Komxebata ziman di roja 2’yan de ye: Divê Kurdî di her qadê de bê axaftin

WAN -  Di “Komxebata Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî” de têkiliya ziman a bi perwerde, tenduristî, koçberî û ekolojiyê re hate nîqaşkirin û hate gotin ku hewceye ziman di van qadan de were bikaranîn. 

 
Komxebata “Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî” ku ji aliyê Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk ve li Wanê tê lidarxistin, di roja duyemîn de didome. Di rûniştina pêncemîn de Abbas Bîngol, Lokman Babat, Muhyettîn Aksîn û Esma Gumuş mijara “Di têkoşîna ji bo zimanê Kurdî de rista Eekolojî, perwerde û qadên din ên kedê” pêşkêş kir.
 
Endamê Egîtîm-Senê Lokman Babat, anî ziman ku Kurdan ji bo maf, çand û zimanê xwe berxwedaneke gelek mezin daye û da zanîn ku di salên 1990’î de jî gundên Kurdan hatine valakirin. Lokman Babat, diyar kir ku bi derketina ji gundan re bişaftinê dest pê kir û got: “Me zimanê xwe ji bîr kir û me texteke gelek biqîmet ji bo Tirkî çêkir. Lê bi saya tevgerê û cangoriyên xwe em hişyar bûn û dîsa li zimanê xwe xwedî derketin. Zimanê zarokan zimanê pêşerojê ye. Mixabin niha zarokên me ne tenê li dibistanan, li mal û sûkê jî bi Tirkî diaxivin. Ziman, ji aliyê derûnî heta aliyê akademîk, ji aliyê baweriyê heta perwerdehiyê bandoreke gelek mezin dike. Tenê bi çend şexs û saziyan em nikarin zimanê xwe ji xetereyê xelas bikin. Divê dewlet çawa xizmeta Tirkî dike, wisa xizmeta Kurdî jî bike. Divê zimanê me bibe zimanê jiyanê, divê rêveberên me yên hemû saziyan Kurdî biaxivin. Divê em bi Kurdî danûstandinên xwe yên rojane bikin.”
 
POLÎTÎKAYÊN TENDURISTIYÊ   
 
Li ser navê qada tenduristiyê Abbas Bîngol mafê axaftinê hilgirt û da zanîn ku ziman ji bo civakê çand, huner, civak û hebûn e. Abbas Bîngol, diyar kir ku dixwazin Kurdan ji zimanê wan dûr bixin û got: “Ev yek bi sîstema modernîteya kapîtalîst tê kirin. Pergal, jiyanê li gor berjewendiyên xwe organîze dike û dixwazin Kurdan bihelîne. Di dîroka mirovahiyê de tendirûstî cihekî gelek taybet digire. Mixabin polîtîkayeke me ya tenduristiyê nîne. Polîtîkayên tenduristî û xizmetgûzariyê divê nebe polîtîkayên bişaftinê. Divê herkes bi zimanê xwe xizmeta tenduristiyê bigire. Divê zimanê Kurdî jî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê, divê ji bo kedkarên tenduristiyê dersên Kurdî bên dayîn. Lê mixabin hînkerên me yên Kurdî yên qada tenduristiyê gelek kêm in û divê em hînkerên tenduristiyê derxin. Her wiha divê ferhenga termînolojiya tenduristiyê bê derxistin.”
 
POLÎTÎKAYÊN EKOLOJIYÊ  
 
Aktivîstê Ekolojiyê Muhyettîn Aksîn jî anî ziman ku jiyana mirovan bi xwezayê re girêdayî ye û anî ziman ku lewma heke civakek xwecihî nebe nikare zimanê xwe biparêze. Muhyettîn Aksîn da zanîn ku parastina ziman bi parastina xweza û ekolojiyê re girêdayî ye û got: “Polîtîkayên serdestên me, em ji gundan derxistin û ji xwezayê dûr xistin. Bi deh hezaran cangoriyan canê xwe dan ji bo ku em bijîn, lewma divê em bes gotin bikin, dest bi patinê bikin.”
 
'EM BÛN HER KES LÊ TENÊ EM NEBÛN XWE’   
 
Rûniştina dawî jî li ser koçberiyê hate kirin. Li ser navê qada koçberiyê Hasan Erzî jî bal kişand ser polîtîkayên koçberiyê û destnîşan kir ku Kurdan koçî ku derê kiribe, bûne ji wan neteweyan. Hasan Erzî da zanîn ku Kurd dest ji welatê xwe berdidin û diçin dîasporayê. Hasan Erzî bi lêv kir ku divê li hember bişaftina li dîasporayê qada siyasetê polîtîkayan pêşbixe û wiha berdewam kir: “Bila her Kurdek berê xwe bide Kurdistanê. Lazim e em bikevin nava liv û tevgerekê ku ciwanên me neçin dîasporayê.”
 
Komxebat, bi beşa pirs û bersivan didome.
 
 

Sernavên din

24/10/2025
09:20 Ji bo têkoşîneke hevpar banga tevlibûna mitîngê
09:00 'Dewlet karê xwe bi şêwirmendên darayî dide kirin, rêziknameyeke qanûnî divê'
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2025'AN
08:45 Li dijî TELE1’ê operasyon: Polîs li kanalê lêgerînê dikin
23/10/2025
16:52 Şîna Sûltan Ete bi girseyî hat ziyaretkirin
16:12 Kesên di erdheja Wanê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
15:43 Tedawiya Aykol a li beşa çavdêriya awarte didome
15:39 Danişîna doza Hevşaredar Neslîhan Şedalê hat taloqkirin
15:06 Ji bo rojnameger Akdenîz biryara beraetê hat dayin
14:57 Li Sêrtê doza tecawizê: Daxwaza girtina faîl hat redkirin
14:09 Hevpeyvîna bi Abdullah Ocalan re piştî 28 salan hate weşandin
13:55 Ahmet Turk ji doza weke hinceta tayînkirina qeyûm hatibû nîşandan beraet kir
13:42 Endamên Koma Amedê bi stranan hatin pêşwazîkirin
12:24 HPG'ê ji ber operasyonên leşkerî hişyarî kir
11:58 'Divê gel rê nede zîhniyeta DAIŞ’ê ku xwe li Kurdistanê birêxistin bike’
11:20 Tê payin ku Şandeya Îmraliyê di 28’ê Cotmehê de bi Erdogan re hevdîtinê bike
11:02 Rojnamevan Aykol di çavdêriya awarte de jî dibe dengê girtiyan
11:00 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:48 Dîmenên kêliya polîsan ciwan derb dikir derketin holê
10:11 Belgefîlma Kerboranê: Em ê hestiyên me ji bîrê derxistin ji bîr nekin
09:48 Şandeya Îmraliyê çû serdana siyasetmedarên girtî
09:16 Redkarên wijdanî: Bila aştî bê nîqaşkirin, redkariya wijdanî bê qebûlkirin
09:14 Dosyeya Rojîn Kabaîşê: Me daxwaza berfirehkirina lêpirsînê kir
09:13 Akademîsyen Berwarî: Ger Tirkiye şer hilbijêre, dê bi kêrî kesî neyê
09:11 Akademîsyen Yildiz Onen: Aştî dê bi kêrî her kesî bê
09:08 'Li dijî asîmlasyonê divê weşangeriya Kurdî bêtir bê piştgirîkirin'
09:06 Ji bo konsera Koma Amed bang
09:05 Bi şanoyê Kirmanckî berbiçav dike
09:00 'Ji bo aştiyeke mayinde divê girtî hemû bên berdan'
09:00 ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2025’AN
22/10/2025
16:35 Li Colemêrgê panela ‘Di Îslamê de civak û jin’
15:21 Îkram Guner li bajarê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
14:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
14:45 Qeyûm zextê li xebatkaran dike ku sendîkaya xwe biguherînin!
13:52 Ji bo meşa Kolnê bang hate kirin
13:36 Leşkeran deriyê mala şînê qilf kirin: Behsa aştiyê dikin lê zilma wan berdewam e
12:54 HSD ne ‘gef’ e lê hêza jinûveavakirinê ye
11:48 Leşkeran dest danîn ser telefona welatiyê dixwest talana li Gabarê bikişîne
11:34 Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tehliyeya 8 girtiyan asteng kir
10:57 Weqfa Mezopotamyayê kursa ‘Folklor û Edebiyata Gelêrî’ ya onlîne dide destpêkirin
10:44 Li Agiriyê xizmet ji gundên dengê xwe nedane AKP’ê re nayê kirin
10:03 'Li Wanê divê demildest ji bo tiryakkêşan navendên rehabîlîtasyonê bên vekirin'
09:36 Çanda Dêrsimê bi çanda kulav neqş kir
09:16 'Ger dewlet bixwaze pirsgirêkê çareser bike divê hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike'
09:09 Xizmên girtiyan: Zilma li girtîgehan didome
09:04 Li Îzmîrê qeydên ji bo Kurdî dest pê kirin
09:02 Dadgehê biryar da ku malbatên HPG'î tazmînatê bidin leşkerê birîndar bûye
09:00 ROJEVA 22’YÊ COTMEHA 2025’AN
21/10/2025
16:35 Tevî astengkirina cendirmeyan jî şîna Cansu Seferoglû hate danîn
16:12 Dermanên razandinê yên rojnameger Aykol dîsa hatin kêmkirin
16:05 Di doza Mînguzzî de cezayê muebbeda girankirî dan 2 bersûcan
15:28 Hikûmeta Demkî careke din rêya Tebqa-Selemiyê girt
14:43 Li seranserî cîhanê 520 kesan bang li rejîma Îranê kir
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Beriya hevdîtinên budçeyê sererastkirinên yasayî bikin
12:40 Di doza Uytun de daxwaza girtina faîl û keşfa cihê bûyerê hate redkirin
12:13 Ceza dan rojnameger Oznûr Degerê
12:10 Ciwanên Yerlîkaya hedef nîşan dabû hatin binçavkirin
11:09 Prof. Ross piştgirî da pêvajoyê: Divê Tirkiye vê firsenda dîrokî pûç neke
10:25 Kamaran Osman: Tirkiye bi çêkirina rê û baregehên nû re amadekariya şer dike
10:17 Gulistan Alê bi afirîneriya xwe qedexeya girtîgehê vala derxist
09:45 Jinên Elewî: Aştî bi vîna hevpar a gelan tê avakirin
09:28 ‘Ji bo eşkerekirina kujerên Rojînê yekitî divê'
09:15 Li Wanê ji dikandarên komirê û êzingan 8'an jê dikanên xwe girtine
09:08 Li Mêrdînê îsal berhemdariya mehseran kêm e
09:02 Got 'Mirov ji ber tiştekî ku nekiriye poşman nabe', berdana wî 6 mehan taloq kirin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2025'AN
20/10/2025
20:01 Li Şirnexê xwendekar ji bi Rojîn Kabaîşê meşiyan
19:57 Li Wanê çalakî ji bo Rojîn Kabaîşê: Rektor bêyî pirsan bibersivîne reviya
16:28 Şandeyeke ji Iraq û Herêma Kurdistanê çû Tehranê
15:33 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê li pêşiya Wezareta Dadê bûn: Edalet li ku ye?
15:20 Li Dêrsimê dê mitînga xweza û hawirdorê bê lidarxistin
14:41 Huseyîn Aykol dê dîsa bê razandin
14:25 Ramazan Demîr li bajarê xwe Amedê bi coş hate pêşwazîkirin
14:22 Wezîr Yerlîkaya têkildarî pêvajoyê daxuyanî da
14:21 Ji ÎHD’ê daxuyaniya têkildarî Rojîn Kabaîşê: Mekanîzmayên dewletê faîlan diparêzin
13:57 Walîtiya Stenbolê di maça Amedsporê de kapasîteya alîgiran zêde nekir
13:49 Gulistan Kiliç Koçyîgît bertek nîşanî tezkereyê da: Gel li benda demokrasiyê ye
13:12 Tehliyeya girtiyê ji sedî 80 astengdar e cara 6’an hate taloqkirin
12:10 Li Bestayê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:01 Îsraîlê êrişî Xezeyê kir: Herî kêm 45 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:39 Komên hikûmeta demkî êrişî Şêxmeqsûd kir
10:30 Hêzên Şamê êrişî Siwêdayê kirin
10:27 Akbulut: Hewceye daraz bi biryarên xwe aştiya civakî xurt bike
09:55 Tekane daxwaza Dayikên Aştiyê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
09:33 Xwebûn bi manşeta ‘Jiyan dema azad be bi wate ye’ derket
09:29 ‘Ji bo çareseriyê divê astengiyên li pêşiya Kurdî bên rakirin’
09:00 ROJEVA 20’Ê COTMEHA 2025’AN
19/10/2025
17:20 Dayikên Aştiyê: Mifteya aştiyê azadiya Ocalan e
17:11 Astengkirina tehliyeyan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê hat protestokirin
16:42 1’emîn Mihrîcana Govendê ya Jinê ya Cizîrê dest pê kir
16:20 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:17 Fuara pirtûkan a Amedê di roja 2’yan de ye
15:00 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
13:25 Tevî astengiya rektor jî taksîvan tev li çalakiya ji bo Rojîn Kabaîşê bûn
13:12 Şîna Cengîz Yaşar bi girseyî hate ziyaretkirin
12:34 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Divê biryarên DMME’yê bên cîbicîkirin
11:59 Li Arjantînê eleqeya mezin a ji bo Abdullah Ocalan
11:51 Ji Pakistan û Efxanistanê peymana agirbestê
11:37 'Divê her kes li dijî polîtîkayên şerê taybet dengê xwe bilind bike’
11:17 ‘Çareseriya pirsgirêkan girêdayî azadiya Abdullah Ocalan e’