'Aştî bi awayekî yekalî pêş nakeve: Bila dewlet gavên berbiçav biavêje'

  • rojane
  • 09:06 16 Cotmeh 2025
  • |
img

MÊRSÎN - Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl diyar kirin ku aştî bi awayekî yekalî pêş nakeve û xwestin ku komîsyona li meclisê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê  bike û dewlet ji bo pêşvebirina pêvajoyê gavên berbiçav bavêje.

 
Çendî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir berdewam bike jî, rastiya ku desthilat û dewletê gavên berbiçav neavêtine û komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin hîn bi Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye, dibe sedema bertekan.
 
Hevberdevkê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Çukurovayê Fûat Yemen bal kişand ser ku pêvajo bi awayekî yekalî berdewam dike û got: "Birêz Abdullah Ocalan bang li rêxistina xwe kir û dawî li têkoşîna çekdarî anî. PKK li pey vê bangê çû û xwe fesix kir, endamên wê çekên xwe şewitandin. Lêbelê, dewletê tu rêziknameyên qanûnî bicîh neaniye û rê li ber aştiyê venekiriye. Rêveberiya girtîgehan û lijneyên çavdêriyê biryarên dadgehê bicîh naynin û pêvajo tê dirêjkirin. Mînak, girtiyek ku di sala 1994'an de hatiye girtin, tevî ku divê di sala 2024'an de were berdan jî, hîn jî li girtîgehê ye. Pêkanînên tecrîdê rê li ber serbestberdana bê şert û merc a girtiyên digirin. Komîsyon hîn jî bi Ocalan re hevdîtin nekiriye. Wekî DBP, em bawer dikin ku divê komîsyon bi lez biçe Îmraliyê da ku pêvajo pêşve biçe. Li hember van hemû pêşketinan, wekî muxalefeta civakî, divê em di nav gel de bin û peyamên ku Ocalan dixwaze bigihîne gel ragihînin."
 
GAVNEAVÊTINA DEWLETÊ  
 
Hevseroka Komeleya Çavdêriya Koçberiyê ya Çukurovayê (GOÇÎZDER) Raziye Saîtoglûyê diyar kir ku pêşveçûna yekalî ya pêvajoyê baweriya gel qels kiriye û got: "Nebûna gavavêtinê ji aliyê dewletê ve ne tenê pêvajoyê radiwestîne, di heman demê de hêviya gel jî xera dike. Binpêkirinên mafan û polîtîkayên tecrîdê yên li girtîgehan di heman demê de wekî pergala zilmê li derveyî welêt jî xwe nîşan didin; ev yek ji sedemên bingehîn ên ku koçberiyê diafirîne. Nehevdîtina komîsyonê bi Abdullah Ocalan re tê vê wateyê ku qonaxa herî krîtîk a pêvajoyê netemam dimîne. Wekî GOÇÎZDER, em bawer dikin ku aştiyek ku bi îradeya gel tê rêvebirin mimkun e û em bi biryar in ku li hember vê bêdengiya yekalî hevgirtina civakî ya li ser bingeha rastî û edaletê xurt bikin."
 
Hevserokê GOÇÎZDER'ê Mehmet Ali Oral jî diyar kir ku koçberî di nav astên herî krîtîk ên pêvajoyê de ne. Oral diyar kir ku pêvajo hem ji ber vegeran û hem jî ji ber astengiyên qanûnî pêş ve naçe û got: "Di serdana me ya Komîsyona meclisê ya 17'ê Hezîranê de, me ji Komîsyona meclisê  re ragihand ku malbat ji ber valakirina gundan û nerakirina deverên qedexekirî nikarin vegerin. Divê cerdevantî were rakirin û divê çêrgeh û daristan werin azadkirin da ku çandinî û xwedîkirina heywanan bê kirin. Wekî komeleyekê, me rapora xwe pêşkêşî komîsyonê kiriye û hêvî dikin ku pêşniyazên me di çarçoveya qanûnî de werin bicîhanîn. Ev pêvajo hem ji bo aştiya civakî û hem jî ji bo avakirina welatekî demokratîk krîtîk e."
 
Hevseroka Komeleya Alîkarî û Hevgirtina bi Xizmên Girtî û Hikûmxwaran a Çukurovayê re (TUAY-DER) Adalet Kuranê diyar kir ku her gaveke derengmayî di pêvajoyê de rageşiya civakî zêde dike û bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan. Adalet Kûranê got: "Her gaveke çareseriyê rê li ber hevgirtina civakî vedike. Lêbelê, her gaveke derengmayî trawma û pevçûnên civakî girantir dike. Binpêkirinên mafên mirovan li girtîgehan berdewam dikin; divê girtiyên nexweş û yên din di pêvajoyê de cih bigirin. Pêvajoya aştiyê divê her kesî bigire nav xwe. Ma armanca komîsyonê ne ew e ku bi hemü beşên civakê re bicive? Ji ber vê yekê, divê ji bo rakirina pirsgirêkan înîsiyatîf werin girtin. Muxatabê pirsgirêkê birêz Abdullah Ocalan e û divê hevdîtin pê re bê kirin." 
 
MA / Abdulkadîr Ayten  
 
 
 

Sernavên din

13:03 Di doza rojnamevan Bêrîvan Kutluyê de dê mutalaa bê amadekirin
12:17 Xetereya li ser jiyana Aykol didome
12:11 Komxebata ziman di roja 2’yan de ye: Divê Kurdî di her qadê de bê axaftin
12:03 ‘DNA'yên li ser laşê Rojînê yên kê bin aşkera bikin’
11:35 Berdevka DEM Partiyê daxuyaniyê dide
11:08 Beşdarên komxebata zimanê Kurdî: Statuya ji bo Kurdî şertê sereke yê aştiyê ye
10:53 Hêzên Şamê êrişî gundên Siwêdayê kir
10:37 Rapora pisporan a piştî 6 salan: DSÎ û qeyûm biqisûr e
10:29 Li Qoserê ÎHA’yek kete xwarê
10:07 Li dijî avahiya DEM Partiyê êriş hate kirin
10:06 Li Kurdistanê kevneşopiya dermanê kurmancî: Jinên şîfakar
09:55 Li Stenbolê qeydên atolyeya Jineolojiyê dest pê kir
09:53 Endamê Komîsyonê Firat: Divê komîsyon di nava 2 hefteyan de biçe Îmraliyê
09:49 Li dijî tacîzê di greva birçîbûnê de ye: Me soza parastina zarokan da
09:27 Karkerên qeyûm ji kar derxistî: Ji me tenê yek kes jî bimîne dê têkoşîn bidome
09:23 Ahmet Turk, diyaloga xwe ya bi Ozal re parve kir
09:06 'Aştî bi awayekî yekalî pêş nakeve: Bila dewlet gavên berbiçav biavêje'
09:04 Kolanên Wanê: Divê tavilê komîsyon li Abdullah Ocalan guhdarî bike
09:00 ROJEVA 16’Ê COTMEHA 2025’AN
15/10/2025
20:18 Ji rêxistinên ciwanan pêşniyazên 'çareseriyê' ji bo komîsyonê
19:01 Civîna komîsyonê bi dawî bû
18:53 Roja yekemîn a 'Komxebata Zimanê Kurdî' bidawî bû
16:37 Meşa KESK’ê ya li dijî KHK’ê gihîşt Edeneyê
16:35 Li Cîhanbeyliyê ji bo kampanyaya ‘Ez aştiyê dixwazim ji ber ku’ stand hat danîn
16:34 Civîna komîsyonê:Ji sedî 82’yê ciwanan Kurdî dixwazin
15:44 Rektor Şevlî nehişt rojnamevan çalakiya ji bo Rojîn Kabaîşê bişopînin
15:38 Bakirhan dê tev li Kongreya Amsterdamê ya PES’ê bibe
15:34 Rojnameger Aykol derbasî beşa çavdêriya awarte hate kirin
15:28 Di musabeqeya tîmên jinan de ji bo Rojîn Kabaîşê doza edaletê hate kirin
15:23 Talankirina daran a li Dorşînê di rojeva Meclisê de ye
14:49 Li Peyasê gelek dar ji rih ve hatin jêkirin
14:33 Di cînayeta rojnameger Tosun de esnafek hate binçavkirin
14:27 Civîna komîsyonê didome
14:15 Komxebata ziman didome: Heke hûn qîmetê nedin zimanê xwe dê tune bibin
13:56 Ji bo Bayar ê 30 sal in girtî ye biryara tehliyeyê hat dayin
12:43 Rojnamevan Aykol cara duyemîn xistin emeliyatê
12:41 'Heta statuya Kurdî neyê naskirin dê aştî pêk neyê’
11:27 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Tevî xwînmijan jî dê aştî û xwişk-biratî bi ser keve
10:57 Ahmet Turk: Gel bi fikar e, divê dewlet li gor ruhê pêvajoyê tevbigere
10:44 Meclisa Jinan a Ebexê damezirandina xwe ragihand
09:42 Trump: Li Xezeyê qonaxa duyemîn a agirbestê dest pê dike
09:23 Ciwan amadekariya meşê dikin
09:02 'Rejîm ne xwedî wê kapasîteyê ye ku krîza avê û zemînê çareser bike'
09:00 ROJEVA 15’Ê COTMEHA 2025’AN
14/10/2025
21:41 Huseyîn Aykol xistin beşa lêneherîna lezgîn
19:54 Peyamên 'derbasbûyînê' ji bo Huseyîn Aykol ê xwîn rijiya ser mêjiyê wî
19:13 Rojnamevan Aykol xistin emeliyatê
19:11 Pervîn Buldan: Qethiyen bêrêzdariyê qebûl nakim
18:59 Rojnamevan Huseyîn Aykol rakirin nexweşxaneyê
18:05 Cenazeyê rojnamevan Tosûn dê di 16'ê Cotmehê de bê definkirin
16:42 Di 20 rojan de li Îranê 164 kes hatin darvekirin
16:40 Jinan ji Abdullah Ocalan re hezar û 800 name şandin
16:34 Ji bo Rojîn Kabaîşê meş hat lidarxistin: Kî çima tên parastin?
16:10 Rojnameger Salaz li ser gora xwe hate bibîranîn
15:57 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê birçîtiyê 21 hezar û 149 TL ye
15:50 Bagdû li ser gora xwe hate bibîranîn
15:40 DMME’yê biryara binpêkirinê da: Aysel Tugluk ji ber sedemên siyasî hate girtin
15:05 Ji bo banga hevdîtina bi gel re bang: Em bi hev re têkoşînê mezin bikin
14:43 Bakirhan: Meclisa îsal bi qasî Meclisa ewil girîng e
13:54 Bahçelî: Ji bo me ya esas daxuyaniya 27’ê Sibatê ya Îmraliyê ye
13:30 Komxebata ji bo ‘stratejî û polîtîkayên’ Kurdî sibe dest pê dike
13:16 Xelkê Wanê: Rojîn ezmûna edaletê ya vî welatî ye
12:42 Danişîna doza rojnameger Oruç hat lidarxistin
12:40 Xwendekarên enternasyonal çûn serdana GOÇÎZDER’ê
12:28 Mafê tedawiyê yê Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
11:31 Li dijî Şaredariya Antalyayê operasyon: 6 kes hatin binçavkirin
11:27 'Daxwaza gelê Kurd azadiya Abdullah Ocalan e'
11:13 Li Bûrsayê 15 kes hatin girtin
09:54 Li Wanê xeta trenê ya talûke di pênc taxan re derbas dibe!
09:41 Aykan Sever: Yekane xema Tirkiyeyê teslîmgirtina Rojavayê ye
09:28 Li Kizilpinarê kursên Kurdî dest pê kirin
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2025'AN
13/10/2025
20:55 Îsraîlê nêzî 2 hezar girtiyên filistînî berdan
19:12 DFG: Divê êrişa li dijî Hakan Tosûn demildest bê zelalkirin
17:56 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê 7 ciwanên kurd hatin revandin
16:54 Mazlum Ebdî: Vegera koçberan rojeva me ya esasî ye
16:45 Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
16:26 Parêzeran bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir
16:23 Li Wanê berteka ji bo Rojîn Kabaîşê: Der heqê dozgerê berê û ATK’ê de serlêdana sûc hate kirin
15:39 KESK’ê ji Amedê ber bi Enqereyê ve meş da destpêkirin
15:06 Ji bo komxebata ziman a li Wanê banga tevlibûnê hat kirin
14:51 Rojnameger Îmen hate berdan
14:46 Rapora girtîgehan: Tecrîd, êrişa li dijî aştiya civakî ye
13:30 Akademîsyen McLaren: Gotinên Ocalan mîna kevokekê behr derbas kir
13:23 Komîteya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Şamê ye
13:22 Netenyahu û Abbas jî tev li ‘Lûtkeya Xezeyê’ dibin
12:17 Komîsyon vê hefteyê dê li jin û ciwanan guhdarî bike
12:11 Bulent Arinç: Divê komîsyon rû bi rû li Ocalan guhdarî bike
11:33 Kesên tev li mitînga ‘Azadiyê’ bûn: Em ê bi manîfestoya Ocalan bi ser kevin
11:09 Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê çûn Îmraliyê
11:00 DEM Partî: Ne faşîzm, lê têkoşîna azadiyê ya jinan dê bi ser keve
10:36 Temellî: Divê komîsyon tavilê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike
10:32 Xwebûn bi manşeta ‘Pêvajo di bin tecrîdê de ye’ derket
10:28 Ji bo mitînga ‘Ji Ocalan re azadî’ seferberiya mehekê hat ragihandin
10:00 Vezan Karabulut: Azadiya Ocalan ji bo jinan girîng e
09:51 11 sal di ser qetilkirina Bagdû re derbas bûn: Divê dosye ji nû ve bê nirxandin
09:28 Meteorolojiyê ji bo 9 bajarên Bakur bi koda zer hişyarî kir
09:24 Hamas û Îsraîlê dest bi pevguhertina dîlgirtiyan kir
09:00 ROJEVA 13’Ê CITMEHA 2025’AN
12/10/2025
16:29 Li Efrînê du welatî hatin revandin