Dayikên Şemiyê: Di dosyeya Fehmî Tosûn de edaletê pêk bînin

  • rojane
  • 14:28 18 Cotmeh 2025
  • |
STENBOL - Dayikên Şemiyê li aqubeta Fehmî Tosûn ku 30 sal berê di bin çavan de hat windakirin pirsîn û gotin: "Înkar û bêcezatiyê biqedînin. Di dosyeya Fehmî Tosûn de edaletê pêk bînin."
 
Dayikên Şemiyê 1073'emîn çalakiya xwe ya heftane li dar xistin û li aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hat windakirin û hatin kuştin pirsîn û xwestin kiryar bên cezakirin. Di çalakiya ku li Qada Galatasarayê hat lidarxistin de, li aqûbeta Fehmî Tosûn ku di 19'ê Cotmeha 1995'an de li Avcilara Stenbolê hat revandin û careke din agahî jê nehat girtin pirsîn. Di çalakiyê de ku gelek kes beşdar bûn, wêneyên kesên ku di bin çavan de hatin qindakirin û qurnefîl hatin hilgirtin.
 
Ozlem Zingil ku çîroka Fehmî Tosûn xwend, got: "Em, bi Malbata Tosun re, ku sê nifş in di bin siya înkar, bêcezatiyê û tundûtûjiyê de ji bo rastî û edaletê têdikoşin, dipirsin, Fehmî Tosun li ku ye?" "Di sibeha 19'ê Cotmeha 1995'an de, Fehmî Tosun, bavê pênc zarokan ê 35 salî, li mala xwe ya li Avcilarê bi hevalê xwe yê nêzîk Hüseyin Aydemir re taştê xwar. Piştî taştê, her du heval bi hev re ji malê derketin." 
 
Ozlem Zingilê wiha domand: "Wê êvarê, sê kesên çekdar û bi cilên sivîl, Fehmi Tosun bi wesayîteke Renault a spî ya bi plakaya 34 UD 597 anîn ber mala wî. Dema ku wî hevjîn û zarokên xwe dîtin, qêriya, 'Ew ê min bikujin!' wan bazdan ber bi wî ve, lê Fehmi bi zorê li wesayîtê siwar kirin û birin. Hanım Tosun tavilê çû Qereqola Polîsan a Avcılarê û revandina mêrê xwe ragihand. Wê plakaya wesayîtê da û daxwaza mudaxeleyê kir. Lêbelê, piştî kontrolkirina plakayê û çend telefonan, polîsan tu tedbîr negirtin û gotin, 'Em nikarin tiştekî bikin.' Hanım Tosun û Komeleya Mafên Mirovan hemû tedbîrên qanûnî girtin da ku bûyerê li ber çavan raxînin. Lêbelê, wan înkar kir ku Fehmi Tosun hatiye binçavkirin. Ji wê rojê ve, ne Fehmi û ne jî Huseyin Aydemir, ku ew bi wî re ji malê derket, tu agahî nehatiye girtin."
 
Ozlem Zingilê parve kir ku malbat, ji ber ku bi rêyên hiqûqî yên navxweyî nekaribûn encam bi dest bixin, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) daye û got: "Di doza ku di sala 2003'an de bi encam bû de, hikûmetê di parastina xwe ya li hember DMMEyê de got: 'Hikûmeta me ji ber windabûna Fehmi Tosun xemgîn e'. Tevî ku DMME'yê berpirsiyariya dewletê ji bo binpêkirina mafê jiyanê yê Fehmi Tosun qebûl kir jî, hikûmetê di vê dozê de erka xwe yê lêpirsînek bi bandor bi cih neanî. Doz ji ber biryara ne-darizandinê ji ber dememboriyê hate girtin. Herwiha îtîrazên ku hatin kirin jî hatin redkirin."
 
Ozlem Zingilê diyar kir ku ji bo eşkerekirina windabûna Fehmî Tosun di dema binçavkirinê de ti gav nehatine avêtin û destnîşan kir ku ne delîl û ne jî berpirsiyar hatine destnîşankirin. Ozlem Zingilê got: "Dosye bi zanebûn ket ber demboriyê. Îro, em careke din bang li rayedarên dadê û siyasî dikin:  Êdî bes e. Înkar û bêcezatiyê biqedînin. Erkên xwe yên di çarçoveya qanûna gerdûnî de bi cîh bînin. Di doza Fehmî Tosun de edaletê misoger bikin. Çiqas sal derbas bibin jî, em ê dev ji daxwaza edaletê ji bo Fehmî Tosun û ji bo hemû windahiyên xwe bernedin."
 
Hevjîna Fehmî Tosûn, Hanim Tosûn, piştre axivî û got: "Min 30 sal berê li vir dest bi têkoşînê kir. Mêrê min di dema binçavkirinê de winda bû. Lê min li vir têkoşîn da ku careke din kes winda nebe. Me winda nekir, ew winda dikin. Edalet ji Qada Galatasarayê derbas dibe."
 
Piştî ku qurnefîl li Qada Galatasarayê hatin danîn, çalakî bi dawî bû. 
 

Sernavên din

16:47 Ji bo girtiyên nexweş Keskîn û Încîl daxwaza tehliyeyê hat kirin
16:24 Wezaretê destûr da ku Cengîz Holdîng 57 hezar daran bibire
16:08 Li Amedê 9’emîn Fûara Pirtûkan dest pê kir
15:48 Li çar bajaran daxwaza edaletê: Heta aqûbeta windayan neyê aşkerakirin aştî pêk nayê
15:46 'Em nêzîkatiya zayendperest qebûl nakin'
15:36 Cezayên li siyasetmedaran hatin birin hatin şermezarkirin
15:21 'Qetilkirina Tosûn ne tiştekî takekesî ye, encama polîtîkayekê ye'
15:01 Ji 16 baroyan ji bo Rojîn Kabaîşê daxuyanî
14:44 Kiryarê ku Gulben Dûrûyê qetil kir hat girtin
14:44 Li Agiriyê li dijî cezayên hefsê bertek hat nîşandan
14:38 Konferansa Dayikên Aştiyê: Divê azadiya fizîkê ya Abdullah Ocalan pêk bê
14:28 Dayikên Şemiyê: Di dosyeya Fehmî Tosûn de edaletê pêk bînin
14:01 Li Cizîrê ji bo cezakirina sûcdarê tacîza zarokan Nobeda Edaletê hat destpêkirin
13:23 Ciwanên Edene, Wan û Agiriyê ber bi Amedê ve bi rê ketin
12:50 Dê refleksên rojnamevan Aykol ê hat entubekirin bên şopandin
12:38 Forûma Avê ya Mezopotamyayê bi kargehan didome
12:22 Ji bo jiyaneke wekhev û azad dê Elewîtî bê gotûbêjkirin
11:53 Ji Abdullah Ocalan peyam ji bo konferansa Dayikên Aştiyê
11:50 Di şahiya li Şemrexê de ji bo Rojîn Kabaîşê edalet hat xwestin
10:17 Rojnamevanê Yewnanî yê ku belgefîlmên li ser Pontosê çêkiribû negirtin Tirkiyeyê
10:01 'Rêya aştiyeke mayinde di girtîgehan re derbas dibe'
09:25 ‘Divê komîsyon biçe Îmraliyê'
09:10 Di serlêdanên kar ên wezaretê de pirsa 'nijadê'
09:06 Banga ji bo kurdî: Têkoşîna ji bo ziman berpirsiyariyeke civakî ye
09:00 ROJEVA 18’Ê COTMEHA 2025’AN
17/10/2025
17:55 Bi girseyî serdana şîna Yilmaz û Sivaci hat kirin
16:49 Şînên endamên HPG, YJA Star û YPS’ê bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:07 Ji bo Kutlu û Akbalik li Pirsûsê şîn hatin danîn
16:07 Li Silopiyayê 2 polîs ji ber ‘şêlandina welatiyan’ hatin girtin
16:01 Welatparêzê Kurd Hasan Yildirim wefat kir
15:04 Li Zanîngeha Egeyê ji bo Rojîn Kabaîşê meş hat lidarxistin: Em ê bêdeng nebin
15:00 Amediyan bertek nîşanî Kurtulmuş dan: Gavên şênber biavêjin
14:59 Tulay Hatîmogûllari bi şandeya KESK’ê re hevdîtin kir
14:41 Kurtulmuş, çû serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
14:37 Tê payin ku rojnameger Aykol di nava rojê de were hişyarkirin
14:30 Kedkarên tenduristiyê piştgirî dan Nobeda Edaletê
13:59 Kurtulmuş li Amedê ye: Vê carê em ê bi serkevin
13:25 Forûma Avê ya Mezopotamyayê dest pê kir: Em xwedî li xweza û li çavkaniyên avê derkevin
12:36 Daxwaza rojnamevanan: Divê komîsyon li rojnamevanan guhdar bike
12:33 Abdullah Ocalan: Rêgeza hêviyê ji wan gava ye ku divê dewlet biavêje
12:01 Girtiyê nexwest destkelemçekirî bê tedawîkirin hate derbkirin
11:55 Tehliyeya Ardil Çeşme ya 30 sal in girtî dîsa hat astengkirin
11:54 Endamên KESK’ê yên ku xwestin biçin pêşiya Meclisê hatin dorpêçkirin
11:53 Ji Weşanxaneya Aramê 7 pirtûkên nû
11:02 Tehliyeya Nurcan Aslanê bi hinceta ‘sûcê xwe qebûl nekiriye’ hat taloqkirin
10:12 'Tirkiye vegera penaberan asteng dike'
10:11 Komîteya ku biryara DMME'yê bi Azerbaycanê da pêkanîn, çima ji bo Tirkiyeyê heman tiştî nake?
09:55 Cara 2'yemîn li Can Holdîngê oprasyon hat kirin: 26 kes hatin binçavkirin
09:54 Bijîşkê tev li otopsiya Rojîn Kabaîşê bû: Kêmasiyên di vêkolînê de pêvajo zehmet xist
09:09 Akin Bîrdal: Divê şandeyek ji komîsyonê teqez biçe Îmraliyê
09:06 Ji jinan ji bo ATK'ê: Hûn çi vedişêrin?
09:05 Tevî pêvajoya 'aştiyê' jî desthilat 'rêyên ewlehiyê' çêdike!
09:00 ROJEVA 17’Ê COTMEHA 2025’AN
16/10/2025
18:59 Komxebata ziman bi dawî bû: Ji bo statuya kurdî banga seferberiyê
16:44 Meşvanên KESK’ê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin
16:20 Ji ciwanan bang: Azadiya Rêber Apo jiyanî ye
16:17 Li Siopiyayê li dijî jinekê êriş hate kirin
16:03 Kurtulmuş dê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ziyaret bike
15:42 Ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan: Bila kiryar bên dîtin
15:27 Bernameya meşa ‘azadiyê’ ya ciwanan diyar bû
15:25 Li nexweşxaneyê serdanên ji bo rojnamevan Aykol didomin
15:13 Xwendekar li Dêrsim û li Wanê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
14:29 Gef li rojnamevan Rabîa Onverê hat xwarin
14:28 ‘Divê lêpirsîna têkildarî mirina rojnamevan Tosun bê berfirehkirin’
14:26 Komxebata zimanê Kurdî: Divê em li dijî qedexeya ziman li ber xwe bidin
13:35 Bayar piştî 31 sal û 6 mehan hate berdan
13:34 Şîna Yûsûf Gucel bi girseyî hat ziyaretkirin
13:12 Parêzerê Nevzat Bahtiyar xwe ji dosyayê vekişand
13:03 Di doza rojnamevan Bêrîvan Kutluyê de dê mutalaa bê amadekirin
12:17 Xetereya li ser jiyana Aykol didome
12:11 Komxebata ziman di roja 2’yan de ye: Divê Kurdî di her qadê de bê axaftin
12:03 ‘DNA'yên li ser laşê Rojînê yên kê bin aşkera bikin’
11:35 ‘Komîsyon mecbûr e rêya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bibîne’
11:08 Beşdarên komxebata zimanê Kurdî: Statuya ji bo Kurdî şertê sereke yê aştiyê ye
10:53 Hêzên Şamê êrişî gundên Siwêdayê kir
10:37 Rapora pisporan a piştî 6 salan: DSÎ û qeyûm biqisûr e
10:29 Li Qoserê ÎHA’yek kete xwarê
10:07 Li dijî avahiya DEM Partiyê êriş hate kirin
10:06 Li Kurdistanê kevneşopiya dermanê kurmancî: Jinên şîfakar
09:55 Li Stenbolê qeydên atolyeya Jineolojiyê dest pê kir
09:53 Endamê Komîsyonê Firat: Divê komîsyon di nava 2 hefteyan de biçe Îmraliyê
09:49 Li dijî tacîzê di greva birçîbûnê de ye: Me soza parastina zarokan da
09:27 Karkerên qeyûm ji kar derxistî: Ji me tenê yek kes jî bimîne dê têkoşîn bidome
09:23 Ahmet Turk, diyaloga xwe ya bi Ozal re parve kir
09:06 'Aştî bi awayekî yekalî pêş nakeve: Bila dewlet gavên berbiçav biavêje'
09:04 Kolanên Wanê: Divê tavilê komîsyon li Abdullah Ocalan guhdarî bike
09:00 ROJEVA 16’Ê COTMEHA 2025’AN
15/10/2025
20:18 Ji rêxistinên ciwanan pêşniyazên 'çareseriyê' ji bo komîsyonê
19:01 Civîna komîsyonê bi dawî bû
18:53 Roja yekemîn a 'Komxebata Zimanê Kurdî' bidawî bû
16:37 Meşa KESK’ê ya li dijî KHK’ê gihîşt Edeneyê
16:35 Li Cîhanbeyliyê ji bo kampanyaya ‘Ez aştiyê dixwazim ji ber ku’ stand hat danîn
16:34 Civîna komîsyonê:Ji sedî 82’yê ciwanan Kurdî dixwazin
15:44 Rektor Şevlî nehişt rojnamevan çalakiya ji bo Rojîn Kabaîşê bişopînin
15:38 Bakirhan dê tev li Kongreya Amsterdamê ya PES’ê bibe
15:34 Rojnameger Aykol derbasî beşa çavdêriya awarte hate kirin
15:28 Di musabeqeya tîmên jinan de ji bo Rojîn Kabaîşê doza edaletê hate kirin
15:23 Talankirina daran a li Dorşînê di rojeva Meclisê de ye
14:49 Li Peyasê gelek dar ji rih ve hatin jêkirin
14:33 Di cînayeta rojnameger Tosun de esnafek hate binçavkirin