li Wanê berteka ji bo Rojîn Kabaîşê: Der heqê dozgerê berê û ATK’ê de serlêdana sûc hate kirin
15:39 KESK’ê ji Amedê ber bi Enqereyê ve meş da destpêkirin
15:06 Ji bo komxebata ziman a li Wanê banga tevlibûnê hat kirin
14:51 Rojnameger Îmen hate berdan
14:46 Rapora girtîgehan: Tecrîd, êrişa li dijî aştiya civakî ye
13:30 Akademîsyen McLaren: Gotinên Ocalan mîna kevokekê behr derbas kir
13:23 Komîteya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Şamê ye
13:22 Netenyahu û Abbas jî tev li ‘Lûtkeya Xezeyê’ dibin
12:17 Komîsyon vê hefteyê dê li jin û ciwanan guhdarî bike
12:11 Bulent Arinç: Divê komîsyon rû bi rû li Ocalan guhdarî bike
11:33 Kesên tev li mitînga ‘Azadiyê’ bûn: Em ê bi manîfestoya Ocalan bi ser kevin
11:09 Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê çûn Îmraliyê
11:00 DEM Partî: Ne faşîzm, lê têkoşîna azadiyê ya jinan dê bi ser keve
10:36 Temellî: Divê komîsyon tavilê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike
10:32 Xwebûn bi manşeta ‘Pêvajo di bin tecrîdê de ye’ derket
10:28 Ji bo mitînga ‘Ji Ocalan re azadî’ seferberiya mehekê hat ragihandin
10:00 Vezan Karabulut: Azadiya Ocalan ji bo jinan girîng e
09:51 11 sal di ser qetilkirina Bagdû re derbas bûn: Divê dosye ji nû ve bê nirxandin
09:28 Meteorolojiyê ji bo 9 bajarên Bakur bi koda zer hişyarî kir
09:24 Hamas û Îsraîlê dest bi pevguhertina dîlgirtiyan kir
09:00 ROJEVA 13’Ê CITMEHA 2025’AN
12/10/2025
16:29 Li Efrînê du welatî hatin revandin
16:22 Ciwanan piştî mitînga Êlihê meş li dar xist