Bi sed hezaran kes tev li konsera Koma Amedê bûn

img
AMED - Koma Amed piştî 30 salan li Amedê bi beşdariya sed hezaran kesan konser li dar xist. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di konserê de axivî û got: “Têkoşîna gelê Kurd li ser pêya ye. Hedefa me azadî, hiqûq û edalet e. Lê armanca me ya sereke azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.” 
 
Koma Amed piştî 30 salan li Qada Newrozê ya Amedê konserekê bi coş li dar xist. Konser bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Sanatça Organîzasyonê û Şaredariya Peyasê, bi dirûşma “Kulîlkên Azadiyê Pêşwaziya Aştiya Civakî Dikin” hat lidarxistin. Bi sed hezaran kes tev li konserê bûn.
 
Girse beriya saetên konserê herikîn qada konserê û heta ku konser dest pê bike govend gerandin. Di konserê de parlamenterên partiyên siyasî, endam û rêveberên saziyên civakî û bi sed hezaran kes tev li bûn. Di girsê de gelek kes ji gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê tev li konserê bûn.
 
HUNERMENDAN PEYAMÊN BIDÎMEN ŞANDIN
 
Di serî de peyamê hunermendên bi dîmen hatibû şandin hat temaşekirin.
 
Piştî rêzgirtinê peyama Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê berê Selçûk Mizrakli ku li Girtîgeha Edîrneyê tê ragirtin hat xwendin. Selçûk Mizrakli diyar kir ku dengê şehîd Evdilmelîk Şêx Bekir hê jî di guhê wî de ye û got: “Em ê di rojên azad de li qada azadiyê stranên Koma Amed guhdar bikin.”
 
Hevserokê berê ya HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî peyam şand û got: “Em ê di rojên azad de werin gel hev.” Paşê Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê derketin ser dikê û beşderan silav kirin. Serra Bucak diyar kir ku gelê Kurd dixwaze bi wekhevî bijî û got: “Ez hêvî dikim ku ev konser bibe sedema aştiyê.”
 
‘EM JI RÊBER APO BAWERIN’ 
 
Dûre Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir axivî û diyar kir ku Koma Amed piştî 30 li vê qadê ye lê hevalên ku 30 sal di girtîgehê de hatin girtin jî li vir in û got: “Di şexsê Selçuk Mizrakli de ez tevahî girtiyên siyasî silav dikim. Silav ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re. Ji bo azadiya gelê Kurd em hatin li qadê. 30 sal derbas bû, piştî 30 sal Koma Amed paytexta welatê xwe ye.
 
Ev jî peyam ji rayedarên dewletê re ye; 30 sal, 300 sal jî derbas bibe têkoşîna gelê Kurd berdewam bike. Em azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd li vir pêşwazî dikin. Em bi Rêber Ocalan bawer in, em bi têkoşîna gelê Kurd bawer in. Dê ev pêvajo bi ser bikeve. Her çiqas devlet bi piştgirî nede pêvajoyê jî, bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd em ê bi ser bikevin. Sibe dê daxuyaniyekî girîng werê parve kirin. Divê dewlet jî piştî vê baş tevbigere. Gelê Kurd bi Rêberê xwe bawer e. Lê sekna devletê ne diyar e, em ê bi sekna xwe sekna dewletê derxin holê. Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurd e.”
 
Paşê Koma Amed derket ser dikê û stranên xwe got. Endamên kome yek bi yek girse silav kirin.
 
Konser bi coşekî mezin û gerandina govendê bi dawî bû. Girseyê piştî konserê bi dirûşma “Bijî Serok Apo” ji qadê derket.
 

Sernavên din

02/11/2025
15:52 Temel: Êrişên ser CHP’ê pêşî li civakîbûna pêvajoyê digirin
15:35 Bîlançoya lehiya li Vîetnamê giran bû: 35 kes mirin, 5 kes winda ne
15:33 ‘Sedsaleke din a ku Kurd winda bikin tune ye'
14:51 Abdullah Ocalan ji DEM Partiyê re got: Civakê bi rêxistin bikin
14:14 Bakirhan: Hedefa vê pêvajoyê demokrasî pisûla wê jî edalet e
13:23 Li Bestayê qirkirina daran didome
12:04 Li Ingilistanê bi kêran êriş hate kirin: Gelek kes birîndar bûn
11:22 Danişîna êrişa li dijî Evrenselê sibê ye: Em li edliyeyê benda her kesî ne
11:07 Li Meksîkayê di şewatê de 23 kes mirin
11:04 Sarisozen: Entegrasyona demokratîk, rêya xelasiyê ya Tirkiyeyê ye
10:36 Welatiyên Îzmîrê ‘kêmtirîn mûçe' şîrove kirin
10:07 Hejmara 140’an a kovara Jinê derket
10:01 Di her kevirekî wê de keda komunal heye: ZIWAN-KURD
09:53 Ferîde Eralp: Aştî meseleya jina ye, em mecbûr in nîqaş bikin
09:12 ‘Tekane aktorê ku karibe pêvajoyê birêve bibe Abdullah Ocalan e’
09:01 ROJEVA 2’YÊ MIJDARA 2025’AN
01/11/2025
16:42 Abdullah Ocalan: Divê rêxistina herêmî bê xurtkirin
16:35 Tehliyeya girtiyên nexweş Oztel û Avcî hat xwestin
15:53 Di ‘Nobeda Edaletê’ ya Cizîrê de banga têkoşîna hevpar
15:52 Li dijî erêkirina cezayê 7 rojnamevanan bertek: Ev êriş e li dijî azadiya çapemeniyê
15:20 'Riya aştiyê di Qada Galatasaray û Koşûyoluyê re derbas dibe'
14:38 Dayikên Şemiyê li aqûbeta windayên li Kerboranê pirsîn
11:54 1’ê Mijdarê: Berxwedana Kobanê hêvî da gelan
11:40 Hejmara Mijdarê ya Rojnameya Newaya Jinê derket
11:10 Bernameya 25’ê Mijdarê ya DEM Partiyê: ‘Em li dijî tundiyê ji bo wekhevî û azadiyê bi hev re radiwestin'
10:57 DFG’ê li dijî cezayê 7 rojnamevanan bertek nîşan da
10:49 QSD’ê li Reqayê operasyona ewlehiyê da destpêkirin
10:10 Cezayê li 7 rojnamevanan hatibû birîn hat erêkirin
09:19 Şandeya DEM Partiyê dê di 3'yê Mijdarê de biçe Îmraliyê
09:10 'Qers prototîpa jiyana bihevre ye'
09:06 Bang ji bo meş û mîtînga Kolnê: Em bi ruhê seferberiyê beşdar bibin
09:00 ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2025’AN
31/10/2025
16:39 Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir
15:55 Li Amedê dê civîna ‘ber bi bajarên jinan ve’ bê lidarxistin
15:32 Kurtulmuş: Şertên herêmî û kûrewî aştiyê ferz dikin
13:51 Koma Amed di 22’yê Mijdarê de li Wanê konserê dide
13:37 Li Zanîngeha Egeyê 5 xwendekar hatin binçavkirin
13:36 Ji girtîgehan ji bo Aykol name: Xeyala me tevan dîtina te ye
13:34 NY: Li Îranê piştî şer zext giran dibin
12:46 Li Îdirê bi beşdariya Bakirhan bi gel re civîn hat lidarxistin
12:44 KNK’ê ji bo tevlibûna meşa Kolnê bang kir
12:30 Li Sêrtê 2 kes hatin qetilkirin 3 kes jî hatin birîndarkirin
12:29 Dîroknasê Îtalî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
12:10 Di dibistanan de Kurdî weke zimanekî 'bêqîmet' fêrî zarokên Kurd dikin
11:19 Welatiyên Îzmîrê: Em li benda gavavêtina dewletê ne
11:18 Ayhan ê HPG’î: Em dixwazin siyaseta demokratîk li ser zemîneke azad bikin
09:48 Li gundê ku qet neçûyê ji ber 'ceyrana qaçax' 805 hezar TL ceza lê hatiye birîn
09:43 Rêveberiya qeyûm 2 meh in rêya 100 metreyî temam nekiriye
09:38 Ji nivîskara îranî evîna ji bo Kurdî
09:36 'Komîsyona Pêvajoyê' ya Baroya Amedê dê di bin 11 sernavan de bixebite
09:07 Bi salan e li ser rêya girtîgehan e: Bila qanûn bên derxistin û girtî bên berdan
09:04 Şêniyên taxê ji ber bêhna nexweş nerihet in: DSÎ xwe lê bêdengiyê datîne
09:02 Bi zarokên xwe re ruh didin şanoya pirpitokî ya bi Kurdî
09:00 ROJEVA 31’Ê COTMEHA 2025’AN
30/10/2025
21:30 Şandeya Îmraliyê: Em gihîştin fikreke hevpar
21:05 Nîzamettîn Kabaîş: Dê telefona keça min bişînin Portekîzê
20:21 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re bi dawî bû
18:43 Civîna komisyona meclisê bi dawî bû
17:59 Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Erdogan re bi rê ket: Em ê gavên ku divê bên avetin gotûbêj bikin
16:49 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:43 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
14:42 Kurtulmuş: Em ber bi amadekirina raporê ve diçin
14:27 Hevdîtinên budçeyê dest pê kirin
13:34 Aksoyoglû: Hewceye Meclis li Enqereyê li Ocalan guhdarî bike
11:41 ‘Li dijî gavên hatine avêtin divê dewlet gavên zagonî biavêje’
11:14 ‘Hewceye dewlet verastkirinên zagonî bike’
10:51 Serokên partiyên Saadet, Gelecek û DEVA’yê yên Amedê: Divê dewlet demildest gav biavêje
10:39 Bakirhan: Divê bi zagonên veguhêz azadî û maf bên misogerkirin
10:07 Cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî hat betalkirin
10:05 Aktîvîst Zîlan Kemanger li Kamyaranê hate binçavkirin
09:35 Înîsyatîfa Yekitiyê: Heya yekitiya me çênebe em ê negihên tu statuyê
09:25 Koçeroglû yê OHD'î: Pêvajoyê tu bandoreke erênî li girtîgehan nekiriye
09:22 Danişîna doza hevşaredarên Akdenîzê sibê dê bê lidarxistin
09:20 Dayikan bang li Erdogan kirin: Gavan biavêjin
09:19 Koker: Komîsyon divê êdî pêşniyazên qanûnî berbiçav bike
09:13 Wan di bin betonê de dimîne: Nasname, xweza û bîra bajêr winda dibe
09:11 Îdareya girtîgehê wêneyê Ceylan Onkolê 'bifikar' hesiband
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2025'AN
08:33 Mûstafa Karasû: Dem dema gotinê, dema îcraatê ye
29/10/2025
18:08 KESK'ê xwest komîsyon ji bo KHK'iyan qanûnê amade bike
16:28 Saeta hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan diyar bû
15:49 Rojnameger Yildiz ê bi lêdanê hatibû binçavkirin serlêdana sûc kir
15:42 MSD’ê êrişa li ser rêya Şam-Siwêdayê şermezar kir
15:31 Seferberiya ji bo meşa Kolnê didome
15:30 Ayşe Gokkanê ji bo rojnamevan Aykol name şand
14:04 Rojnameger Kadrî Kaya li ser gora xwe hat bibîranîn
12:14 PM’a DEM Partiyê: Hewceye verastkirinên zagonî yên azadîxwaz bên kirin
11:34 Abdullah Ocalan: Du rêyên krîtîk li ber komarê hene, yên cidî dê bi ser kevin
10:31 Êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê didomin: 63 Filistînî hatin qetilkirin
10:14 Nûçeya me ya Rojîn Kabaîşê hat astengkirin
10:03 Ji partiyên sosyalîst û rêxistinan komxebata ‘pêvajoyê’
09:42 Akademîsyen Coşkûn: Divê hiqûqa veguhêz a li gor pêvajoyê esas bê girtin
09:33 'Tundiya li dijî jinê ji Stenbolê heya Wanê diguhere'
09:31 'Divê şert û mercên Abdullah Ocalan li gor ruhê pêvajoyê bin'
09:20 'Hê jî êriş li şînên Kurdan tên kirin'
09:15 Akademîsyen Yasemîn Ozgun: Gavneavêtina îktîdarê pêvajoyê dixtimîne
09:07 Tevî rapora 'jiyana wî di xetereyê de ye' jî nayê berdan: Ji 120 kîloyan daketiye 50 kîloyan
09:00 ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2025’AN
28/10/2025
17:02 Şîna Eşref û Mûstafa Akyildiz bi girseyî hat ziyaretkirin
16:51 Rewşa rojnameger Aykol krîtîk e